Rêvebirê Sîdekanê: Leşkerên Tirk du ciwan li sînor girtin

01-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê ragihand ku du gencên gundê Daylayê li bajarokê Sîdekanê ya navçeya Soran ser bi Hewlêrê ve ku dema li pişt gundê xwe nêzîkî bingeheke leşkerî ya Tirkiyê bûn, leşkerên Tirkiyê ew her du desteser kirin.

Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand ku şeva Pêncşemê 30ê Kanûna 2021an du ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî yê 20 salî û Zêdan Nebî Mistefa yê 19 salî ku welatiyên gundê Daylayê yê bajarokê Sîdekanê ne, xwe nêzî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê kirin û ji aliyê leşkeran ve hatin girtin.

Îhsan Çelebî diyar kir ku lêpirsîn ji aliyê serbazên sînorî yên Iraqê ve hatiye kirin û diyar bû ku ev her du ciwan ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatine desteserkirin

Rêvebirê Bajaroj-kê Sîdekanê herwiha got, ku leşkerên pasevanên sînor gotine, ku ew dixwazin bizanin ka çima ew herdu genc nêzîkî bingeha leşkerî bûne û ji bo vê mebestê lêkolînan dikin.

Artêşa Tirkiyê di sala 2019an de sînorê Herêma Kurdistanê derbas kir û li bilindahiyên herêmê hejmarek baregehên leşkerî ava kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst