Li wîlayeteke Amerîkayê rewşa awarte hat ragihandin

01-01-2022
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
Wêne: AP
Wêne: AP
Nîşan Amerîka Colorado Denver Agir Şewat
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Li daristanên wîlayeta Colorado agir derket û di encamê de 500 mal şewitîn û bi hezaran kes koçber bûn. Li wê wîlayetê rewşa awarte hat ragihandin.

Agirê li daristanên nêzikî bajarê Denver ê Coloradoyê ji nişka ve derket ku bûyerên bi vî rengî di werza zivistanê de rû didin.

Rûniştvanê Coloradoyê Patî Holtiz, dibêje, “Her tişt agir bû, agir li her derê hebû, ez pir ditirsim, bi taybet ji ber ba, ji malekê diçû maleke din, ewqas tarî bû te nedikarî tiştekî bibînî weke nîva şevê bû.”

Li gor çavdêrên keşûhewayê, agirê li Colordayê ku bûye sedema ziyanê, encama hişkesaliya tund a îsal bû û li gor wan her ew bû ku bû sedem agir bilez belav bibe û leza ba di saetekê de bibe 105 mîl û agir gurr bibe.

Ji ber wî agirî heta niha ziyaneke canî nehatiye tomarkirin, lê agir bûye sedema ziyaneke zêde ya maddî û koçberbûna bi hezaran kesan.

Rêveberê Polîsê Bolder/Colorado Joe Pêll dibêje, “Ji ber mezinbûn û gurrbûna agir û belavbûna li herêmeke niştecihbûnê, ecêb nabe ku eger mirî û birîndar hebin.”

Li gor karbidestên wîlayeta Colorado, agir ji ber ketina hêleke elektrîkê derket û pêl bi pêl belav bû.

Herçiqas dibe ku berfbarîn bo vemirandina agir hevkar be jî, lê çavdêr dibêjin, ev jî cihê nîgeraniyê ku eger boriyên ava bajêr biqerisin, dibe ev jî rewşa kesên koçber bûne zehmettir bike û karmendên agirvemirandinê nekarin bi başî midaxeleyê wan herêman bikin ku agir lê berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst