Li Colemêrgê di navbera ciwan û serbazan de nîqaş derket: Kesek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rûbaroka Colemêrgê di navbera ciwanên ku çûbûn pîknîkê û leşkerên Tirkiyê de nîqaş derket û di encamê de ciwanek birîndar bû.

Bûyer li gundê Çemêkurk ê ser bi navçeya Rûbarokê ve rû da. Li gor zanyariyan komeke ciwanan li nêzikî gund pîknîk dikirin, lê serbazên Tirkiyê rê nedan ku ew ciwan li wê derê bimînin.

Her li gor zanyariyan wan ciwanan jî li hember helwesta serbazan nerazîbûn nîşan dan û li ser vê yekê di navbera herdu aliyan de nîqaş derket.

Di encama wê nîqaş û alziyê de ciwanê bi nave Reşît Akinci ji sere xwe birîndar bû. Li gor vîdyoyeke li torên civakî belav bûye de jî tê dîtin ku nîqaş di navbera ciwanan û serbazan de heye û ew ciwanê bi nave Reşît Akinci jî dibêje ku ew ji sere xwe birîndar bûye.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saîd Dede jî li hejmara xwe ya Twitterê li ser vê mijarê peyamek belav kir û amaje bi wê kir, “Li navçeya me ya Rûbarokê hemwelatiyekî me ji aliyê leşkeran ve li devera pîknîkê hatiye birîndarkirin. Em vê hovitiya ku li Rûbarokê bi awayekî sîstematîk bi ser hemwelatiyên me de tê sepandin şermeraz dikin û demildest daxwaza zelalkirinekê ji berpirsan dikin.”

Li aliyê din her derbarê vê bûyerê de Parêzgariya Colemêrgê jî daxuyaniyek belav kir û li gor wê daxuyaniyê bûyerê li “herêma serbazî ya qedexekirî” rû daye.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, bûyer roja 30.12.2020, demjimêr 13.00 çê bûye û “li herêma serbazî ya qedexekirî ku dikeve navbera binkeya serbazî ya hejmar 1216 û xeta sînor, 6 kesên gumanbar hatine dîtin. Bi mebesta rêgirtina bûyerên metirsîdar, ew kes hatine hişyarkirin ku deverê bicî bihêlin û ji ber dijderketina wan kesan nîqaş derketiye û li ser vê yekê ber bi asman ve teqe hatiye kirin.”

Her li gor daxuyaniya parêzgariyê, “Di encama bûyerê de Reşît Akinci yê 26 salî bi sivîkî birîndar bûye û ji bo dermankirinê bo binkeya tendirustiyê hatiye veguhastin.”

Parêzgariya Colemêrgê red dike ku ew devereke seyranê be û aşkere jî kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Ev bûyer di demekê de ye ku roja 30ê meha Mijdara derbasbûyî jî dîsa li Rûbarokê ciwanekî Kurd yê bi nave Ozcan Onay bi teqeya serbazan jiyana xwe ji dest dabû.

Parêzgariya Colemêrgê wê demê jî di daxuyaniya derbarê bûyerê de gotibû, ew “devereke leşkerî ya qedexekirî bû” û serbazan tenê “ber bi asman ve teqe kirine.”