Li Şirnexê 15 herêm hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 15 herêm bo heyama 15 rojan hatin qedexekirin.

Li parêzgeha Şirnexê û 5 navçeyên wê (Elkê, Cizîr, Silopî, Hezex û Basan) 15 herêm li ber hatinûçûna hemwelatiyan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de qedexekirina wan 15 herêman ragihand ku Cûdî û Gabar jî di nav de hene.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, hatinûçûna hemwelatiyan li wan deveran ji îro, 01.01.2021, heta roja 15ê Çileyê qedexe ye û hatiye gotin, ji bo “parastina mal û canê” hemwelatiyan ew biryar hatiye dayîn.

Ev di demekê de ye ku bo heyama çend salan e berdewam li zozan û herêmên Bakurê Kurdistranê bi sedemên “emnî” qedexe tên ragihandin.