Sala 2019an li Tirkiyê 100 rojname hatin girtin

01-01-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rojname CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê CHPê yê bajarê Îzmîrê Atîla Sertel, raporek di derbarê zextên li ser ragihandinê di 2019an de amede kir.

Di raporê de, tê gotin ku, di nav dezgehên ragihandinê yên fermî de, bi giştî 684 rojname hene li Tirkiyê û di çarçoveya walîtiyan de jî li wî welatî, 422 rojnameyên heremî hene ku bi giştî li Tirkiyê 1106 rojname hene.

Di raportê de tê diyarkirin ku di sala 2019an de 100 ji wan rojnameyan di sala derbasbûyî de hatine girtin.

Li aliyê din di raporê de tê diyarkirin ku, 7 hezar û 593ê rojnemevan di rojnameyan de kar dikin. 15 hezar çapxane û nivîsîngeh jî dixebitin. Lê rêjeya bêkariyê di nav ragihandinê de ji sedî 30 bilind bûye. Di nav 10 salên dawiyê de jî, hêjmara rojnemevanên bê kar gihaye 10 hezar kesî. 108 rojnemevan jî hatine girtin û di heyama 5 salan de jî, 3 hezar û 804 nasnameyên rojnamevanî hatine betal kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst