ROJAVA - Tîma Rûdawê derbasî nav zindaneke çekdarên DAIŞê bû
Heseke (Rûdaw) – Rûdaw derbasî zindaneke çekdarên DAIŞê bû li Rojavayê Kurdistanê.
Girtiyên DAIŞê hîna jî fikra xwe ya tûndrew jibîr nekirine, girtiyek dibêje, wî serê 18 kesan jêkiriye, û eger were berdan wê serê bi hezaran kesên din jî jêbike.
Çekdarekî din jî dibêje, wan şerê Îranê dikir, bi gotina wî çekdarî ji bilî rêxistina DAIŞê kesekî nikarîbû li beramber Îranê raweste.
Niha bihtirî 12 hezar çekdarên DAIşê girtî ne, beşekî mezin ji wan çekdarên biyanî ne, welatên wan jî xwedî li wan dernakevin.
Hîn jî li ser helwesta xwe maye, ew yek ji serjêkerên 'xîlafet'a DAIŞê bû.
Hadir el Osman yê 44 salî, ku xelkê Mûsilê ye, niha li zindaneke li Rojavayê Kurdistanê dimîne.
Ew çekdarê DAIŞê yê girtî dibêje, “Min 18 kes serjê kirin û ez amade me serê hezaran jê bikim. Ji ber ku mal, milk û dewleta me birine. Dixwazin em dest jê berdin, lê em dest jê bernadin.”
Ew çekdar dibêje eger derkeve ji zîndanê ew dê berdewam be li ser kiryarên xwe û diyar dike, “Em dê ji Amerîkayê dest pê bikin. Dema derbasbûyî em li Iraq û Sûriyê bûn lê vê carê em dê herin Ewropa û hevpeymanên wê.”
12 hezar çekdarên DAIŞê di zîndanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne li Rojavayê Kurdistanê û dubare vejandina wê rêxistinê ji aliyê wan ve di rojevê de ye.
HSD û hevpeymaniya navdewletî, ku di şerê jinavbirina DAIŞê de hevalbend bûn, girtîgehên endamên heman rêxistinê birêve dibin.
Şervanekî HSDê dibêje, “Lêxistin li cem me qedexe ye û ne li gor exlaqê me ye.”
Di nav wan çekdarên girtî de, 8 hezar xelkê Sûriye û Iraqê ne.
Saed Wesmî ku xelkê Tikrîtê ye û malbata wî li Kampa Holê ye, bi kela girî dibêje ku wî bêriya zarokên xwe kiriye û tiştekî li ser wan nizane, ji ber ku li vir danîna peywendiyan li gel derve qedexe ye.
Ew çekdar niha mijûlî bidarvekirina morîkan e û dibêje ew ji ber dijayetiya, hikumeta Iraqê û Heşda Şeibî, tevlî nav rêxistina DAIŞê bûye.
Saed Wesmî dibêje, “Heta îro jibilî DAIŞê kesekê nekariye rûbirûyê Îranê bibe. Heta ku hikûmeta Iraqê jî nekarî bû, ji ber ku ew ser bi Îranê ve ye. Niha serokomar nîne. Ew hemû bi ser wîlayeta Feqîh a Îranê ve ne. Ser bi partiya şoreşgeriyê ve ne. Niha partiya şoreşgerî ya Îranê hikûmeta Iraqê kontrol dike.”
Li gor amarên HSDê ji 54 welatan kes beşdarî nav DAIŞê bÛbûn, niha û piştî nemana wê rêxistinê, ji aliyê welatên xwe ve ji ber çêkirina metirsiyê li ser civaka wan nayên wergirtin, ti navendên dubare fêrkirina wan di girtîgehan de nayên dîtin.