Galeriya wêneyan

01-01-2020
11 Photos
RÛDAW

Endamên Civaka Kurdên Cihû roja yekşema vê heftiyê li bajarê Elqoşê ku dikeve 50 kîlometriya bakurê bajarê Mûsilê, merasima şeva dawî ya Cejna Mezhebî ya Hannukah saz kirin.

Hannukah, cejneke heşt şevî ye, ku ji 22ê Kanûna 2019ê ve dest pê kir. Ev cejn herwiha wek Festîvala Çirayan jî tê naskirin. Hannukah bi vêxistina şaxeyeke momekê ( Yek Menorah) her şev tê bibîranîn.

Ev cejn bîranîna dubare vejîna Perestgeha Pîroz a Cihûyan li Orşelîmê, piştî serkeftina cihûyan bi ser hêzên Silûkî yên Helenîstî yên Antiochus IV Epiphanies di sala 165 berî zayînê de ye. Antiochus IV Epiphanies merasimên olî yên cihûyan qedexe kiribû û ferman dabû ku cihû xwedayên Yunanê biperestin.

Di navbera salên 1948 û 1951an de zêdetir ji 121000 cihû ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê çûne Îsraîlê kun û hatibû damezrandin. Di du operasyonên bi navê Ezra û Nehemiyah, Îsraîlê bi rêya balafiran bi hezaran cihû ji Iraqê û Kurdistanê veguhastin bo dewleta nû ya cihûyan.

Li gor amara Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, hejmara cihûyên ku niha li Başûrê Kurdistanê dijîn, derdora 1000 kesî ye.

Wêne: Safin Hamed / AFP