Ji sedî 2ê xelkê Îlamê madeyên hişber bi kar tînin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye, ku nêzîkî ji sedî 2ê rûniştvanên wê parêzgehê tûşî madeyên hişber bûne.

 

Sekreterê Encûmena Hevahengiya Rûbirûbûna Madeyên Hişber li parêzgeha Îlamê ragihand, 11 hezar kes ji akinciyên wê parêzgehê tûşî madeyên hişber bûne û wan madeyan bi kar tînin, ku dike %1.9ê nifûsa giştî yaw ê parêzgehê.

 

Fehd Kemalwedî dibêje, rêjeya tûşbûna bi madeyên hişber li parêzgeha Îlamê bilind bûye û daxwaz dike, ku berpirsên pilebilind ên Îranê giringiyê bidin vê mijarê û bi awayekê stratejîk çavdêriya rewşa tûşbûna bi madeyên hişber li wê parêzgehê bikin.

 

Kemalwendî herwiha ragihandiye, li parêzgeha Îlamê 165 rêxistin û saziyên civaka sivîl ên têkildarî madeyên hişber çalakiyan dikin û hewl didin ku xelkê ji metirsiyên tûşbûn bi madeyên hişber agahdar bikin.

 

Parêzgeha Îlamê yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku rûberê wê 20,150 kîlometre û hejmara nifûsa wê parêzgehê jî zêdetirî 600 hezar kes e. 


Parêzgeha Îlamê yek ji çavkaniyên giring ên petrol û gazê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye, bi awayekê ku %4ê yedeka petrola Îranê û %15ê yedeka gaza wî welatî li sînorê wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ye.