Hemo: Minbic ji bo Amerîka û Tirkiyê giring e

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Itîlafa Opozisyona Sûriyê daxuyakirin ku li gor rêkeftina Tirkiye û Amerîka, dibe ku Artêşa Tirkiyê derbasî nav bajarê Minbic bibe.

 

Di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re, Cîgirê Serokê Itîlafa Opozisyona Sûriyê, Ebdulbasit Hemo da xuyakirin, ku Minbic ji bo Amerîka û Tirkiye giring e.

 

Ebdulbasit Hemo ev yek jî anî ziman, ku ji ber hebûna hêzên Amerîka û Fransa û rêkeftina ku bi Enqere re hatiye kirin, hêzên hikûmeta Sûriyê nikarin bi temamî derbasî nav Minbic bibin.

 

Hemo  ku di heman demê de Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) ye, daxwaz dike ku yekrêziya hêz û aliyên Kurd bê avakirin û têkiliyên xwe bi welatên xwedî bandor re bihêztir bikin.

 

Cîgirê Serokê Itîlafa Opozisyona Sûriyê  da zanîn ku Tirkiye xwedî sînorekî dûr û dirêj e bi Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re, û yek ji welatên xwedî bandor e di pirsa Sûriyê de, lewma divê Kurd, vê yekê di ber çavan re derbas bikin.