Li Îranê cara ewil jinek sunne wek balyoz hat erkdarkirin

Navenda Nûçeyan  - Li Îranê cara ewil balyozeke jin a Sunî hat tayînkirin.

 

Li gor nûçeya televîzyona hikûmeta Îranê Arîkarê Yekemîn ê Serokomar  ê bi navê Îshaq Cîhangîrî di dema ziyareta xwe ya ji bo eyaleta Sîstan û Belûcistanê de Qaymeqama Navçeya Qesrê Qend  Humeyra Rîgî wek "Balyoza Bruneiyê ya Nû ya Îranê" tayîn kir.


Cîhangîrî Rîgî wekî "peywirdareke dewletê ya serkeftî" nirxand û piştî Merziye Afhama ku tayînê Malezyayê hat kirin û Perwîn Fersçî ya ku tayînê Fînlandê hat kirin bû jina sêyemîn ku piştî şoreşa 1979an wek balyoz hat tayînkirin.


Humeyra Rîgî her wiha wekî yekemîn balyoza jin a sunne hat tomarkirin.


Rîgî berê niha Qaymeqamtiya Navçeya Çabahara girêdayî eyaleta Sîstan û Belucistana li başûrê rojhilata Îranê kiribû.