Navenda Nûçeyan - Li Îranê cara ewil balyozeke jin a Sunî hat tayînkirin.
Li gor nûçeya televîzyona hikûmeta Îranê Arîkarê Yekemîn ê Serokomar ê bi navê Îshaq Cîhangîrî di dema ziyareta xwe ya ji bo eyaleta Sîstan û Belûcistanê de Qaymeqama Navçeya Qesrê Qend Humeyra Rîgî wek "Balyoza Bruneiyê ya Nû ya Îranê" tayîn kir.
Cîhangîrî Rîgî wekî "peywirdareke dewletê ya serkeftî" nirxand û piştî Merziye Afhama ku tayînê Malezyayê hat kirin û Perwîn Fersçî ya ku tayînê Fînlandê hat kirin bû jina sêyemîn ku piştî şoreşa 1979an wek balyoz hat tayînkirin.
Humeyra Rîgî her wiha wekî yekemîn balyoza jin a sunne hat tomarkirin.
Rîgî berê niha Qaymeqamtiya Navçeya Çabahara girêdayî eyaleta Sîstan û Belucistana li başûrê rojhilata Îranê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse