Li Girkê Legê ji bo zarokan ahenga sersalê hat lidarxistin

Girkê Legê (Rûdaw) - Li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ahengeke şahiyê ji bo zarokan hate lidarxistin. Mezin û biçûk li ahenga sersalê amade bûn û lîstik, diyarî û stran jî hatin pêşkêşkirin.

 

Zarokên bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê nexwestin ji şahiya Cejna Sersalê bêbehr bin.


Li ser vexwendin û daxwaza rêxistina Girkê Legê ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, ahengeke şahiyê ji bo zarokan hate lidarxistin.

 

Li vê ahengê, hejmarek ji zarokên Girkê Legê û gundên derdorê ligel malbatên xwe amade bûn.


Armanc ji vê ahengê dilxweşkirina zarokan bû, ku tê de stran, pêşbirk, lîstik û diyarî hatin pêşkêşkirin.

 

Kesûkar û diyên zarokan jî kêfxweşiya xwe bi vê helkeftê nîşan didin, ku ev guhdan bi zarokan tê kirin.

 

Zarok kêfxweşiya xwe nîşan didin, ku ji aliyê mezinan ve guhdan bi wan tê kirin.

 

Tevî ku temenê van zarokan biçûk e, lê ew kesûkarên xwe yên dûr jibîr nakin, êdî sersala wan kesên dûr jî pîroz dikin û hêvî dikin ku herdem ew di xweşiyê de bimînin. 

 

Rewşa zehmet li Rojavayê Kurdistanê, nebû rêgir li ber geşkirina şahiyê di dilên zarokan de, ku bi çalakiyên wiha kêfxweş û şa dibin.


Nivîsîn: Aydin Bayram