Ako Mihemed: Rûdaw ji komek televizyonan pêk tê

01-01-2014
Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed
Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ragihand ku Rûdaw bi pilaneke nû û bi xizmetguzariyeke nûtir derbasî sala 2014an dibe, Rûdaw zêdetir pê re heye ji bo temaşevan, guhdar û xwendevanên xwe.

Ako Mihemed tevlî programa Rûdawa Îro ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û pilana sala 2014an a Rûdawê aşkere kir û got “Emê ji kampeke medyayî destpêbikin ku rojnamevanên me bikaribin bi awayekî baştir bixebitin, 2014 emê amadekariyê bikin ji bo çend televizyonên din ên Rûdawê bi zimanên din, destpêkirina weşana radyoya “Rûdaw Muzîk”, destpêkirina xizmetguzariya nûçeyên hewayî ango bultenên nûçeyan di nava balafirê de ji bo yekemîn kompaniya asmanî ya kurdî ku ew jî Zagros Air e. herwiha amadekirina yekemîn kovara nav balafirgehê ji bo geştyarên nav balafirgehê di xeta Zagros Air de”.

Derbarê awayê avabûna hizra damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê de jî, Ako Mihemed got “Mirov eger xeyalê wî mezin bû dê karê mezin jî bike, li Herêma Kurdistanê yekemê bê rikber in, li ser asta televizyonên erebî jî piraniya caran em li pêşiya televizyona Skynewsê ne bi taybet di nûçeyên cîhanî de, Digital Portala Rûdaw li ser asta Iraqê duyeme û ber bi pileya yekem ve diçe, rojanmeya Rûdawê li gor rûpîv û rapirsiyên dezgehên profeşînal ên bê qezenc, li Iraqê wek yekemîn rojnameya Başûrê Kurdistanê derketye, ji bo nirxandina karên me yên berê jî, kompaniyeke berîtanî me bi televizyonên cîhanî hember dike”.

Derbarê piştgiriya darayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê de, Ako Mihemed bal kişand ku Rûdaw pere ji hikûmetê wernagire, her çiqas mezintirîn sponser ji bo televizyonên kurdî çêkiriye, lê ligel vê yekê jî hîn têrê nake û ji aliyê kerta taybet ve piştgiriya wê tê kirin.

Ako Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Ji bo me ne girînge kî piştgiriya me ya darayî dike, lê ya li cem girîng ewe ku wêneya bûyeran bi temamî veguhêzin, zanyariyên hûr û durst û temam bidine temaşevan û xwendevanên me, em biryarê ji xelkê re dihêlin”.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê diyar kir ku ew pereyên Ii Rûdawê hatine xerckirin gelek kêmtirî ji wan pereyên ku li telvizyonên din hatine xerckirin û got “Lê pilana me hebû û em bi pilanê kar dikin, me pilan aniye nav karê medyaya kurdî, her tiştek niha bê weşandin, 10 roj berê pilan jê re hatiye danîn”.

Di bersiva pirsekê de ku gelek caran tê gotin Rûdaw alîgirê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, Ako Mihemed got “Me acendeya Rûdawê da destpêkirin û me daniye, bi qasî ku PDKê ji em aciz bûye, partiyên din wiha ji me aciz nebûne”.

Di 5/4/2008 de bi derxistina rojname û vekirine malperekê, Rûdaw destpêkir û piştre çapa Ewropa ya Rûdawê di sala 2010an de destpêkir.

Di sala 2012an de dest bi honana Tora Medyayî ya Rûdawê kir. Di 15/3/2013 de Dicîtal Portala Rûdawê destpêkir. Di 29.05.2013 de weşana radyo û televizyona Rûdawê li ser 4 setalîtan destpêkir. Piştre di Cotmehê de weşana xwe berferetir kir û li ser 5 setalîtan xwe gihand temaşevan û guhdarên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst