Berbijêra Kurd a Parlamentoya Denmarkê: Partiya min herdem bi gelê Kurd re bûye

Berbijêra Parlamnetoya Denmarkê jina Kurd Helîme Oguz tekz kir ku Partiya Sosyalîst a Gel dostê Kurdan e û her dem mil bi mil bi gelê Kurd re bûye û wiha dibêje “Partya min; Partya Sosyalist a gel, partyeka dost e li gel Kurdan û piştgîrya têkoşîna Kurdî dike. Partya Sosyalist a Gel herdem mil bi mil bi gelê Kurd re bûye û em dê her dem piştgîrya wan bkin.”

Li Denmarkê dê sibe 1ê Mijdara 2022an de hilbijartinên Parlamentoya Denmarkê yên pêşwext werin kirin.

Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Denmarkê cara yekem e 11 Kurd wek berbijêr hatine destnîşankirin ku 8 ji Bakur, 2 ji Başûr û yek jî ji Rojavayê Kurdistanê ne. Yek ji wan jî Helîme Oguz e ku di Partiya Sosyalîs a Gel de berbijêr e.

Berbijêra Kurd Helîme Oguz diyar kir ku eger îmkan bidin wê ku careke din bê helbijartin ew dê graniyê bide ser pirsa Kurdî û berdewam kir “Ji ber ku niha em gelek jinên Kurd ligel jinên Îranê dibînin ku serhildan li dijî hêzên anta demokratîk û piyawsalarî. Ji ber wê jî bo min pir giring e ez piştgiriya têkoşîna azadiya ya li herêmên Kurdî bikim li Rojhelata Naverast. Min dît û bihîst ku çawa partiyên demokratîk û aştiyane yên Kurdî gef lê hatine kirin û hatine qedexekrin û bi çi awayekî li dijî partî û gelê Kurd in. Bêguman ev dibe yek ji wan mjaran ku ezê fokesê li ser bikim derbarê pirsa Kurdî de jî."

Oguz li ser şandina koçberan bo Rwandayê nêrînên partiya xwe anî ziman û got “Partya min; Partya Sosyalist a Gel li dijî modêlê Rwanda ye”

Helîme Oguz ji sala 1977an ve li Denmarkê dijî û Kurda Konyayê ye. Di nava Partiya Sosyalist a Gel de berbijêra Parlamentoya Denmarkê yê.

Helîme Oguz di derbarê pirsa Kurd, plan û kampîna xwe ya hilbijartinan de bersiva pirsên peyamnerê Rûdawê Zinar Şîno da.

Rûdaw: Di çar salên derbasbûyî de te li parlamentoyê kar kir. Eger careke din deng bidin te, tu dixwazî li ser çi mijarê kar bikî?

Helîme Oguz: Di destipêkêda gelek spas ku bal dikêşn ser helbijartinan. Eger îmkanek bidin min ku ez carek din bêm helbijartin vêca ez wê demê ez fokûsê (granyê) bidim ser pirsa kurdî. Ji ber ku niha em gelek jinên Kurd ligel jinên Îranê dibînin ku serhildan li dijî hêzên anta demokratîk û piyawsalarî. Ew xwepêşandanan dikin ji bo azadî, wekhevî, demokrasî û azadiya derbirînê. Eger em ji vê tariyê derkevin û di dawiya tûnelêda em neçar in ku grewê li ser demokrasyê û azadiya ramanê û wekheviya cênderî (zayendî)  bikin. Ji ber wê jî bo min pir giring e ez piştgiriya têkoşîna azadiya ya li herêmên Kurdî bikim li Rojhelata Naverast. Min dît û bihîst ku çawa partiyên demokratîk û aştiyane yên Kurdî gef lê hatine kirin û hatine qedexekrin û bi çi awayekî li dijî partî û gelê Kurd in. Bêguman ev dibe yek ji wan mjaran ku ezê fokesê li ser bikim derbarê pirsa Kurdî de jî.

Rûdaw: Em hinek caran wisa hizir dikn ku Denmarkî ji xelkên biyanî hez nakin, di vê kampîna hilbijartinan de jî pirsa koçberan ya şandina koçberan ji bo Rwandayê heye. Ev rastiya civaka Denmarkî ye yan jî partiyan dirust kirine?

Helîme Oguz: Partya min; Partya Sosyalist a Gel li dijî modêlê Rwanda ye ez herweha dixwazim zêde bikim ku partya min; Partya Sosyalist a Gel, partyeka dost e li gel Kurdan û piştgîrya têkoşîna Kurdî dike. Partya Sosyalist a Gel herdem mil bi mil bi gelê Kurd re bûye û em dê her dem piştgîrya wan bkin.

Rûdaw: Ev yek ji wan pirsên germ ên hilbijartinan e; Pirsa keşûhewayê. Partiya we çi dibêje, divê Denmark çi bike ku li gel Yekîtiya Ewropayê bikaribin êdî keşûhewa zêdetir ber bi germahiyê ve neçe, êdî ew otomobîlên CO2ya wan zêde ne, kêmtir lê bên?

Helîme Oguz: Di partiya min de, pirsa keşûhewa di bilinditrîn asta ecêndayê de ye. Ya giringe ku her tiştê ji me tê em dê bikin ji bo ku em derkirina gaza jehrî ya duyem Oksîda Karbon kêm bikin. Eger em lê binêrin kî sedemê serekeye di vê pirsêde; ew jî civakên hejar li gelek cihan û Rojhelata Naverast jî heye û li hinek cihên din jî asta avê zêde bilind dibe. Xelk dibe ku mal û war û chên xwe winda dikin, ew neçarî barkirin û revînê dibin, ji ber karesatên keşuhewayê derencamên karesta bixwe jî bixwe ra tîne. Ew yeka partya min dixwaze; bihêzkirna alavên guhestinê yên giştî ne û hejmara trombêlên dîzl û benzîn kêm bke heta sala 2030 û em prisgirêkên çandinyê çareser bkin, ji ber ku di çandinyêda zêdetrîn zirarê dde keş û hewayê. Veguhastina giştî gringitrîn pirse em di van helbjartnanada balê didin ser.

Rûdaw: Ez pirsa dawiyê bikim. Eger careke din Sosyal Demokratan xwest bi partiyeke re hikûmetê çêbikin, hûn dê çi biryar bidin? Hûn dê biçin nav wan an jî hûn dibêjin na em bi Sosyal Demokratan re hikûmetê çênakin? Piştî hilbijartinan hûn dixwazin bi kîjan aliyan re bin eger derfet ji we re çêbû ku hûn tevlî hikûmetê bibin?

Helîme Oguz: Eger em carek din piştî helbijatinan çanis wergirtin û encameke baş û biryarsaz bidestibxin lewma jî gelek gringe ku deng bi partyên dirust bête dan. Eger mirov syaseteka hevsozane bixwazît dvê mirov deng bi partyan dirust bide. Eger partiya Sosyal Dîmokrat be em piştgîryê lê dikin û eger Mête Frêdrîksin be; em wê destinîşan dikin wek serokwezîr. Em hîç demekê piştgîryê li hikumetekê Şîn-Rastgir li danîmark nakin ya li dijî sosyalê be dipirsên abûrî û koçber û penaberan; ev çende dê gelek ne sosyal be û çi caran piştgîrya wê nakin.