RÛDAW TAYBET - Wezîrê berê: Gendelî gihîştin asteke metirsîdar

31-10-2018
HİWA CEMAL
Nîşan Bexda Hewlêr Amîr Ebdulcebar
A+ A-

Wezîrê berê yê ragihandina Iraqê Amîr Ebdulcebar diyar kir ku sedema sereke ya krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de petrol e, û bi nêrîna wî eger ev pirsgirêk bê çareserkirin pirsgirêkên din jî dê ji hole rabin.

 

Amîr Ebdulcebar ragihand ku dema wî wek wezîr dest bi kar kir, rojane 50 balafir qada asmanî ya Iraqê bikar dianîn, lê piştre ew hejmar gihîşte 500 geştên asmanî û got: “Eger ez li ser peywira xwe bimam armanca me ew bû ku di sala 2016ê de rojane 4 hezar balafir qada asmanî ya Iraqê bikar bîne. Lê li jêr navê “tevgera çeksaziyê” kesên pisporê vî karî ji peywira xwe hatin dûrxistin. Niha jî rojane 37 geşt têne encamdan.”

 

Ebdulcebar di bernameya televîzyona Rûdawê ya bi navê Rûdaw Îro de anî ziman ku gendeliyên di heyama Heyder Eabdî de ji yên heyama Nûrî Malîkî metirsîdartir bûn.

 

Amîr Ebdulcebar bersiva pirsên pêşkêşvanê Rûdawê Hîwa Cemal da.

 

Hîwa Cemal: Eger qada asmanî ya Iraqê ji geştên navnetewî re vekiribin sûda wê yekê dê ji bo aboriya Iraqê çi be?

 

Amîr Ebdulcebar: Iraq ji aliyê qada asamanî ve ciheke stratejîk e. Rojava û Rohilat, Bakur û Başûr bi hev re girê dide û ji bo geştên asmanî xeta herî bilêz e. Qada asmanî ya Iraqê ji sala 1991 heta 2009ê di bin dorpêça hêzên navnetewî de bû. Ez di Tîrmeha 2008ê de hatim ser kar û min din banê wezaretê de lijneyek ava kir û min bixwe serokatiya wê kir. Me ligel rayedarên Yekîtiya Asmaniya Medenî ya Navnetewî (CAO), Yekîtiya Veguhestina Asamanî ya Navnetewî (IATA) û Konseya Balafirxanayên Navnetewî (ACI) hevdîtin kirin. Piştî wan hewldanan me hinek pirsgirêkên xwe çareser kirin. Minak di sala 2009ê de dorpêça bi rêya Ewropayê dihat kirin, me dan rakirin.

 

Lê mixabin di sala 2015ê de piştî ku dema min xilas bû, dîsa derbarê qada asmanî ya Iraqê de biryara dorpêçê hat ragihandin. Sektora asmanî ya Iraqê di sala 1940ê de hate damezrandin lê heta sala 2010ê ti caran rû bir rûyê şaşiyên teknîkî û binpêkirina ne bûye. Lê di navbera 2011 û 2015ê de zêdeyî 230 binpêkirinên teknîkî rû da û pirsgirêk çêbûne. Konseya Balafirxaneyên Navnetewî ew binpêkirin belge kirin û ew yek bû sedem ku dîsa dorpêç dest pê bikin.

 

Sedema wan binpêkirinan çi bû?

 

Çend sedemên wan hebûn. Eger hûn rêveberiya geştên asamîn ji serî heta binî biguherin tekez hinek valahî dê çê bibin. Pêwîst e rêveberê geştên asmanî di vî warî de pirspor be û baş ji karê xwe fêm bike. Qet nebe divê zimanê îngilîzî bizane. Çimkî heroj bi saziyên navnetewî re yekser dikeve peywendiyê. Lewma çênabe ji tineyî hûn rêveberî giştî yên geştên asmanî biguherînin.

 

Ev guhertin di berjewendiyên kê de dibe?

 

Me kesên di pîşeya xwe de pispor û ji karê xwe fêm dikir erkardar kirin. Lê eger wezîr girêdayî partiyekî siyasî be, wê demê kesên nêzîk xwe û partiya xwe erkdar dike. Heta ku partiyên siyasî kesên bê bawername yên nêzîkî xwe ji bo van karan erkdar dikin. Kesekî ku di sala 2012ê de zanîgeh qedandî di sala 2013ê de wek rêvebirê giştî vê saziyê destnîşan dikin.

 

Guhertina erkdaran bandorê li ser qezencê dike?

 

Bê guman heye. Ez dikarim ji  we re wê yekê wiha zelal bikim: Dema min di sala 2008ê de dest bi kar kir, her balafira ku qada asmanî ya Iraqê bikar dianî 50 dolar dida Iraqê.

 

Rojane 50 dolar didan?

 

Ji bo her geştekî asmanî 50 dolar didan. Lê tu berê xwe didî welatên cîran hinek ji wan 375 dolar werdigrin. Kotaya me ji hema Sedam Hisên maye û nehatiya guhertin. Dema ku me jî ew bo 375 dolara bilind kir, me got gelo em dikarin çawa hejmara geştan zêde bikin. Me çend pêşniyar pêşkêşî kompaniyên asmanî yên cîhanê kirin. Me ji wan re behsa ewlehiya qada asmanî ya Iraqê kir û me bawerî da wan. Piştre hejamara geştên asmanî li qada Iraqê zêdetir bûn. Berî rojane 50 geşt bûn lê di sala 2010ê de gihîştin 500 geştan û ji her geştekê, me 375 dolar wergirt. Salana ew pere dibû 68 milyon dolar.

 

Çi ji wan pereyan dihat kirin, dewletê sûd ji wan pereyan werdigirt?

 

Ew dahat diçû xazineya dewletê. Li gorî raporên me amadekirî, me dikarî ku em di sala 2016an de hejmara geştên asmanî derxin 4 hezarî. Piştre pirsgirêk derketin. Serokê Saziya Asmaniya Sivîl hat guhertin û ez jî ji wezaretê dûr ketim. Piştre jî hejmara balafirên ku qada asmanî ya Iraqê bikar dianîn kêm bû. Baca cîranên me ji balafiran werdigirt jî gihîşt 900 dolarî. Heta niha jî li cem 375 dolar e.

 

Dihat gotin ku kabineya Ebadî di warê darayî de ji kabineya Malîkî baştir bû, lê tiştên tu dibêjin berevajoyê wê yekê ne…

 

Ez bi hejmaran zanyariyan didim. Mijara me jî bi saziya asmaniya medenî û rêveberiya geştên asmanî ve girêdayî ye. Ev plana ez ji te re behsê dikim, eger ji sedî 75 jî em serbiketina dahata me dibû 985 milyon dolar. Me ji ber ku kesên pispor erkdar nekirin ev qezenc ji destê me derket. Kesê hatî kar eger ji vê yekê bê agahdar be rewş dê wisa be. Baş e kê ew berpirs ji kar dûrxistin? Ebadî ew ji kar dûr xistin. Çima? Li ser navê çaksaziyê. 123 kes ji kar hatin dûrxistin û ti kes li şûna wan nehatin bicihkirin. Kesên hatin erkdarkirin di vê mijarê de ne xwedî zanyarî bûn.

 

Ji aliyê din ve em hikûmeta Ebadî û ya Malîkî bidin ber hev, di heyama hikûmeta Malikî de budçeyeke diyarkirî ya dahat û hilbirenê hebû. Di heyama Ebadî de piştî ku bihayê petrolê daket li ser plana budçeyeke demkî xebitîn. Gendelî zêde bûn. Dibe ku rêjeya gendeliya di heyama Malikî de zêdetir be, lê ya di heyama Ebadî de metirsîdartir bû.

 

Di mijara petrolê de jî gendelî çêdibe? SOMO çawa tê rêvebirin?

 

Min derbarê mijara Kompaniya Firotina Petrolê ya Dewletê (SOMO) de pirsek ji şêwirmendê Serokwezîr kir. Min pirsî tu derbarê SOMOyê de çi dizanî? Çalakiyên SOMOyê bi çi awayî birêve diçin? Çi zaniyariyên te li ser petrola bi keştiyan tê hinardekirin hene? Çawa kontrola qaliteyê tê kirin? Ez bi demên dûr û dirêj di sektora petrolê de xebitî me.Ez li cem kompaniyeke girêdayî OPECê xebitim. Di vî warî de hinek pisporiya min heye ku ez behsa vê yekê dikim, lê tu temaşe dikî ku şêwirmendê serokwezîr tiştek derbarê vê mijarê de nizane.

 

Ez dixwazim behsa hinek zaniyariyên cem min hene bikim. Min ew zanyarî dane wezareta ragihandinê û min ji wan re behsa wê yekê kir ku wan çawa salane milyarek dolar dahat ji dest dane. Saziya Kontrola Geştên Asmanî ji bo partiyên siyasî ji xwe re kompaniyên geştên asmanî vekin hate girtin. Herwiha ez hatime hişyarkirin ku derbarê vê mijarê de zanyariyan parve nekim. Ji ber vê yekê jî ez naxwazim derbarê hilberan û hinardekirina petrolê zêde agahiyan belav bikim.

 

Bexda bi her awayî dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistanş petrola xwe radestî SOMOyê bike. Sedama vê yekê çi ye?

 

Di destê hikûmeta Bexdyê de derbarê daneyên petrol ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hinarde dike de zanyarî nînin, lê cem SOMOyê zanyarî hene. Ne serokwezîrê Iraqê û ne jî alîkarên wî derbarê SOMOyê de tiştek nizanin. Di nav SOMOyê de pispor û kesên xwedî ezmûn hene.

 

Çima SOMO naxwaze Serokwezîr û alîkarên wî derbarê wê dezgehê de zanyariyan berhev bikin?

 

Li Iraqê ji sala 2003yê ve serokwezîr, serokomar û heta ku serokên parlamentoyê ji bo îmtiyaza di ware aborî de şêwirmendan ji xwe re werdigirin, an ne ji bo berhevkirina zanyariyan. Dema ku Dr. Adil Ebdulmehdî dev ji wezareta petrol berda li şûna wî Heyder Ebadî hat destnîşankirin. Min wê heyama peyamek ji Heyder Ebadî şand û têde behsa şaşiyeke SOMOyê kir. Min jê re zelal kir ku sedama daketina bihayê petrol ne OPEC e, sedem şaşiya SOMOyê ye. Wî ew pêşniyara min pêşkêşî SOMOyê kir û piştre bihayê petrol bi qasî 30 sentan zêde bû. Divê zaniyariyên wiha bi rêya şêwirmendan bêne berkevkirin û welat ji wê yekê sûdê werbigire.

 

Pirsgirêka di navbera Hewlêrê û Bexdayê de çawa dikare bê çareserkirin û pêşniyarên te derbarê vê mijarê de çi ne?

 

Rojekê ez ligel Dr. Berhem Salih beşdarî panelekê ku Dr. Îbrahîm Behrululum saz kirî bûm. Mijara panelê derbarê başkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû. Tevahiya beşdariyên panelê Bexda diparastin û Berhem Salih jî Herêma Kurdistanş diparast. Dr. Îbrahîm Behrululum di panelê de got ku em herî dawî mafê axaftinê bidin Amîr Ebdulcebar. Min jî berê xwe da Berhem Salih û got; ji bo çareserkirina krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşniyareke min heye. Dr Berhem Salih jî got; fermo pêşniyara xwe bibêje.

 

Di heyama hikûmeta Nûrî Malîkî de ez û Dr. Berhem Salih di nav kabineyê de bûn. Wezareta Darayî piştî daketina nirxê petrolê ragihand ku eger hilberana petrol zêde nebe ew dê nekarin mûçeyên fermanberan bidin. Malîkî pirsî kî dikare vê pirsgirêkê çareser bike? Dr Berhem Salih li pêş zêdeyî siyasetmedaran behsa min kir got; ew dikare çareser bike. Li ser vê yekê min jî raporeke baş amade kir. Min di rapora xwe behsa tevahiya şaşiyên wezareta darayî û pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina pirsê kirin. Piştre min rapora xwe bêyî ku îmze bikim da Berhem Salih. Wî ji min re got ku te çima îmze nekiriye? Min jî jê re got ku tu îmze bikî baştir e, çimkî ez wezîrekî serbixwe me, lê tu kesekî siyasetmedarî û partiya te heye. Berhem Salih rapor îmze kir û da serokwezîriyê. Piştre jî derbarê mijarê de komîsyon hat avakirin. Tiştên di raporê de rast derketin. Hilberana petrolê ya rojane ji milyonek û 850 bermîl bo 2 milyon bermîl zêde bû.

 

Piştî vê minakê ji bo çareserkirina krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de min avakirina lijneyeke di bin serokatiya Dr. Îbrahîm Behrululum de pêşniyar kir. Min wiha got: “Di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek pirsgirêk hene, lê sedama sereke petrol e. Em taybetî li ser mijara petrol rawestin. Eger em bikarin pirsgirêka petrolê çareser bikin wê demê beşeke mezin a pirsgirêkan çareser dibe.”  Berhem Salih da zanîn ku baweriya wî li min tê û ez û Îbrahîm Behrululum vexwendin Kurdistanê. Ez çûm cem Dr. Husên Şehrîstanî û min behsa vê fikra xwe kir û wî jî piştgiriya xwe ji bo me nîşan da. Wî ji min re got ku tu dikarî wekî welatiyekî herî Kurdistanê lê min got; ez wezîr im çawa dibe wek kesekî ji rêzê herim bi van pirsgirêkan ve mijûl bibim. Min ji wî piştgirî xwest, lê wî bi germî pêşwaziya min nekir û got; bi îzna Xwedê em dê biaxivin. Piştgirî nedan vê pêşniyara me û ew yek hat rawestandin. Bi min Dr. Adil Ebdulmehdî kesekî nermtir e, û dê bi erênî nêzîkî pêşniyara me bibe. Lijneyek di bin rêveberiya Îbrahîm Behrululum de dikare pirsgirêka petrolê ya di navbera herdu aliyan de çareser bike.

  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst