Jineke Tirk: Ez xwe fêrî Kurdî dikim lê cîranên me yên Kurd bi Kurdî naaxivin

31-03-2024
RÛDAW
Hacerê da zanîn ku ew diçe kursa ziman jî bo zimanê Kurdî fêr bibe
Hacerê da zanîn ku ew diçe kursa ziman jî bo zimanê Kurdî fêr bibe
Nîşan Hilbijartin Hacer Êlih
A+ A-

Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk çû ser sindoqan.

Li bajarê Êlihê ji bo hilbijartinên şaredariyan heft aliyên siyasî berbijêrên xwe diyar kirine.

Di hilbijartinên îro de bi giştî mafê dengdanê yên 411  hezar û 11 kesan hebû û li navenda bajêr jî mafê 310 û hezar 667 kesan hebû.

 Welatiyeke ji Stenbolê ya bi navê Hacer ku wekî bûk hatiye Êlihê, piştî dengdayînê bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci.

Hacerê diyar kir ku ew ji Êlihiyan zêdetir ji Êlihê hez dike û got:

“Bi rastî ew biratiya ku min li Stenbolê nedît li vê derê ji birayên xwe yên Kurd min dît.

Ez xwe ji Kurdekî zêdetir Kurd dibînim. Hevjînê min ne Kurd e lê Ereb e.”

Hacerê da zanîn ku ew diçe kursa ziman jî bo zimanê Kurdî fêr bibe û got:

Bila xwedî li zimanên xwe derbikevin. Zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin.

Ji bo zarokên xwe jî  min li dibistanê zimanê Kurdî hilbijart ligel ku hemû kesan dersa Îngilîzî û bîrkarî hilbijart.”

Rûdaw: Em di meha Remezanê de ne û tesbih di destê te de ye û egereke zêde ye we bi duayan dengê xwe da. We jî daxwaz kir? Min meraq kir.

Hacer: Min got Xwedayê min kî ji bo Êliha me bi xêr be bila ew be. Mixabin Êliha me bûye qurbana siyasetê. Kesî ti xizmet lê nekir. Dema kesên ku bi dengan hatin hilbijartin an qeyûm hat danîn xizmet nebû an jî bû qurbana lîstikên siyasî. Ez bi xwe ji Stenbolê me lê 27 sal in ez li Êlihê me.

Rûdaw: Tu bi eslê xwe ji Stenbolê yî?

Hacer: Belê

Rûdaw: Tu wek bûk anîn vê derê.

Hacer: Lê êdî ez ji Êlihê me. Ji Êlihiyan zêdetir ji Êlihê hez dikim. Bi rastî ew biratiya ku min li Stenbolê nedît li vê derê ji birayên xwe yên Kurd min dît. Xwedê ji cîranên min yên Kurd razî be. Ez qebûlkirim û min ti carî cûdakarî nedît ji wan. Bawer bike ji min re bûn dayik, xwişk, bira, cîran. Ez ji wan razî me.

Rûdaw: Navê we çi bû?

Hacer : Navê min Hacer e

Rûdaw: Weke ku hun reviyan e û zewicîne. Ew jî li we xwedî derketine.

Hacer: Ya rastî ez beriya bêm Êlihê pir bi tirs bûm. Digotin Kurd wiha ne, nizanim çawa ne. Ez bi wê tirsê hatim lê sipas ji Xwedê re min tiştekî ne baş ne dît. Ez xwe ji Kurdekî zêdetir Kurd dibînim. Hevjînê min ne Kurd e lê Ereb e.

Rûdaw: Lê hun zimanê Kurdî fêr nebûne.

Hacer: Kurd jî bi zimanê xwe naaxivin. Di avahiya ez lê me cîranên min yên Kurd bi zimanê Kurdî naaxivin.

Rûdaw: Ev rewşa wan ji we re sosret tê gelo?

Hacer: Belê. Ez wek Tirkekî çûm kursa ziman jî bo zimanê Kurdî fêr bibim.

Rûdaw: Tu dixwazî ji cîranên xwe yên Kurd re çi bibêjî?

Hacer: Bila xwedî li zimanên xwe derbikevin. Zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin. Ji bo zarokên xwe jî  min li dibistanê zimanê Kurdî hilbijart ligel ku hemû kesan dersa Îngilîzî û bîrkarî hilbijart.

Ez di mijara zimanê Kurdî de birêz Serkan Ramanli jî pîroz dikim. Ne wekî partî lê wekî şexs min dît ku dibêje zimanê dayika xwe hilbijêre.

Ez gelekî matmayî mabûm. Ez şanaz bûm bi derketina wî ya li zimanê dayikê. Bi hêviya Xweda ez dê jî baş zimanê Kurdî fêr bibim.

Rûdaw: Hun bi awayekî xweş axivîn min pirsa xwe ji bîr kir. We got min dua kir.

Hacer: Belê min got bila Êlihê, kesên ji vê derê bi rê ve bibin. Bila kesên ku bi rastî dê xizmetê ji Êlihê re bikin bibin rêveber. Ez bi wê yekê bawerim ku kesên bi hilbijartinê bê divê bi hilbijartinê dîsa biçe. Di demokrasiyê de kêmasiyên me zêde.

Bi rastî em dibêjin bila kesê heq bike bi ser bikeve lê dîsa em hildibijêrin. Bi dengên me ew kes dibin rêveber. Piştre em gilî dikin dibêjin debara jiyanê nabe dibistan biha ne. Park nayên çêkirin dîsa mijara madeyên hişbir, her tiştî dibêjin.

Jixwe em wan kesên ku dê me bi rê ve bibin hilnabijêrin û hem jî rexne li wan digirin. Ez vê yekê şaş dibînim. Xelkê Êlihê xelkekî baş e. Duayên min ew e xelkê Êlihê xizmeta heq dike werbigre. Bes e êdî bila di nav lîstikên siyasî de nemîne.

Êlih dikare bibe bajarê mezin. Mirovên vê derê gelekî zane ne. Ez li Stenbolê bûm min hewqasî xwendekarên bijîşk nedîtin. Ciwan jêhatîne û dixwazin bixwînin.

Rûdaw: Gelo hun bibûna şaredarê Êlihê wê dê ji bo Êlihê çi bikira?

Hacer: Bi rastî derdê min e. Ji ber ez li vê derê dijîm. Bi izna Xwedê dê nevî û zarokên min jî li vê derê bijîn. Tenê dixwazim neyê lîstika partiyên siyasî û xizmet lê bê kirin. Bila Batmanî bibin rêveberê Batmanê

Rûdaw: Sipas dikim

Hacer: Ez jî sipas dikim.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst