Adil Baxewan: Îslam çi qas ola xelkê Kurdistanê ye ev qas jî ola xelkê Fransayê ye

30-10-2020
RÛDAW
Nîşan Fransa Emmanuel Macron Îslama tundajo Kurdistan Kurd
A+ A-

Ew çend roj in Parîs, Fransa û Emmanuel Macron ketine ser ziman û rûpelên medyaya civakî yên hejmareke zêde ya hemwelatiyan.

Zêdetir derketina vê mijarê jî piştî wê hat, ciwanekî temen 18 salî yên Çeçan ku ji 6 saliya xwe ve li gel malbata xwe çûye Fransa, roja 16ê vê mehê serê Samuel Paty birî û wêne jî belav kir, ji ber ku wî mamosteyî li nav polê ji bo vegotina wane li ser binemayên Komara Fransa, karîkatorê pêxemberê Îslam nişanî xwendekaran dabû.

Serokê Fransa Emmanuel Macron, roja 21 vê mehê li Zanîngeha Sorbonne di merasîmeke rêzgirtinê de ji bo wî mamosteyê hatiye kuştin got, “em dê berdewam bin di parastina fêrbûn û dijayetîkirina teror û îslama siyasî û berdewam dibin li ser zanist, muzîk û karîkator.” Herwiha got jî, azadî tenê bi rêzgirtina li yê din tên parastin.

Li beramber jî gelek kesan li Kurdistanê rexne li Macron girtin û hizbên Îslamî jî beyannameyên tund li dijî gotinên wî belav kirin.

Serokê Beşa Rojhilata Navîn li Enstîtuya Fransa Adil Baxewan bû mêvanê bernameya `Rûdawa Îro` û behsa vê mijarê kir.

Rûdaw: Gelo Macron dijayetiya Îslam dike, yan rexne li hinek tefsîr û tevgerên tundrew ên Îslamî digire li Fransa?

 Adil Baxewan: Nexêr, bi ti şêweyekê, Emmanuel Macron wek Serokomarê Fransa bi ti şêweyekê wî mafî bi xwe nade ku dijayetiya Îslam bike, ji ber ku dijayetiya Îslam, wate dijayetiya ayîna duyem a Fransiyan, divê ev ji bîra me neçe ku Îslam çend ayîna xelkê Kurdistan e, çend ayîna xelkê Iraq e, çend ayîna gelên Rojhilata Navîn ewqas jî ayîna Fransiyan e. Fransî di pileya yekem de Katolîk in li ser asta ayîndarî, bi pileya duyem jî Misilman in, wate Îslam di heman demê de wek Katolîzm wek Cudayîzm, ayînek Fransî ye û çendîn milyon Fransî Misilman in. Ji ber wê yekê Emmanuel Macron nikare ti caran rê bi xwe bide dijayetiya Îslam bike û berevajî divê hemû hal û mercek amade bike bo ku Misilmanên Fransî û Îslama Fransa bi hemû şêweyek derbirînê li xwe bike.

Ewa ku Emmanuel Macron dijayetiya wê dike û mafê wî heye li gor yasayê dijayetiyê bike, li gor destûr dijayetî bike; terorîzm e û di baştirîn rewşê de ew tişt e ku nav lê kiriye Îslamîzm, wate serokomar hêleke temam zelal dixe di navbera Îslam li gel Îslamîzmê û Misilman li gel terorîzmê de.

Eger hat û ev gotara Emmanuel Macron wek pêwîst zelal nebe, pêwîst e zelal bike, lê ewa ez bo cenabê te dûbare dikim, Emmanuel Macron nikare wî mafî bi xwe bide ku dijayetiya ayîna duyem a netewekê bike ku netewê Fransî ye.

Çima tirsa wê Macron girtiye ku hinek grûpên Îslamî dixwazin (dewleta hevterîb) di nav dewleta Fransayê de ava bikin û li cihê bicihkirina yasa dixwazin baweriya xwe bo birêvebirina jiyana misilmanan li Fransa bixin kar?

Yasaya me heye li Fransa ku sala 1905 hatiy îmzekirin û ketiye warê cîbicîkirinê. Ji wê yasayê re tê gotin, `yasaya elmanyet`. `Yasaya Elmanyet` ji çi pêk tê? Bi zimanekî gelek gelek sade deqa yasayê ev e ku ji cenabê te re dibêjim; Komara Fransa, dewleta Fransa pêwîst e li gor yasa bêalî be li beramber hemû ayînan, hemû wan qadan dabîn bike ji bo bawermendan ku bi vê şopên ayînên xwe bêyî ti ciyawaziyan pêk bînin. Li vir jî wek ku berî niha jî min li çend cihên din gotiye, beşek ji misilmanên Rojhilata Navîn çiqas dijayetiya sekularîzmê dikin, ewqas misilmanên Fransa bergirî li sekularîzmê dikin. Ji ber ku li gor wan, elmanyet wan diparêze li beramber hejmûna ayînekê eger hat û sekularîzm nebe, bo nimûne Krîstiyanîzm hejmûn bike û desthilatê bigire bi ser hemû qadên ayînên din de, ev xala yekem.

Xala duyem, ew a ku Emmanuel Macron jê ditirse ew e ku çend grûpên tundrew ku bi ti şêweyek nûnertiya civaka misilmanan û misilmanên Fransayê nakin, ji ber ku di her haletekê de li gor hemû wan îstatîstikên ku li ber destê me ne, ew hejmara ku li ber destê me ye, bi kêmanî bi şêweyekî fermî li Fransa 7 milyon Misilmanên Fransî hene ku em dibêjin; misilmanê Fransî wate hem Fransî û hem misilman in, hejmara wan grûpên ku dixwazin bi şêweyekî radîkalane miamele li gel komarê bikin, bi baştirîn rewş eger em zêdetirîn hejmarê bidin, ji %1ê misilmanan pêk nayînin. Komar nikare wî mafî bi xwe bide ku ji %99ê zarokên xwe bispêre %1. Berevajî ew %1 ku rê dide nav û sermayeya remzî û kepîtala wê ji %99ê misilmanên Fransa nebaş ne, pêwîst e bi destekî polayî li wan bê dayîn. Bi zimanek din li ser Komara Fransa pêwîst e û erkê ser milên wê ye li her karasaniyekê bike ji bo ku misilmanên Fransa bi baştirîn şêwe û di baştirîn rewşê de karûbarên ola xwe cîbicî bikin û herwiha bi destekî polayîn li wan kesan bide ku dixwazin nav û deng û sermayeya remzî ya misilmanên Fransayê xirab bikin.

Gelo rast e berî niha çep û radîkalên Fransa alîkariya Îxwan û tevgerên din ên Îslamî dikir û li gor wan ew ên ku ew ên li Ewropa jî dijayetiya wan dikin av li aşê rejîmên dîktator ên Rojhilata Navîn dikin, niha ew çep û lîberal hest bi wê dikin ku xeletî kirine?

Di rastiyê de li Fransayê du kategorî ekter heye, ayîna civakî heye ku 2 helwestên ciyawaz hene li ser îslam û misilmanan. Li aliyekî rastê rast heye, rewşenbîrên rastê rast û bîrmendên rastê rast, li gor wan îslam nexweşî ye, îslam patrlojiyayek e girêyek e, penceşêrêk e bi cesteya Fransa ve û ji bo ku ev ceste bê pakkirin, pêwîst e ev girê (tomor) bê jêbirin.

Ev bêguman di rastê rast de li perê rast rawestiyan e û her tim di kemînê de ne bo Îslamê, li çepa çep jî komelek rewşenbîr, bîrmend, nivîskar û partiyên siyasî hene ku li gor wan îslam ayîna çewisandiyên Fransa ye, îslam ayîna mehrumên Fransa ye, heta bi wan Fransiyan jî ku bi regez Fransî ne, her çend peyva regez Fransî dibe gumanê li ser çê bikin ji ber ku di nav komarê de tiştek nîne bi navê regez. Komara Fransa dan bi regeza Fransî û regeza ne Fransî nade, eger hat û kiesek vê peyvê bi enqest bi zimanê Fransî bikar bîne, sibe li dadgehê tê dadgehîkirin ji bo çi? Ji ber ku beşek e ji Rasîzmê, Fransa tenê yek Fransa dizane ku wê jî girêbest li gel komarê îmze kiriye, tu wê kêliyê Afrîkî bî, Mexrîbî bî, Rojhilata Navînî bî ku te girêbesta destûr li gel komar îmze kiriye, tu Fransî yî û her tiştek li wir dawî lê tê eger Misilman bî, Cihû bî, Mesîhî bî yan bêdîn bî yan her tiştek din bî. Lê her hal dixwazim bêjim, li gor çepê çep ê Fransa; îslam ayîna hemû çewisandiyên Fransayê ye, ji ber hindê pêwîst e bi her şêweyek piştgirî lê bê kirin, ev ta radeyekê ta niha jî rast e. Lêbelê beşek ji wî çepê çep  niha 380 pile guherîne û çûyîne aliyê rastê rastan û komdengî bo dirust bûye. Dibêjim beşeke ji wan komdengiya wan ji bo dirust bûye bo ku belê îslam di nav xwe de nexweş e û divê bê çareserkirin, di demekê de ev têza her wek ew e ku li gor wan ji destpêkê ve îslam ayîna ayîna çewisandiyên Fransa ye, xelet e, niha jî ku li gor wan îslam nexweş e û divê bê çareserkirin, herdu têz wek yek xeletiyê ne. Îslam ne ayîna çewisandiyên Fransa ye û ne ayîna nexweş e ku ew behs dikin.

Berevajî wê, eger pirsyar ji min bikî, wek sosyolojiyek ji te re dibêjim, îslam baştirîn ayîn e ku dikare li gel rûhê modernîte de biguncê, çima? Di îslamê de te pêwîstî bi dezgehek nîne ku navbeynkara te û Xweda be, berevajî wê hemû moderniyet li ser tak rawestiyaye, hemû îslam jî li ser tak rawestiya ye, wate peywendî di navbera mirov û desthilata xeyb de bêyî navbeynkar derbas dibe. Ji vir ve temaşe bikî, ew ferdaniyeta îslam temam li gel wî rûhê modernîte diguncê ku Fransa kar li ser dike û heta komalgeha Fransa li ser hatiye avakirin. Her ew e jî wisa dike îslam zêdetir li hemû ayînên din bi nav ne tenê Fransa belku Ewropa heta bi hemû rojava de bikişê. Bo? Ji ber ku giyana ferdanyetî îslam li gel giyana modernîteya Ewropa diguncê.

Rast e li Fransa û heta kovara (Charlie Hebdo) wêneyê Mesîh, Papa, Macron dikin karîkator, lêbelê ew a dibe sedema birîndarbûna hestê piraniya misilmanan ku nêzikî 2 milyar misilman li cîhanê hene, ew li gel kultura misilmanan naguncê, heq nîne rêgirî li wê bê kirin?

Ez dê ji gotineke cenabê Serokomar Emmanuel Macron bi xwe dest pê bikim, Emmanuel Macron behsa du tîpên îslamê dike; îslameke vekirî bo cîhanê, îslameke girtî bo cîhanê, îslameke aştîxwaz, îslameke şerxwaz, îslameke modêrn. Komelek grûp ku bi navê îslam, îslamê bikar tînin bo ku kiryarên terorîstî encam bidin. Cenabê Serokomar Emmaneul Macron daxwaza wê dike misilman hizir bikin, giftugo bikin, diyalog bikin bo ku îslam rizgar bikin ji wan ekterên ku bi navê wê kiryar û operasyonên terorîstî encam didin li ser asta cîhanê.

Eger bê û ev têz, ev hizirkirin, ev konsepta cenabê serokomar Emmaneul macron werbigirin, ez wek sosyologek, roja Înê li hember zêdetir ji 600 xwendakarên xwe de di du muhazereyên ciyawaz de ku tê de min behsa heman babatê kir, îslam di navbera peyva Îqra (bixwîne) û peyva kuştin de, bi dirêjî vegeriyam ser wê ku îslam bo giftugo û diyalogê li gel bikin ji bo ku bînin bînine giftugo li gel şaristaniya Ewropa û rojava û li gel kultura rojava, pêwîstî bi wê nake karîkator li ser bikî, tu çawa dikarî diyalogek li gel li yê hember xwe de damezrînî di demekê de be sivkatî bi pîroziyên yê hember xwe bikî. Ev li gel têza Serokomar bi xwe hevnagire. Tu bixwazî nexwazî her grûpeke civakî bo nimûne misilman ku grûpeke civakî û ayînî pêk tînin, wek te kerem kir, nêzikî 2 milyar kes girêdayîbûna wan bo wê ayînê heye. Li gor wan 2 milyar kesan pêxemberê îslamê pîroz e, li gor te pîroz nebe ew grîfta te bi xwe ye, bi min pîroz be an pîroz nebe ev grîfta min e. Lêbelê li beramber te komelek heye, grûpek heye ku jê re tê gotin grûpa misilmanan. Ev grûp ji Afrîka reş ta digihije Amerîkaya Latîn û Amerîkaya Bakur û Ewropa, Ewropaya Rojhilat û ta digihije Rojhilata Navîn îslam wek ayîneke cîhanî kişiyaye û belav bûye. Afrîkiyekî reş û Fransiyekî por zer xwe bi hev re weke hev xwe wek xwediyê îslamê dizanin, tu eger bixwazî li gel wê grûpê diyalog bikî, bi ti şêweyek katrîkatorkirina muqadesên wê grûpê rê pê nade ku tu bêy diyalog li gel encam bidî. Ji ber hindê li gor min baştirîn metod ku li gel îslamê bikar bê, sîstema burhan e ew ku îslam, ya ku Îslam û Quran bi xwe nav lê kirine (قُلْ هَاتُوا بُرْهَانَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ), tu belgeyên xwe bîne pêş, îslam li pêş hemû tiştekî ayîna belgeyan e, ne ya kuştinê. Ji ber hindê tu eger bixwazî li gel vê îslamê diyalog bikî, baştir e li şûna karîkator sîstema belgeyan bîniye pêş.

Li gor te hinek hizbên îslamî li Kurdistanê helwesta wan guncaw bû di rexnegirtin û êrişkirina ser Macron de, an jî gelo jibîrkirina şermezakirina serjêkirina mamosteyê Fransê de helwesta wan yek alî nekir?

Bixwazî nexwazî xwîner, guhdar, bîser û bînerên Rûdawê agahî lê heye, ev mucizeyek nîne ku em behs dikin ku li Rojhilata Navîn bi ser du pol de dabeş bûye. Polekê jê re tê gotin; Erebistana Siûdî, Îmarat û beşek ji dewletên Kendav û îqlîmî ku li gel wan in, beşa din jî ji Tirkiye, Qeter û Îxwanî Muslîm pêk tê. Fransa di navbera wan herdu polan de, ez behsa aqlê dewletê û berjwendiya dewletê dikim, behsa ayîn nakim, Fransa wek aqlê dewlet û berjwendiya dewletê pola yeke hilbijartiye li hember pola duyem. Ew a ku niha karesateke mezin rûbirûyê ayîna îslam dibe ew e ku herdu pol wek yek di hewla wê de ne ku îslam bikar bînin wek kepîtalek. Wek sermayeyeke remzî ya gelek bihêz di birêvebirin û îdarekirina vê milmilaneya di navbera wan de, bi taybetî niha ku temaşe dikî Parîs û Enqere, Serok Macron û Serok Erdogan, di çendîn meydanan de bi ber hev dikevin, li Lîbya, Yemen, Sûriye, Iraq, Derya Spî û di çendîn pantayî din de  berkeftin heye, ew du serok bi hev re her çi çek li gel wan e bikar tînin li hember hev bi çeka ayînê jî, dûbare dikim bi çeka ayînê jî.

Wate, tu wiha hizir dikî ya ku di navbera Erdogan û Macron de çê dibe, milmilaniya siyasî ye û ne li ser îslamê ye?

Bila ez bersiva pirsa te bidim, giring e ji bo ku ez bigihim ser bersiva pirsa te ya duyem. Mixabin beşek ji komên îslamî li Rojhilata Navîn ji Duhayê heta Hewlêrê ketine vê xefikê. Ji ber li cihê ku di xema îslamê de bin weke oleke cîhanî û gerdûnî, û bi qasî ku di xema berjewendiyên dewletek ji wan du dewletan de ne, nîv qasî wê jî di xema îslamê de nînin, weke oleke cîhanî, wate dîmenê îslamê îi qas kirtê dibe yan cuwan dibe, îslam çi qas berfireh dibe yan çi qas lawaz dibe, yan îslam çend derî jê re vedibin yan çend girift jê re çê dibin, ew prisana kêmtir ji bo wan giring in, ji wê yekê ku ew dewletên wan hilbijartine daku piştgiriyê lê bikin, çi qas berjwendiyên wê diçe pêş û çi qas berjewendiyên wê ji kêmiyê dide.

Bi zimanekî sadetir, di paşerojeke gelek nêzîk de Parîs û Enqere bi hev re rûdinin û pirsgirêkên xwe çareser dikin û çendîn torên din ên têkiliyan li gel hev çê dikin, çima? Çimku sîstema navdewletî û sîstema herêmatî rê nade ku Fransa û Tirkiye ber bi şerekî rasterast ve biçin, ku ew du dewle di dawiyê de li hev dikin, wê demê hemû ew grûpana, hem yên li Kurdistanê û hem yên li Rojhilata Navîn û yên li qada cîhanê, ku Tirkiye hilbijartin li hemberî Fransayê, di dawiyê de dê weke sêwiyan bimînin û dê bikevin ver nefreta siyaseta rojava.

Lewma ez bawerim, ya ku gelek giring e ji bo misilmanan du tişt in ne sê tişt, tişta sêyem ew berjewendiya dewletî ye ku min behsa wê kir, ya yekem karîkatorên pêxemberê Îslamê bi hemû awayî red bikin û qebûl nekin û xwepêşandan û hemû rêyên din ên demokratîk pêk bînin, gelek asayî ye ji bo ku derbirîna pîroziya xwe û berevaniyê li pîroziyên xwe bikin, ev rewşeke gelek gelek tendirust e, lê belê di heman demê de û bi heman hêzê, pêwîst e misilman modêla xwe hilbijêrin ne modêla DAIŞê, wate di heman demê de û bi heman hêzê ve serjêkirina mamosteyekî cografya û dîrokê li taxekî Fransayê red bikin. Eger wan du karan, wan du tevgeran bi hev re nekin, wê demê mixabin ew misilmanên ku xwepêşandanê dikin ji bo dijayetîkirina karîkatorê pêxemberê îslamê, bi şêweyekî nehişyarî û nerasterast xwedîtiyê li DAIŞê dikin, ku mamosteyekî cografiyê serjê kiriye.

Ji bîra me neçe, yekemîn qurbaniyê destê terorê, berî ewropiyan û berî fransiyan û berî parîsiyan, misilman bi xwe ne, li gor datayên li ber destên me ne, %95 qurbaniyên terorîzma DAIŞê û el Qaîdeyê misilman in ne rojavayî.

Di nava misilmanên Fransayê de, ew nêrîn derbarê serjêkirina wî mamosteyî heye ku tu behsa wê dikî, gelo tê şermezarkirin? Tu çawan dibînî?

Li Fransayê, ez piştî waneya xwe weke mînak li gel beşeke zêde ji xwandekarên xwe, ewên ku rojane wan dibînin ku xwepêşandanan jî dikin, di demekê de wan du tevgeran bi hev ve girê didin, çima? Çimku misilmanên Fransayê komek aktorên hişyar in, têgihiştî ne dizanin komarî çî ye, dizanin dewlet çî ye, dizanin li derdora wan çi diqewime û dixwînin…, ez beşeke giring ji xwandekarên min li zanîngehê ew keçik in ku desmalê girê didin û di rêza wan xwandekaran de ne ku nimreyên herî baş bidest tînin. Weke mînak beşeke giring ji wan ji 20ê nimreya 18 bidest tînin, wate ne ew xwandekar in ku xwe dûrî civakî bigirin, ji ber wê belê hişyariyeke giştî heye di nava misilmanên Fransayê de ku di demekê de çawa ku karîkatorê red dikin, bi heman awayî serbirîna wî mamosteyî  jî red dikin, daxwaz ji Fransiyan jî dikin ku cudahiyê bixin navbera wan konsêptan, terorîzm li gel îslamê, terorîst li gel misilman, îslam weke oleke cîhanî serederiyê li gel bikin, di xirabtirîn rewşê de weke ola duyem a Fransiyan serederiyê li gel bikin, çimku ev rastî ye.

Bi nêrîna we, helwêsta nerazîbûnê yah in kes û aliyên îslamî li Kurdistanê bandore li helwêsta Fransayê li hember Kurdistanê û pirasgirêka Kurd dike, ku piraniya caran Parîsê dergeha Kurd bûye, ji bo piştgiriya raya giştî û civaka navdewletî bo Kurd?

Niha li gel çendîn dîplomatan goftûgoya min heye, ji ber ez serpireştiya beşa lêkolînan a Rojhilata Navîn dikin di instîtuyeke mezin de, rojane diyaloga min heye li gel dîplomatên Fransayê û bi taybet ewên ku li ser Rojhilata Navîn kar dikin û bi taybetî ewên li ser Iraqê û Kurdistanê kar dikin, tûşî coreke matmayînê bûne, li ser wê pêgeha civakî, çimku wan dîplomatan têkilî li gel pêgeha civakî ya Kurdistanê nîne, berovajî wê ew li gel aktorên siyasî yên Kurdistanê diaxivin. Weke mînak ew li gel polîtboruyên Yekgirtû, Komel, Bizava Îslamî, PDK, Goran û YNKê diaxivin, wate li gel kadro û rêberên siyasî yên Kurd diaxivin.

Tu li gel dîplomatên Fransayê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê axivî, niyeta wan heye li gel polîtboru û serkirdeyên partiyên îslamî yên Kurdistanê, têkildarî wan mijaran biaxivin, niyeteke wan a wisa heye?

Axivîne, mebesta min ev e ti carî diyalog nesekiniye di navbera Fransa û serkirdeyên siyasî yên Kurd û Kurdistanê de, ji aliyên herî rast heta yên herî çep, ji aliyê herî zêde îslamî ta sekular diyalog her heye. Dixwazim bêjim ew diyaloga ta niha me li gel wan hebûye, ev e ku hertim ew yek nîşan daye ku te li Kurdistanê gelek heye ku xwe weke dost û hevpeymanê Fransa weke gelê Fransa, weke komar weke dewlet dibîne, ew jî yek ji wan sedeman bû ku piştî referandumê dema cîhanê esman û zevî li ser Kurdistanê girtin, yekem dewlet ku pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir, Fransa bû. Yekemîn serok jî bû ku hate Kurdistanê. Fransa yekemîn dewlet bû ku yasaya parastinê di sala 1991an de li Encûmena Asayişê derbarê Kurdan de parast, Fransa niha jî yekem dewlet e ku li dijî vekişîna Amerîkayê û Donald Trump û hêzên Amerîkî ji Kurdistana Sûriyê , eger Emmanuel Macron nebûya,  karesateke gelek mezin li Rojava (Rojavayê Kurdistanê) çê dibû, yek ji xalên nakokiyê di navbera Enqere û Parîsê de li ser Kurdistanê, kêşeya Kurd e.

Yak u dîplomatên Fransayê pê şok bûne, ev e ku ew pêgeha cemawerî ya Kurdî çawan bi vê hêzê dijatiya Fransayê dikin, ew sedem çi ne ku cudahiyek mezin hebe di navbera gotara serkirdeyên Kurd tevî îslamî û sekular li gel pêgeha cemawerî de, çimku ew pêgeha cemawerî ya ku niha bi vî awayê tund reftarê li gel Fransayê dike, dibe ku zarokên Yekgirtû bûn, her weke ku tê çaverêkirin zarokên PDKê binm yan enamên YNKê bin, her wek ku dibe endamên Komelê bin, wate ew ser bi partiyeke taybet in.

Dixwazim bi hevokekê vê yekê zelal bikim, bi vî awayî, ku em divê bi hişyarî serederiyê li gel bûyeran bikin, ku ez dibêjim em, mebesta min em Kurd in, em hêj ne dewlet in, me hêj statuyeke xwe ya dewletê nîne, tekane sedem ku wiha kiriye Herêma Kurdistanê ji berê ve heta niha bimîne û di paşerojê de jî bimîne, ew rehenda internasyonal e, ew rehenda internasyonalî nemîne dibe ku di nava 24 demjimêran de serbazekî Bexdayê li Tewêle be.

Wate dixwazî hişyarî bidî ku bertekên bi vî awayî bandora wan heye li ser têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê, yan xwe ji pirsgirêkên Kurdan bidin alî û peywendî sar bibin?

Heta vê çirkeyê jî ku ez û tu em bi hev re diaxivin, stratejiya Fransayê têkildarî Kurdistanê gelek zelal e, ev jî ev e ku bi hemû şiyana xwe ve Fransa piştgirî li kurdistaneke bihêz di nav Iraqeke yekgirtî de dike, her ji ber wê ye jî ku heta niha Fransayê çendîn milyon euro hilberîn kiriye ji Duhokê ve heta digihe Helebceyê. Di aliyê aborî, siyasî, serbazî û emnî de, heta niha jî ev siyaset neguheriye…, lê eger Fransa gihîşt wê baweriyê ku wêneyê Fransa li Kurdistanê heman wêne ye ku li başûr û li welatê Sunniyan heye, ne dûr e ku di dawiyê de Fransa jî pêdeçûnê bi siyasetên xwe bike, tevî ku niha biryareke bi vî awayî nîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst