Kurdên Azerbaycanê ber bi tunebûnê ve diçin

30-08-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Bakû (Rûdaw) – Li Azerbaycanê kurd ber bi tunebûnê ve diçin. Herçiqas kurd di avakirina komara Azerbaycanê de rolek girîng lîstine lê kurdên wî welatî pirr kêm bi kurdî daxifin, tenê yên ku temenê wan ji 40 salî zêdetir e kurdî dizanin.

Tam nayê zanîn ka çiqas kurd li Azerbaycanê hene çimkî heta niha serjimêriyek rast nehatiye kirin. Kurdên Azerbaycanê rastî tunebûnek tund bûne û zimanê kurdî hêdî hêdî wenda dibe. Li gorî dîrokê, sala 951ê zayînî li başûrê Qefqasiya dewletek kurdî ya bi navê dewleta Şedadî hat avakirin ku beşek mezin ji welatên Azerbaycan, Ermenistatn û Gurcistanê digirt nav xwe. Paytexta Şedadiyan bajarê Gence bû ku heta sala 1164ê li ser piyan bû.

Dîroknivîsê navdarê kurd Şerefxanê Bidlîsî (1543-1603) beriya ku vegere zêda bav û kalên xwe li Bidlîsê, li Azerbaycanê mîrê herêma Saliban bû ku îro li Azerbaycanê navê bajarekî wê herêmê ye: Kurdemîre.

Rast e li wî welatî kurd zêde bi kurdî xeber nadin lê hinek sazî û komelên kurdî hene ku bo parastina kultur û zimanê kurdî xebat dikin. Yek ji wan komelan Navenda kulturî ya Ronahî ye.

Komela Ronahî piştî hilweşîna yekitiya Sovyetê yanê piştî serxwebûna komara Azerbaycanê li bajarê Bakû hat avakirin. Niha li Bakû 2 rojname ji aliyê komela Ronahî ve tên derxisitn, yek bi kurdî û yek jî bi azerî her wiha bernameyek nîv saetî di radyoya dewletê de bi kurdî tê pexşkirin.

Serokê komela Ronahî Kemal Hesenov meha borî dest ji serokatiya komelê berda û li şûna wî Fexredîn Paşayev dest bi kar bû. Ehmedê Hepo, Namiv Nasîbov, Barzanê Eskerov û 10 kesên din wek desteya nû ya rojnameya kurdî ya Kurd hatin destnîşankirin û Seymor Elxanov jî bû sernivîserê rojnamê.

Serokê komela Ronahî Fexredîn Paşayev di hevpeyvînekê de digel Rûdawê behsa rewşa kurdên Azerbaycanê kir.

Xelkê Kurdistanê li ser kurdên Azerbaycanê tiştekî zêde nizanin lê Ronahiyê jî nekariyê vê kêmasiyê çareser bike.

Fexredîn Paşayev derheqê vê yekê de dibêje: “Yek ji sedemên ku me nekariye bi awayekî aktîf kar bikin karîgeriya tirsa saziya sîxoriya yekitiya Sovyetê (KGB) ye. Rêjîma Bolşevîk gelên Sovyetê ji cîhanê qut kiribû û herkes tirsandibû. Helbet ev tirs herçiqas kêm jî bibe lê hê didome.”


Paşayev her wiha li xwe mukir tê ku yek ji sedemên ku kurdên Azerbaycanê ji kurdên beşên din ên Kurdistanê dûr ketine, ew bixwe ne û wiha tîne ziman: “Çimkî me dikarîbû pêwendî digel kurdên hemû beşên Kurdistanê çêbikin.”

Derbarê amara kurdên Azerbaycanê de zêde agahiyên Fexredîn Paşayev nîne û tenê behsa kovarekî dike û dibêje, li gorî kovara bi navê “Kafkasskiy Vestnîk”, sala 1886 li herêma Zengezorê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de 24 hezar û 730 kurd hebûne.

Kurdên Azerbaycanê şîe ne û bi kurmancî qise dikin. Zarava wan nêzîkî zarava kurdên Xurasan li Îranê û kurdên Mereşê li bakûrê Kurdistanê ye. Kurdistana Sor jî li Azerbaycanê hatibû avakirin.

Di dema Sovyetê de Azerbaycan ji 14 herêman pêk dihat ku yek ji wan herêman Kurdistana Sor bû ku ji deverên Kelbecar, Laçîn, Qubadlî, Zengilan û beşek ji xaka herêma Cewanşîr pêk dihat. Lê piştî ku sîstema Azerbaycanê hat guhertin Kurdistana Sor jî hat perçekirin.

Li gorî Fexredîn dema yekitiya Sovyetê hilweşiya gurza mirinê li kurdan ket: “Ji ber siyaseta dagîrkerî ya Ermenistanê hemû kurdên musilman li Ermenistan û Azerbaycanê ji welat xwe reviyan û hemû bûn penaber. Niha zêdetirî 15 hezar kurdên musilman ên Ermenistanê li Azerbaycanê ne û bûne welatiyên wî welatî. Azerbaycanê tu ferq û cudahî nexistiye navbera kurdan û azeriyan.”

Serokê komela Ronahiyê di berdewamiya axaftinên xwe destnîşan dike ku kurdên Azerbaycanê di 200 salên borî de tu pêwendiyek bi Kurdistanê re çênekirine. Ji ber ku kurdên wî welatî şîe ne di çêkirina pêwendî digel azeriyan de zêde zehmetiyê nakşînin.

Di dema Sovyetê de tu mafekî neteweyî nedabûn kurdan ev jî bibû sedema wê ku kurd zêdetir asîmîle bibin lê kurdên Azerbaycanê heta hilweşandina Sovyetê jî li herêmek de dijiyan. Bi baweriya Fexredîn Paşayev, dagîrkirina herêmên kurdan ji aliyê Ermenistanê ve gurza mirinê li kurdên Azerbaycanê da û kurd hemû ji hev belavbûn. Heta niha xelkê gundekî jî ji hev belav bûn.

Di dema Sovyetê de kurdên Azerbaycanê tu mafek neteweyî wernegirtibûn û mafên ku sala 1920 jî wergirtibûn piştî demek kurd ji wan hat standin. Piştî serxwebûna Azerbaycanê kurdên wî welatî karîn navendên kulturî yên kurdî ava bikinû rojnameya bi navê “Dengê Kurd” derbixin û beşa kurdî ya radyoya dewletê jî bê vekirin.

Ligel ku di qanûna bingehîn a Azerbaycanê de hinek made behsa parastin û pêşxistina mafên kêmneteweyan û perwerdeya bi zimanê dayik û sazkirina xebat û çalakiyên kulturî dikin lê li gorî Paşayev, ji ber ku kurdên Azerbaycanê hemû yek nînin û ne li cihekî ne nikarin ji vê derfetê sûd werbigirin.

Di dema Sovyetê de li Ermenistanê radyoya kurdî hebû, rojname bi zimanê kurdî dihat derxistin û vê yekê jî wisa kiribû ku hinek bêjin Ermenistan ji Azerbaycanê zêdetir mafên kurdan dide. Fexredîn Paşayev li ser vê yekê wiha dibêje: “Tiştekî wisa rast nîne, çimkî li Ermenistanê siyaseta Sovyetê dihat cîbicîkirin nek siyaseta Ermenistanê. Armanca wê siyaseta Sovyetê jî Kurdisatn bû. Eger rast e wê demê mafên ku wê demê li Ermenistanê dabûn kurdan piştî hilweşîna Sovyetê jî man? Na. ji ber ku piştî Sovyet hilweşiya hemû kurdên musilman ji Ermenistanê hatin derxistin û piraniya wan jî reviyan Azerbaycanê. Yên li Ermenistanê mane kurd nayên hesibandin. Li gorî siyaseta fermî ya Ermenistanê ew êzîdî ne, kurd nînin. Rewşenbîrên ku li dijî vê siyasetê jî bûn hatin kuştin yan jî hatin sirgûnkirin.”

Împaratoriyên Rûsa û Îranê piştî şerekî dûrdirêj sala 1813 rêkeftina aştiyê îmze kirin û xaka Azerbaycana îro bi kurdên wî welatî ve ketin nav çarçoveya Rûsya. Piştî şoreşa Cotmehê jî Azerbaycan bû yek ji 15 komarên yekitiya Sovyetê.

Sala 1923 Kurdistana Sor hat avakirin ku dikeve navbera Azerbaycan û Qerebaxê. Xwendina kurdî dest pê kir û rojnameya bi navê “Kurdistana Sovyetê” hat derxistin lê sala 1929 ev siyaset hat sekinandin.

Sala 1991 yekitiya Sovyetê hilweşiya û hemû komarên wê jê veqetiyan û serxwebûna xwe ragihandin. Li ser herêma Qerebaxê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de şer derket û Ermenistanê Qerebax û herêmên kurdan û beşek ji xaka Azerbaycanê jî dagîr kir. Ji ber wê kurd û azeriyên wê derê berê xwe dan deverên din ên Azerbaycanê. Nêzîkî 15 hezar kurdên musilman ji ber şer derbasî Azerbaycanî bûn.



Komela Ronahî li Bakû-Azerbaycan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst