Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê Max Lucks ji Tora Medyayî Rûdawê re ragihand ku armanca serdana wan a Herêma Kurdistanê ev e "Em rê nadin ku hevalbendên me yên li vê herêmê bi tenê bin û em ê li gel vê herêmê, hikûmet û civaka wê kar bi hev re berdewam bikin" herwisa got "Lê em dixwazin hin tevgerên hikûmetê jî li vir bibînin, wek bihêzkirina medya û azadiya rojnamevaniyê ji bo baştirkirina rewşa mafên mirovan li vê herêmê."
Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê roja 13.07.2024ê di hevpeyvîneke ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand ku ew ligel wê yekêî ku Parlamentoya Almanyayê dema mayîna hêzên Almanyayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Herêma Kurdistan û Îraqê dirêj bike.
Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê Max Lucks dibêje ew dijî şandina penaxwazên Kurdên Êzidî ji Almanyayê ye û hewl didin yasayeke taybet ji bo penaxwazên Êzidî derxin û herwiha got "Ev berpirsiyariya Wezîra me ya Navxweyî ye, berpirsiyariya Nancy Feaser a endama Partiya Sosyal Demokrat e. Ji bo rawestandina vê yekê divê bi rastî gavan bavêje."
Max Lucks ku çavdêriya rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê dike û serokê koma Parlamentoya Almanya-Tirkiyeyê ye, dibêje pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser nebûye û divê li Tirkiyeyê aştî pêk were û demokrasî bê xurtkirin "Ez di wê baweriyê de me ku demokrasiya Tirkiyê bi rastî jî pêdiviya wê bi destpêkeke nû ya pêvajoya aştiyê ya li ser pirsgirêka Kurd heye. Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd û ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê, li herêmê û Tirkiyeyê aştî pêk nayê."
Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê Max Lucks di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh da.
Rûdaw: Parlamenterê Almanyayê Max Lucks bi xêr hatî. Ez kêfxweş im ku em dîsa gotûbêjê dikin.
Max Lucks: Spas. Kêfxweş im careke din te dibînim.
Rûdaw: Ez jî bi dîtina te kêfxweş im. Wek min ji te re got, tu ciwantir xuya dikî.
Max Lucks: Spas.
Rûdaw: Tu beşek ji şandê yî. Ez dixwazim bizanim armanca şandê çi ye?
Max Lucks: Armanca şandê ew e em nîşan bidin ku em rê nadin ku hevpeymanên me li vê herêmê tenê bin û em ê ligel vê herêmê, hikûmeta wê û civaka wê karê xwe bi hev re bidomînin. Em girîngiyeke mezin jî didin wan mijarên taybet ku nêzî dilê me ne wek ku 10 salan piştî jenosîda Êzidiyan em berevaniyê li wan dikin.
Rûdaw: Heya niha çend roj e tu li vir î? Ne şaş bim du roj e.
Max Lucks: Em duh gihîştin.
Rûdaw: Eha, hûn duh gihîştin. Nexwe îro duyem roj e û gelek dîdarên we hebûn. Loma dixwazin bizanim heya niha encama wê çawa bû?
Max Lucks: Encama wê ew e ku hemî dixwazin têkiliya Almanyayê berdewam bike. Em jî dixwazin têkiliya me di çend waran de berdewam bike. Li gorî min zaf girîng e ku em bi hebûna leşkerî li vir li Herêma Kurdistanê di têkiliya xwe de berdewam bikin.
Girîng e ku em piştevaniya hevpeymanên xwe bikin û pêşmergeyan fêr bikin û palnerên çaksaziya hêzên pêşmergeyan bin. Lê em dixwazin hin tevgeran ji hikûmeta vir jî bibînin, wek xurtkirina medyayan û azadiya rojnamevaniyê ji bo çêtirbûna rewşa mafên mirovan li vê herêmê û hemû hewldan bên kirin ji bo dîtina çareseriyekê ji bo Şingalê da ku xelkên Êzidî bikaribin vegerin.
Rûdaw: Te qala mafên mirovan kir û dizanim ev yek ji wan mijaran e ku ev şand balê dikişîne ser. Nirxandina te çi ye, bi liberçavgirtina dîdarên ku we îro li Hewlêrê bi partiyên cihê re kirine û dibe ku sibe jî çavê we li medya û saziyên nehikûmî bikeve? Tu rewşa mafên mirovan çawa dibînî?
Max Lucks: Pêşî, dixwazin bibêjim ku em li gor tevahiya Îraqê rewşeke baştir a mafên mirovan li vê herêmê dibînin. Ev nîşaneke qenc e, lê em dixwazin bibînin ku rojnamevan jî bikaribin bi azadî kar bikin û em dixwazin hilbijartinên azad bibînin. Îcar mafên mirov gihîştina bi binesaziya aborî jî wek tenduristî û kar li xwe digire. Em dixwazin derfetan bibînin xasma bo ciwanên vê herêmê da ku jiyaneke wan a baş û birûmet hebe.
Rûdaw: Serdanên we dê tenê li nav Herêma Kurdistanê bin an plana we ya çûna cihên din jî heye?
Max Lucks: Li naverasta Îraqê em ê serdana hin derên din bikin.
Rûdaw: Li naverasta Îraqê! Anfo bal ne tenê li ser Herêma Kurdistanê ye?
Max Lucks: Baldariya min a şexsî ew e ku Herêma Kurdistanê ji bo min zaf girîng e ku li vir bim û nîşanî herêmê bidim ku em we bi tenê nahêlin, lê ger tu dixwazin şerê dijî DAIŞê û mêrxasiya şerê dijî DAIŞê fêm bikî ku pêşmergeyan şer kir, divê tu herî navçeyên naverasta Îraqê çimkî gelek ji wan şeran li wir qewimîne.
Rûdaw: Wisa ye. Têkiliya Herêma Kurdistanê û Almanyayê wekî xwe maye yan geşbûnên nû di vê têkiliyê de hene?
Max Lucks: Têkiliya navbera Almanya û Herêma Kurdistanê bi rastî têkiliyeke jidil e. Mezintirîn revenda Êzidî li tevahiya cîhanê li Almanyayê heye. Herwisa yek ji mezintirîn revendên Kurd li cîhanê li ba me heye. Gelek têkiliyên me yên kesane hene. Gelek siyastkar li vir li Hewlêrê hene ku li Almanyayê xwendine û hewl didin li vir siyasetê bikin û bibin yasadaner. Lewra gelek ji van têkiliyên me hene ku têkiliya me xurt dikin. Herwisa di mijara berjewendiyên mirovî de em dibînin ku gelek kes li vê herêmê xwediyên heman nirxên me ne.
Rûdaw: Vêga wezîrê derve yê Almanyayê ser bi Partiya Kesk e, partiya te. Dixwazim bizanim wek Partiya Kesk, we çi kiriye da ku hûn têkiliya Hewlêr û Berlînê xurttir bikin?
Max Lucks: Gelek têkiliyên me yên şênber li vê herêmê hene. Em di hemî waran de bi hev re kar dikin, wek perwerdeyê li Zanîngeha Dihokê ku li wir perwerdeyeke me ya baş ji bo derûnzanan heye. Gelek projeyên me hene û em bi hev re kar dikin ji bo kontrolkirina kirîza keşûhewayê û çêkirina karên nû. Gelek projeyên me hene ku civaka şaristanî li xwe digirin. Herwisa projeyên me ji bo qurbaniyên destê DAIŞê hene da ku em nêrînekê bidin wan wekî projeya (Vegera li jiyanê). Li Dihokê gelek kampên me yên koçberên navxweyî hene.
Rûdaw: Te behsa Êzidiyan kir. Parlamentiya Almanî êrîşa sala 2014an li ser Êzidiyan bi jenosîd nasand û tu bi xwe roleke te ya gelekî girîng di derkirina wê yasayê de hebû. Almanya ji bo Êzidiyan li Almanya û li Herêma Kurdistanê çi dike?
Max Lucks: Li Almanyayê em hewl didin alîkariya wan bikin, li gorî çand û ola wan, bi şiko û azadî bijîn. Herwiha li Almanyayê em hewl didin alîkariya ciwanên Êzdî bikin, bi awayekî ji awayan, çaksaziyê di ola xwe de bikin, ku jin bikaribe azad be û azadane hilbijêrin ku dixwazin hevjîniyê ligel kê bikin yan na. Li vê derê jî, li vê herêmê, em dixwazin dakokiyê li ser Êzdiyan bikin, ji ber ku em dibînin ku gelek alî û siyasetvan li herêmê Êzdiyan ji bo mebestên xwe yên siyasî û weke amrazeke lîstikê bikar tînin..
Mezintirîn revenda Êzdî jî li cem me heye, ku welatiyên Alman in, lewma ev ji me re mijareke niştimanî ye, ku em wan biparêzin û li vê herêmê paşeroja wan hebe. Herwiha em dixwazin li almanayyê jî paşerojê ji wan re dabîn bikin. Her lewma, ez bi tundî li dijî şandina wan radiwestim, ku ji aliyê wezîra me ya navxweyî ve, kar li ser tê kirin, Nancy Faeser, ku ji Partiya Sosyal demokrat e, lê em dixwazin paşeroja rasteqîne ya xelkên Êzdî li vê derê li Şingal û li kûderê bin, bibînin. Lewma li hember her kesî dakokiyê li wan dikin ku divê pabendiyên xwe li beramber Rêkeftina Şingalê cîbicî bikin, û divê tiştê em bikaribin bikin û tiştê di desthilata wan de ye ji bo bicihanîna aştiyê, bikin.
Rûdaw: Tu Şingalê çawa dibînî?
Max Lucks: Çawa dibînim?
Rûdaw: Tu çawa wê dibînî? Bi rastî ez dizanim tu agahdarî rewşa Şingalê yî û ji nêzîk ve çavdêriya wê dikî.
Max Lucks: Di asta xwe ya kesî de, ez dilteng im ku dibînim Şingal ne parastî ye û Şingal nehatiye avakirin û gelek Êzdî nikarin vegerin Şingalê, lewra jêrxane nîne û asayiş û aştî nîne, tew ti asoyek ji bo dîtina kar û debara jiyanê nîne. Cihê diltengiyê ye ku dibînim, Êzdî weke qurbaniyên wê jenosîda karesatbar a DAIŞê hatiye serê wan, hêj li kampên navxweyî dijîn, ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve têne çavdêrîkirin.
Ev yek min tîne ser nerîna min a siyasî ku nizanim çawa hikûmeta Iraqê dikare ji aliyekî ve ragihîne ku ew dixwaze kampên koçberên navxweyî bigire, di demekê de ku ji aliyekî din ve pabendiyên xwe bi rêkeftina Şingalê cîbicî nekirine. Dixwazim gavên rasteqîne bibînim, da em rojekê bikaribin kampên koçberên navxweyî bigirin, lê bi nerînekê ji bo rizgarbûyên Êzdî.
Rûdaw: Derbarê Rêkeftina Şingalê û şikestina cîbicîkirina wê li ser zeviyê, tu kê şermezar dikî?
Max Lucks: Ez kesekî şermezar nakim, ji ber ku ez nabînim sûd ji şermezarkirinê hebe, lê dizanim kî gelek berpirsiyariya wî heye û kî gelek berpirsiyariya wî nîne. Êdî piraniya berpirsiyariya vê rêkeftinê li ser hikûmeta navendî ya Iraqê ye û li Bexdayê ye. Hinek berpirsiyarî jî di stûyê hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Bê guman jî, aştî li Şingalê nabe, heta ku operasyona serbazî ya Tirkiyê, di dirustkirina rewşeke necîgirde, berdewam be.
Rûdaw: Te behsa Êzdiyan kir, ku ji aliyê partiyên Iraqî ve têne bikaranîn. Ew nîgeranî li Iraqê û li Herêma Kurdistanê jî gelekî belav e. Gelo tu jî weke endamekî parlemana Almanyayê, ku bala te li ser Êzdiyan e, li Almanyayê ew nîgeranî heye?
Max Lucks: Ev nîgeraniya min nîne, ji ber ku ji sala 2021ê ve, endamê parleman im û min nedîtiye li parleman ti yasayek bi nenaskirî û veşartî derbas bibe, lê belê danpêdan bi jenosîda Êzdiyan bi eşkere li parlemana Almanyayê derket.
Rûdaw: Ez behsa Îraqê dikim.
Max Lucks: Bawerr nakim ev yek li welatê me lîstika partiyan be.
Rûdaw: Na, na, ez ne behsa welatê we dikim. Ez behsa Iraqê dikim, ku Êzdî bi awayekî ji awayan ji aliyê partiyan ve hatine bikaranîn. Ev nîgernî li Iraqê belav bû û gelek kes behsê dikin, ku civaka Êzdî hatiye bikaranîn û bi awayekî ji awayan ji bo armancên siyasî yên partiyan yan civakên nijardperist sûd jê hatiye wergirtin. Gelo ew nîgeranî li cem we jî heye?
Max Lucks: Ew nîgeraniya min jî heye.
Rûdaw: Her derbarê Êzdiyan, weke tu dizanî, gelek Iraqî hene, ku nêzîka 30 hezar kesî ne û penaxwazin û ji aliyê dadgehên cuda ve daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin û beşek ji wê hejmarê Êzdî ne, tu vê yekê çawa dibînî?
Max Lucks: Dema me biryara danpêdana xwe bi jenosîda Êzdiyan derxist, me ew yek ronî kir ku divê rêyek hebe ji bo wergirtina mafê penaberiyê li Almanyayê. Aniha ku em dibînin hinek ji wan bi rastî hatine şandin, ew ne gotûbêjeke siyasî ye. Em behsa zarokên Êzdî dikin ku li Almanyayê mezin bûne û tenê Zimanê Almanî dizanin, êdî hatine şandin bo gundekî û ji bo rewşekê ku ew nas nakin û cihekî ku jenosîda bavê wan li wê derê tê bîra wan.
Her ji ber vê yekê ye, ez bi tevayî li dijî şandina Êzdiyan im. Ev berpirsiyariya wezîra me ya navxwe ye, berpirsiyariya Nancy Faeser a endama Partiya Sosyal Demokrat e. Divê bi rastî gavê ji bo ragirtina vê yekê bavêje. Ew dixwaze hejmara kesên şandî gelek û bêhtir bike, lê di demekê de hewl dide hejmarê bêhtir û bêhtir bike, ev yek bi rastî digihêje wan kesan ku gelekî pêwîstiya wan bi wê yekê heye wan biparêzin, êdî ev li cem min ne cihê pejirandinê ye.
Rûdaw: Li Almanyayê em ligel gelek Êzdiyan axivîn, ew daxwazê li hikûmeta federal a Almanyayê dikin, derbarê keysa wan danûstandinê bikin. Hûn dikarin ji bo bo wan bikin?
Max Lucks: Hewla me ew e ku hikûmeta federal û hikûmetên xwecihî qayil bikin ku wê şandinê rawestînin. Ev tiştek e ku divê em bikin, lê tiştekî din jî heye, em dikarin, weke endamên parleman, bikin. Êdî tiştê di karkirinê de weke siyasetvan fêr bûme ew e ku siyasetbûn her ne ew e penc ji bo xelkên din rakişînin, tiştê din hene ku em dikarin weke parleman bikin. Em dikarin yasaya taybet ji bo wan Êzdiyan derxin ku li Almanyayê penaxwaz in û em mijûl in ku hewla wê yekê bidin û hêvîdar in hevbeşên me di hevpeymaniya me de, weke Partiya Sosyal demokrat û Partiya Leberal li parlemanê bi wê yekê qayil bibin.
Rûdaw: Di van nêzîkan de, di Çiriya Pêşîna bê de, ew rêpêdana parlemana Almanyayê derxistiye ji bo mana hêzên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê bidawî tê. Gelo hûn û frakisyona partiya we li parleman, Kesk, piştgiriya dirêjkirina wê rêpêdanê dikin ji bo hêzên Almanya?
Max Lucks: Bila eşkere bim. Em bi tevayî hez dikin xwe û serbazên xwe li vê derê di karê xwe berdewam bin û bi rastî jî, em dixwazin di kar de berdewam bin, lewra karê me li vê derê her gelekî watedar e. Em aramiyê ji bo vê herêmê dabîn dikin. Em dikarin bi hev re kar bikin û Pêşmergeyan fêr bikin. Tevî wê yekê jî, em weke tevaya cîhanê divê spasguzarê Pêşmergeyan bin ku wan DAIŞ ji bo me hemûyan têkşikand.
Lê pirs ew e ku gelo em dikarin li vê derê di karê xwe de berdewam bin? Ev yek ne bi destê me tenê ye. Pêwîstiya me bi rêyekê heye ji bo berdewambûnê di karê xwe de. Hêvîdar im em bikaribin li vê derê bi amadehiya serbazî di karê xwe de berdewam bin her weke aniha, lê hêj em nizanin gelo dibe yan na, bi sedema danûstandinên navbera Bexda û Amerîkayê.
Rûdaw: Aniha danûstandin di navbera Bexda û Amerîkayê de heye, li ser bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê li Iraqê. Almanya beşekî girîng û serekî yê vê Hevpeymaniya Navdewletî. Gelo Almanya agahdarî naveroka wan danûstandinan e?
Max Lucks: Almanya gelekî agahdarî girîngiya wan danûstandinan e, lê ne agahdarî hemû naveroka wan e, ji ber ku ev danûstandin di navbera Bexdad û Amerîkayê de ne. Lê Almanya gelekî agahdarî wê yekê ye ku me daxwaz li hikûmeta navendî ya Iraqê kiriye ku bikin. Me daxwaz li hikûmetê kiriye ku bi rastî biryarekê bide ji berjewendiya wan be, heta ev navçe aram be, heta serwerî ji bo vê navçeyê û hemû vî welatî dabîn bike û ligel hêzên me yên leşkerî li vê derê û li nav Hevpeymaniyê berdeam be.
Rûdaw: Bila pirsê bi vî awayî bikim: Naxwe mana we girêdayî bi encama wan danûstandinên navbera Amerîka û Iraqê ye, ku hêzên Almanyayê li Iraqê dimînin yan na?
Max Lucks: Ew girêdayî yasaya navdewletî ye. Êdî bi nerîna yasaya navdewletî, pêwîstiya me bi daxwaznameya Bexdayê heye ji bo ku em li vê derê bin.
Rûdaw: Nirxandina we derbarê rewşa Iraqê çi dibêje? Gelo tu dibînî rewşa Iraq û navçeyê ji bo gaveke wiha ji bo bidawîanîna bi rola Hevpeymaniya Navdewletî guncaw be?
Max Lucks: Bi rastî ez daxwazê li hikûmeta Iraqê dikim ku nabe karên me li vê derê rawestînin, lewra karê me ji bo şikandina DAIŞê gelekî girîng e. Eşkere ye ku zordestiya hêza serbazî ya DAIŞê nemaye, lê hêj DAIŞ metirsî ye li ser aramiya vê derê li navçeyê û Herêma Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn û hemû Iraqê. Her ij bo vê yekê hebûna me ya leşkerî ji bo Iraqê û ji bo Herêma Kurdistanê jî gelekî girîng e. Ez dizanim gelek kes li vê herêmê spasguzariya vê yekê dikin ku em Pêşmergeyan fêr dikin û bi hev re kar dikin û palnera çaksazî û yekirina Pêşmergeyan in.
Ew dixwazin bibînin ku em li vê derê di karê xwe de berdewam in. Ez jî dixwazim serbazên me li vê derê di karê xwe yê mezin de berdewam bin. Serbaz jî wê yekê dixwazin, ji ber ku em dixwazin pêşanî xelkên kurd bidin ku tiştên 2014 û 2015yan, çê bûn, em nahêlin bi tenê bin. Êdî piştî tiştê ku di çend deheyên bûrî de çê bû, tu bîr li jenosîda Helebce bikî, bi rastî, divê mil bi mil em li kêleka hevpeymanên xwe yên Kurd rawestin. Ez vê yekê li vê herêmê dibînim. Lewma hêvîdar im em çareseriyekê bibînin ku yasaya navdewletî û mana me li vê derê bike yek.
Rûdaw: Almanya beşek e ji plana Pêşmerge û çaksazkirina Pêşmerge û hêzên we li vê derê di vî warî de karekî mezin dikin û gelek xebatê dikin, lê gelo hûn bi encaman asûd in? Ji ber ku ev plana yekirina Hêzên Pê.şmerge û kirina wan bi hêzeke niştimanî dûr ji destêwerdana siyasî, hêj em rastiya wê nabînin. Gelo ti nîgeraniya we heye ku cîbicîkirina vê planê û diruskirina vê hêza yekbûyî ya Pêşmerge gelekî dirêj dike?
Max Lucks: Tu dizanî, tiştê gelekî balkêş ew e ku dema du salan berî niha li Iraqê bûm, hemûyan ji min re digot, divê Pêşmerge bibin yek û hemûyan 100% piştrastî dida ku Pêşmerge dibine yek, lê tiştê îro em dibînin ew e ku Pêşmerge nabine yek. Ev yek baş e ku hemû ekterên siyasî yên serekî dixwazin Pêşmerge bibine yek, lê bi rastî em dixwazin encamê bibînin. Em dixwazin bi rastî Pêşmerge yekbûyî bin.
Rûdaw: Ku hêj em wê yekê nabînin?
Max Lucks: Belê, jêj em wê nabînin.
Rûdaw: Li Bundstag (Parlamentoya Almanyayê) rola te heye derbarê çavdêrîkirina mafên mirovan li Tirkiyê. Tu mafên mirovan li Tirkiyê çawa dibînî?
Max Lucks: Tenê erkê min ne çavdêriya mafên mirovan e li Tirkiyê, lê belê ez serokê Komeleya Parlemanî ya Almanî – Tirkî me jî. Ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min, bi taybetî di vî temenê min de ku nû be li parlemanê, lewra em dibêjin, ew piştî Komeleya Parlemanî ya Amerîkayê duyem girîngtirîn komeleya karê parlemanî ye. Lewma em wiha dibêjin, ji ber ku gelek pêwendiyên me yên kesî hene, di navbera Almanya û Tirkiyê de.
Di bazneya dengdana min de li bajarê Bochum, dibe Tirkî duyem mezintirîn zimanê dayik ê xelkên me û zarokên nû-jidayikbûyê be, ev yek jî gelekî baş e. Lewma jî, dikarim hinekî di Tirkî de bigihêjim, ji ber ku li wê derê mezin bûm û dema bîr li Tirkiyê dikim û derbarê wê diaxivim, tenê ez hikûmetê û ekterên siyasî nabînim, ez gelek xelkê dibînim, civakeke aza û miletekî ciwan dibînim ku hewl didin demokrasiyeke baş ava bikin û roleke bihêz a yasayê dirust bikin.
Cihê diltengiyê ye ku ez dibînim ew êrîşî ser wê rola yasayê tê kirin, weke mînak cîbicîkirina wan biryarên ku ji aliyê dadgeha Ewropayê ve ji bo mafên mirovan têne derxistin. Cihê diltengiyê ye ku dibînim hêza Tirkiyê di operasyonên xwe de li Sûriye û Iraqê hinek caran yasaya navdewletî binpê dike. Ew yek ji gelek tiştên din e ku divê em ligel Tirkiyê gotûbêjê li ser bikin.
Rûdaw: Tu rewşa Kurdan li Tirkiyê çawa dibînî?
Max Lucks: Em rewşa Kurdan li Tirkiyê wiha dibînin ku, Kurd beşek in ji Tirkiyê. Ew welatiyên Tirkiyê ne. Istanbul yek ji mezintirîn bajarên Kurdî ye li cîhanê. Gelek Kurd li wê derê hene. Ti kes vê yekê nade mandelê, ku Istanbul bajarekî Kurdî ye. Dema ez vê yekê dibêjim, baweriya min ew e ku demokrasî bihêztir e dema ew demokrasî bi başî serederî ligel kemîneyan dike. Kurd jî li Tirkiyê kemîne ne û ji hemû aliyan ve gelekî bi başî serederî ligel wan nayê kirin. Bîr li wê yekê bike, ew ew serkutkariya siyasî ya li dijî Selahattîn Demîrtaş tê kirin ku dengek e ji bo pirsa Kurd li Tirkiyê.
Dibînim di xwendinê de, li gorî pêwîst destgihiştin bi waneya Kurdî û perwerdeyê nîne, û rêkara fermî bi zimanê dayik, ne Kurdî ye.Bi nerîna min ev çend gav in ku divê Tirkiye bavêje. Baweriya min ew e ku bi rastî pêwîstiya demokrasiya Tirkiyê bi destpêkeke nû ya Proseya Aştiyê heye derbarê pirsa kurd. Bi bê dîtina çareseriyê ji bo pirsa Kurd û bi bê destpêkirina bi Proseya Aştiyê, aştî li navçeyê û li Tirkiyê nabe. Bi nerîna min, bi rastî divê vê yekê bikin û dikarin sûdê ji wê bibînin, weke hemû welatan û weke welatekî ku yekbûyî û pirreng e.
Rûdaw: Lê hikûmeta niha ya Tirkiyê dibêje, wan kêşeya Kurdî li Tirkiyê çareser kiriye, êdî tiştek nîne bi navê kêşeya kurdî. Ev ew yek e ku serokê Tirkiyê Erdogan sala par di axaftina xwe de dûbare dikir. Nerîna te di vê derbarê de çi ye?
Max Lucks: Baweriya min ew e ku kêşeya Kurdî nehatiye çareserkirin, ji ber ku kêşeya kurdî yek ji wan sedeman e ku Selaheddîn Demîrtaş weke siyasiyekî opozisyonê hêj li girtîgehê ye, û kêşeya kurd çareser nabe heta milmilaniya serbazî di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê de hebe li bakurê Sûriyê. Ev milmilanî her rojê heye. Heta ev milmilanî berdewam be, ev kêşe û ev pirs çareser nabe, lê divê çareser bibe. Divê bi gotûbêjê weke ku min û te bi gotûbêjê li ser maseyê çareser bibe, ne ku li gorepana şer û bi çek.
Rûdaw: Aniha şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li Herêma Kurdistana Iraqê li nav sînorê navdewletî yê Iraq e. Tirkiye endama NATO ye, almanya jî endama NATO ye, tu vê operasyonê çawa dibînî?
Max Lucks: Siyasiyên me ji Partiya Kesk û wezîra derve ku ji partiya min e weke te got, min dît ku tenê yek wezîra derve li nav hemû welatên NATOyê ku bi dengê bilind û zelal li Tirkiye û li Istanbul li konferansa rojnamevnî ligel wezîrê derve yê Tirkiyê got, ew rêya artêşa Tirkiyê li Sûriye û Iraqê daye ber xwe, li gorî yasaya navdewletî rê pê nehatiye dan, p ew axaftineke gelekî bihêz bû û ew helwesta me ye. Em ne li dijî şerê li dijî terorîstan in, lê em li dijî operasyonên serbazî ne ku li ser xelkên sivîl gef bin û kesên sivîl bêne kuştin û hemû navçeyê û devera Êzdiyan nearam bikin.
Rûdaw: Tu çavdêriya Îranê jî dikî?
Max Lucks: Belê. Ew ji bo Komeleya Parlemanî ya Encûmena Ewropa ye.
Rûdaw: Serokekî nû yê Îranê heye, Mesû Pizîşkyan. Bi nerîna te em ê ti guhertin di siyaseta derve ya Îranê de bibînin?
Max Lucks: Na. Ez bawer nakim. Baweriya min bi wê hikûmetê nîne. Baweriya min bi wê hilbijartinê nîne ku ji aliyê ev a ku bi nav hikûmeta Îranê ye, rê pê nehatiye dan. Bi nerîna min piştgiriya piraniya xelkê Îranê ji vê rejîma Îranê re nîne, û daxwazeke baş a vê rejîma Îranê li navçeyê nîne. Li rewşa xirab a xelkên Xezzeyê binere. Xelk li Xezzeyê rojane dinalin, mêr, jin, zarokên bêtawan têne kuştin, êdî tu sûdê ji van azaran dibînî. Rejîma Îranê sûdê ji van azaran werdigire, ji ber ku gelekan berê xwe jê dageran. Lewma jî wê ew azarkêşî peredar kir. Ev rejîma Îranê tiştekî ji navçeyê naxazwe ji bilî pere û desthilatê ji bo xwe. Ev yek jî kêşeyeke mezin e û lewma jî divê em piştgiriya xelkên Îranê û xelkên Kurd ên Îranê bikin.
Rûdaw: Ev gotineke hişk e ji te.
Max Lucks: Meger xelkê Îranê û Kurdên Îranê bi hev re li dijî vê rejîmê neciviyan û neçûne ser kolanan?
Rûdaw: Gelo tu pêşbînî dikî Îran yan ev hikûmeta niha derbarê pirsa Kurd ti gavê bavêje? Bi kêmanî di çend salên bê de?
Max Lucks: Bi eşkere, ez pêşbîniya ti gaveke baş ji vê rejîmê ji bo mirovayetiyê nakim.
Rûdaw: Baş e. Eger ev helwesta te ye, naxwe nirxandina te çi ye ji bo wan welatên ku dixwazin ligel Îranê dest bi danûstandinê bikin û bi awayekî ji awayan Îran weke beşekî ji Civaka Navdewletî pesend dikin û dibînin ku baştirîn rê ji bo serederiyê ligel Îranê û çareserkirina kêşeyên navxweyî û herêmî ligewl Îranê danûstandin e, weke her dewleteke din?
Max Lucks: Ev yek ji girîngtirîn pirsan e, ji ber ku di raporta min de ji bo Komeleya Parlemanî ya Encûmena Ewropayê derbarê rewşa Îranê min nîşan pê dabû. Tiştê ez dibînim û bi rastî min ditirsîne, ew e ku stratejyaya Yekîtiya Ewropa û NATOyê li beramber Îranê ne li gorî pêwîst e. Em rê didine Îranê bi me re bilîze. Tenê li wan barimteyan binêre ku vê rejîmê ew girtine. Stratejyaya hevbeş a Ewropayê nîne, derbarê hevniştimaniyên ciyawaz ên dewletên me. Lewma jî pêwîst e em stratejyaya xwe ya hevbeş bibînin. Rêyeke hevbeş ku em bikaribin dakokiyê li welatiyên xwe bikin ku weke barimte hatine girtin, ku bi rêya wê em bikaribin li dijî vê rejîmê tevbigerin, weke wê eqliyeta piraniya xelkên aza yên Îranê.
Rûdaw: Derbarê Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Rojhilatê Sûriyê, wan navçeyên ku Kurd tê de ne, tu rewşa wan çawa dibînî, bi taybetî rewşa mafên mirovan û azadiya ragihandinê li Rêveberiya Xweser ku PYDyê bi rê ve dibe?
Max Lucks: Rewşa mafên mirovan li wê derê ne bê kêmasî ye, û dibe gelekî ji başiyê dûr be. Bi nerîna li raportên Çavdêriya Mafên Mirovan ji bo Rêxistina Lêûbrînê ya Navdewletî, weke mînak, mirov dibîne ku bi zorê xizmeta serbazî bi zarokan tê kirin. Ev li ti rewangeha mafên mirovan nayê qebûlkirin, lê bi rastî divê mafên mirovan li wê navçeyê berawird bi navçeyên din ên Sûriyê ku li jêr desthilata Esed yan li jêr desthilata hevpeymanên artêşa Tirkiyê ne, ku komeleyên islamî ne, êdî rewşa mafên mirovan li navçeyên li jêr desthilata Kurdan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê baştir e.
Rûdaw: Bi nerîna te, divê Almanya û Civaka Navdewletî çi bikin ji bo parastina mafên Kurdan di paşeroja Sûriyê de?
Max Lucks: Destpêkê, divê em rêyeke hevbeş ji bo Sûriyê bibînin. Em pêşewayetiya rêyeke hevbeş a Ewropayî ji bo Sûriyê dikin, ji ber ku eger aniha em li Sûriyê binerin û tiştê me li wê derê kiriye, êdî em di gihiştina bi armancên xwe de şikestin, ji ber ku yek ji armancên me parastina Kurdên sûriyê bû, û bi nerîna min, kilîlek ji bo vê yekê ew e ku ligel desthilata Kurdî li bakurê Sûriyê kar bikin.
Êdî pêwîst e em rêyekê bibînin ku Tirkiyeya hevpeymana me ya NATOyê, operasyonên serbazî li Sûriyê rawestîne. Ew jî bi taybetî ji bo parastina kemîneya Kurd girîng e, lewra gelek raport derbarê binpêkariyên mafên mirovan li dijî xelkên kurd hene, ku hêzên hevpeymanên Tirkiyê wan binpêkariyan dikin. Ev yek jî nayê pejirandin. Dibe ev tiştek be ku pêwîst be li cem Tirkiyê gelekî bi pêdagîrî û bi dengê bilind em behs bikin.
Rûdaw: Tu hewlên welatên ciyawaz ji bo asayîkirina pêwendiyanj ligel rejîma Esed çaswa dibînî? Gelo tu piuştgiriya wê yekê dikî?
Max Lucks: Rejîma Esed yek ji dirindtirîn rejîman e ku li tevaya cîhanê hene. Lewma ez bi asayîkirina pêwendiyan ligel rejîma Esed, qayil nabim. Divê em bizanibin ku siyaseta me li beramber Sûriyê bise neket, weke ku me dixzwest. Yek ji sedeman Sûaya û bandora wê û piştgiriya wê ji Esed re bû. Lewma jî baweriya min wiha ye ku li Yekîtiya Ewropayê pêwîstiya me bi danûstandinê ye, li ser rêyeke nû derbarê Sûriyê.
Rûdaw: Max, gelekî spas. Ez kêfxweş bûm bi vê hevpeyvînê ligel te. Bi xêr hatî ji bo Kurdistan û Hewlêrê. Hêvîdar im te bêhtir li vê derê bibînim.
Max Lucks: Ez kêfxweş im ku li Hewlêrê me. Gelekî spas ji bo mêvandariya we.
Rûdaw: Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse