Cîgirê Wezîrê Çandinî û Xwarinê yê Ukraynayê: Em ê derdora 18 milyon ton genim berhem bînin
Cîgirê Wezîrê Çandinî û Xwarinê yê Ukraynayê Taras Vysotsky ragihand ku pêşbîniya wan ew e ku îsal derdora 18 milyon ton genim berhem bînin û got: “Ev jî nêzîkî ji sedî 10 -15 ji par û sala 2021ê û her wiha ji rêjeya navînî jî kêmtir e. Bi giştî, berî şer, Ukraynayê bi navînî derdora 25 milyon ton genim berhem dianî.”
Taras Vysotsky diyar kir ku piştî Rûsya ji peymana hinartina dexlûdan vekişiya, ew dikarin dexlûdan bi rêya bikaranîna kamyon û trênan jî ji bo benderên Yekîtiya Ewropayê bişînin
Rûdaw: Piştî sal û nîvê ji şer, vî şerî çi ziyan gihandiye jêrxana çandiniya Ukraynayê?
Derbarê ziyanên şer de jî Taras Vysotsky got: “Em li egerên zirarê binêrin, ji ber ku em nikarin biçînin an hinarde bikin, ziyanên ne rasterast ku bi sedema şerê Rûsyayê gihan çandiniya Ukraynayê, zêdetirî 30 milyar dolarên amerîkî ne.”
Dilniya Rehman ji çeperên şer ên pêşîn vegeriya paytexta Ukraynayê bajarê Kîevê û bi Cîgirê Wezîrê Çandinî û Xwarinê yê Ukraynayê Taras Vysotsky hevpeyvînek kir.
Ev jî Naveroka hevpeyvîna Peyamnêra Rûdawê Dilniya Rehman a bi Cîgirê Wezîrê Çandinî û Xwarinê yê Ukraynayê Taras Vysotsky re ye:
Rûdaw: Rêzdar Taras, spas ku tu bi me re yî. Ez dixwazim bizanim gelo Ukrayna salane çend ton genim berhem tîne û niha ji ber şer çiqasî kêm bûye?
Taras Vysotsky: Em ji bo îsal pêşbînî dikin, ji ber ku dirûn hîna berdewam e. Lê pêşbîniya me ew e ku em ê derdora 18 milyon ton genim berhem bînin. Ev jî nêzîkî 10% -15% ji par û sala 2021ê û her wiha ji rêjeya navînî jî kêmtir e. Bi giştî, berî şer, Ukrayna bi navînî derdora 25 milyon ton genim berhem dianî.
Rûdaw: Piştî nemana peymana guhastina genim û dexlûdan, niha hûn çawa dixwazin an plan dikin genimê Ukraynayê hinarde bikin?
Taras Vysotsky: Hin mekanîzmên me yên yedek hene ku berê di çarçoveya hêlên yekparçebûnê de ku bi awayekî hevpar bi Yekîtiya Ewropayê re hatine danîn, dihatin bikaranîn. Hin îmkan hene ku meriv genim bi kamyonan an bi rêyên hesinî di nav welatên Ewropaya Rojhilat re hinarde bike. Herwiha, hin îmkanên hinardekirinê yên din jî hene, wekî bikaranîna jêrxana Çemê Danûbê. Heta niha, ev rê ji bo hinardekirina genim û berhemên çandiniyê yên Ukraynayê têne bikaranîn. Em hêvîdar in ku em bikarin bi van rêyan qebareya hinartinê zêdetir bikin.
Rûdaw: Ev pirsa min a din bû. Xuya ye ku danûstandina we û welatên Ewropayê ji bo hinartina genim serketî bû. Ango hûn dixwazin genim bi rêya çemê ku we behs kir an bi rêyên din hinarde bikin?
Taras Vysotsky: Bi rêya çêm. Lê di heman demê de, bi rêya bikaranîna kamyon û trênan jî ji bo benderên Yekîtiya Ewropayê tê şandin. Wekî li benderên Baltîkê. Her wiha dibe ku benderên Almanya û hin benderên Kroatya û Slovenyayê. Her wisa, ji benderên Romanyayê jî ji bo welatên din ên Rojhilata Navîn, Asyaya Başûr, Afrîka û deverên din têne şandin.
Rûdaw: Hûn kengî dikarin dest bi hinardekirinê bikin?
Taras Vysotsky: Ji wan benderan hîna jî li jêr gotûbêjê ye, ji ber ku ew bender pir dûr in. Loma jî em daxwaza qerebûya hin xerciyên lojistîk dikin. Lê em hêvîdar in ku ji meha tebaxa bê ve dest pê bike.
Rûdaw: Ango, ev wekî hêviyekê ye ku hûn genimê Ukraynayê bişînin tevahiya cîhanê?
Taras Vysotsky: Heta niha hin îkmanên şandinê hene. Tew em îro jî dişînin. Lê pêwîstiya me bi zêdekirina qebareyê heye. Belê, îro hinek genim hat şandin. Lê em hêvîdar in ku em bikarin meha bê tibabê zêde bikin.
Rûdaw: Di demekê de ku Rûsya ji rêkeftinê vekişiyaye, benderên girîng jî ji xwe re kiriye armanc. Gelo ziyanên genim û sayloyan çiqas bû?
Taras Vysotsky: Heta niha, ya ku hatiye jimartin 100 hezar ton berhema çandiniyê ya dexlûdan hatiye jinavbirin.
Rûdaw: Di nava van du-sê rojên ku Rûsyayê êrîş kir de?
Taras Vysotsky: Na, bi qasî hefteyekê ji êrîşan. Di demên cuda de. Di vê dema êrîşan de, nêzîkî 100 hezar ton dexlûdan hat jinavbirin.
Rûdaw: Ez dizanim ku vêga gelek genim ji berhema sala borî maye. Plana we ji bo firotina wî genimî çi ye?
Taras Vysotsky: Ji xwe hin stokên me yên dawiya salên berê hene. Lê ew ne wekî yên berê pir in. Lê niha şiyana me ya pêwîst ji bo hilgirtina wan heye. Ji ber vê yekê, dexlûdan dikare ji bo salekê heta du salan di sayloyan de were hilanîn. Heta niha em wan di sayloyan de depo dikin û li ser îmkanên berdewamkirina hinardekirinê dixebitin. Li navçeyên başûrê rojhilatê Ukraynayê ku bi awayekî demkî hatine dagirkirin, Rûsya hin berhemên Ukraynayê didize.
Rûdaw: Piştî sal û nîvê ji şer, vî şerî çi ziyan gihandiye jêrxana çandiniya Ukraynayê?
Taras Vysotsky: Heta niha, ya ku hatiye jimartin ev e, dema tu li hemû ziyanan binêrî, ziyana rasterast digihe 10 milyar dolarên amerîkî, berhemên çandinî û yên hatine dizîn jî di nav de. Ger em li egerên zirarê binêrin, ji ber ku em nikarin biçînin an hinarde bikin, ziyanên ne rasterast ku bi sedema şerê Rûsyayê gihan çandiniya Ukraynayê, zêdetirî 30 milyar dolarên amerîkî ne.
Rûdaw: Gelo tu hêviyek heye ku hûn careke din danûstandinê bi Rûsyayê re bikin? Wekî mînak, par Erdogan û Neteweyên Yekbûyî navbeynkarî kirin da ku hûn bikarin bi peymanekê bi Rûsyayê re genim hinarde bikin. Hûn ê dîsa wiha bikin an na?
Taras Vysotsky: Bi rastî, sala borî Ukraynayê bi Tirkiyê û Neteweyên Yekbûyî re peyman îmze kir. Îsal jî hefteya borî, me li Neteweyên Yekbûyî daxwaznameyek ji Tirkiyê re şand û me daxwaz kir ku em bi hev re amade ne ji bo afirandina îmkanên hewcedariya berdewamiya hinardekirina genim di Deryaya Reş de. Lewra, li Neteweyên Yekbûyî dê têkiliyên me bi Tirkiyê re hebin. Her wiha, dê têkiliyên me bi Yekîtiya Ewropayê re jî hebin.
Rûdaw: Çi li ser dexlûdanên din ên wekî rûn û garis heye?
Taras Vysotsky: Ji bo hemû celebên dexlûdan heman rewş e. Çimkî hemû cûreyên dexlûdan, genim, ceh an gari bi heman rêyê û bi heman awayî tên hinardekirin.
Rûdaw: Di nava van sê rojan de em bi çend cotkaran re axivîn. Ew dilgiran bûn ku eger tu danûstandin nebe, dibe ku nikaribin berhemên xwe bifroşin, hûn ji wan re çi bibêjin? Ma ew dikarin berhemên xwe bifroşin?
Taras Vysotsky: Em heta niha dibêjin ku çi ji destê hikûmetê were dê bike ji bo ku peyman berdewam be û her wiha hin hinardekirin jî hebe. Loma divê cotkar tenê çend hefteyan li bendê bimînin heta ku rewş baştir bibe. Ez ji wan re pêşniyar dikim ku berhema xwe bi nirxê herî kêm nefiroşin û rojane bixebitin da ku rewş ji bo baştir were guhertin. Hîna hin dem maye heta wê dema ku cotkar neçar bibin berhemên xwe bifroşin. Ew dirûnê dikin û di du mehan de çareserî tê dîtin. Heta niha, em di têkiliyê de ne û çi ji destê me bê em ê bikin ji bo ku em di zûtirîn dem de rewşê bi awayekî erênî biguherînin.
Rûdaw: Ger şer bi vî rengî bidome, dê plana demdirêj a Wezareta Çandiniyê ya Ukraynayê çawa be?
Taras Vysotsky: Berdewambûna geşbûnê bi hemî awayên berdest, Yekîtiya Ewropayê jî di nav de. Her wiha, afirandina îmkanên nû ji bo piştgirîkirina hinardekirina bi rêyan an bi rêyên hesinî û berdewamkirina karkirinê ye. Em bi YE re di nav têkiliyeke bi îstîqrar de ne û ew tekez dikin ku ew amade ne piştevaniya zêdekirina tibab û qebareya tiştê ku bi tranzît ji bo Yekîtîya Ewropayê diçe, bikin. Ji ber vê yekê em di wî warî de dixebitin.
Rûdaw: Dema ku min bi cotkaran re hevdîtin kir, wan gotin ku em dikarin berhemên xwe bi rêya bejayî hinarde bikin, lê xerciya wê zêde ye. Li gor te, dê welatên Ewropayê piştgirîya we bikin?
Taras Vysotsky: Me bi awayekî fermî ji YEyê xwest ku xerciyên şandina dexlûdan bi rêyan û rêyên hesinî qerebû bikin. Em niha li benda bersivê ne. Em hêvîdar in ku ev bibe rastî û ew piştevaniya darayî bikin û egera hinartina dexlûdanên Ukraynayê bi rêya Yekîtiya Ewropayê re qerebû bikin.
Rûdaw: Spas ku hûn li gel me bûn.
Taras Vysotsky: Gelek spas ji bo we jî.