Wan (Rûdaw)- Cihgirê serokê giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Menaf Kiran, ragihand ku ew piştgiriyê didin “pêvajoya çareseriyê” ya li Tirkiyeyê.
Kiran ji bo bûyerên Iraqê jî got: “Ji ber nakokiyên di navbera erebên sunî û şiî de, avakirina dewleteka kurdî ya li vê derê êdî mecbûrî ye. Qebûlkirina Kurdistaneke bê avakirin, ji Tirkiye re bi feyde ye.”
Menaf Kiran, bûyerên siyasî yên herî dawî yên li Tirkiye û Iraqê pêkhatî, ji bo Rûdawê nirxand.
Ji pêvajoya ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd destpêkirî re hûn çi dibêjin?
Em nikarin li pêvajoya çareseriyê weke “pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka kurd” binêrin. Ev bi temamî, pêvajoya çekdanîna PKKê ye. Ji bo ku pirsgirêk li ser bingeheke demokratîk bên çareserkirin, em piştgiriya pêvajoyê û çekdanînê dikin.
Di Parlamentoya Tirkiyeyê de qanûnek 6 bendî hat pejirandin. Ev qanûn dê ji bo pêvajoyê bibe çarçove. Derbarê vê de hûn çi dibêjin?
Ev dê bibe bingeha hiqûqî ya çekdanînê û veguherîna bo tevgereke sivîl. Nebûna vê qanûnê heta niha ji bo dewletê jî ji bo aliyê din jî dibû sedema tengasiyê. Dezgeha daraziyê mudaxele dikir, lêpirsînan dest pê dikir. Ev qanûna 6 bendî, ji bo rawestîna lêkdanên di navbera dewlet û rêxistinê de gelek baş bû.
Li gorî we dewlet dê aliyên derveyî PKKê jî weke muxataban qebûl bike, an dê her li ser vê xetê bimeşe?
Ez di wê fikrê de me ku divê peywendiyê di gel tevgerên kurd ên din jî bike û dê bike jî.
Namzedbûna Selahattin Demirtaş a serokomariyê, dê kêrî çareseriya pirsgirêka kurd bibe?
Weke her kesî, mafê kurdan jî heye bibin namzed. Neteweperestan (CHP-MHP) namzedek hevpar diyar kir. Li hemberî wan, namzedê herî xurt Serokwezîr Erdogan e. Di vê de armanc ew e ku bikevin pêşiya popularîzma Erdogan. Di dîroka komarê ya 90 salî de hebûna kurdan her tim hat redkirin. Lê belê ev yek, di serdema hikûmeta AKPê de ji holê rabû. Şûna kurdan namzedek din derxistiba, pêwîst bû piştgiriya Erdogan kiriban.
Li gorî we bi namzediya Demirtaş, dixwazin peyamek çawa bidin?
Namzediya Demirtaş, ne nemzediya nûneriya kurdan e. Yê ku ji bo kurdan bibe namzed, pêwîst e ji bo kurdan statuyekî bixwaze. An jî tu ferqa wî û van namzedên din namîne. Meseleya kurdan a esas; li ser axa xwe bibin xwediyê statuyekî û bixwe bên rêvebirin.
Dengên HDPê dê di vê hilbijartinê de bandorê bike?
Potansiyeleke ya dengên HDPê ya diyar heye, di asteke sabît de ye, lê dîsa jî dikaribûn li ser bazarê bikin. Çimkî di holê de pêvajoyeke çareseriyê heye û ji bo selameta vê pêvajoyê jî dikaribûn helwestek wiha nîşan bidin. Ekmeleddin Ihsanoglu sibe bibe serokomar, belkî ev pêvajo dewam neke. Em dizanin ku MHP û CHP li dijî pêvajoya çareseriyê ne.
Piştî DAIŞê Mûsil dagir kir, li Iraqê pêşveçûnên girîng çêbûn. Kurd dikarin niha serxwebûnê îlan bikin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Şert û mercên jiyaneke bi hevre di navbera erebên sûnî û şiî de ne mane. Nasnameya herdu aliyan yek e jî lê ne mimkun e bi hevre bijîn. Di rewşek wiha de tu weta û îmkan tune ku kurdan mecbûrî jiyaneke li gel wan bikin. Ji ber vê jî derfetên dewletbûna kurdan êdî hene û heta ev bûye mecbûrî.
Tevgerên kurd ên siyasî divê ji bo serxwebûna Kurdistanê helwestek çawa nîşan bidin?
Siyaseta kurd a kevneşop, jixwe li ser “serxwebûn”ê ava bûye. Ji kîjan derdor û rêxistinê be bila bibe, her kesayetekî kurd, bi fikra serxwebûnê bi rê ketiye. Yên ku îro dibêjin “me dewlet navê” jî bi vê fikrê bi rê ketine. Divê siyasetmedarên kurd, piştgiriyê bidin Kurdistana serbixwe.
Tirkiye niha sînyalên qebûlkirina Kurdistanek serbixwe dide...
Şert û mercên navneteweyî hatin guhartin. Hikûmeta ji berê ji sedî sed li dijî fikra Kurdistanê îro dê li gorî wê xwe bi cih bike. Projeyeke mezin ya Rojhilata Navîn heye di holê de, dengeyên din hene. Ev jî zorê didin Tirkiyeyê ku helwesteke baştir nîşan bide. Rewşa Iraqê li ber çavan e, em dibînin li Sûrîyê çi dibin, Tirkiye divê hisabê van tiştan bike. Qebûlkirina Kurdistaneke bê avakirin, ji Tirkiye re bi feyde ye.
MENAF KIRAN / Kî ye?
Sala 1962ê li gundê Alibey yê Ferqîna navçeya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê qedand, li Mêrsînê dest bi parêzeriyê kir. Sala 1991ê ket azmûna (îmtihan) dadgeriyê. Li Sînop, Enqere û Amedê demekî teknîsyeniya tenduristiyê ya derdoriyê kir. Ji xeynî siyastê, hêj karê xwe yê parêzeriyê jî dike. Kiran, zewiciye û 5 zarokên wî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse