Divê Tirkiye bibe parêzvana mafên Kurdan li seranserî dinyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê olî û yê tevgera bi navê wî, Fethullah Gulen, di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de ji bo cara yekê nerînên xwe derbarê pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê, xwendina bi zimanê dayikê li Tirkiyeyê û proseya aştiyê li Tirkiyeyê nîşan dide û dibêje: “Pejirandina xwendina bi zimanê dayikê yek ji prensîpên exlaqî yên pêwist e ji bo dadmendiya dewletê li hember hevwelatiyên xwe.”

Rûdaw: Qewêtiyên we ji bo xelkê û desthilatdaran derbarê parastina zimanê dayikê û xwendina bi zimanê dayikê çi ne, bi liberçavgirtina baweriya Bedî Al-Zeman Seîdê Nursî ku di wesiyeta xwe de ji gelê kurd re dibêje zimanê dayikê biparêzin?

Fethullah Gulen: Hezretê Bedî Al-Zeman Seîd Nûrsî derbarê kêşeyên cîhana îslamî bi awayekî giştî û navçeya rojhilat û başûrê-rojhilatê Tirkiyeyê de, nezanîn, hejarî û dubendiyê wek jêderên sereke dibîne. Gava dibêje nezanîn, mexseda wî ne tenê nezanîna olî ye, lê di heman demê de mexseda wî zanînên ku li gerdûnê jî vedikolin. Gava behsa dubendiyê dike, mexseda wî dubendiyên di nav eşîrên navçeyê de ye. Kêşeya hejarî û cudahiyê di bingeh de girêdayî nezanînê ye. Lewma Seîdê Nûrsî bi dirêjiya jiyana xwe hewl da ku zanîngehekê bi nave “Medrese Al-Zahra” li bajarê Wanê damezrîne.

Ji aliyekî din ve, ji ber ku zimanê erebî zimanê Quran û hedîseyên pêxember e, Bedî Al-Zeman ji bo rakişandina şagirtan ji hemû aliyên cîhana îslamî ji bo vê zanîngehê, da ku bibe mînaka hemû cîhana îslamî, di rêza yekê de zimanê erebî wek zimanê sereke dijimêre. Herwiha ji ber ku zimanê tirkî li seranserê Tirkiyeyê wek zimanê belav ê pêwendiyan bû, zimanê tirkî ji bo xwendin û fêrkirinê pêwist dîtiye. Netewe û reng, milet û êl, ziman jî hemû ayetên Xwedayê mezin in, her neteweyek jî zimanê xwe yê taybet heye.

Bedî Al-Zeman Seîdê Nûrsî di pirraniya berhemên xwe de giringî daye fêrbûn û fêrkirina zimanê dayikê

 

Xwedayê mezin ew cudahiyên ku di navbera mirovan de hene, ji bo cudahiyê nedanîne, lê wek çawa cudahiyên pîşeyan dibin sedema yekbûn, hevkarî û alîkariyê, bi heman awayî jî ew jî dibin sedema hevnasîn, hevkarî û alîkariyê, di demekê de ku hezretê Bedî Al-Zeman Seîdê Nûrsî behsa vê rastiyê dike. Di pirraniya berhemên xwe de giringî daye fêrbûn û fêrkirina zimanê dayikê. Wek mînak di berhemeke xwe de dibêje “ji ber ku zimanê dayikê siruştî ye, peyv bê gazîkirin ji ber xwe ve tên mêjî.” Bi vî rengî diyar kiriye ku zimanê dayikê rêya siruştî ya xwendinê ye. Fêrbûn û fêrkirina zimanê dayikê yek ji mafên gerdûnî yên mirov e. Bêguman nabe bi ti hêncetê zimanê dayikê li miletekî yan li civakekê bê qedexekirin. Ku ev hat kirin, dibe sitem, dibe dijîtiyek ligel derûnê û li dijî derûnê. Lewma qedexekirineke bi vî rengî dom nake. Bedî Al-Zeman di plana”Medreseya Al-Zahra” de behsa wê yekê dike ku li tenişta zimanê erebî û tirkî, ew şagirtên ku bixwazin, dikarin fêrî kurdî bibin û wek ziman jî bikarbînin. Belê, bêguman her civakek zimanê xwe bikartîne û divê bikarbîne. Ne rast e ku netewe, êl û reng bibin sedema cudakariyê û ev nayê pejirandin. Çawa cudakirina netewe û rengan karekî nemirovî ye û tawaneke li dijî mirov e jî, herwiha nabe ziman bibe sedema cudahiyê. Lê divê ji bo hevnasîn, hevkarî û alîkariyê bê bikaranîn. Lewma pejirandina xwendinê bi zimanê dayikê yek e ji wan prensîpên exlaqî ku pêwist e ji bo teqezkirina dadmendiya dewletê li hember hevwelatiyên xwe.

 

Di sala 2009ê de, di demekê de ku pêwendiya Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê di lûtkeya aloziyê de bû, we nameyek ji platforma Abant re şand, ku di 15.02.2009ê de li bajarê Hewlêrê hat sazkirin. Peyama we bi geşbînî li siberojê dinêrî. Gelo niha em li kû ne derbarê wê hêvî û mizgîniya ku we di nameya xwe de behs kiribû?

Ne tenê Tirkiye, birayên me yên Kurd û Kurdistana Iraqê, lê hemû cîhana îslamî ev çend sedsal in di nexweşiyê de dijî. Kêşeyên me li her cihekî wek hev in: nezanîn, hejarî û dubendî. Ev bûne sedema derketina çend kêşeyên din wek bêhêvîtî, fêlbazî, xapandin, bêbawerî, dijmindarî û dijbûn, fişara fikrî û civakî û aborî û jiyana siyasî û sitemkarî. Ew jî dibin sedema girtina rê li ber pêşketina fikirî, zanistî, civakî, aborî û siyasî. Ji ber van hemu tiştan, halê şerpeze yê jiyana me ya çend sedsalan dewam dike. Ev kêşe bi berdewamî ji aliyê wan kesên ku naxwazin dinya rabe ser piyê xwe, ewên ku ji bo berjewendiyên xwe dixwazin li dijî hev bin, tên tûjkirin. Lê bêhêvîtî kelema li ber her kamilbûnekê ye, kelem e li pêşber pêşketin û çûna ber bi kamilbûnê. Lewra bêguman û ji sedî sed em geşbîn in ji siberoja xwe. Geşbîniya bêyî bingeh jî mirov nagihîne ti encamê. Lewra dozkar im ku em nezaniya xwe bikin zanîn û hewl bidin em li samanên xwe ên sererd û binerd xwedî derkevin ji bo nehiştina hejariyê û dabînkirina pêdiviyên me.

Hêvî dikim civîna platforma Abant ku te behs kir bûne hoya xêr û xweşiyê

 

Ew peyama ku te behs kir, çar sal di ser re derbas bûn. Hêvî dikim civîna platforma Abant ku te behs kir bûne hoya xêr û xweşiyê. Bi dîtina min li ser wê rêyê gavên giring hatine avêtin. Ligel ku gellek tişt hene di siberojê de bên kirin, mercên dîrokî, Xwedê hez bike nîşanderên wê yekê ne ku li navçeyê rûhê biratî û pêwendiyên me yên cînartiyê xurttir dibin. Qasî ku haya min jê heye, ew dibistan, xwendingeh, karên medyayî û çalakiyên akademîk ên ku li Herêma Kurdistana Iraqê hene, wê bibin sedema pêşvebirina van pêwendiyan. Di vî alî de pêşî erkekî giring dikeve stuyê dezgehên perwerdeyê, karsaz û medyakaran.

Li Iraq û Kurdistanê ji sala 1994ê ve dibistanên we çalakiyan dikin û ji aliyê xelkê ve bi awayekî giştî pêşwaziyeke erênî li wan tê kirin. Carnan ji aliyê hin hêzan ve, tew li hundirê Tirkiyeyê jî, ev dibistan tên tawanbarkirin ku propagandaya îdeolojîk dikin. Armancên we yên îdeolojîk hene?

Bi dirêjiya dîrokê ew çalakiyên xêrxwaziyê yên ku ji bo xêra mirovahiyê hatine kirin, hertim hatine tawanbarkirin ku bîr û baweriyeke taybet a dinyayî belav dikin, tew projeyên ku ji aliyê her kesî bi awayekî neyênî tên dîtin, ji aliyê çînekê wek ferzkirina bîr û baweriyekê tên dîtin. Ev zêdeyî nîv sedsalî ye bi gotarên xwe, dersên xwe, konferansên xwe, nivîsên xwe, herwiha serdana xelkê ji aliyê minê feqîr ve, di nav xelkê de me. Bi dirêjiya wê demê hertim ew tometên ku te behsa wan kir, xistin stuyê min jî.

Ji aliyekî ve jî, dibe ku şîretkarên min yê hejar jî bandorek kiribin. Li her çar aliyên dinyayê nemaze sazî û dezgehên perwerdeyî hatine vekirin û belavbûn. Niha wek ji aliyê medyayê hatiye belavkirin, li zêdeyî 140 welatan ew dezgehên perwerdeyê hene. Ev sazî û dezgeh li zêdeyî 140 welatan, ku zimanên wan, ola wan, dîtina wan ji dinyayê re, baweriya wan, îdeolojiya wan, dîroka wan, kevneşopiyên wan, neteweyên wan û rengên wan cihê ne, çalakiyan dikin. Bi awayekî ku ligel hin ji van welatan bi sedsalan şer di navbera me de hebû. Ji aliyekî din ve jî bi kêmanî beşekî giring ê wan kesên ku damezrênerên van dezgehan in, an li wan kar û xizmetê dikin, bi ti awayî Misilmantiya xwe venaşêrin û pêwist nabînin jî veşêrin. Bêguman ev sazî û dezgehên perwerdeyî hestyar in li hember tiştê ku te behs kir li wan welatan ku çalakiyan li wan pêk tînin, ango heta mirov bêje hestyar in li hember propaganda îdeolojî.

Di şert û mercên wiha hestyar de, li dinyayekê ku tew şiyana çavdêrîkirina xerciyên taksiyê jî heye, di atmosferekê de ku dezgehên îstixbaratê xudan hemû hokar û şiyaneke çavdêrîkirinê ne, gelo dikare nehênî bimîne? Piştî derbasbûna nîv sedsalê, eger tew nîşaneke selmandina vê yekê peyda nebûbe, ew tawanbarkirinê heta niha amaje û nîşana çi ne? Bêguman têgihiştin û însafa we qebûl dikim, hukim bi têgihiştin û însafa bilind a cenabê we dikim. Lê dixwazin bînim bîra we ku propaganda îdeolojî di ferhenga me de tine.

Li Iraq û Kurdistanê jî heman armanca me heye

 

Bizav xudan armanca geşbûna exlaqî, belavbûna aştî û perwerdeyeke astbilind e, ku bikare di asta dinyaya pêşketî de be, di çarçoveya rêzgirtina yasa û nirxên xwecihî de. Li Iraq û Kurdistanê jî heman armanca me heye. Propagandaya îdeolojîk ji dinyayekê bingeh girtiye ku ti pêwendiya me bi wê dinyayê re tine. Çareseriya pevçûn, diyalog û gotûbêj, nehiştina nezaniyê, amadekirin û misogerkirina navendeke guncav ji bo pêşketina zanist û teknolojiya, alîgir û piştgirê ewlehî û aştiyê wek propaganda îdeolojî nayê wesfkirin. Vêce jixwe dibistanên bizavên xêrxwazî li her cihekî bin, ligel karbidestên wî welatî di pêwendiyeke nêzîk de ne.

Li gor pîvana karîna çavdêriya min, dibistanên Kurdistana Iraqê bi fîlosofiya “li rex têkilbûna bi cîhanê re, bi liberçavgirtin û berhestkirina kultûra xwecihî” gavan davêje. Bi rastî nêrîn û dûrbîniya dost û birayên me li vê herêmê bi dirêjiya 20 salên borî hokareke girîng bû ji bo lêxwedîderketina van dibistanan ji aliyê xelkên vê navçeyê ve. Bi dirêjiya dîrokê, bawerî û xemên me bi Kurdan re hevbeş bûn. Wan bêyî guhdanên şeperze, xwedîtiya xwe nîşan dan bo van dibistanên ku ji sînga pak a Anatolyayê ve derketine. Ji cografiya Kurdan jî jiyan û geş bûn. Careke din ev biratiya dîrokî teqez kirine.

Pêwendiyên dostaniyê di navbera Kurd û Tirkan de ber bi pêşveçûnê ve ne. Bi nerîna we, ev xala ku niha ev pêwendî gihîştinê bes e? Eger hûn dibînin ku ne bes e, divê ev pêwendî di çi astê de bin û pêwîst e çiyî din bê kirin?

Xwedayê me yek e. Qedera me yek e. Axa me yek e. Em li ser heman ax û li bin heman rokê ne. Bi heman bayî henaseyê dikin. Em xwediyê yek bawerî û yek dîrokê ne. Doza me yek e. Îroya me yek e. Siberoja me jî divê yek be. Divê yek be. Pêwîst e her yek be.

Ji pêvî vê, em weke Tirk û Kurd li her aliyê Tirkiyeyê hene. Bi her alî ve belav bûne. Kurdbûn yan Tirkbûn ne bi hilbijartina me bû. Xwedîderketina zimanê dayikê, vêce kurdî be yan tirkî be, ne di çarçoveya vîn û hilbijartina me de bû. Kirina Kurdbûn yan Tirkbûnê, axaftina bi zimanê tirkî yan kurdî bi hokara cudakariyê, ji pêvî cihê matmayî û ziyangihandinê bi herdu aliyan ve gelo ti wateya wê ya din heye?

Ev cografyaya bi dirêjbûna dîrokê bûye cihê hevjiyana aştiyane ya gellek ol û kultûrên cuda. Kurd û Tirk di dema vê dîrokê de tevlihev bûn. Heman xweşî û nexweşiya wan a dîrokî hebû.

Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Mewlana Xalid, Selahedînê Eyûbî, Bedî Al-Zeman Seîdê Nûrsî û çend rewşenbîrên din. Ev nirxên hevbeşiya me ne, ku hemû bandora wan li ser hevjiyana Kurd, Tirk, Ereb û neteweyên din hebû. Ew qewîtiya Mela Mistefayê bav ku birêz Mesûd Barzanî çend demên cuda nîşan pê kiriye: "Bi Tirkan re baş bin. Kêşeyan ji bo Tirkan pêk neyînin. Herdem bi wan re hevpeyman bin." Ev têbînî bi rastî derbîra hesta herdu aliyan e û taybetmendiyeke balkêş e.

Min hêstir li ser Enfal û Helebçe barandin

 

Tevî vê pêwendiya ku di navbera herdu neteweyan de di 100 - 150 salên borî de birîndar bûbe, lê bi sedema vê pêwendiya dîrokî ya kûr, ewqasî xurt e ku bi hêsanî qut nabe. Bi rastî ev hembêzkirina xelkên Anatolyayê di dema koça mezin a xelk û pêşmergeyan de (koça mezin) bo gelê Kurd, bû hokara lezkirina asayîbûna pêwendiyan. Hevîşweyê min ku gellek hêstir rijandin ji bo Helebçe û Enfalan, hemû xelkên Anatolyayê dilê wan şewitî beramber wê karesata dilazarker.

Di vê heyamê de jî ku pêwendî ber bi xurtbûnê ve diçin, tenê çareserkirina kêşeya asayişî û pêwendîdaran nîne. Lê belê pêwîst e dubare pêwendiyên kultûrî û dîrokî xurttir bibin heta ku careke din qut nebin.

Li vir ewa ku li ser Tirkiyeyê ye, bi qasî pêdana hemû maf û azadiya welatiyên Kurdên xwe, ewqasî jî dirêjkirina destê alîkariyê ji bo Kurdên navçeyên din ên cîhanê, ku di kêşeyê de ne, di stûyê wê de ye. Herwiha bo parastina mafê wan Kurdên ku bi hokara siyasî, olî û neteweyî ketin pirsgirêkan, di rêya rêxistinên navdewletî de û berî tevan Neteweyên Hevgirtî. Herwiha bibe nûnera parêzgar ji mafên wan re, ji bo xatirê parastina heqiyê.

Divê em bibin dijminê dijminatiyê. Ji her hokareke jihevdûrxistinê dûr bikevin. Beriya Kurdan divê Tirk xwe xwediyê pirsên Kurdan bibînin. Divê beriya Tirkan Kurd xwe alîgir û piştgirên pirsên Tirkan bibînin. Ev pêwendiyên ku di rêya perwerdeyê destpêbûye, dibe ku di siberojê de bibin hokarên geşkirina çalakiyên akademîk, kultûrî û aborî. Tirkiye ji vî alî ve bibe dergehek ji bo vebûna Kurdan ber bi cîhanê ve.

Niha li Tirkiyeyê qonaxeke aştiyê destpêkiriye. Em dibînin ku herdu miletên Kurd û Tirk ji dil alîkariya vê qonaxa hestyar dikin. Nêrîna we çi ye li ser van hewldanên ku ji bo alîkariya vê qonaxa aştiyane ji aliyê herdu miletên Kurd û Tirk ve derdikevin?

Bi rastî cihê matmahiyê ye eger alîkariya hemû celebên çalakiyan neyê kirin, ku bibe sedema ragirtina vê xwînrijîna ku bi salan e li vê navçeyê dibe. Jibîrkirina azarên borî, firehkirina asoya bîr û cîbicihkirina karê bingehîn bi binemaya sereke ya vê qonaxa aştiyê tê danîn.

Divê pirr bi xurtî em ji her karê ku bêhna metirsiya cudahiya nijadî û mezhebî jê bê, dûr bikevin. Hişyarkirin ji bûna bi dardest û bûna bi sedema zemînesazkeriya fitne û cudahiyê li vê navçeyê û li welatên din jî. Pêwîst e pirr bi jîrbûn rêgirî li ber çandin û şînhatina tovê fitne û cudahiyê bê kirin, li vê navçeyê û li welatên din jî.

Herdem divê ev yekbûn û hevgirtin di navbera me de dutaq bê kirin. Divê em bidin dû derfeta nû, bi taybetî di warê aborî û kultûrî de, bo dutaqkirina hevgirtin û biratiya me. Zêdekirina alîkarî û piştgiriya hev, ji bo dîtin û lêkolîna derfetên nû. Ev dezgehên ku nûneriya xelkê dikin, divê bilez gavan bavêjin ji bo belavkirina hemû awayên kar ku hokar bin bo biratî û piştgiriya hev û yekîtiyê. Bûna hemû celebên destpêşxerî û karên bingehîn dibe rêpêşander ji bo karmendên vê navçeyê. Bi taybetî dezgehên perwerdeyî û rêxistinên civaka sivîl, di sepandina vê kultûrê de roleke sereke dibînin di pêkanîna nirxên civaka dijî tundûtîjiyê.

Kurd, Tirk, Ereb, Xiristiyan, Misilman û Cihû, hemû xwediyên kultûra hevjiyanê bûn

 

Berevajî serdema modern, ev xelkên ku bi xelkên Rojhilata Navên tên binavkirin, serdemekê li bin konê aştî, giranbuha û kultûra civakî dijiyan. Kurd, Tirk, Ereb, Xiristiyan, Misilman û Cihû, hemû xwediyên kultûra hevjiyanê bûn. Dîsa saxkirin û bilindkirina giranbuhayên kultûr û praktîzekirina di jiyanê de erkê li ser milê karmendên perwerdeyî û rêxistinên civaka sivîl e. Eger karibe derfeta nû û alternatîv fireh bike, bi awayekî ku xort hêviyê li ser teror, tundûtûjî û şer girênedin, bi vî awayî hewla aştî û hevjiyanê serketîtir dibe.

Da ku ev proseya aştiyê, ku niha li Tirkiyeyê di holê de ye, bigihije encamê, çi erk dikeve stûyê Tirk û Kurdan?

Dilsozî, hevrêzdarî, herweke ku di gotineke pîroz a pêxember de hatiye, ew tişt in ku em ji xwe re dixwazin, em ji xelkê re jî bixwazin. Ew tişt in ku em ji xwe re naxwazin, em ji xelkê re jî naxwazin. Ji wê jî zêdetir, weke ku di Qurana pîroz de şanazî pê hatiye kirin û li Medîneyê yek bû ji taybetmendiyên pirr girîng ên Ensaran, ew jî girîngîdana beramberiyên me. Bawer im ev dibin sedema kurisandin û hişkkirina rehên kêşeyan. Pêwîst e rêxistinên civaka sivîl yên Kurd û Tirkan hewl bidin zemînsaziyê bikin û mirovan li ser van binemayan coş bikin.

Ji pêvî vê, pirr girîng e ku tevger li ser xwe bin. Herwiha axaftin giştgir û lixwegir bin. Bi ti awayî bêdeng nebin. Divê tev pirr hûrbîn û jîr bin. Ji gurrbûnê dûr bikevin. Bi hatûhewar, diruşm û sloganan kêşe çareser nabin. Ewên ku dixwazin ber bi fitne û xirabiyê ve herin, rexne û pêşniyazên wan bi awayê rêpêşandan be bo kesên din. Ev pêşniyazên dirust ên ku tên ber destên berpirsan, pêwîst e di çarçoveya raport û bi awayekî bêsûc derkevin. Pirs bi hatûhewar, sûtandin, wêrankirin û kuştinê na, lê belê divê di rêya aqil re bi hêminî çareser bibin.

Bi sûdwergirtina giştî li navçe û navendên aram û asayiş, bi awayekî gav bi gav: Pêwîst e li ser tevan perwerde, pişt re jî aliyên din ên aborî, civakî, rewşenbîrî û pêwendiyên moralî ber bi pêş ve bên birin. Ji ber vê mebestê, wek me'şera wijdan binav dibe, pira di nav dilan de, projeya hevbeş ji rojava bo rojhilat, ji rojhilat bo rojava destpê bibe û karîn û amanca wan ên ku hene bên zêdekirin.

Maf û azadiya mirovan, tişt nînin ku kesin yan hêzin bidin

 

Ji aliyekî din ve, ev cihên ku pirraniya nişteciyan Kurd in, bibin navendên kêşkirinê, bi taybetî pirr girîng e perwerdeyên van navçeyan bibin navendên balkêş. Vêce ku kêşeyên niha, ku ya girîngtirîn ji wan perwerde ye, hatin çareserkirin, pirraniya kêşeyan çareser dibin. Her di dema borî de, ewên ku bêkar û nexwendevan bûn, bi xwe wek welatiyên pile du hatine berçav. Di demekê de ku xelkên vê navçeyê kesin pirr jîr in û landika çend şaristanên girîng bûn. Pêwîst e ji vî hawê derûnî rizgar bibin, yan bi wateyeke din, weke ku dibêjin, hestê wan bi kêmzanînê. Weke pêwîstiyeke prensîpa biratî û wekheviyê, divê alî ji wan tevgeran dûr bikevin ku hestên hev birîn dikin.

Li vir xaleke pirr girîng heye, ew jî ev e: Maf û azadiya mirovan, tişt nînin ku kesin yan hêzin bidin. Lewma nabe em bendewarê kesekî bin. Ev Xwedayê ku em wek mirov daye me tevan. Eger pêxember be jî, ji aliyê mirovî û afirandinê ve hemû kes weke hev in. Eger di destpêkê de danpêdan bi vê wekheviyê nebû, ne dadperwerî û ne yasa jî berhest nabin.

Ji vî alî ve pirr pêwîst e em xwe ji helwêst, tevger û nîşanên dana wî mafî û wê azadiya bingehîn, ya ku sermiyana mirov bi xwe ye, û bikaranîna weke cawekî bazirganî û babeta danûstandinê, dûr bikin. Ji aliyekî din ve pêwîst e em ji rêyên nerewa û wan rêyên ku li derveyî sînorên mafên cîhanî ne dûr bikevin, bi taybetî ew rêyên ku tundûtûjiyê li xwe digirin, bi çi behane û hokarê be.

*********

"Agir bi mala wan vêxe“

Malpera cemaata Gulen a bi navê Herkul.org di cotmeha 2011ê de vîdeoyek axaftina Fethullah Gulen weşand. Ev axaftina Gulen li baneya (çiftlik) a xwe ya li Pennyslvania ya Amerîkayê ji mirîdên xwe re kiribû, bi rojan bûbû mijara medyayê. Gulen rexne li dewleta Tirkiyeyê kiribû ku nikare hêzên gerîllayên PKKê têk bibe û behsa rêbazên ka çawe Kurd dikarin ji daxwazên xwe yên nasnameya kurdî dûrbikevin kiribûn.

Rexneyên Gulen li dewleta Tirkiyeyê:

-          Dewleta me endamê NATO û Yekîtiya Netewan e û bi hêz e. Çima hêza Tirkiyeyê hebû ku darbeyên leşkerî pêk bîne lê ev 30 sal in nikare wan [mebest PKK ye - Red] têk bibe?

-          Dewlet ev 30 sal in hêj ji heqê 500-600 kesên li çiyayan derneketiye. Bila hejmara wan ne ewqas be, bila 5 hezar kes bin. Na, bila 50 hezar bin. Nêzîkî milyonek leşkerên te hene û ewqas teşkîlata we ya asayişê heye. Istixbarata te heye. Hevkariya we ya bi istixbaratên welatên din re heye. Wan [mebest gerîlla ne - Red] di cihên wan de tespît bikin. Wan projeyan pêk bînin û wê kulma eşqiyayan [mebest gerîllayên PKKê ne - Red] lokalîze bikin û dora wan bipêçin. Bandora wan a li ser civakê bişikînin. Ji civakê re ewlekarî û baweriyê temîn bikin. Xapandina wan a bi wan [mebest gel bi gerîllayan tê xapandin - Red]  di bin zextê de bihêlin, qadê vekirî nehêlin ku biçin çiyan.

Fethullah Gulen dûre jî bang li aligirên xwe û civaka tirk kiribû ku nefiran li şervanên PKKê bikin

-          Pêwist e herkes dua bike; Xwedayê min yekîtiya me saz bike. Hinekên dijminiya Xwedê dikin hebin, di nava wan de însanên te islaheta wan kerem nekiriye hene. Yên te islaheta wan pêk neaniye û ew jî wê naxwazin, Xweda wan serobino bike. Tifaqa wan xerab bike. Agir bi mala wan vêxe. Feryad û fîganê bi wan bike. Koka wan bibire, zuha bike û karê wan biqedîne.

 

Derbarê ka Kurd çawa ji PKKê û pê re jî ji daxwazên xwe yên netewî dûr bibin, Fethullah Gulen ev pêşniyar kiribûn:

 

-          Diviya me mamosteyên ku li wir heta hetayê di nava wê civakê de bijiyan rêkiriban.

 

-          Xweziya me bi sedan misyonerên ku karekterên xelkê wê derê nas dikin rêkiriba.

 

-          Xweziya me karmendên tenduristiyê rêkiriban û wan bikariyane di nava rayên wan ên xwînê de bigindiriyan. Li dibistanan wan dersên tenduristiyê bidane û bi şagirtan re ketiban di nav malbatan de, xwe bi rêya wan zarokan bidane îfadekirin.

 

-          Xweziya me rayedarên asayişê yên bikariyan li derdê wan guhdar bikin rêkiriban. Li wê gorê me istixbarat jî rêkiriban. Me bi wî awayî rêya ku kesên din bikevin wan deran girtiba. Bi wê rêyê me pêşiya kesên biyanî yên ramanên wan xerabûyî ne, yên bazirganiya çekan dikin, yên bazirganiyan madeyên hişber [mebest gerîllyên PKKê ne – Red] dikin bigirta.

 

-          Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku me ew civak bi dînamîkeke wek olê, ya me bi hev girêbide, bikarnaniye.

 

Fethullah Gulen di dawiya van pêşniyarên xwe de diyar dike ku eger dewletê ne ji beriya 30 salan, heta ji beriya 10 salan jî xebatên bi wî rengî bimeşanda, wê pêşiya PKKê bihata girtin û bi vî awayî Kurdên li Bakurê Kurdistanê bi hemû şêweyî ketibana bin kontrola komara Tirkiyeyê.