Li Tirkiyeyê beriya 3 mehan bi axaftina Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re qonaxeke nû dest pê kir.
Rêya Îmraliyê ku 4 sal û 8 mehan girtî bû, ji nişka ve hat vekirin.
Destpêkê Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan e çû Îmraliyê.
Piştre deriyê Îmraliyê ji DEM Partiyê re hate vekirin û birêvebirên DEM Partiyê Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldan çûn bi Ocalan re hevdîtinek kir û paşê nêrînên Ocalan jî bi partiyên siyasî yên di Parlamentoya Tirkiyeyê de ne re parve kirin.
Heta niha şandeya Îmraliyê derbarê van hevdîtinan ti daxuyaniyên berfireh nedane û naveroka wan hevdîtinan bi hûrgilî eşkere nekiriye.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan naveroka hevdîtina xwe ya Îmraliyê ji Berpirsê Ofîsa Amedê yê Rûdawê Maşallah Dekak re eşkere kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li ser hevdîtina xwe bi Abdullah Ocalan re di beşeke hevpeyvîna xwe de anî ziman:
“Wî jî got ez ji Kurdan re nabêjim bi kesî re nepeyivin. Got mafê Kurdan, heqê Kurdan jî heye bi her kesî re bidin û bistînin.
Ew jî ne Kurdên sed sal berê ne. Bi şiklekî hatine xemilandin. Hêz û qeweta wan jî heye. Ew jî dê li ber xwe bidin. Lê beriya wê ji bo çareseriyekî em dê tiştan bikin.
Ji bo Rojavayê ev tişt hatin gotin. Li gorî analîza min Rêzdar Ocalan dibêje deriyê dîplomasiyê ji Kurdan re vekiriye.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan her wiha got:
“Ocalan ev tişt gotibû, heger pirsgirêka Kurdan çareser bibe, meseleya Rojhilata Navîn çareser bibe, pêşiya Rojhilata Navîn ronî dibe.
Lê heger meseleya Kurd û Kurdistanê çareser nebe û ya Rojhilata Navîn çareser nebe, niha Xezeyek heye dê bibe 50 Xeze.
Ji Bexdayê bigir heta Şamê ji Şamê bigir heta Mûsilê, ji Mûsilê bigir heta Hewlêrê. Tirkiye jî li Rojhilata Navîn e. Kurdistan jî li Rojhilata Navîn e.
Niha Xezeyek heye, dema çareseriyeke civakî çênebe Xezeyek dê bibe 50 Xeze.”
Omer Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan gotiye dê Tirkiye bibe dohej û da zanîn:
“Got, Tirkiye dema vê meseleyê çareser bike li vî welatî model e. Ev mesele çareser nebe dewleta Tirkiyeyê dê vekişe Anatolyayê û dê li Anatolyayê dojeha xwe bijî.
Ev tişt gotin. Yanî tiştê ez dibêjim, ev tişt hatine tomarkirin. Ne zêde ne kêm.
Dema ev mesele çareser bibe deriyê jiyanê ji her kesî re vedibe, dema ev mesele çareser nebe got dê Tirkiye vekişe Anatolyayê û dojeha xwe biî. Ev tişt hate gotin. ”
Hevpeyvîna Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan a bi Berpirsê Ofîsa Amedê yê Rûdawê Maşallah Dekak re:
Rûdaw: Beriya çend mehan tu çûyî Îmraliyê û cara yekem te û apê xwe we hev dît. Ev qonaxa hevdîtinê çawa pêk hat?
Omer Ocalan: Wekî parlamenterekî car caran me serî li Wezîrê Dadê dida. Ji bo 23yê Çiriya Pêşîn jî me serlêdan kiribû. Ji me re 2 roj beriya wê hevdîtinê agahî şandin. Me jî amadekariya xwe kir. Ji Enqereyê em derbasî Bursayê bûn û ji Bursayê jî derbasî Girava Îmraliyê bûn. 23yê Çiriya Pêşîn cara ewil min Rêberê Gelê Kurd dît. Di heman demê de jî apê min e. Ev 4 sal û 8 meh bûn, ji malbatê kes neçûbî Girava Îmraliyê. Li Girava Îmraliyê hiqûq nayê meşandin. Destûra Tirkiyeyê nayê bicihanîn. Ji bo Rêzdar Ocalan hiqûq ji holê hatiye rakirin. Dema gihiştim Îmraliyê derdora saetek û 40 deqîqeyan me hevdîtinek pêk anî.
Rûdaw: Ev cara ewil bû te apê xwe dît?
Omer Ocalan: Rast e, temenê min 38 e. Ez sala 1987an hatime dinyayê lê rêzdar Ocalan 1979an ji Sirûcê derbasî Kobaniyê bûye. Bi qasî 20 salan li derveyî welêt maye. Li Rojavayê jî maye ku ew jî welatê me ye. Cara ewil e min ew dît. Wî jî cara ewil ez dîtim.
Rûdaw: Hestên we çawa bûn? Hestên te, yên wî?
Omer Ocalan: Bi rastî hevdîtineke profesyonel bû. Berî Rêzdar Ocalan ez derbasî cihê hevdîtinê bûm. Midûrê wê derê jî bi min re bû. Li ser lingan li hêviya Rêzdar Ocalan mam. Paşê ew hat, ket hundir. Merheba da min, got tu jî ketî siyasetê, ez te dişopînim. Bi wî şiklî li ser kursiyê rûnişt. Maseyeke gilover hebû. Ava xwe anîbû, saeta wî li ber wî bû. Got em dest pê bikin.
Rûdaw: Hevdîtineke malbatî bû yan siyasî bû?
Omer Ocalan: Di nava malbatê de jî em zêde tiştên malbatî naaxivin. Helbet pirsa malbatê kir, birayê xwe, xwişka xwe, hinek hevalên xwe pirsîn. Behsa gund kir, behsa Xelfetiyê kir, behsa Rihayê jî kir. Derdora 10 deqîqeyan mijarên malbatî pirsîn. Taliyê bêhtir tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin, tiştên li Kurdistanê diqewimin, tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bi berfirehî analîz kirin.
Rûdaw: Ocalan di aliyê fizîkî de çawa xuya dikir? Li ser xwe bû yan ketibû? Çimkî demeke dirêj e me tu wêneyên wî nedîtine.
Omer Ocalan: Herî dawî wêneyekî wî berî 10 salan bi raya giştî re, bi gel re hatibû parvekirin.
Rûdaw: Eger tu wêneyekî wî wisa bînî ber çavê me.
Omer Ocalan: Pir nêzîkî wî wêneyî ye. Xurt bû, li ser xwe bû. Bi meş hat. Demdirêj peyivî. Carinan ez diketim navberê, min hinek tişt dipirsîn, hin tişt digot lê bêhtir Rêzdar Ocalan dipeyivî. Di aliyê fizîkî de jî di aliyê hişmendiyê de jî xurt bû. Agahiya wî, haya wî ji Rojhilata Navîn hebû, tiştên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin, tiştên li Kurdistanê diqewimin hebû. Hakîmiyeta wî li ser hemû pêşhatan hebû.
Rûdaw: Te derbarê vê hevdîtinê tiştek parve nekir.
Omer Ocalan: Min gelek tişt parve kirin.
Rûdaw: Te gelekî kêm tişt parve kirin. Tiştê ku we parve kir, tu dibêjî Ocalan gotiye, heger tecrîdê rakin û şert û merc bêne amadekirin, ez xwediyê wê hêz û teoriyê me ku şer û pevçûnan ji holê rakim û li şûna tundiyê zemîneke siyasî û hiqûqî ava bikim. Ne wisa?
Omer Ocalan: Rast e.
Rûdaw: Ez dibêjim qey di saetek û 40 deqîqeyan de hûn tenê li ser vê hevokê neaxivîn.
Omer Ocalan: Li derdora wê mijarê me gelek tişt nîqaş kirin. Helbet ne ew gotin tenê bû.
Rûdaw: Mesela hin tiştên ku xelk meraq dike û hûn axivîn, çi bû?
Omer Ocalan: Ez dikarim parve bikim. Bi rastî li ser hin tiştan spekulasyon hatin kirin. Hevseroka me jî behsa Xezeyê kirin. Çapemeniya Tirkiyeyê ev gotin serobino kir lê Rêzdar Ocalan ev tişt gotibû; pirsgirêka Kurdan çareser bibe, meseleya Rojhilata Navîn çareser bibe, pêşiya Rojhilata Navîn ronî dibe. Lê heger meseleya Kurd û Kurdistanê çareser nebe û ya Rojhilata Navîn çareser nebe, niha Xezeyek heye dê bibe 50 Xeze. Ji Bexdayê bigir heta Şamê ji Şamê bigir heta Mûsilê, ji Mûsilê bigir heta Hewlêrê. Tirkiye jî li Rojhilata Navîn e. Kurdistan jî li Rojhilata Navîn e. Niha Xezeyek heye, dema çareseriyeke civakî çênebe Xezeyek dê bibe 50 Xeze.
Rûdaw: Tirkiye jî tê de?
Omer Ocalan: Helbet, helbet.
Rûdaw: Ocalan di hevdîtinike xwe de dibêje bi qasî azadiyê ewlehî jî girîng e. Belkî di hevdîtina xwe de we behsa vê yekê kir. Gelo ew şîfreyek e. Hûn li ser vê yekê axivîn?
Omer Ocalan: Vê dawiyê ev li ser çapemeniyê hat axaftin. Bi me re ev mesele nehat axaftin. Rêzdar Ocalan ji bo çareseriyê ev tişt gotibû; dema ez hatibûm girtin min gotibû ji bo çareseriyê ji xizmetê re amade me. Di balafirê de jî min gotibû, sala 2000î jî min gotibû lê hinekan ev yek berovajî kir, wan got Ocalan ji bo xwe xilas bike van gotinan dibêje lê niha sala 2024an e, niha dîsa ev mesele heye. Ev mesele divê sala 2000î bihata çareserkirin lê mixabin hîn jî nehatiye çareserkirin. Ji bo Rojhilata Navîn jî tiştên balkêş gotin. Got dema Tirkiye xwe ji bo çareseriyê hazir neke, di paşerojê de Sûriye, Îraq, Îran û gelek plansaziyên hêzên navneteweyî jî heye. Li van deran îhtimal heye dewlet jî bê îlankirin.
Rûdaw: Yanî Kurd dê dewletê îlan bikin?
Omer Ocalan: Yanî ev tişt hat gotin. Meseleya Kurdan negot lê tê fêmkirin ji xwe Rêzdar Maşallah. Hewce nake ez her tiştî yek bi yek vekim. Ev jî dibe ku bibe destpêka şerekî mezin. Ji ber vê yekê bingeha çareseriyê hat nîqaşkirin. 23yê Çiriya Pêşîn em axivîn, di ser vê hevdîtinê re 3 meh derbas bûn lê gelekî bi moral bû, bi enerjî bû, xurt bû, motivasyona wî gelekî zêde bû.
Rûdaw: Tu berî her kesî çûyî Îmraliyê lê piştre Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder çûn. Çima navê te di wê şandeyê de nîne?
Omer Ocalan: Em wekî malbat diçin bi Rêzdar Ocalan re hevdîtinê dikin. Birêz Sirri Sureyya Onder jî û Birêz Pervîn Buldan jî xwediyê tecrubeyeke mezin in. Salên 2013an û 2015an jî wan di wê şandeyê de cih girtibû. Bi vî şiklî hatiye pejirandin. Tiştê dikeve ser milê me, divê em sekna vê şandeyê xurt bikin, divê em milê Rêzdar Ocalan ji bo çareseriyê xurt bikin. Hewcedarî heye divê dewlet jî di vê xalê de zimanê ku bi kar tîne hinekî revîze bike, sererast bike. Ji ber ku bawerî bi vî şiklî çênabe. Aliyê din em malbat in, bi şiklekî em di nava vî karî de ne.
Rûdaw: Heta niha tenê Selahattîn Demîrtaş navek li vê pêvajoyê kiriye. Heta niha wekî din kesî navek li vê pêvajoyê nekiriye. Ne hikûmet, ne dewlet û ne jî DEM Partiyê. Heger tu wekî Omer Ocalan navekî li vê pêvajoyê bikî, tu yê çi navî hilbijêrî?
Omer Ocalan: Birêz ez navekî li vê pêvajoyê nakim. Ev der Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn jî cihê Kurdistanê cuda ye. Sibe siyaset dê çawa were meşandin em nizanin lê divê di destê Kurdan de gelek alternatîf jî hebin. Niha ez li nava civakê jî digerim. Li Rihayê, li Amedê, li Stenbolê, li gelek bajaran gelek dan û standinên min hene. Li vê derê di meseleya baweriyê de pirsgirêk heye. Ji ber ku gelek caran şikestin çêbûye. Ji ber vê yekê em nikarin navekî lê bikin. Helbet Kurd bi kelecan in. Dixwazin ev mesele bi şiklekî aştiyane bigihêje çareseriyê lê hîn tiştek li ber çavan nîne. Zelaliyek nîne. Zimanê dewletê, zimanê ku serokkomarê vê dewletê bi kar tîne, yê hikûmet û desthilatdar bi kar tînin ne zimanekî erênî ye. Ji ber ku niha her kes di aliyê xwe de dinirxîne, analîz dike, tedbîran distîne, ne pêvajo ye. Dewlet jî rêxistin jî DEM Partî jî Kurd jî. Ji bo ku em bibêjin pêvajo, hîn gelek dem pêwîst e.
Rûdaw: Dewlet dixwaze Ocalan banga çekdanînê bike. Ocalan ji sala 1993yan ve çend caran agirbest ragihand. Vê carê di hevdîtina we de, qala vê yekê kir ku dema şerê çekdarî nemaye, ew dem qediyaye?
Omer Ocalan: 23yê Çiriya Pêşîn, derdora saetek û 40 deqîqeyan em axivîn. Ev hevdîtin dibe ku hatibe tomarkirin jî. Rêzdar Ocalan behsa çekan nekir. Behsa tevgera xwe nekir. Tenê got ez tiştekî nabêjim. Got ez vê gavê çi bêjim dê şaş were fêmkirin.
Rûdaw: Heger Ocalan bangewaziyekê bike, tu bawer dikî ku PKK yan jî Qendîl guh bide bangewaziya Ocalan?
Omer Ocalan: Ev pirseke gelekî girîng e. Dibe ku bersiva wê bi min re tunebe lê tiştê ku ez dişopînim, li ser çapemeniyê tiştê ku ez dişopînim gelek peywirdarên KCKyê, gelek birêvebirên PKKyê heta niha piştgirî dane vê pêvajoyê û hevdîtina bi Rêzdar Ocalan re. Heta niha tiştekî neyînî min nebîhistiye ku gotibin. Lê ev tişt jî heye, dema hûn dixwazin ji tiştekî encamê bigirin lazim e hûn bingeha wê hazir bikin. Çareseriyeke cidî û dildarî hebe dê her tişt çareser bibe. Însanên 40-50 sal berê rahiştine çek û dest bi şerê çekdarî kirine, di encama tiştekî de dest bi vê kirine. Heta niha bi dehan hezar mirovan canê xwe ji dest daye. Şervanên Kurdan, polîsên dewleta Tirkiyeyê yan jî leşkerên wan, însanên sivîl di navberê de canê xwe ji dest daye. Hewcedarî heye bingeh were hazirkirin. Bi cîdiyeteke mezin, bi bawerî divê her kes tûrikê xwe vala bike. Ji bo ku careke din ev bûyer çênebin ev yek pêwîst e. Dema ev tişt çareser nebe îhtimal heye îro PKK ye, KCK ye, îhtimal heye sibe tiştekî din derkeve holê. Ji ber vê yekê çareseriyeke rasteqîn pêwîst e.
Rûdaw: Çekdanîn an jî bêdengkirina çekan, her du îhtimal jî hene. Ev yek dê destê DEM Partiyê, siyaseta wê bihêz bike yan lawaz bike?
Omer Ocalan: Di aliyê çekan de tiştekî ku ez bibêjim nîne. Em partiyeke siyasî ne. Em bi Destûra Tirkiyeyê ve girêdayî ne lê di heman demê de ez dizanim ev der Rojhilata Navîn e, ev der Kurdistan e. Vî tiştî jî ez dizanim. Di aliyê çekan de tiştekî nabêjim. Lazim e têkiliya Kurdan a navneteweyî hebe, dîplomasiya wan hebe, di aliyê aboriyê de, bi her awayî divê xwe xurt bikin. Ev der Rojhilata Navîn e, ev der Kurdistan e. Li derveyî wê, di aliyê çekan de tiştekî ez bibêjim nîne, ez însanekî siyasetmedar im.
Rûdaw: Di wê hevdîtinê de we qet qala Rojavayê Kurdistanê kir an na? Ji ber ku niha Rojava bi taybetî Kobanî di rojeva hemû cîhanê de ye.
Omer Ocalan: Helbet me behsa Rojavayê kir. Niha Rojava di rojeva hemû Kurdan de ye. Di rojeva hemû partiyên Kurdan de ye. Min ev pirs kir, min got, serokê min niha her kes li Rojavayê ye, her kes bi her kesî re dipeyive. Wî jî got ez ji Kurdan re nabêjim bi kesî re nepeyivin. Got mafê Kurdan, heqê Kurdan jî heye bi her kesî re bidin û bistînin. Ew jî ne Kurdên sed sal berê ne. Bi şiklekî hatine xemilandin. Hêz û qeweta wan jî heye. Ew jî dê li ber xwe bidin. Lê beriya wê ji bo çareseriyekî em dê tiştan bikin. Ji bo Rojavayê ev tişt hatin gotin. Li gorî analîza min Rêzdar Ocalan dibêje deriyê dîplomasiyê ji Kurdan re vekiriye.
Rûdaw: Tu projeyeke Ocalan ji bo qonaxa nû, ji bo çareseriyê heye?
Omer Ocalan: Li vî welatî ê xwedî paradîgma, xwedî modeleke mezin Rêzdar Ocalan e. Vî tiştî vekirî dibêje, tiştekî veşartî nîne.
Rûdaw: Bi te re parve kir?
Omer Ocalan: Kurd dê çawa bi Ereban re bijîn, dê çawa bi Farisan re, çawa bi Tirkiyeyê re bijîn? Formûlasyona wê hat nîqaşkirin. Got, Tirkiye dema vê meseleyê çareser bike li vî welatî model e. Ev mesele çareser nebe dewleta Tirkiyeyê dê vekişe Anatolyayê û ew dê li Anatolyayê dojeha xwe bijî. Ev tişt gotin. Yanî tiştê ez dibêjim, ev tişt hatine tomarkirin. Ne zêde ne kêm. Dema ev mesele çareser bibe deriyê jiyanê ji her kesî re vedibe, dema ev mesele çareser nebe got, dê Tirkiye vekişe Anatolyayê û dojeha xwe bijî. Ev tişt hate gotin.
Rûdaw: Tu di pêvajoyeke wiha de rola Herêma Federal a Kurdistanê çawa dibînî?
Omer Ocalan: Ji bo Rojavayê yan ji bo giştî?
Rûdaw: Ji xwe niha fokûs bi giranî li ser Rojavayê ye.
Omer Ocalan: Kurd ne Kurdên sed sal berê ne. Em Başûrê Kurdistanê bi hesasiyet dişopînin. Hevdîtina Birêz Mesûd Barzanî û Birêz General Mezlûm, em hemû bi kelecan kirin. Em qîmetê didin vê hevdîtinê. Şandeya ENKSyê dema bi Rêzdar Mesûd Barzanî re hevdîtin kir û wî şîret li wan kirin, tişt ji wan re gotin, em qîmetê didin van tiştan. Hewcedarî heye li ser partiyan mekanîzmayek hebe. Helbet PDK heye, YNK heye, DEM Partî heye, ê ku şerê çekdarî dimeşîne PKK heye. Partiyên biçûk hene. Hewcedarî heye li ser van partiyan sîstemek, mekanîzmayek hebe. Niha sekna Başûrê Kurdistanê ya derbarê Rojavayê de ku daxuyaniyan dide, em piştgirî bidinê. Lazim e ev têkiliya Rojava û Başûrê Kurdistanê berdewam bike. Van polîtîkayên bişaftin û asîmîlasyon û pelçiqandinê îflas kir. Lazim e Komara Tirkiyeyê jî vê paradîmaya xwe biguherîne.
Rûdaw: Pirsa dawî. Wekî DEM Partiyê hûn difikirin biçin bi birêvebirên Herêma Kurdistanê re hevdîtinê bikin?
Omer Ocalan: Ez ne di Komîteya Giştî ya DEM Partiyê de me lê ez hewce dibînim. Niha ji bo Başûrê Kurdistanê jî hinek hevdîtin û serdan divê werin kirin. Serdana saziyan girîng e lê roleke mezin li ser Serok Mesûd Barzanî heye. Lazim e ew jî rola xwe bilîze. Di vê sedsalê de em dikarin bi vî şiklî bi ser bikevin. Ne tenê bi nêzikatiya hizbî û partiyan tevbigerin. Divê ji bo berjewendiya hemû Kurdistanê, Kurd xwedî rol bin. Serok Ocalan di hevdîtina xwe de ev tişt jî got, li Rojhilata Navîn yên xwedî enerjî û potansiyel Kurd in. Yên din ev sed sal in enerjiya xwe, moral û motîvsyona xwe wenda kirin. Ên ku li Rojhalata Navîn karibin sîstemeke nû ava bikin Kurd in û dikarin bi xwe re gelên din, neteweyên din jî rakin. Ev potansiyela Kurdan heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse