Serokê Giştî yê PAKê: Çar pengav dikarin deriyê destkeftinê li Kurdan vekin

29-12-2020
Nîşan PAK Mustafa Ozçelik Pirsa Kurd
A+ A-

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustefa Ozçelik ragihand ku tabloya heyî bo Kurdan tabloyeka nerênî ye ku ji aliyê Tirkiyê ve, bi plan û senaryoyekê diyarkirî hatiye afirandin.

Mustafa Ozçelik anî ziman ku şerê xendekan li Bakûrê Kurdistanê têkoşîna Kurdan bi kêmanî 20 sal paşde bir û got: “Piştî ku bi siyaseta xendekan kurd hatin çewisandin, ew kudetaya neserketî ya sala 2016an jî ji aliyê Erdogan ve wek fersendekê hate bikaranîn û weke her carî, berê serika tûj a rimê dîsa li kurdan hate dan.”

Ozçelik dibêje desthilatdarî hêj hewl dide vê pirsa Kurdan weke pirsa “teror”ê, wekî  pirsa ewlehiyê bide nîşandan û partiyên opozîsyona Tirkiyê  jî naxwazên rastiya pirsa Kurd û Kurdistanê bibînin û her siyaseta 97 salî ya dewleta Tirkiyeyê dixwazin bi  gotinên nermtir berdewam bikin.

Serokê Giştî yê PAKê diyar kir ku ku pirsa Kurd jî, pirsa Kurdsitanê jî hêj  bi awayekî germ li benda çareserkirinê ne û got: “Îro ev çar pengavên bingehîn dikarin deriyê destkeftiyên dîrokî li kurdan vekin.”

Gelo hûn tabloya giştî ya heyî ya li Tirkiyê ji hêla kurdan ve çawa dinirxînin? Ev telêza(berbiçûn, rewş) han çi nîşanî me dide?

Ev tabloya heyî bo Kurdan tabloyeka nerênî ye ku ji hêla Dewleta Tirkiyê ve, bi plan û senaryoyekê diyarkirî hatiye afirandin.

Dewleta Tirkiyê, da ku sazî û destkeftiyên demokratîk, sivîl û siyasî yên Kurdan ji holê rake û têkoşîna wan bi paş bixe û herwiha da ku rê li ber potansiyela serbixwebûnê ya Başurê Kurdistanê û destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bigire û li aliyekî jî bandora vê yeke li Bakurê Kurdistanê mînîmalîze bike; li Bakur, kurdan ber bi şerî ve dikişkişîne. Bi vê mebestê di Tîrmeha 2015an de, dest bi şerî kir. PKKê jî bi siyaseta xendek û barîqatan a li nîvê bajaran dabû destpêkirin û navê “avakirina rêvebiriya xweser” lê kiribû, rê li siyaseta wêranker a Dewleta Tirkiyê xweş kir.

Şerê xendekan li Bakûrê Kurdistanê têkoşîna Kurdan bi kêmanî 20 sal paşde bir.

Piştî ku bi siyaseta xendekan kurd hatin çewisandin, ew kudetaya neserketî ya sala 2016an jî ji aliyê Erdogan ve wek fersendekê hate bikaranîn û weke her carî, berê serika tûj a rimê dîsa li kurdan hate dan. Rewşa Awarte hate ragihandin û piştî wê bi referandûmekê Sîstema Serokatiyê hate qebûl ku xwe disiparte rêvebiriya kesayetekî. Nexasim piştî 2015an li ku derê  cîhanê be bila be, ji bo ku rê li destkeftiyên gengaz ên kurdan were girtin û destkeftiyên heyî bi paşde bixe, Dewleta Tirkiyeyê siyaseteka nû ya dijî kurdan destpê kir. Îro jî ev siyaset berdewam e û her gotarek, fikrek an çalakiyeka siyasî yên di heqê  kurdan de, bi “teror”ê têne tawanbarkirin û bêtehamuliyeke mezin heye.

AKP û Erdoganî, di pêvajoya navbera salên 2002-2010an da, bi çerçoweya hevdîtinên yekîtiyê yên digel Yekîtiya Ewropayê, di warên wekî zimanê kurdî û weşangeriya kurdî de, li ser mijara maf û azadiyên demokratîk, pengavên erênî avêtibûn. Lêbelê piştî 2015an AKP û Erdogan ligel piştgiriya MHPê, konsepteka nû xiste meriyetê ku dijayetiya kurdan û şer esas digirt û maf û azadî giş tune dihesibandin û ev konsepta han, li derve jî bi hemleya êrîşkar û dagirker re bû yek.

Îro siyaseta înkar, bişaftin û îmhayê ya 97 salî ya Dewleta Tirkiyeyê bi şêwazeke nû tê berdewamkirin. Siyaseta bêçareseriyê hîn hûr û kûrtir tê meşandin.

Lêbelê hêza Dewleta Tirkiyeyê tune ku vê herifîna aborî ya ku hewl dide veşêre û tenêmayîna xwe ya li qadên herêmî û navdewletî bi vê rêvebiriya şerûd, totalîter, çewsîner bo demekê dirêj bidomîne û talox bike. Ji  ku ev naboza han rê li ber veguherînên kûr veneke, pilan û hewl hene ku îqtîdar dîsa di nava sîstema heyî de bi xweşî û nermî were guhertin.

Li Tirkiyeyê desthilatdarî dibêje ku me pirsa kurd çareser kiriye, opozîsyon jî dibêje pêdivî bi pêvajoyeka nû ya çareseriyê heye. Şîroveya we çî ye di vî warî de? Gelo xitimînek heye, ku hebe dê çawa were çareserkirin?

Di navbeyna salên 2002-2010an de, Erdogan, hebûna “pirsa kurd” li alîkî, di dema ku Serokwezîr bû, di axaftineka xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de gotibû “Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anatolyaya Tirkiyeyê Kurdistan bixwe ye”. Li ser Qirkirina li Dêrsimê hatî kirin jî, gotibû: “Heke li ser navê dewletê lêborînek bê were xwestin, heke lîteratureke wisa hebe, ezê lêborînê bixwazimû ez  lêborînê dixwazim.”

Niha jî Erdogan weka ku gotinên xwe ji bîr kiribe dibêje “Pirsa kurd tune ye.”

Hûn maf û azadiyên kurdan deynin aliyekî; navê kurdan, zimanê kurdan jî weke yasayî hîna nayê qebûlkirin. Di vê atmosfera ku di Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê  da “Her kesên ku wekî hemwelatiyekî bi Komara Tirkiyeyê va girêdayî ye, ew tirk in” têne pênasekirin û zimanê Kurdî û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî naye qebûlkirin.  Erdogan angaşt dike ku pirsa kurd çareser kiriye. Erdogan bi TRT KURDÎ, bi dersên bijarte yên kurdî û bi beşên kurdî yên li zanîngehan wisa difikire ku “hemû mafên kurdan jixwe hatin dayîn” û jêtirê qey hemû kesên li ser navê kurdan mafan dixwazin tune kiriye, çewisandiye û ji wîtirê qey li ser vê esasê pirsa kurd çareser kiriye.

Lê belê, pirsa Kurdistanê, pirsa diyarkirina mafê çarenûsiya miletê Kurd e, pirsa  birêvebirina bi statuyeka siyasî ya li welatê xwe ya miletê kurd e. Herweha li bajarên Tirkiyeyê jî, pirsa kurd  tê wateya naskirina xweseriya çandî, mafê ziman û maf û azadiyên neteweyî yên Kurdan e. Pirsa Kurd jî, pirsa Kurdsitanê jî hîna jî  bi awayekî germ li benda çareserkirinê ne.

Ev e 97 sal in, rêvebirên Dewleta Tirkiyeyê yên beriya Erdogan jî çendî caran gotibûn “pirsa kurd tune”, “Me ev pirs binax kiriyê ku hetahetayê hew were behskirinê”

Desthilatdarî hêj hewl dide vê pirsê weke pirsa “teror”ê, wekî  pirsa ewlehiyê bide nîşandan.

Partiyên opozîsyonê yên wekî CHP, Partiya Devayê, Partiya Gelecekê jî naxwazên rastiya pirsa Kurd û Kurdistanê bibînin û her siyaseta 97 salî ya dewleta Tirkiyeyê dixwazin bi  gotinên nermtir berdewam bikin.

Ev partiyên hanê, tu dibê qey ji fezayê hatine, tu dibê qey heta îro bi pirsa kurd re nebûne muxeteb, dibêjin “pirsa kurd heye” “pêvajoyeke nû bo çareseriyê divêt.”

ÎYÎ Partî jixwe vana jî nabêje. Weke usûl be jî, ne xwediyê gotarareka ji yên AKP û MHPyê cihê ye.

Davutoglu û Babacan ku Serokwezîrî û Wezîriya AKPyê kirine û şirîkên hemû kiryar û siyastên  îqtîdara AKPê ne, bi hin gotarên efsûnî dibêjin em ê “meseleya kurd” çareser bikin.

CHPya ku avakarê projeya ‘yek dewlet, yek milet, yek welat,  yek al’ a ku felsefeya damezrînêr a Dewleta Tirkiyeyê ye û hemû kiryarên di maweya îqtîrara xwe ya navbeyna salên 1923-1946an de îro jî diparêze, ne xwediya programeke şênber e ku pirsa kurd pênase bike û çareser bike.

Gotarên Partiya Deva û Partiya Gelecekê yên li ser maf û azadiyên kurdan bilêv dikin, ne zêdetirî gotarên ku AKPê di 2002an de digotin e. Baş e, AKP ya 2002an ji bilî hin pengavên ji bo zimanê  kurdî û weşana Kurdî, di warê yasayî û destûrî da, bo vê pirsê çareser bike çi kiriye gelo?

Pir zelal e ku, CHP, Partiya Devayê û Partiya Gelecekê, ji xeynî “hemwelatîtiya Destûrî” ya ku AKP jî di programa xwe de bilêv dike û di Destûra Dewleta Tirkiyeyê de jî tê bilêvkirin; tu bernameyeka çareseriyê pêşkeşî civakê nekirine û di rastiyê de “Hemwelatîtiya Destûrî” ya ku weke miletekê hebûna Kurdan jî di xwe da nahewîne, di eslê xwe de tu caran li Tirkiyeyê nehatiye çespandin jî.

Li gel ku rastiya van partiyan bi vî rengî li ber çavan e jî, CHP, Partiya Devayê û Partiya Gelecekê, behsa pêvajoyeka aştiyê û behsa çareseriya “pirsa kurd” dikin.

Ji van hersê partiyan hêviya me çi nîne ku mafê statuyeke siyasî ya neteweyî ya li ser  erdnîgariya Kurdistanê biparêzin  û herweha maf û azadiyê kolektîf, neteweyî, demokratîk ên kurdan pêk bînin.

Lêbelê, digel vê jî em ji CHP, Partiya Devayê û ya Gelecekê dipirsin: Kerem bikin, hûn ê çawa pirsa kurd çareser bikin bo me rave bikin.

Belê, gelo hûn weke CHP, Partiya Devayê û Partiya Gelecekê, dê dawî li şerê li Bakurê Kurdistanê û siyaseta êrîşkar a dijî kurdan a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin bînin? Gelo hûn ê hebûna kurdan, mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkiyeyê bicîh bikin? Hûn dê zimanê Kurdî wekî zimanê  fermî qebûl bikin? Hûnê hemû qedexeyên li ser navê Kurdistanê  ji holê rakin? Şerhên ku Tirkiyeyê li ser Şertên Xweseriyê yên Rêvebiriya Herêmî ya Ewropayê û Peymannameya Mafên Zarokan danîne hûn dê rakin ? Hûnê azadiya fikrî û azadiya xebata siyasî û birêxistinî bi her awayî bicîh bînin? Hûnê van guhertinan hemûyan di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkiyeyê û di hemû yasayên heyî de bicîh bînin?

Belê, xitimînek heye. Pêdivî bi pêvajoyeke siyasî bo çareseriyê heye. Lê bi ya me, avakarê pêvajoyeka çareseriyê ya bi vî rengî, dîsa Kurd bixwe ne. Ango em dibêjin pêvajoyeka nû ya çareseriyê divê kurd bidin destpêkirin. Pengava vê ya pêşîn jî ev e ku, bi milyonan kurd, li dor daxwazên bingehîn ên neteweyî û demokratîk werine cem hev û di serî da, divê zorê bidin  PKKyê da ku şerî rawestîne. Şer nebe û  kurd wekî aliyekî cuda tevbigerin, wê demê dikarin Kurd bi xwe  diyalogeka nû û pêvajoyeka çareseriyê bidin destpêkirin. Wê gavê jî dê hem destê wan xurttir bibe, hem jî bingeha destpêkirina pêvajoyeke rasteqîntir a çareseriyê jî dê qewîtir bibe.

PAKê di Cotmeha 2020an de, Duyemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Li ser serdema pêşiya me, bernameya nû ya xebatê û dokumantên siyasî hatin diyarkirin. Hate gotin ku di Encamnameya Kongreyê de biryarên girîng hatin wergirtin. Bi awayekî berbiçav, di van mijaran da çi gav hatin avêtin? Weke PAKê, perspektîfa we bo vê serdemê çi ye?

Ligel doza girtinê ya ku Dadgeha Qanûna Bngehîn a Tirkiyeyê di heqê PAKê de vekiriye jî, pêkanîna Duyemîn Kongreya Asayî ya PAKê ya ku li Enqereyê, di bin çavdêriya Lijneya Hilbijartinê ya Çankayayê encam da, nîşaneya erêkirineke berbiçav e ku PAK, partiyeka hem rewa, hem jî yasayî ye. Ev yek, destkeftiyeka dîrokî ye bo hemû kurdan e. Di Duyemîn Kongreya Asayî ya PAKê de, biryareke me ya sereke ew e ku, potansiyela herî berfireh a Kurd û Kurdistanê, li ser Bernameya Daxwazên Lezgîn ku ji daxwazên miletê Kurd yên ku îro dikarin pêk bên pêkhatî  bêne cem hev, platformeke hevkariyê ava bikin e. Di rojên pêşiya me da, em dê Bernameya Daxwazên Lezgîn a ku daxwazên dema nêz û yên navincî dihewîne, bi gelê xwe ra parve bikin. Bernameya Daxwazên Lezgîn a gelê kurd, hem dê rê veke ku Kurd wek aliyêkî tevbigerin û ji aliyê DewletaTirkiyeyê ve wek aliyekî bêne qebûl kirin. Herweha dê, derî li hevkarî û têkoşîna hevpar a li gel berfirehtirîn derûdorên azadîxwaz, demokrat û edaletxwaz yên li Tirkiyeyê û ya miletê Kurd re jî vedike.

PAK di vê baweriyê de ye ku pêkanîna hêzeka neteweyî, girseyî, demokrat, azadîxwaz û bihêz li Bakurê Kurdistanê bivênevê ye û xwe weke aktorê esasî ya vê pêdiviyê dibîne.

Îro li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê, sekna potansiyela Kurdan a wek aliyekî û herwiha pêkanîna armancên dema nêzîk û ya navincî a bi doza azadiya Kurdistanê va girêdayî, dê roleke girîng û rêxweşker bo çareserkirina vê pirsê bilîze.

Ji ber çalakî û kiryarên PKKyê yên vê pêvajoya dawîn; di nava wan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, hin rageşî encam dan. We jî li ser vê mijarê bangek li hemû aliyên Kurdistanî kir. Gelo naverok û armanca vê bangê çi ye?

Armanca banga me ya ku me li her sê Serokên Herêma Kurdistanê, Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê û li Birêz Serok Mesûd Barzanî kir, di esasa xwe de ji bo  hemû kurdên cîhanê destkeftiyên Herêma Kurdistanê biparêzin û xwedîlêderkevin bû. Armanca me ne ewe ku em pirsgirêkên nû ji Rêvebiriya Federe ya Herêma Kurdistanê re derxin an pirsgirêkên nû li ser pirsgirêkên heyî zêde bikin. Berovajî, armanca me, sivikkirina barê wan e. Ligel ku em dizanin gelek pirsgirêkên navxweyî hene jî, em vê bangê dikin. Em vê bangê bi vê armancê dikin ku Herêma Federe ya Kurdistanê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serok û Hikûmet û Hêza Pêşmerge ya ku hêza berevanî ya neteweyî ku ji aliyê hemû dewletên cîhanê ve hatine naskirin û di Destûra Iraqê de jî hatîne qebûlkirin, di serî de divê hemû kurdên cîhanê qebûl bikin û rêzê lê bigirin û xwedî lê derkevin. Banga me ev bang e ku ji hemû cure êrîş û çalakiyên provakator re ku dê bêîstîqrariyê bi xwe re bînin, ji şerê navxweyî re, ji gengeşeyên têkder re dibêje na. Ev banga me, ji hemû cure êrîşên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, kişkişandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi şer û pevçûnên provakatîf ra dibêje na.

Wek kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê û li welatên curbecur ên li cîhanê, em bang bikin ku bi helwesteka hevpar, em li cem Rêvebiriya Federe ya Başûrê Kurdistanê ne, em bangî hemû dewletên li herêmê û li cîhanê û herwiha hêzên çekdar û ne çekdar bikin ku rêzê li hebûn û rêvebiriya rewa ya Serokatî, Parlamento û Hikûmeta Federe ya Herêma Kurdistanê bigirin. Em bêjin Kerkûk û Şingal û hemû navçeyên mijara madeya 140î axa Kurdistanê ne û divê vegerin ser Rêveberiya Herêma Kurdistanê.  Em cardin bangî PKKyê bikin ku dawî li êrîşên li ser hêzên pêşmergeyê bînin. Şingal û Kerkûkê jî tê de, li hemû xaka Başûrê Kurdistanê, rêzê li hebûn, serwerî û biryarên Rêvebiriya Federe ya Herêma  Kurdistanê bigirin û qebûl bikin.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê  Rêzdar Rewaz Fayeq û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî, helbet ew dê bixwe diyar bikin ku bo vê civîna me ya naveroka wê me bilêv kir dê gazî kê bikin û civînê kengî û çawa organîze bikin. Helwesta herî rast ev e ku; li ser beşdarvanên civînê û li er organîze kirina civinê em giş rêzê li biryarên van rêzdaran bigirin.

Heta niha, kî û çawa bersiva vê banga we da? Gelo civîneka neteweyî ku weke we bang kirî dê were pêkanîn?

Me banga xwe, bi nameyeke fermî pêşkeşî Birêz Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêzdar Rewas Fayeq û  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî kir. Di rayagiştî ya Kurdistanê de, bo vê banga me, piştgiriyeke germ û mezin encam da. Ev yek jî tê wateya ku me bi daxwazeka  ku di dilê xelkê Kurdistanê aniye zimên. Helbet, înîsiyatîfa organîzekirina civîneka bi vî rengî, aidî van saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê  ye.

Weke pirsa dawîn, hûn konjonktura giştî bo kurdan çawa dinirxînin? Rewşa li herêmê û rewşa kurdan li perçeyên din, hûn çawa şîrove dikin? Kurd çi bikin wê qezenc bikin?

Li Başurê Kurdistanê,  ji aliyê Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî ve jinûve dagirkirina Kerkûkê û navçeyên ku mijara  madeya 140î ne, êrîşeka stratejîk a li dijî kurdan bû ku hêzên navdewletî çavên xwe lê girtin, dewletên herêmê organîze kirin û beşek ji kurdan jî rê jê ra vekirin. Lêbelê, piştî di 16ê Cotmeha 2017an de Kerkûk û navçeyên din hatin dagirkirin, bo dewletên navneteweyî ji xeynî naskirina statu û mafên kurdan ên di Destûra Iraqê de pênasekirîne, rêyeka din nema ye. Ev rastiya han, nîşaneyeke girîng e li ser sedemên êrîş û têkdan û hewlên  bêîstîqrarina Herema Kurdistanê yên  di van demên dawîn de rû dane.

Êdî Naskirina mafên federe yên li Başurê Kurdistanê û cîbicîkirina Madeya 140î bi tu behaneyên dê nikaribe bêne taloqkirin, destê Kurdan di vî warî de îro xurtir e.

Heke siyaseta Amerîkayê ya bo lawazkirina Îranê û bo dorpêçandina wê were berdewamkirin, di serî de Rojhilatê Kurdistanê, li Başurê Kurdistanê jî dikare bibe bingehek bo xurtkirina destê gelê me bo fersendên girîng.

Li Rojavayê Kurdistanê, serkeftina hevdîtinên ji bo tifaqa di navbera PYNK û ENKSyê da ku esasa xwe ji Rêkeftina Duhokê werdigire xebateke gelekî girîng e. Li Rojavayê Kurdistanê pêkanîna rêvebiriyek a hevpar a leşkerî, siyasî, aborî, dîplomatîk, ji bo bidestxistina maf û azadiyên neteweyî, demokratîk yên miletê Kurd; ji bo di destûra nû ya Sûriyê û li Sûriyeya Nû de bo pejirandina hebûn û mafên kollektîf yên kurdan, ji bo bidest xisitna statuyeke siyasî ji bo Kurdan dê roleke dîrokî bilîze. Îstîqrar û xurtbûna  Rêveberiya Federe ya Herêma Kurdistanê, li ser hewla yekrêziya kurdan a li Rojavayê Kurdistanê û li ser pêşveçûna erênî ya destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê de, dê roleke girîng bilîze.

Li Bakûrê Kurdistanê, dawîlêanîna çalakiyên çekdarî yên PKKyê û rawestandina şerî, dê bingeheke bihêz ji bo xurtkirina rêya çareseriyê û têkoşîna siyasî û demokratîk ava bike. Ev yek di heman demê de, li Başûr û Rojavayên Kurdistanê jî dê destê gelê me pir xurtir bike.

Belkî di dîroka Kurdistanê de cara yekeme ku, qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi vî qasî bi hevre hatina girêdan û bi vî qasî tesîrê li ser hevdu dikin.Ji vê bonê, her geşedanên erênî an nerênî yên li yek ji parçeyan, kêm an zêde, bandoreke mezin li perçeyên din jî dikin.

Heke kurd, xwedî li destkeftiyên li her çar perçeyan derkevin, ji bo pêşketina wan destkeftiyan hesasiyetan nîşan bidin û bi yekrêziya xwe bikaribe weke aliyekî tevbigerin, dê pir û pir qezenc bikin.

Îro ev çar pengavên bingehîn dikarin deriyê destkeftiyên dîrokî li kurdan vekin: Li Bakûrê Kurdistanê, bi dawîlêanîna çalakiyên çekdarî û  weke aliyekî cihê hevkarî û yekgirtina potansiyela berfireh a kurdan li dor daxwazên guncaw û acîl yên demokratîk û neteweyî yênmiletê Kurd; Li Başurê Kurdistanê rêzlêgirtin û parastin û pêşdebirina destkeftiyên federe yên Herêma Kurdistanê û ji bo çespandina Madeya140î zêdekirina hewl û xebatênên dîplomatîk ên di qada navdewletî da; li Rojavayê Kurdistanê rêkeftina PYNK, ENKS û hemû partiyên kurdan ji bo avakirina rêvebiriyeka hevpar a leşkerî, siyasî, ekonomîk, dîplomatîk û îdarî li ser esasa Rêkeftina Dihokê; li Rojhilatê Kurdistanê jî bi  pêkanîna yekrêzî û tifaqa navxwe ya netewî, demokratîk,  amadehiya guhertinên ku dikare li Îranê rûbidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst