Berdevkê NYê bo Rûdawê: Divê hikûmeta nû ya Iraqê bersiva daxwazên xelkê bide

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric ragihand ku divê hikûmeta nû ya Iraqê bersivê daxwazên xelkê bide.

Kabîneya Iraqa, di bin serokatiya Serokwezîrê nû yê welatî Mihemed Şiya Sûdanî de, roja Pêncşemê di civîneke aloz a parlamentoyê de parlamenteran bawerî da hikûmeta nû ya wî welatî.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Peyamnêrê Rûdawê Mecîd Gilî re got, “Beşa dijwar a kar niha dest pê dike. Girîng e hikûmeta nû bersiva daxwazên rewa yên gelê Iraqê bo xizmetguzarî û rêveberiyeke baştir bide. Bê guman em piştevaniya hikûmetê bikin.”

Stephane Dujarric li ser pirsa hêviyên Neteweyên Yekbûyî ji hikûmeta Iraqê çine got: “Hikûmeta Iraqê jî wek hikûmetên din ên cîhanê divê guh bide xelkê û piştrast be ku ew xizmetên bingehîn pêşkêş dikin. Ev berpirsiyariya hemû hikûmetên cîhanê ye, ne tenê Iraqê.”

Dujarric li ser bikaranîna tundûtûjiyê ya li dijî gelê sivîl li Îranê, diyar kir ku desthilata wan nîne ku cezayên li ser rêveberiya Tehranê bisepînin.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Swêdê Kenneth Forslund re wiha ye:

Rûdaw: Zêdetirî salekê di ser hilbijartinan re derbas bûye û niha Iraq xwediyê serokwezîr, serokomar û hikûmeta nû ye. Nêrîna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser vê rewşê çi ye?

Stephane Dujarric: Em pêşwazî li serokwezîrê nû Mihemed Şiya Sûdanî û destbikarbûn û avakirina hikûmeta nû dikin. Bi wisa dizanim piraniya wezîran jixwe hatine diyarkirin û tenê çend post mane ku werin destnîşankirin. Em erênî dibînin ku di hikûmetê de herî kêm du wezîrên jin hene; lê beşa dijwar niha dest pê dike. Girîng e hikûmeta nû bersiva daxwazên rewa yên gelê Iraqê ji bo xizmetguzariyên baştir û rêveberiya baştir bide, lê helbet em dê bi erkê xwe yê piştevaniyê li Iraqê li kêleka hikûmetê bin.

Di vê qonaxa nû de Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî çi ji Iraqê hêvî dikin?

Hikûmeta Iraqê, wek hikûmetên din ên cîhanê, divê guh bide xelkê, piştrast be ku ew xizmetên bingehîn pêşkêş dikin. Ev berpirsiyariya hemû hikûmetên cîhanê ye, ne tenê Iraqê.

Em behsa Îranê bikin; derbarê Îranê de çi geşedanên nû hene? Li gorî çavdêrê we yê taybet ê Neteweyên Yekbûyî, di deme xwepêşandanan de li kolanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve sivîl têne kuştin. Gelo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tiştekî nû li ser vê yekê heye ku bêje?

Em ji tundiyê pir nîgeran in, em dibînin ku heft hefte di ser xwepêşandanan re derbas bûne. Em bi tundî kuştina xwepêşanderan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û bikaranîna hêzeke zêde li dijî xwepêşanderan şermezar dikin, ku piraniya wan bi awayekî aştiyane xwepêşandan dikin. Divê hêzên ewlehiyê li wir mafên mirovan ên azadiya kombûn, civîn û xwepêşandanan misoger bikin. Mijareke din a girîng jî ew e ku divê hikûmet daxwazên rewa yên di warê mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan de bibihîse û ji bo çareserkirina van pirsan  guh bide van gazinan.

Te got hêzeke zêde hatiye bikaranîn; Mebesta te ji "hêza zêde" çi ye?

Ev tê wê wateyê ku dema xelk bi awayekî aştiyane li kolanan xwepêşandanan bikin, dengê xwe bilind bikin û daxwaza tiştekî bikin, çi li Îranê û çi li deverên din ên cîhanê, divê rastî tundiyê neyê. Divê bersiva van bi guleyên rasterast neyê dayîn. Ev bi awayekî eşkere îstîsmara desthilatdariyê ye.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bikaranîna hêzê û kuştina xwepêşanderan ji aliyê hikûmeta Îranê ve şermezar dike?

Min got em van kuştinan û bikaranîna hêzê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve şermezar dikin.

Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî ji bo alîkariya gelê Îranê dikarin çi bikin?

Li gorî min mebest alîkariya Îranê ye. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di dema civîna Civata Giştî ya NYê û piştî wê de bi rayedarên payebilind ên Îranê re di pêwendiyê de ye û girîng e ku peyam ji hemû aliyan re hevaheng e.

Hûn dikarin behsa rola Netewên Yekgirtî ya di vê mijarê de li Îranê bikin?

Li Îranê û herwiha li zêdetirî 160 welatan ofîsên me hene. Di çarçoveya rêkeftina me de, em wek welatên din li ser projeyên girîng ên geşepêdanê ligel rayedarên Îranê berdewam in. Em li Îranê xwedî erkeke siyasî nînin, lê ofîsa Netewên Yekgirtî li wê derê ye ku bi hikûmeta Îranê re li ser mijarên hertim pêşdeçûn û armancên geşepêdana domdar kar bike.

Gelo di demekî de hikûmeta Îranê xelkê xwe dikuje û xwepêşandanên giştî li seranserî welêt hene, Netweyê Yekbûyî hêj di wê baweriyê de ye ku divê Amerîka vegere rêkeftina atomî?

Ez di wê baweriyê de me ku girîng e ku em van her du tiştan tevlihev nekin. Em di wê baweriyê de ne ku rêketiftina etomî ya ligel Îranê wek amûteke girîng e di sînordarkirina şiyanên Îranê di pêşxistina çekên etomî de. Em di wê baweriyê de ne ku ev serkeftineke dîplomatîk a girîng e. Aliyên ku peyman îmze dikin divê baweriya xwe bi peyamê bînin. Di mijara tundûtûjiyê de, em bawer dikin ku kesên ku guleyan berdide xwepêşanderan û kesên ku mirovan dikujin divê ji wan hesab were pirsîn, lê em dibêjin ku em dikarin di her du xalan de bi erênî pêşde biçin.

Duh, dedektivê we yê taybet daxwaza mekanîzma lêkolînê ya navdewletî li ser Îranê kir, lê?

Ez difikirim ku ew li ser dewletên endam e ku ew dixwazin tiştek li ser vê yekê bikin. Lê dewleta Îranê jî weke her hikûmeteke cîhanê, şiyana lêkolînkirina kujeran û hesap ji wan bixwaze heye. Em rastgo bin, me dît ku li gelek welatan hêzên ewlehiyê ketine nav kuştina sivîlan. Me ew li her derê dît, çi li rojava, çi li rojhilat, çi li bakur û çi li başûr. Ya girîng ew e ku kesên eleqedar berpirsyar bin.

Hûnd dibêjî ev bûyer li her derê hene, lê bûyerên li Îranê diqewimîn ne mezintir in?

Ez behsa mezinbûnê nakim; ez behsa hêzên ewlehiyê û polîsên ku xwepêşander kuştine dikim. Me ew li gelek deverên cîhanê dît. Bi rastî ez vê yekê nakim hincet, tenê dibêjim ev rewşek e ku me dîtiye. Derbarê Îranê de, peyama me pir zelal e.