Hedad: Nahêlim li dijî Kurdistanê ti yasayek ji parlamentoyê derkeve

Di nav baxçeyê mala xwe ya li Gencan City ya li Hewlêrê rûniştibû û li gel çend mêvaneke xwe bi tirkmenî diaxivî. Gelek kes wesa dizanin ku Dr. Beşîr Xelîl Hedad Tirkmen e lê ew dibêje, “ez Kurd im.”

 

Dr. Beşîr Xelîl Hedad heftiya derbasbûyî wek cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê hate hilbijartin. Hewlêrî wî wek Mele Beşîr nas dikin. Salên berê mizgefta ku wî melatî dikir pir qelebalix dibû û di nimêjên înê de xelkê li ser cadeya pêşberî mizgeftê sef digirt. Lê piştî 2009ê beşdarî siyasetê bû û ji bo xula sêyem a parlamentoya Kurdistanê  ji lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xwe kir bebijêr. Di vê xula parlamentoya Iraqê jî de bû parlamenterê PDKê. 

 

Dr. Beşîr di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa proseya hilbijartina cîgirê serokê parlamentoyê kir û pêşbîniyên xwe yên derbarê siberoja parlamentoya Iraqê de vegot.

 

Tu li ser daxwaza xwe bûyî berbijêrê postê cîgirê duyem ê parlamentoya Iraqê yan PDKê tu kir berbijêr?

 

Berbijêrbûna min bo parlamenteriyê li ser daxwaza min nebû, hevalên ji PDKê daxwaz kirin û min jî qebûl kir. Paşî ji min xwestin bibim cîgirê serokê parlamentoyê. Di destpêkê de min got, dibe ev kar giran be û hevalên me yên şareza din hebin bikarin vî karî bikin. Lê diyar bû, ku serkirdetiya PDKê bi rijd bûn ku ez vê postê werbigrim. Ji lewra min jî red nekir û xwe xiste bin vî barî.

 

Dibêjin Mesûd Barzanî bi xwe xwestiye tu vî berpirsiyariyê hilgirî?

 

Giring ew e, ku ji min hate xwestin û min jî qebûl kir.

 

Ji ber çi di gera yekemîn a hilbijartina nav parlamentoyê de ji bo vê postê te dengên pêwîst bidest nexist?

 

Du sedem hebûn; ya yekemîn ew bû, ku roja yekemîn rûniştinali parlamentoyê dire kir. demjimêr 11.00ê nîvro dest pê kir û heta 19.00ê şev berdewam bû. Nêzîkî 8 demjimêran em di rûniştinê de bûn, me firavîn û şîv jî nexwaribû. Endamên parlamentoyê gelek mandû bûn. Ji ber westiyanê hinek parlamenter derketine derve. Hilbijartina cîgirê duyem ê serokê parlamentoyê jî ji bo 18:30ê ma û nêzîkî 50 parlamenter derketibûn, wan wesa dizanî, ku hilbijartin çêbûye û ez hatime hilbijartin lê amadenebûna wan dengên min kêm kir. Du rikberê min hebûn, ji Yekgirtûya Îslamî Mûsenna Emîn û ji Komela Îslamî jî Ehmed Hacî Reşîd. Hinek deng ji wan re çûn, dengên spî û betal jî tev de ji kîsê min çûn. Sedema duyemîn jî ew bû, ku mixabin di nav me de hinek parlamenterên Kurd derbarê min de agahiyeke nerast belav kiribûn, ku qaşo ez kesekî tundxwaz û cîhadî me û li dijî Ehlê Beyt im. Navê min reş kiribûn û vê yekê jî bandoreke nerênî kir.

 

Ew ên li dijî te ev lobî kiribûn kî bûn?

 

Bi awayeke lobî nebû lê bi nehênî ev kar kiribûn. Hinekan li ser torên civakî tomet belav dikirin lê rû bi rû qet dijitiya min nekirin.

 

Niha peywendiyên te li gel Mûsenna Emîn û Ehmed Hacî Reşîd çawa ye?

 

Di gera yekemîn a dengdanê de dema Mûsenna Emîn zanî dengên pêwîst bidest naxe, xwe vekişand. Di gera duyemîn de ez û Ehmed Hacî Reşîd man. Piştî ku ez hatime hilbijartin herdu jî hatin pîrozbahî li min kirin. Hemû fraksiyonan jî pîrozbahî li min kirin û min jî got, bi tevî ku reftara hinek parlamenterên Kurd li hember min nebaş bû lê ezê baş nêzîkî wan bibim.

 

Beriya dengdanê we li gel parlamenterên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) axivî, gelo wan soz da ku dengê xwe bidin te?

 

Belê em li gel wan civiyan û me hemahengî kir. Li ser asta serokê fraksiyon û endaman me danûstandina bîr û raman kir. Me ji wan pirs kir ka dê deng bidin me yan ne, wan gotin em li hêviya serkirdetiya xwe ne. Çend xulek beriya dengdanê jî me pirs kir, dîsa gotin em li hêviya bersiva serkirdetiya xwe ne. Piştî dengdanê gotin me dengê xwe daye we lê ez nizanim ka dane yan ne.

 

Te ji Ehmed Hacî Reşîd xwest ku xwe vekişe?

 

Nexêr, ne min û ne jî fraksiyona PDKê ev daxwaz nekirin, lê hinekî din ji wî xwestibûn xwe vekişe.

 

Kî bûn?

 

Fraksiyonên Ereb jê re gotibûn dengên te yên ji Beşîr Hedad kêmtir e û xwe vekişe lê wî qebûl nekiribû.

 

Tu 4 salên pêş ên parlamentoya Iraqê çawa dibînî?

 

Hêvî dikim 4 salên pêş ne mîna 4 salên derbasbûyî be. Em li gel serok û cîgirê serokê parlamentoyê wesa rêkeftin ku xula me pir bi kar û cuda be. Karê me yê yekemîn ew e, ku em heybet û rûmeta parlamentoyê vegerînin. Ji ber ku wêneyê parlamentoyê li kolanan pir nexweşik bûye. WEsa bûye ku mirov şermd ikin bêjin ez parlamenter im. Parlamenterî wisa hatiye wênekirin, ku wek kesekî xweperest e û hertim tenê di xema xwe de ye, xelk piştguh xistiye. Ev diyardeyeke ne xweş e ku li Kurdistan û Iraqê belav bûye.

 

Rêz lê negirtina li hember dezgehên yasadananê û cîbicîkirinê, rêz lê negirtina sembol û serkirdeyan destpêkeke ji bo hilweşandina derûnê her gelî. Lewma karê me ew e, ku em bi cidî kar bikin daku ew qedr û rûmeta parlamentoyê vegere.  Ev jî bi karekî cidî û xemxoriyê çêdibe. Bi çûna nav gel çêdibe. Nabe em xwe di nav çar dîwarên parlamentoyê de sînordar bikin. Pêngava me ya yekemîn jî serdana xelkê parêzgeha Besrayê bû. Em çûn û me kêşeyên wan dîtin, me biryar daye car bi car serdana wê derê bikin. Paşî emê serdana Helebce, Enbar û Mîsilê bikin. Ev serdan tê wateya giringîdana yasayên xizmetguzariya gel e, ku jiyan û pêwistiyên wan dabîn dike.

 

Ramanca me ya duyemîn jî ew e, ku em weke nûnerên Iraqê wêneyeke ciwan nîşanê Iraqê bidin, peywendiyeke xweş di navbera Hewlêr û Bexda de herwiha Kurd û Ereban de ava bikin, asta peywendiyan vegerînin ser asta berî ya baş. Herwiha ji bo avakirina yekrêzî û hemahengiya di navbera fraksiyonên Kurdistanê jî em ê hewleke cidî bidin.  

 

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Besrayê plana we çi ye?

 

Dema çûne Besrayê me li gel encûmena parêzgehê, parlamenterên Besrayê, parêzgar, rêveberiya polîs û fermandaran û heriwha serokê eşîret û hozan hevdîtin pêk anîn. Piştî guhdrkirina wan me raportek amade kir û di rûniştina parlamentoyê de gotûbêj kir. Herwiha em ê hewl bidin guvaşê bixin ser hikûmetê da ku kêşeyên Besrayê çareser bike.

 

Ji bo Helebce dikarin çi bikin?

 

Di bernameya me de heye serdana hemû bajaran bikin. Helebce jî wek bajarên din di bernameya karên me de ye. lê nikarim bêjim emê kengî serdana xwe bikin. Em herin kîjan bajarî emê li rewşa jiyana xelkê binerin, gelo xizmetguzariya wan heye yan ne, kêmasî çi ne? ji ber ku ji bo hinek bajaran biryarên lezgîn pêwîst in, li hinekan jî xizmetguzarî hene, eger werin paşxistin jî dibe normal be. Em hewl didin van bikin yasa û li parlamentoyê deng li ser bidin. Dema herin Helebceyê emê li wir biryarê bidin.

 

Salên borî li dijî Kurdan gelek plangerî hebûn. Wek cîgirê duyem ê serokê parlamentoyê, ji bo di paşerojê de heman tişt nebin, bernameyeke te heye?

 

Parlamento dezgeha herî mezin a çavdêrî û yasadanînê ye, divê beşeke çareseriyê be û vê role bilîze. Nêzîkî 58 parlamenterên Kurd li Bexdayê hene, eger em nekarin pêşiya planên dijminkar ên li dijî Kurdistanê bigirin ma karê me li wir çi ye? Lewma pêwîst dike em hemû wek destekî û dîwar bin li hember hemû hewldan û projeyên li dijî Kurdistanê. Bi taybet wek cîgirê serokê parlamentoyê ez ê hemû hewldanan bikim daku nehêlim ti yasayeke li dijî Herêma Kurdistanê ji parlamentoyê derbas bibe.

 

Di xulên din de fraksiyona Kurdistanî hebû, gelo ji bo di vê xulê jî de ev fraksiyon hebe ti hewldanek heye?

 

Ev hêviya me ya herî mezin e, lê mixabin ez vê yekê pir zehmet dibînim ji ber ku hê ji destpêkê ve em şok bûn ku di navv me bi xwe de dijîtiya me hate kirin. Hêviya min heye em wek tîmekî kar bikin lê zehmet jî dibînim.

 

Giringiya postê te ji bo Kurdan çi ye? Xula derbasbûyî de kurdekî din cigirê serokê parlamentoyê bû lê li dijî Kurdan gelek yasa derketin.

 

Desthilatên vê postê hene. Yek ji wan desthilatan ew e, ku projeyasayên dikevin bernameya kar de destpêkê ji aliyê desteya serokatiya parlamentoyê ve tên gotûbêjkirin. Divê hersê jî li ser razî bin. Lewma ez dikarim desthilata xwe ji bo hemû projeyasayan bikar bînim eger di berjewendiya Kurdistanê de be. Dikarin di wan de guhertinan bikim û dikarim madeyên li dijî Kurdistanê bin jê derbixim.

 

Gelek gotin li ser postê serokatiya parlamentoya Iraqê tên kirin. Berbijêrê vê postê Xalid Ubeydî îdîa kir, ku ev post bi 30 milyon dolar hatiye kirîn. Gelo parlamentoyê pêdaçûna vê îdîayê kir?

 

Yek ji pêngava vegerandina rûmeta parlamentoyê ew e, ku parlamento bikare li gel Encûmena Dadwerî, Dadgeha Federalî û dadgehên din hemahengiyê bike daku kesên parlamenter an jî derveyî parlamentoyê eger gotineke wiha kiribe, yan jî xwestibe navê kesekî bizirîne û tometê bavêje ser, demildest em ji dadgehê bixwazin lêpirsînê li ser wan gotin û tometan bike. eger bikare gotinên xwe bi belge biselmîne, yasa werin bikaranîn û eger nerast jî derket li gorî yasayan danûstandin li gel wan kesan de were kirin.  

 

Hûnê li dijî Xalid Ubeydî ti rêkareke yasayî bikar bînin?

 

Bêguman, ji ber ku eger em wiha nekin dê sube çavneqandin ji bo kesên din jî werin kirin. Ev yek jî dê bibe sedem ku parlamento nekare karên xwe bike. hinek kes dixwazin rûmeta parlamentoyê bipkînin û navê parlamenteran reş bikin û wan li pêş çavê xelkê nexiwan bikin. Min nedîtiye û ne jî haya min ji firotina postê serokatiya parlamentoyê heye. Qet bi van tiştan jî bawer nakim. Ma ew gotinên li ser min hatine kirin rast bûn?bêguman nexêr. Dibe ev jî gotineke wiha be. Mixabin, di demên waha de ji bo jêbirina siyasî gelek caran tometên wiha didin pêş.