Kurt: Li Tirkiyê helwesta Hewlêrê hêj nehatiye fêmkirin

29-09-2017
Ihsan YALIN
Nîşan Abdurrahman Kurt Kurdistan Serxwebûn AK Partî Kurd
A+ A-

Parlementerê Berê yê Amedê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt ragihand, Tirkiyeya ku ji ber referanduma serxwebûnê ya 25ê Îlonê helwesteke tund li dijî Herêma Kurdistanê nîşan dide, “jidestdana Kurdan dê nede ber çavan.”

 

Abdurrahman Kurt herwiha diyar kir: “Li Tirkiyê, ne tenê hikûmet, ti kes dê vê yekê nede ber çavan. Çimku ev ji aliyê Tirkiyê ve bûyereke asayî nîne.”

 

Kurt aşkere kir: “Helwest û sekna Birêz Barzanî ya heta niha giring e. Ji bo ku baştir werin fêmkirin daxwaz kirin ku şandekê bişînin vê derê. Ez wisa difikirim ku divê ji vir jî hin kes herin wê derê. Çimku divê Tirkiye û Kurdistana Iraqê li dijî hev nebin.”

 

Parlementerê Berê yê AK Partiyê yê Amedê û endamê Şanda Aqilmendan Abdurrahman Kurt bersiv da pirsên Rûdawê.

 

Civaka Kurd li hember bertekên tund ên Enqerê yên li dijî Herêma Kurdistanê piştî referanduma serxwebûnê, çi helwest nîşan didin?

 

Piştî bernameya ku duh êvarê beşdar bûm, telefon û peyamên ku hatin bêhed û bêhîsab bûn. Li ba gel cûreyek veqetîn û cûreyek dilgiranî peyda bûye. Di vê mijarê de hêvî ew bû ku pêwendiyên Kurdistana Iraqê û Tirkiyê derkeve ser asteke baştir. Weke ku ez dibînim li rojavayê Tirkiyê, helwesta Hewlêrê hêj nehatiye fêmkirin. Ez wisa difikirim ku mijara binpêkirina destûrê, helwesta Iraqê ku Hewlêrê bi salan e îtiraz dike, daxwaza gel ku bi salan e vê zilmê dikşînin, nehatiye fêmkirin. Lê gelê li herêmê vê yekê dizane û ji ber cudabûna fêmkirina vê yekê gelek nîgeran in.

 

Li pêşiya Tirkiyê hilbijartinên gelek giring hene. Gelo ev helwest ji bo AK Partiyê dê bibe sedema daketina rêjeya dengan?

 

Ez hêvî dikim ku ev heta hilbijartinan berdewam neke. Ez wisa bawer im ku divê ev li hember raya giştî pir zêde neyê axaftin. Divê weke pir li dijî hev in neyê nîşandan. Helwest û sekna Birêz Barzanî ya heta niha giring e. Ji bo ku baştir werin fêmkirin daxwaz kirin ku şandekê bişînin vê derê. Ez wisa difikirim ku divê ji vir jî hin kes herin wê derê. Çimku divê Tirkiye û Kurdistana Iraqê li hember hev nebin. Sekna dirust a mirovên li Kurdistana Iraqê li gor min rast e. Bi heman şêweyê vê derê, bi lezgînî bersiv nadin û ez vê yekê dirust dibînim. Pêwîst e em vê mijarê bi biratî û bi hêsanî çareser bikin. Jixwe hin alî bi navê Tirkiyê û bi navê wan axivîn û bûn sedema bilezbersivdana civakê. Ev kesên ku bi lezgînî diaxivin, zirarê didin herdû aliyan, ti pêwîstî bi van tiştan tine ye. Herdû alî jî hewcedarê hevdû ne. Him ji aliyê çarenûsê ve, him ji aliyê dîrokê ve, him jî ji aliyê civaknasiyê ve, em neçar in bi hev re bijîn. Divê em bi zanebûna vê yekê tevbigerin.

 

Gelo beriya 2019an, hikûmet dê ji bo Kurdan pêngavek biavêje? Weke nimûne, gelo dibe ku "pêvajoyek" dest pê bike?

 

Ez nikarim li ser helwesta hikûmetê ya di derbarê vê mijarê de tiştekî bibêjim, çimku ez ne di hikûmetê de me. Lê ez dikarim vêya bibêjim; bi taybetî ji bo Kurdistana Iraqê li ser lêgerîna edaletê çarçoveyeke maqûl heye û ev jî baş e.

 

Tevî hemû van gotin û helwestên tund, gelo hêj şansê manewrayekê heye?

 

Helbet heye. Kelecan û panîka bûyerê û dorpêçbûna Tirkiyê heye. Divê em vêya jî bînin ber çavan. 15ê Tîrmehê bi rastî jî operasyoneke Gladyo bû. Ji hevpeymanên xwe darbeyeke bi vî rengî xwar û hêj ev operasyon berdewam e. Di pêvajoyên Rojhilata Navîn de li ser dabeşkirina gelan û pêkanîna dijminahiyê projeyek dimeşe. Di çarçoveya vê projeyê de, mixabin rewşa tevlihevkirina hin gelan jî çêdibe. Dibe ku bi panîka ji vê yekê, metirsiyeke ewlehiyê derdikeve holê. Ez wisa bawer im, ev bi dayîna bawerî û bi sebrê dê were çareserkirin.

 

AK Partî di rêveberiya hin bajarên Kurdî de guhertinek pêk anî. Gelo ev dê bandorê li ser dengên partiyê bike?

 

Guhertinên ku niha hatine kirin, pêwîst nake nirxandineke bi vî rengî bîne pêş. Ev tenê nirxandineke di nav teşkîlatê de ye. Ji aliyê siyasetê ve rewşeke ku derkeve pêş tine ye.

 

Li gor we ji bo ku atmosfera niha hinekî nerm bibe, divê Enqere pêngaveke çawa biavêje? Niha li ser sînor manewrayên leşkerî têne kirin...

 

Ti giringiya vê yekê tine ye. Ez wisa bawer im ku dê herdû alî dest bi hevdîtinan bikin.

 

Weke ku we jî got, li ser vê mijarê daxwaza Hewlêrê heye. Gelo dê bersiv bidin vê daxwazê?

 

Ez wisa bawer im ku dê bidin. Ji bo ku hevdîtin pêk bên, divê navbeynkarên destpêkê têkevin navberê. Piştre dê bibe fermî. Ev ji bo her kesî pêwîst e. Ji bo Kurdistana Iraqê jî, ji bo Tirkiyê jî. Wisa bawer im ku divê aliyê me jî bila bibînin di bin desthilatdariya sermiyanekî serxoş ê malbatekê de jiyan çi qas zehmet e. Çimku di holê de Destûr nemaye, dewletek heye ku artêşa wî kirine şîe. Ji aliyê aborî ve rewşeke wê ya pirsgirêka mezin heye. Divê ev bi awayekî rastbînî were nirxandin ku dê heta çi wext were berdewamkirin.

 

Di referanduma guhertina Destûra Tirkiyê de roleke Kurdan a diyarker hebû. Herwiha Serokomarê Tirkiyê jî li ser giringiya vê yekê sekinî. Gelo ev piştgirî dê bidome?

 

Ev girêdayî wê yekê ye ku pêvajo ber bi ku ve diçe. Hestên aîdiyetê yên Kurdan û helwesteke ku bala xwe nede vê yekê, şansê wê ji bo AK Partiyê jî helbet tine ye. Divê mirov vê yekê bibîne. Ev rehend ji bo me Kurdan giring e. Metirsiyên ewlehiyê yên Tirkiyê, ji aliyê civakî ve fêmkirina îzahkirina wê, divê em hêja bibînin. Li erdnîgariyên ku Kurd lê dijîn du tişt hene: Daxwazên Kurdan ên rewa û tirsa wan a ji pêkvejiyanê. Divê tirsa wan ji holê were rakirin. Ji ber ku pêvajoya li ser vê mijarê hêj temam nebûye, divê ji bo vê yekê hewldan bidomin. Ji bo ku daxwazên Kurdan ên rewa bikeve nav jiyanê, bi hev re van pêvajoyên ku dê tirsê ji holê rake û bawerî bide, pêwîst e were pêkanîn.

 

Gelo hikûmeta Tirkiyê dê windakirina Kurdan bide ber çavan?

 

Li Tirkiyê, ne tenê hikûmet, ti kes dê vê yekê nede ber çavan. Çimku ev ji aliyê Tirkiyê ve bûyereke asayî nîne. Hikûmet jî vê yekê tîne ziman ku niyeta wan a wisa tine ye. Jixwe eger hûn bala xwe bidin, ji destpêkê heta niha, pêvajo her ku diçe nerm dibe û bi taybetî jî xwe ji xeletiyên ku di vê mijarê de dikin dûr dixin û berdewam e. Ji ber vê yekê, gava em ji vê rehendê binêrin, divê em bibînin, bertekên ku di kelecana destpêkê de çêbûbû jî, îro hinekî din jî maqûl bûye. Ji ber vê yekê kêfxweş im. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst