Berken Bereh: Heta kurd nebin dewlet dê xwîna wan bê rijandin

Helbestvan û nivîskare kurd ê navdar Berken Bereh dibêje, ew baş dizane ku ta kurd nebin dewlet û serwerê axa xwe dê her xwîna wan bê rijandin û dê arîşeyên wan neyine çareser kirin.

 

Berken Bereh diyar kir dermanê nexweşiya kurd dewletbûne ne tişteke din û got vê rastiyê hê  beriya 300 salan Ehmedê Xanî destnîşan kiriye.

 

Bereh pirsên Rûdawê yên derbare helbestvaniya wî û çareserkirina pirsa Kurdistanê de bersivandin.

 

Aydin Bayram: Hevkarê te yê kovara Tîrejê Rojan Barnas dibêje; Berken Bereh dikarî bi tirkî bi hesantir û belkî hêj xweştir helbest binivîsandiya. Te çima kurdî bijart?

 

Berken Bereh: Ev pirs bi serê xwe dikare li me bide zanîn ku kurd çiqas di rewşeke zor û zehmet de ne. Her wiha ev pirs nîşaneya ku kurd li bakur çiqsî li ber pêla bişavtinê ketine û ji ruh û giyanê xwe yî resen dur ketine. Şaş û metel dimînim bi kurdî(kurmancî) nivîsandin ji bo kurdekî çima wiha tişteke xerîb tê dîtin. Lê rastî jî ev e mixabin. Li bakur hem ji ber sedemên çewisandin û pûtepênedana kurmanciyê kesê bi kurmancî dinivîse wek tişteke ecêb kiribe tê dîtin.

 

Ez gellek cara dihizirim gelo erebek,tirkek an biyaniyek pirseke wiha raberî hemwelatiyek xwe dike û kare wî wek tişteke pîroz dibîne? Lê dîsa jî xeberê te ye, lew kesê bi kurmancî biaxifiya li bakur  ta van salan jî wek keseke ji rêzê,gundî û ne şareza dihate hesibandin.Ya min jî, min di helbestek xwe de ev tercih destnîşan kiriye; Dema xwîn li min geriya,ez balix bûm/zimanê min qedexe/welatê min tune bû/min jî da du helbestê/navê xwe danî berken.  Helbet ku tu xwedî aqil û hiş û bîreke te hebe dê rastiya welatê te û jiyana li wir te biêşîne,bibe sedemê pirsan.

 

Min jî rewşa welatê xwe,rastiya tê de dijî û jiyana wî ya bi êş dît,jiyam.Bêguman ji bo kesekî xwedî helwest û sekneke rewşenbîrî,nivîsandina bi zimanê dayîkê erka serekeye. Lew, çeka herî xurt ya li hember kolonyalizmê zimanê dayîkê ye. Aha min ji ber van sedeman nivîsandina bi kurmancî hilbijart.

 

Helbestên tê çima ew qasî bi “êşê” hatine hûnandin.

 

Ev çar sed sal in kurd, li ser axa bav û kalên xwe wek biyaniyan dijîn. Ji çand û kelepora xwe ango ji ruh û giyanê xwe bi rêbazên hovane tên dur xistin. Welatê wan hatiye parçe kirin û bûne çar koloni. Helbet li hember kolonyalistan li ber xwe didin. Başur ne tê de li sê parçên din di bin nîrê stembariyê de dinalin. Zimanê wan qedexe, çanda wan, xwarin û libasê wan dibe cihe henekan. Gundên wan tên şewitandin, hemû gencineya wan (çi sererd, çi binerd) tên talan kirin. Her roj xebera miriyek, kuştiyek wek bizotek agir dikeve nav malen wan.Wek çivîkên koçber ref bi ref ber bi ewropa ve koç dikin, dimeşin, her roj bûkek bi ser mala bavê de tê oxir kirin…

 

Li metrepolên kolonyalistan çi karekî giran, xerab û dij-mirovahiyê heye li wan tê kirin. Zarok bi ziman û çandeke cuda re rû bir û ne. Bêguman ev tiştên aşkere ku tê dîtinin.Vêca lê bihizire ku civatek wiha di bin pencên stemkaran de dinale bi haletîruh di çi halî de ye.

 

Em bi xwe jî mişt bi hestên hesedî,dexesî,çavnebarî,necamêrî hatine bi laş û gewde kirin(li hember hev). Bi ya min ku bibêjin bi peyvekê  vê civatê binimîne, rasterast “Êş” tê bîra min. Lew, êş dikare temsiliyeta van hemû dilêşiyan bike.

 

Tu bi çi awayî helbestan dinivîsî? Tu lêkolînê li ser peyvan dikî, an jî diminî li benda îlhamê?

 

İlham qet ne di bala min de ye, tu carî namînim li benda wê. Wek her kar û şixulî helbestkarî jî encama xebateke dûve dirêje. Tu li benda ilhamê bimînî tê ta nefesa dawî jî nekarî ristekê binivîsî. Bêguman rewşek, dîmenek, dîtina tişteke ne ji rêzê an dîmenek rengîn û nûwaze dikare pêl li dile te bike û pêlekê rake li derya dilî de lê, ev ne ilham e, tesîra tişta li ber te ye. Ji ber wê ger şairek bivê tiştekê biafirîne divê bi awayek sistematik bixebite.

 

Ez jî rojane dixebitim û xwedî planekê me.Ji nivîsandinê bêhtir dixwînim. Her xwendina xwe li moxila hiş û bîra xwe dikim, tiştine bi kêr min bên wan disenifînim, ji ezmûne û hêçandina nivîskaran sûd werdigrim. Tiştên ku bi roj min xwendine û tiştin ji wan li deftera xwe nivîsandine,b i şev dîsa wan dixwînim û li ser wan diponoijim û dihizirim.

 

Her peyva dikare hêz û şiyana hiş, hest û bîra min xurtir bike (çi nû bihîstibim, çi min ji bîr kiribe) çendîn caran wan bi hevokekê bi kar tînim. Da ku bikaribim bi wê peyvê re têkiliyeke durist deynîm.

 

Ez baş zanim ku her peyv wek me mirovan xwedî ruh û giyanekê ne. Ku tu wan bi şaşî û ne di cih de bi kar bînî dê tu neheqiyekê li wan bikî. Ji ber ku tişta tu dinivîsî taliye tê xwendin tu dikî ku xwendevan jî bi te re wan peyvan ne cih de bi kar bînin. Vêca êşa wan peyvan du qat dibe.

 

Bi kurtî nivîsandin kar û xebateke dijwar e.û ez ji ilhamê bêtir qedr û qîmetê didime peyvê û xebatê.Ma Malarme nabêje “helbest taliyê hat li peyvê sekini.”

 

Helbesta te helbesteke naîf e. Tu digel di erdenîgariyeke wiha dijwar çawa dikarî li naîfbûna xwe xwedî derbikevî?

 

Di her peyv an ristê de ez bi xwe he me. Divê şair di vegotina xwe de jidil be. Divê ji xwe destpê bike. Xwe binase; kêmasiyên xwe, xewn, xeyal, arezû û armancên xwe vebêje. An ne dikare tişteke giranbuha biafirîne, ne jî guhdarek, hevalek ji xwe re peyda bike. Ez baş zanim û pê bawerim nivîs û nivîskarî ne kare cambaziyê ye.Tu dikarî xwe bixapînî lê nikarî xwendevanî bixapînî. Ji ber wê mîhenga helbesta min ez bi xwe me.H elwest û hewldana min nasîn û pêzanîna ruh û giyanê min e.

 

Ji roja min dest bi nivîsandinê kiriye ta niha her min daye du ruh û giyanê xwe. Min xwestiye ez wan binasim. Ango rêwtiyeke ber bi giyanî ye kar û barê min. Ji xwe li welatekî bindest em giş dişibin hev, êşa me, xewn û xeyal û armanca me gişan yek e. Tenê rêbaz û dengê me naşibe hev. Aha ez hewl didim vê êşa hevpar bi reseniya dengê xwe raberî xwendevanî bikim. Ji ber wê jî xwebûn,r esen bûn, naif bûn divê tişta sereke be.



 

Tu Şirnexê yî lê devoka Şirnexê di helbestên te de nîne...

 

Belê ez Şirnexî me û zimanê ez bi kar tînim zimanek kurdistaniye. Ez ji vê jî gellekî bextewar im.Şairek ku da be du çareserkirina êşa bêwelatiyê, evîndarek yê azadiyê û işqê be, divê zimanê wî jî zimanek welatî be, da herkes wî fêm bikin.Şansek min heye ku hem ji ber mamostetiya xwe hem jî ji ber kare bavê xwe ez li gellek deverên kurdistanê geriyam.

 

Ji bilî zaroktiya min/ta heşt salî)ez li Şirnex ne mame. Bes, reng, deng û ruhê min yê zaroktiya min e û hemû taybetiyên Şirnexiyekê di xwe de dihewîne. Belkî naifbûna min ji wir tê. Lew Şirnex ta van salên dawî jî hemû taybetiyên kurdbûn û kurdîtiyê di xwe de dihewand.

 

Weke tê zanîn “haiku” formeke taybet a helbesta japonî ye û cara ewil te ev form kir malê kurdan. Haiku çi ye û çi qasî li helbesta kurdî tê?

 

Helbesta kurdî û haiku ne dûrî hev in. Ger em helbesta klasik deynin aliyekî em dibinin ku ji beriya sedan salan ta niha di helbesta devkî de tiştine nêzî haikuyê hatine afirandin û vegotin. Wek ku min li jor jî destnîşan kir mamik, heyranok, gotinên li ser demsalan, yên li ser kêlikên jiyanê mînakine baş in bo haikuyan. Ji hêla zimên ve çendîn pirsgirêkên mezin hebin jî-zimanê japonî ne pirkîte ne û her kîte bi tîpên dengdar diqedin-wek zimanên hind-ewropî bi kurmancî jî dikarin haikuyên delal werine nivîsandin.Ji xwe li gelek welatan ne heyceye forma (5-7-5) bê parastin. Ya bingehîn qaliba heftdeh kîteyê ye.

 

Ez li intêrnêtê dibinim ku bi navê helbestên mobîl gelek haiku tên nivîsandin.Armanc ne ew e ku em bişibin japonan lê em sûdê ji helbest û teşeya wan werbigirin û ji bo vegotineke xweşiktir wê bi kar bînin.

 

Haikuyan bê guman gelek tişt ji min birin.Hema xewa şevan.Ta demekê rûyê xwe ber bi min baneda.Nazdariya wê kir ku axaftina normal jî ji bîr bikim.Gelek dost û hevalan kenê xwe bi min dikirin.”Erê Berkeno! her tişt safî bû vêca dora hayko-maykoyan e”.Vêca li dereke ku tu nirx û qîmeta helbestê tüne ye,tu rabî û tiştine nû biceribînî.Gelek caran min ji xwe pirsiye ku “bi rastî tu dixwazî çi bikî?va kes tu qîmetê nade haikuya te ya quzulqurt. “Heta min bo vê rewşê haykoyek lê kir”xelk li çi mijûlin/tu li çi mijûlî/dîno berkeno!”

 

Haiku yê tiştine hêja li min û helbesta min zede kir.Berê hemiyan kir ku bi xwe re aş bim,bi xwezayê re wek dostekê bidim û bistînim,xwe û giyanê xwe çêtir binasim.Qedr û qîmeta “kelik”ê ya jiyanê fêr bibim.Ya giringtir jî “ne mecbur im ku wek her kesî bihizirim û bijîm.”Ango wek bijîşkekê ez rehabîlite kirim.

 

 Di serî de kir ku nirx û buhayê wê zêdetir bibe.Ji ber çi?Lew,helbestvanên kurd wek civaka xwe her bi “em”ê axifîn,qîrîn,dan du heman xezalê,ji heman helbestê û ji heman xewnê ku hê jî bi xumame hez kirin.Aha haikuyê ew derfeta “takekesitiyê”da helbesta min.Nasname û kiraseke cüda  ji min re fesiland.Helbesta min ji dîlitiya “hêma”yê –ya ku hê jî em nizanin ka ew çi ye-rizgar kir.Berê helbestê da hiş û bîreke bervekirî.Giringiya hevahengiya ritm,peyv û newayê,rûxandina kelehên tixûbparastinê ya mijar û harmoniya honandina wê li min da zanîn.

 

Haiku dê di helbesta kurdî de bi xwe re gelek tiştine qenc pêk bîne.Yek,giringîya resenî û xweseriya helbestvanî. Rêya xwe nasîn û cudahiya di navbera civatê,avakirina takekesiyekê, lêgerîna formine cûda ya helbestê û ya herî giring jî di navbera helbesta klasik û ya modern û devkî de bibe ahengsazkarek.Wê helbesta niha ji xew rake.Wê bike ku bi rastiya jiyanê re li hev were û bi vî awayî dev ji retorîka xiyalî berde.Wê şuna dilî hiş û bîrê daxilî helbestê bike. Wê bike ku ziman qedr û qîmet bibe.Wê ziman bi resenî u spehitiya xwe ve daxilî helbestê bibe.

 

Ji helbesta sloganîk,evîna rijî, xewnên xiyalî, an vegotineke zuha û bê reng, helbesta zimanî bi xwe pêk were. Wê helbest bi derfeta haikuyê dakeve qada gel. Wê rêya xwendin û têgihîştinên cüda veke. Ma tişta me ji helbestê daxwaz dikin ne ev in?

 

Bi gor te di pêşketina zimên de çi rola helbestê heye?

 

Ger em helbestê wek avahiyeke xweşik û balkêş bihesibînin, ziman rukn û binyada vê avahiyê ye. Çawa ku avahiyeke bê bingeh pêk neyê û ne saxlem be, helbest jî bê zimên nikare bê nivîsîn. Vêca her helbestek bi saya zimên û li ser erdê zimên bilind dibe. Lê zimanê helbestê cudaye ne ew zimanê em pê diaxifin û bi hinekên din re têkiliyê datînine. Ew zimanek kubartir,bi hêztir û kûrtir e. Lew di zimanê helbestê de gramer, hevoksazî û heta peyv jî ne wek ya zimanê rojane ye.

 

Peyv ne tene bi gor wateya xwe ya ferhengî tê bi kar anîn. Heta ew bi serê xwe nikare helbestê binimîne. Ji bo helbestê pêdivî bi hemû peyvan heye. Gelek caran peyv bi hev re dikevin têkiliyê û bi saya vê têkiliyê dibine xwedî wateyine cüda û dewlemendtir.

 

Zimanê helbesta azad û ya klasik bi vê taybetiyê tê ji hev cûda kirin. Di helbesta klasik de peyv bi gor wateya xwe ya ferhengî bi peyveke din re dikeve têkiliyê û bi wê re tiştekê dinimîne. Lê tiştekê li hev zede nakin peyv her wek wateya xwe dimînin. Lê di helbesta modêrn de peyv bi saya danûstandina bi peyvên din û bi saya hêma (îmaja) bi kar anî reng, durv û wateyeke din jî digire. Ango ziman û peyv di destê helbestvanî de wek boyaxa wênesaz û heriya peykertraşiye .Lê peykertraş û wênesaz nikarin wateyek din bidine herî û rengan.

 

Helbestvan bi peyvan wê avahiyek wisa lê bike ku bi aheng,bi pergala xwe ya hundurîn û ya derve, bi sazkirina têkiliya di nav bera peyvan de wê rêya herî kin û bi hêz ya ku xwe bigihîne hiş, mêjî û ruhê xwendavênî bibine. Aha ev ziman zimaneke cudaye û zimanê heyî jî bi gor xwe bi hêz dike. 

 

Pîvanên helbestekê xurt dikin çi ne? Tu ji bo xortên dest bi nivîsandina helbestê bikin çi pêşniyar dikî? 

 

Bêguman wek her cure afrîneriyê pîvanên helbestê jî bi wext û zemanî re tê guhertin û xwe nû dike.Dîsa jî hin pîvan hene ku ji roja roj ve hatiye qebûl kirin.Bi gor vê helbesteke baş ev e, ya beriya her tiştî bi hestên jidil,bi zimaneke sade,rewan,bi awaz û newayeke taybet ya şairî û bi hiş û bîreke zelal hatiye nivîsandine.Arîsto dibêje “taybetiya derbirînê zelaliye,lê bêyî ku mirov bikeve nav derbirîneke jirêzê. “Helbesta baş tiştekê li me nade ferz kirin an venabêje, lê bi xwendina wê re em dibin xwedî zanyarî û hestiyariyan.

 

Nivîskarên ciwan beriya her tiştî divê bi baldarî wêjeya me bixwînin,analîz bikin û wê bidine beramberî wêjeya cîhanê. Sedemên nivîsandinê û ya nivîsandina xwe bi dilsozî ji xwe bipirsin û ger bersiva wan nivîsandin be bila gelek binivîsin lê kêm biweşînin. Divê neyê ji bîrin ko her serkeftin encama kar û xebateke dûr û dirêj e.

 

Mirov dibê qey di wêjeya kurdî de van salên dawî dengê helbestê hinekê qut bûye. Tu jî wiha difikirî?

 

Belê di van salên dawî roman ketiye pêşiya helbestê û gellek nivîser berê xwe didin ewropayê û bi gor wê dibêjin ku helbestê dewra xwe qedandiye. Bi min ev ne tiştekî rast e, dûrî aqil e. Lew, helbest beriya her tiştî derbirîna hestên insanî û belaxat e. Ev her du taybetî du xalên sereke yê jiyanê ne. Heta mirov hebin dê helbest jî hebe û xwedî qedr û qîmet be.Heta ku işq,siyaset,civat hebe ne gengaze ku helbest nebe. Nemaze ji bo neteweyek mîna me ku hê netewbûyîna xwe temam nekiriye,nebûye desthilatdarê xwe, ango tama dewletbûn û serxwebûnê ne tamijiye.

 

Ger mebest form û awayê derbirînê be, belê, divê helbesta nû ya kurdî ji xwe re li libas, deng û awazek nû peyda bike. Ev jî ne di rojekê de,ne bi darê zorê lê bi kar û xebat û lêgerînê pêk tê. Berî ku em ji rastiya jiyan û civaka xwe dûr bikevin. Gellek cîranên me jî berê xwe dan ewropa û xwestin xwe biguherînin lê em dibinin ev helwesta wan ji ber kopî bûn û li rastiya civaka wan negunciya ketin çi rewşeke sosret.(wek lêgerîna ferhengeke nû li tirkiyê,wek laisizma wan…hwd.)

 

Mizgîniyek heye tu bidî xwendevanên helbesta kurdî? Berhemek a te di rê de heye?

 

Xebateke min ya li ser nirxandina helbesta kurdî ber bi qedandiye (ev şeş sal in li ser dixebitim),yek jî pirtûkek helbestan amade ye.

 

Tu dixwazî çawa bê bibîranîn?

 

Ger helbestên min piştî salan bên xwendin besî min e.

 

Bi dehan salan e xwîna kurdan tê rijandin. Tu wek helbestvanekî kurd, ji bo xwîna kurdan êdî neyê rijandin çi pêwîst dibînî? Top, çek, pênûs, kanton, dewlet…

Ez baş zanim ku ta kurd nebin dewlet û serwerê axa xwe dê her xwîna wan bê rijandin û dê arîşeyên wan neyine çareser kirin. Dermanê nexweşiya me dewletbûne ne tişteke din.Vê rastiyê hê  beriya sêsed salan E.Xanî destnîşan kiriye. Di sihê îlonê de dê alaya Filistînê li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî bê bilindkirin. Gelo ma çiya me ji wan kêmtir e.




 

 

Berken Bereh kî ye? 


Di sala 
1954'an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li Bakurê Kurdistanş) de hatiye belav kirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (TîrêjNûdemJiyana RewşenHîwaAzadiya WelatTîroj, Nûbahar, Kovara W û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Di sala 1999an de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Ev yekemîn kovara internetî li bakur bû.  

 





 





Bi dengê Berken Bereh helbesta wî ya bi navê "Wisa Tê Bîra Min"