Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê Jaco Beerends, li ser pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan got ku heke pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmergeyan bi ser nekeve dê pişgiriya navdewletî ji dest bidin.
Beerends, herwiha Li ser yekkirina Pêşmergeyan anî ziman, “Heke ez di vê xalê de zafî eşkere bim, pir bi başî nayê karkirin.”
Jaco Beerends bal kişand ser dabeşbûna di nava Pêşmergeyan de û destnîşan kir ku “Ew hêz di navbera YNK û PDKyê de hatine dabeşkirin. Ji ber wê dubendiya siyasî, tu rê nemaye ku artêş hevkariyê bike.”
Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê herwiha amaje pê kir ku “Projeya mezin a yekbûnê bi rastî bi rêk û pêkî nayê bicihanîn.”
Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê Jaco Beerends daxuyand ku “Pêwîstî bi serkirdatiyeke siyasî ya pir wêrek heye û divê biryarên pir wêrek bên dayîn da ku pêvajo bi ser bikeve.”
Jaco Beerends bal kişand ser nakokiyên di navbera PDK û YNKyê û got:
“Tiştê ku diqewime bêbaweriyeke pir mezin e. Ger baweriya we bi hev nebe, hûn qet nikarin pêkhateyekê pêk bînin. Qet nikarin di yekgirtinê de ber bi pêş ve herin.
Li gorî min, ew her du partî û hikûmet bi tevahî, bê guman dê têkiliyên xwe bi hin hevparên navdewletî re ji dest bidin.
Hevrikiya navxweyî ber bi xerabtir ve çûye. Her du alîyan bi her awayî hev sûcdar kirine. Tew berpirsên ku divê wî karî bikin jî destnîşan nekirine. A rast berpirs bêtir û bêtir tên qelskirin.”
Jaco Beerends amaje pê kir ku li Kurdistanê çandeke baş a mafê mirovan a ku ji berê ve tê heye û got ku “Rewşa heyî nîgeranker e”
Konsulê Giştî yê Holendayê bal kişand gendeliyê û got, Beşeke hikûmetê di nav gendeliyê de ye û ev, şer pir dijwar dike.”
Jaco Beerends xwest ku ciwanên Kurdistanê dev ji welatê xwe bernedin û berdewam kir, “Şîret û hêviya min ji bo ciwanên Kurd ew e ku bi rastî ew kes bin ku li vir paşerojê bibînin û li vir paşerojê ava bikin.”
Hevpeyvîna ku Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê Jaco Beerends bi pêşkêşkara Rûdawê Şeyhan Tehsînê re kiriye bi vî awayî ye:
Rûdaw: Konsulê rêzdar, gelekî spas ji bo vê derfetê û tu bi xêr hatî Rûdawê.
Jaco Beerends: Gelekî spas ji bo mêvandariya we. Berî ku ez dest pê bikim, ez dixwazim ji bo bidestxistina wê xelatê we pîroz bikim çimkî li gorî min girîng e ku ez behsa wê bikim. Pîroz be ji we re û spas ji bo vê derfetê.
Rûdaw: Gelekî spas. Cihê kêfxweşiya min e çimkî konsulxaneya we girîngiyeke mezin dide çandiniyê. Wekî hûn jî dizanin Kurdistan xwedî erdeke bibereket e. Loma ez dixwazim ji vir dest pê bikim. Ez dixwazim bizanim armanca we ji giringîdana bi çandiniya li Herêma Kurdistanê çi ye? Encama vê giringîdanê çi ye?
Jaco Beerends: Gelekî spas te bi vê yekê dest pê kir çimkî bi dîtina min yek e ji wan babetên ku me gelek tê de bi dest aniye, ne me wekî Holenda, lê me li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha li gel kompanyayên vir jî bi hev re. Dibe ku pêwîst be ez wiha dest pê bikim û bibêjim ku di rastiyê de , ji ber çi dixwazin bi vê herêmê re li ser çandiniyê kar bikin. destpêkê, ev yek ji karên pêşîn ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixwe ye.
Lewra ev faktoreke girîng e. Dûvre, Holenda bi zanyarî û ezmûna xwe ya di warê çandiniyê de bi navûdeng e. Bi baweriya min, te amaje pê da ku gelek şiyan li vir hene. Erd bi bereket e.
Gelek çalakîyên karkirinê berdest in. Loma tevlîhevkirina van tiştan wisa lê dike ji bo me sektoreke pir balkêş be. Loma tişta ku me bi dirêjahiya çend salan kiriye ew e ku me bala xwe daniye ser sê warên ciyawaz.
Hemû bi "pî"yê dest pê dikin. Di bingehê de sê “pî” hene. Ya yekemîn "polîtîkaya kar" e. Ya duyemîn "pêşxistina sektora taybet" e ku bi şirketan ve girêdayî ye. Ya sêyemîn jî "proje" ne.
Mebesta min ji projeyan ew rê ne ku em hewl didin bi rêya wan tiştê pêkan be ragihînin û nîşanî cotkar û xelkê bidin ku dikarin li gel kiştûkala hevçax de dikarin çi bikin.
Bi dirêjahiya çend salên borî me li ser van her sê aliyan kar kiriye. Bo mînak, polîtîkaya kar tê wê wateyê ku sê şêwirmend û pisporên me yên Holendî hebûn ku li herêmê nêrîn da bibînin ka di çandiniyê de çi pêkan e. Wan siyaseteke kar ji hikûmetê re nivîsand ku hikûmet li ser wê bimeşe. Hîna di qonaxa dawî de ye, ji ber ku li nivîsgeha serokwezîr e û divê sererastkirina dawî lê were kirin.
Dibe ku ev jî di demeke nêz de were kirin. Ev tê wê wateyê ku em dikarin rêçikeke demdirêj ji bo wê deynin. Proje û pêşvebirina sektora taybet ew tişt in ku em bi xwe dikarin zêdetir di wan de bikin çimkî ew ne tiştek e ku pêwîstiya hikûmeta vê derê pê hebe.
Me di vî warî de gelek xebat kirin, mîna projeyên baxçevaniyê ku me teknolojiya nûjen nîşan da û me bala şirketan kişand û me zincîreyên nirxê ava kirin, wekî mînak di sektora kartolan de. Loma, gelek tişt hene ku ez dikarim di vî biyavî de bêjim.
Rûdaw: Ez dixwazim bizanim, gelo plana we ya siberojê ji bo başkirina çandiniyê li Kurdistanê çi ye? Wekî nimûne, bo piştevaniya cotkaran di biwarên amûrên pêwîst, teknolojî û teknîkên nûjen de, hûn dikarin çi bikin? Plana we çi ye gelo?
Jaco Beerends: Bila em bibêjin siyasetên kar in. Ew her sê “pî” ne ku min ew niha zelal kirin. Tu dikarî bi şêweyekî bingehînî wan wekî tovên ciyawaz bibînî çimkî yek ji wan “ji hikûmetê bo hikûmetê” ye. Em wekî Hikûmeta Holendayê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser binemayan kar dikin. Li kêleka "hikûmet bo hikûmetê", "hikûmet bo bazirganiyê” jî heye ku ew jî wateya wê ew e ku em hewl didin li barê teknîkan û nûgeriyan û tiştên bi vî rengî şêwirmendîyê bidine kompanyayên vê derê.
Rûdaw: Bazirganên Holenda yan ên Kurdistanê?
Jaco Beerends: Na, bazirganên Kurdistanê çimkî ji "hikûmet bo bazirganiyê", di vî warî de amajeyê bi Hikûmeta Holendayê dikim ku hewl dide xelkên vir rahênan bike. Hewl dide ku corê taybet bibîne ku çawa bikarin zêdetir ber bi teknîkên nû ve werin guhertin. Îcar li kêleka vê, me “bazirganiya ji bo bazirgainyê” jî heye ku ew jî girîng e. Ango şirketên holendî li Herêma Kurdistanê dest bi veberhênanê dikin û li gel şirketên hevpar ên vir diaxivin.
Ya çaremîn, li kêleka "hikûmet ji bo bazirganiyê" û "bazirganî ji bo bazirganiyê" û "hikûmet ji bo hikûmetê", "zanyarî ji bo zanyariyê" jî heye ku ji bo me tê wateya ku bi qasî em bikarin, wekî nimûne, li Holenda em hewl didin xelkê hîn bikin çawa di sektora çandiniyê de pêş bikevin lê dikare ji wiha berfirehtir be jî.
Di salên bê de, em ê di van hemû astan de berdewam bikin. Loma heke tu ji min bipirsî plana we ji bo siberojê çi ye, ez ê bêjim ew siyaseta kar e ku min zelal kir. Em ê di van astan de li ser wê berdewam bin. Em hewl jî didin veberhênanê bikin di gihandina zanyariyan bi astên paşê.
Rûdaw: Eger hinek zanyarî hebin baş e. Gelo çend kompanyayên Holendî hene ku veberhênanê di sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê de dikin?
Jaco Beerends: Kompanyayên Holendî ew beş e ku divê em bêtir li ser kar bikim çimkî çend şirket li vir in lê ne bi sedan in. Wekî mînak, ya girîng ku dixwazim behs bikim ew e ku dê meha îlonê li vir, li Hewlêrê "Baxçê Çandiniyê" ango (Argo Park) hebe. "Baxçê Çandiniyê" pêşangeheke mezin a bazirganiya çandiniyê ye. Em ê nêzîkî 10 şirketan ji Holendayê bînin ku bi baxçevanî, avdanî û her tiştê ku li vir bazara wan heye re mijûl dibin. Herwisa, em hin tiştên nû jî tînin bazarê. Tevî vê jî em wê tevlî erkekî şîremeniyê dikin ku tê de şirketên ku bi taybetî çavên xwe li berhemên şîremeniyê digerînin, têne Hewlêrê û herwisa diçin Silêmaniyê çimkî bê guman Silêmanî jî aliyekîgirîng ê pêşxistina van siyasetan e.
Rûdaw: Ji ber ku ez ji Dihokê me, çi bo Dihokê heye?
Jaco Beerends: Ev pirseke baş e. Carinan Dihok hêsantir e çimkî hatina ji Dihokê bo Hewlêrê hêsan e. Bê guman destpêşxeriyên me jî hene ku diçin wir. Yek ji tiştên ku me pêş xistiye dibistanên meydanî yên cotkaran in. Ev piştrast dike ku li van derên wek mînak mîna Dihokê toreke cotkaran hebe.
Çimkî bi giştî bo awayekî pir berfireh çandinî li vir tê kirin. Cotkar ji şirketan zaf veqetiyane. Bi rêxistinkirina wan di torekê de, wisa li wan tê ku ji hev fêr bibin û pir xurt bibin û bikarin berheman hêsantir li bazarê zêde bikin. Çimkî qebareya wan a herî mezin heye û ew dikarin hêsantir veberhênanê bikin çimkî bêtir sermayeyê berhev dikin. Tiştên ku em bi wan re pir mijûl in ev in û em ê di salên bê de jî wiha bin.
Rûdaw: Pir baş e. Bila em li ser berhemên navxweyî biaxivin. Holenda gelek berhem, xwarin û fêkiyan ji welatên curbecur ên cîhanê hawirde dike, bo nimûne welatên Amerîkaya Latîn, Afrîqa, Tirkiye û tew xurme û zeytûnan jî ji Filistînê tîne hawirde dike. Tu asoya egera hinartina berheman ji Kurdistanê bo Holendayê di ku de dibînî?
Jaco Beerends: Bê guman şiyan heye ku ev bê başkirin. Aliyê wê yê herî dijwar çi ye? Ew e ku Holenda beşek ji Yekîtiya Ewropayê ye û piraniya biryaran ji Brukselê, ji [parlamentoya] Yekîtiya Ewropayê tên. Loma li Ewropayê ji bo parastina xwarinê û cûreyê wê û pîvankirina wan, pîvanên pir tund hene. Di vê gavê de, li bazara Herêma Kurdistanê pêwîstî pê heye pir bê baştirkirin, ji wê hêlê ve ka çawa xwarin tê parastin û çawa taqîgeh testên parastina xwarinê dikin. Herwisa, ji hêla sarincokê ve jî, wekî mînak, piştî berhemanîna tiştekî, rasterast bo cihekî tê birin ku tê sarkirin. Ji wir bi awayekî rêkûpêk tê paketkirin û şandin.
Bi gotineke din, şiyaneke mezin heye lê ji bo ku tu bigihî wê astê ku tu hevtayî pîvanên Yekîtîya Ewropayê bibî, hîn divê hinekî were baştirkirin. Loma em hewl didin ku veberhênanê di vê de bikin. Em hewl didin piştrast bibin ku ew berhem di rêza bihayiyê de ye. Tu li sarincok û proseya xwarinê dinerî, her wisa testa kalîteya xwarinê jî baştir dibe. Vê dawiyê, me çend kes li Herêma Kurdistanê li ser ewlehiya xwarinê perwerde kir. Ev rahênana yekemîn bû ku li vir bi rengekî dijîtal bû. Dê paşê herin serdana Holendayê jî. Loma em hewl didin vê yekê bêtir cihgirtî bikin. Bi baweriya min, ji wê xalê û bi şûn de, dê bazar li Ewropayê be, ne tenê li Holendayê, belkî hêsantir bibe ku berhemên Herêma Kurdistanê bigihin bazara giştî ya Ewropayê.
Rûdaw: Pir baş e. Holenda di yekkirina Pêşmergeyan de bi awayekî çalak beşdar e. Ez dixwazim bizanim, tu pêşveçûna vê pêvajoyê heta niha çawa dinirxînî?
Jaco Beerends: Heke ez di vê xalê de zaf eşkere bim, pir bi başî nayê karkirin. Ya rast, em di rewşekê de ne ku em dibînin em tiştekî zêde bi dest naxin. Ev bi piranî di qonaxa stratejîk de ye. Bila em bibêjin ku bi rastî armancên vê projeyê ne tenê ew bûn ku Pêşmerge bibin hêzeke pispor lê wekî te got, ji bo yekkirina wan bû, daku beşên bêtir hebin ku fermandariyeke navendî lê hebe, her wisa Pêşmerge tê de ne girêdayî aliyekê ji her du aliyan bin, lê ji navendê ve were birêvebirin. Bi hêleke rast de nameşe. Di sala borî de, me ev yek dît. Dîsa jî, me bi gelek awayan hewl da. Em ne tenê bûn jî lê me tevî civaka navdewletî hewl da rêyan bibînin da em bigihin asta siyasî da çi bo vê pêwîst e em piştgiriyê bikin. Asta siyasî di xetimînê de ye. Bi dîtina min, baş e em tekez li ser wê yekê bikin ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji me hatibû xwestin ku em beşdarî vê yekê bibin. Bi baweriya me, ev projeyeke pir giranbiha ye. Em hîna di vê baweriyê de ne lê daxwaza hikûmetê vir jî niha gihiştiye xetimînê. Ji ber ku hikûmet bi xwe niha ne li holê ye çimkî ne hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bi awayekî çalak vê pêvajoyê bi rê ve dibe çimkî bi giranî dualî ye.
Rûdaw: Dualî ye? Kî bi kê re?
Jaco Beerends: Di hêzan de. Di hêzên 70 û 80yî de lê bêguman asta siyasî di ser asta YNK û PDKyê re ye. Ji ber cudahiyên di asta siyasî de, tu dibînî, bi rengekî bingehdar, di asta leşkerî de çi pêwîste bike, wan bi rêya vê rewşa siyasî dest daniye ser çimkî ew hêz di navbera YNK û PDKyê de hatine dabeşkirin. Ji ber wê dubendiya siyasî, tu rê nemaye ku artêş hevkariyê bike. Bêguman, em di asta teknîkî de hin pêşkeftinan dibînin. Bi rastî di nav artêşê de gele kes hene ku hewl didin ber bi pêş ve biçe lê projeya mezin a yekbûnê bi rastî bi rêk û pêkî nayê bicihanîn.
Rûdaw: Ez piştrast im ku te ev dilgiraniya xwe ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyan re gotiye. Bersiva wan çi bû?
Jaco Beerends: Bi dîtina min, em dikarin bersivê li ser du yan sê desteyan parve bikin. Bê guman desthilatdar jî vê yekê fêm dikin û dibêjin û qebûl dikin ku bi başî kar nakin.
Rûdaw: Ma hûn behsa sedeman dikin?
Jaco Beerends: Na, ji ber ku dibe ku ew bersiva duyemîn an sêyemîn be ku em bistînin. Bersiva duyemîn jî ew e ku carinan dibêjin destên me girêdayî ne, ji ber rastiya ku em nikarin ji bilî vê tiştekî din bikin, ji ber rewşê, ji ber her cûre faktorên derveyî. Bersiva sêyem bi gelemperî ew e ku aliyê beramber sûcdar e. Loma tiliya xwe ber bi yê dî ve dirêj dikin, her du alî wiha dikin. Loma ev pir zehmet e. Bi baweriya min, pêwîstî bi serkirdatiyeke siyasî ya pir wêrek heye û divê biryarên pir wêrek bên dayîn da bi ser bikeve. Bila em bibêjin, ger em wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rastî bawer bikin ku ev proje pir girîng e, hingê bê guman divê em hin cudahiyên siyasî bidin aliyekî û bi rastî li ser kar bikin. Wekî mînak, destnîşankirina serkirdeyê bêalî li ser projeyê çimkî tiştê ku diqewime bêbaweriyeke pir mezin e. Bêbaweriya di navbera her du aliyan de. Ger baweriya we bi hev nebe, hûn qet nikarin pêkhateykê pêk bînin. Qet nikarin di yekgirtinê de ber bi pêş ve herin.
Rûdaw: Ango tiştê min ji te fêm kir, li ser bingeha bersivên te, tiştê herî baş ku em dikarin bigihinê, ev e?
Jaco Beerends: Li gorî min, ev awayê dariştina te ye lê ez hemfikir im. Heta radeyekê ew bersiv e ku tu jê fêm dikî. Erê, tam wisa ye çimkî em nikarin baştir bikin. Herwisa, ez dibihîzim ku dixwazin baştir bikin lê eşkere ye ku vêga nikarin rêyekê ji bo baştirkirina wê bibînin. Li gorî min, ew her du partî û hikûmet bi tevahî, bê guman dê têkiliyên xwe bi hin hevparên navdewletî re ji dest bidin çimkî wekî mînak, ez wekî nûnerekî Hikûmeta Holendayê, bi rastî nikarim ji baregehên me yên sereke re bibêjim ku niha di vê rewşê de tiştek heye were bidestxistin, her hewldanekê tê de bixebitînin. Heke vîna siyasî ji bo pêşvebirina wê nebe, sergihayî nabe.
Rûdaw: Wek mînak, ti demeke diyarkirî heye?
Jaco Beerends: Em hîn pabendî wê yekê ne ku beşdariya xwe bidomînin lê em her sal dinirxînin. Bi gotineke din, va ye pabendiya me derbasî 2024an dibe lê di 2024an de, divê em binirxînin ka em di vê pêvajoyê de bi hin berpirsên payebilind re pabend bimînin an na. Bi tu awayî ne piştrast e ku ev di vê rewşa niha de pêk were.
Rûdaw: Gelo, hûn wekî niha bi zelalî bi berpirsên Herêma Kurdistanê re axivîne? Wekî mînak, li ser kişandina leşkerên we heke proseya yekkirina hêzên Pêşmerge bi awayê ku hûn dixwazin ber bi pêş ve neçe? Ew di vî warî de çi dikin?
Jaco Beerends: Jixwe ez nizanim ew di vî warî de çi dikin. Di van çend hefteyên borî de, tam nû ye, rewş xerab bûye. Jixwe rewş di çend mehên borî de wekî nih ne xerab bû.
Rûdaw: Çi guheriye?
Jaco Beerends: Hevrikiya navxweyî ber bi xerabtir ve çûye. Her du alîyan bi her awayî hev sûcdar kirine. Tew berpirsên ku divê wî kar bikin jî destnîşan nekirine. A rast berpirs bêtir û bêtir tên qelskirin. Bi rastî, gelek hevrikiyên navxweyî hene. Em niha mijûlî gihandina van peyaman in û bê guman ku ez bi te re diaxivim, yek ji awayên gihandina wê peyamê ye lê di mehên bê de, em ê peyamên zelaltir di vî warî de bidin. Bi nêrîna min, girîng e ez tekez bikim ku ev ne proseya me ye.
Bi gotineke din, li gorî me zaf girîng e lê em ne li vir in ku ferman bidin ka divê çi bê kirin. Em hewl didin di pêvajoyê de alîkar bin lê tenê wê demê alîkariya wan tê kirin ku ji aliyê xwediyê pêvajoyê ve hewldanên cidî hebin.
Rûdaw: Xweş e. Di destpêka vê mehê de, rojnameya Holendî ya NRCyê ragihandibû ku du berpirsên leşkerî li kampa Rotterdamê li ser vê mijarê axivîne û rexne li pêşkeftina proseya yekgirtinê kirine, herwisa wan behsa wê yekê kiriye ku leşkerên Holendayê dê dawî li mana xwe bînin. Paşê rojnameyê ev rast kir û got na, ew ê bimînin. Ez dixwazim ji te piştrast bikim, gelo dê leşkerên Holendayê sala 2024an bimînin û perwerde û şêwirmendiya Pêşmergeyan berdewam bikin? Ger wisa be, dê ev rêkxistin çawa werin cîbicîkirin?
Jaco Beerends: Bi nêrîna min, girîng e em du tiştan ji hev cihê bikin. Beşdariya me di çaksaziya Pêşmergeyan û proseya yekgirtinê de kêm û sînordar e. Her wisa, leşkerên me bi awayên cihê li vir in, li Herêma Kurdistanê û li Îraqê bi giştî.
Çimkî pişka pir mezin bi rêya “OIR”ê ye ku hevpeymaniya dijî DAIŞê ye. Em ê di wê de hevbeş bimînin. Tevî vê jî, me îsal hin eskerên Holendayî vekişandin. Em ê di "OIR"ê de hevpar bimînin. Heman tişt ji bo erka NATOyê ya li Bexdayê rast e.
Em dê di vê de wekî hevparekî xurt bimînin û naçin. Heman tişt ji bo erka şêwirmendiyê ya YEyê jî rast e. Ji ber wê jî ji projeya yekkirina Pêşmergeyan cuda ne. Heke tu ji min bipirsî, di wê nivîsê de li ser projeya Pêşmergeyan rastî çi bû, ne tekez e. Ji bo paşerojê jî dibêjim, heke di rewşa xwe de bimîne, em bi beşên din re, OIR, NATO û Yekîtiya Ewropayê re hevpar dimînin û pabend in ku veberhênana xwe di wê de bidomînin.
Rûdaw: Eger pirsgirêkên ewlehiyê yên berdewam li ber çav bên girtin, DAIŞ hîn metirsî ye. Eger em behsa DAIŞê û metirsiyên wê bikin, gelo li wê yekê nahizire ku leşkerên xwe ji Herêma Kurdistanê nekişîne?
Jaco Beerends: Erê, jixwe ez hewl didim herim ser vê mijarê. Em hîn di wan hevpeymaniyan de hevpar in. Em di demeke nêz de bernameyê nadeynin ku jê cihê bibin. Tiştên ku me berê gotin, dibe ku nekevin wî warî, bi temamî li ser reformên Pêşmergeyan bûn ku ji beşdariya leşkerî ya li dijî DAIŞê cuda ye. Ji ber ku fikarên ewlehiyê ji holê ranebûne. Tevî vê jî, em baş ber bi pêş ve çûne lê ta radeyekê em her roj di nûçeyan de dibînin ku hîna bûyerên dilgiranker li vir û wir hene, ne tenê li herêmê lê li hemî Îraqê û herwisa li navçeyê jî, li welatên dora Îraqê.
Rûdaw: Pir baş e. Birêz Konsulê Giştî, hûn rewşa mafên mirovan û azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê çawa dinirxînin?
Jaco Beerends: Bi dîtina min girîng e ku em mikur werin ku ferheng û pêşîneyek li vê herêmê heye ku li vê deverê di van mijarên ku tu pirsa wan dikî, pir baş e. Heke tu li dîrokê binêrî, û seyra wêya bikî ka çi li Herêma Kurdistanê hebû, niha jî heta radeyekê heye, azadiyeke zêde ya raderbirîn û tevgerê lê hebûn.
Tu dibînî ku mafên mirovan bi giştî û mafên jinê li gorî hin derên din ên vê deverê pir baş in lê rewşa heyî nîgeranker e ji ber ku ez difikirim ku hin destkeftên ku di demboriyê de hatine bidestxistin bi rastî di bin zextê de ne. Em bi giştî dibînin ku azadiya derbirînê, weî nimûne û li gorî min, xasma rojnamegerî ku pareke wê ya muhîm e, ji dil di bin zextê de ne.
Sedema ku li gorî min wiha ye ku rojnamenivîsî beşeke muhîm e, ew e ku rojnamenivîsî rêyek e ku tu dikarî di civakê de li ser hin tiştan deng berz bikî ku ne rast in.
Wekî mînak, tev li vir û serkirdeyên siyasî her tim behsa wê rastiyê dikin ku gendelî çiqasî xirab e û divê em li dijî wê şer bikin lê ne mirovên asayî yên li kolanan in ku gendel in. Ew tenê nikarin vê bikin. Pêdiviya te bi rojnamegeriya lêkolîner heye. Pêdiviya te bi ragihandina serbest heye. Lazimiya te bi civakeke medenî a sax e ta bikare şerê fesadê bike.
Hikûmet bi xwe nikare bi tena xwe bike, çimkî beşeke hikûmetê di nav gendeliyê de ye, û ev şer pir dijwar dike. Loma, lazim e tu wê para civakê biparêzî ku wisa dikin azadiya raderbirînê hebe.
Herwisa, ji ber ku li vê derê dîrokeke me heye ku em dibînin ku çiqasî zehmet e ji bo komên qelsan, kêmnetewan, komên qels ên ku bêdeng in. Azadiya raderbirînê jî ji bo van koman ji bo dîtina rêyên ji bo pêşdebirina tiştên ku di civakê de ezmûn kirine, tiştekî hîmdar e. Herwiha pêwîst e tekezî li ser wê yekê jî bê kirin ku Hikûmeta Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pabendî hin ji wan rêkeftinên navdewletî ne. Loma divê di vî warî de pêş ve biçin.
Rûdaw: Di warê parastina mafan û azadiyên derbirînê, Holanda çiqasî piştevaniya Herêma Kurdistanê dike?
Jaco Beerends: Berî her tiştî, li gorî min, girîng e ku em li ser wê yekê biaxivin ku em piştgiriyê didinê… Bo mînak ku em vêga behsa rojnamegeriyê dikin, tu bixwe rojnamevan î û li saziyekê dixebitî. Li vir ev di tevaya jîngeha rojnamegeriyê de girîng e. Loma girîng e ku em vê peyamê bibêjin ku em ji vê yekê bi fikar in. Bê guman di bernameyên xwe de em hewl didin ku aliyên piştgirîkirina mafên mirovan tevlî bikin.
Wekî mînak, mafên jinan an jî komên din ên xizan. Em li ser pirsa Êzidiyan gelekî dixebitin. Gelek rêyên xebata li ser mafên mirovan hene lê zafî muhîm e ku tu wisa bikî ku ewên doxa wan pîs e û di xeterê de ne an li jêr zextan in, tu bêjî wan piştevaniya we heye û bêjî wan ku haya we ji wê rastiyê heye ku ew li jêr zextan in.
Tew tu dizanî ku bila em bêjin ku hin rojnameger divên li dijî wê rastiyê nerazîbûnê derbirin ku hin rojnameger xistine zindanê lê dîsa jî di bin zexteke mezin de ne ku dengê xwe nekin, tiştekî nebêjin.
Ev dilgiranker e çimkî rê li wan tiştan digire ku min vêga qala wan kir, wekî dengbilindkirinê bo kesên ku ji dil hewcedarî wê ne. Pêşketina civakê ku dikare li dijî gendeliyê şer bike astengdar dike.
Rûdaw: Holendayê ji bo sînordarkirina koça neyasayî ya ber bi Ewropa yan Holendaya vê çi kiriye? Li vir li Herêma Kurdistanê we çi kiriye?
Jaco Beerends: Li gorî min, hin tiştên ku me behs kir, rasterast bi wê ve girêdayî ne çimkî me behsa pêşkeftina aborî û azadiya kesane kir. Ew du tuxm hokarên zaf girîng in ji bo ku çima xelk dixwaze ji vê herêmê herin.
Bo nimûne, heke tu seyr bikî, di nav ciwanên ku hewl didin xwe bigihînin Ewropayê. Piraniya motîvasyonên wan ji yekê ji van her du hêmanan bingeh digirin. An hest bi fişarê dikin û di azadiyên xwe yên kesane de ne pir azad in ku wan tiştan bikin ku dixwazin wan bikin an asoyeke wan a aboriyê nine ku girîngtirîn e. Li vir ji bo xwe jiyaneke ku paşerojekê tê de ava bikin nabînin.
Loma, ew her du hêmanên ku min bi rengekî rave kirin, sedemên girîng in ku hewl bidin mirov paşeroja xwe li vir ne li cîhekî din bibînin. Bê şik, em ê li dor pirsên koçê li gel hikûmetê û desthilatdaran biaxivin ku çawa bikarin di paşerojê de seyra wan rêyên koçê bikin ku qanûnîtir in. Ger têgihîştinek hebe ku meriv çawa bi koça neqanûnî re tev bigere, bo mînak, pêdiviya te pê heye bersiveke te hebe ji bo ku çawa koça qanûnî bikin bo Ewropayê da pereyan peyda bikin, vegerin vir û li vir bimînin.
Rûdaw: Vebijarkên qanûnî ji bo ciwan, ciwanên jêhatî, yên ku dixwazin bêtir bixwînin an li Holendayê bixebitin çi ne? Rêbazên qanûnî yên ku bêne girtin çi ne?
Jaco Beerends: Rêçikên qanûnî hene lê bi piranî ji bo karkerên zaf jêhatî ye loma ne her gavê hêsan e. Loma ez ê derewan bikim ku bêjim bi temamî deriyê me bo her kesî vekirî ye ku bivê li Holendayê li kar bigere çimkî ev ne muhîm e lê dive pîvaneke pir xas di mercên wê de be û yek ji girîngitirîn merc jî ew e ku divê piştgirekî te hebe, piştgirek li Holendayê ku bivê bo xwendin an karê te piştgirîya te bike.
Bi rastî bi online heye û tu dikarî lîsteyeke şirket û peymangehên fêrkirinê yên holendî bibînî. Ger şansê te hebe tu piştgiriyê bi dest bixî da werî Holendayê bo xwendinê yan bo kar, rê bo kirina vî heye.
Herwiha em hewl didin ku bernameyên perwerde û bûrsê hebin ku ciwan jê sûd wergirin. Bernameyek me ya bûrsê ya "MENA"yê heye ku bûrsan pêşkêşî pisporên ciwan û kesên ku dest bi karekî kiriye û dixwazin gavine din bavêjin, dike. Loma, bêguman derfet hene. Herwisa "Bernameya Zanistî ya Porteqalî" jî heye ku yekî dî ye lê ew ne ji bo gişkan e. Ne gengaz e jî. Ez dîsa dibêjim, li gorî min, li cih e ku ez tekez bikim çimkî her kes sûdê jê nabîne.
Rûdaw: Kî dikare jê sûdê wergire?
Jaco Beerends: Dîtina piştevaniyê pir girîng e. Ev doz doz diguhêre lê bi piranî têkildarî karkerên zafî jêhatî ye. Bo pişka din bê guman em hewl didin ku veberhênanê di ciwanan de bikin da ku paşeroja xwe li vir li Kurdistanê ava bikin.
Yek ji girîngtirîn bernameyên ku me ji bo wan heye "Bernameya Kuncên Porteqalî"yê ye. "Bernameya Kuncên Porteqalî"yê bernameyeke pêgihandinê ye ku tê de em seyra karên hûrik dikin, bo karsazên ciwan, ne li Hewlêrê tenê, lê li hemû Kurdistanê.
Em hewl didin ku wan bi rêya wan fikir û karan hilbijêrin ku li gorî me bi rastî dikare serkeftî bin lê ez dubare dikim, her kes nikare vê yekê bike. Piştî hilbijartinê, em ê wan têxin bernameke rahênanê ya pir hişk. Komeleyên cihê û beşdar diçin rahênan û rênîşaniyê. Di tevahiya pêvajoyê de em rêberiya wan dikin ku bikarin tê de fikra karê xwe pêş bixin. Herwisa toreke taybet çêdikin çimkî ew di vê de pêkve ne. Têkiliyê li gel karsazên genc ên din çêdikin û wan dinasin. Ango tora xwe mezin dikin û carinan ev dibe sedema gelek çîrokên serkeftinê.
Rûdaw: Pir xweş e ku te salek li vir derbas kir û saleke te maye, bi dîtina te ji bo Herêma Kurdistanê û ciwanên Kurdistanê, nêrîna te çi ye? Ma divê li Kurdistanê bimînin an pêwîst e li derfetên xwendin û kar bigerin bo nimûne li Holendayê?
Jaco Beerends: Heke derfet hebe bo baştirkirina xwe li cihê din ji bilî vir, bê guman divê bi kar bînî lê li gorî min, ji bo piraniya ciwanan, ew girîng e ku karibin xwe di paşeroja vir de bibînin.
Bi rastî, piraniya mirovan hez nakin ku ji cihê xwe dûr bin. Malbatên wan li vir in. Ser bi paşxana vir in. Ferhenga wan li vir e. Girîng e asoyek3 te hebe bo avakirina welatê te yan herêma te û zêdetir bi pêş bixî.
Loma şîret û hêviya min ji bo ciwanên Kurd ew e ku bi rastî ew kes bin ku li vir paşerojê bibînin û li vir paşerojê ava bikin. Min ev kes gelek caran dîtine. Li vir gelek ciwan hene ku bi rastî enerjîk in û li ser derfetên ku li vir dibînin pir erênî ne.
Li gorî min, bi rastî pêdivî ye em vê perwerde bikin. Pir girîng e em piştevaniya vê bikin. Loma "Bernameya Kuncên Porteqalî"yê heye. Pir girîng e ku ciwanên jîr, xwende û bi enerjî bimînin û paşeroja Herêma Kurdistanê ava bikin çimkî ger tev hewl bidin paşeroja xwe li cihekî din bibînin, naxwe em ê herêmê ji kê re bihêlin? Li vir gelek tiştên bedew hene ku meriv wan pêş bixe. Bi rastî gelek derfet hene. Ez bi rastî dixwazim bibêjim ku bila ev vebijarka wan a yekem be û wê hingê em bê guman dikarin li derve bi her awayî bi zanyariyan alîkariya wan bikin.
Rûdaw: Pirsa vîzeyê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê gelekî girîng e lê çima Holenda ne li pêşiya wan welatên Ewropayê ye ku vîzeyê didin welatiyên Herêma Kurdistanê? Ma merc pir tund in an daxwazî kêm e? Tu dikarî ji min re bêjî sedem çi ye?
Jaco Beerends: Ez tam fêm dikim çima pirseke girîng e. Rast e hejmara vîzeyên me kêm e…
Rûdaw: Daxwaz?
Jaco Beerends: Daxwaz hene lê kêm in. Ez ê ji te re bêjim em çima vîzeya geştyarî nadin. Em di şêwaza xwe de tenê vîzeya bazirganiyê didin. Ango sedemeke bazirganiyê yan vexwendineke te ya bazirganiyê bo Holendayê hebe ku pêkan e bo konferansekê yan serdana kar an bazirganiyekê be ku tu biçî nik hevtayê xwe, yan bo rahênanê yan bûrsê û tiştên wisa be lê ji bo geştyariyê nabe. Loma ger kesek biçe ofîsa me ya vîzeyê û doza vîzeyê bike da biçe Holendayê û karê taybet, em vîzeyê nadinê.
Rûdaw: Gelo ev rêyek ji bo xweparastina ji koçê ye?
Jaco Beerends: Ev ne hemû girêdayî koçê ye lê sedem ew e ku me gelek bûyer dîtine ku xelk venagerin. Me gelek bûyer dîtine ku mirov li devera Şengenê ji ber çav winda dibin. Ew venagerin vir jî lê bi awayekî ji awayan winda dibin. Hîn jî hîle hene. Hin hîle hene ku me eşkere kirine. Bi gotineke din, ofîsên me hişyar in û ji vê herêmê pir haydar in çimkî hîn di pêvajoya vîzeyê de gelek binpêkirin hene.
Rûdaw: Bê guman li Rojavayê Kurdistanê mirov hene ku dixwazin herin bal malbatên xwe yên li Ewropayê. Îcar hûn li vir li Herêma Kurdistanê dikarin çi ji bo wan bikin?
Jaco Beerends: Erê, em vê fêm dikin. Ango pêwîstiya wan bi wan kesan heye ku li Ewropa yan Holendayê ne û hîna malbatên wan li wir in. Loma, em dê di demeke nêzîk de dest bi projeyeke ceribînê ji bo yekbûna malbatan bikin. Wate em hewl didin ku rêyekê bibînin da ev pêvajo bê kirin û xelk karibe bigihe malbatên xwe û here Holendayê.
Ger kesekî wan li wir hebe, em dikarin hêsankariyê ji wan re bikin. Ev hîna di destpêkê de ye çimkî pêvajoyeke pir aloz e. Divê tu bizanî ku hin ji van malbatan bê belge ne, pêwîst e biyometriyên wan hebin. Divê tilîmorên wan li ba me hebin. Pêşî, divê em rast bikin da bizanin kî kî ye. Karekî pir aloz e lê em li sere dixebitin. Bi qasî ku ji destê me bê, em ê hewl bidin vê pêvajoyê di mehên pêş de bidin destpêkirin.
Rûdaw: Gelekî spas. Ez kêfxweş bûm. Spas ji bo vê hevpeyvînê.
Jaco Beerends: Gelekî spas ji bo mêvandariya we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse