Prof. Brendan O'Leary: PKKê nekarî derbarê Rojava de biryar bide

29-07-2020
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Prof. Brendan O'Leary, pisporê zanista siyasî li zanîngeha Pennsylvania ya Amerîkayê û şarezayê karûbarên Kurd
Prof. Brendan O'Leary, pisporê zanista siyasî li zanîngeha Pennsylvania ya Amerîkayê û şarezayê karûbarên Kurd
A+ A-

Prof. Brendan O'Leary dibêje, “PKKê nekarî derbarê Rojava de biryar bide” û tekez dike, “Derfeta serxwebûnê bo Kurdan li Sûriyê û Iraqê peyda dibe ji ber ku herdu welat pir nearam in.”

Prof. Brendan O'Leary, pisporê zanista siyasî ye li zanîngeha Pennsylvania li Amerîka û şarezayê karûbarên Kurd e. Ew ji nêzîk ve çavdêriya doza Kurd li hemû beşên Kurdistanê dike.

Bi saya şîrovekirina wî li ser nakokiyên navbera partiyên Kurdistanî û lêkolîna bûyerên Kurdistanê û helwesta welatên navçeyê û zilhêzên cîhanê, nerînên wî li ser siberoja parçeyên Kurdistanê balkêş in.

Di vê hevpeyvînê de Brendan O'Leary, li ser doza Kurd bi giştî, bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê û çawaniya reftara ligel hikûmeta federal a Iraqê û siberoja Rojavayê Kurdistanê têbîniyên hûr, nû û balkêş berçav dike.

Rûdaw: We vê mehê di semînarekê de li Washingtonê behsa nakokiyên Kurdan û bandora wan li ser negihîştina Kurdan bi armancên wan kir. Di baweriya we de, ev dubendî û nakokiyên navxweyî bûne nexweşiyeke demdirêj a Kurdan?

Brendan O'Leary: Ez ne piştrast im, gelo bikaranîna peyva “nexweşî” guncav e yan na, lê eşkere ye parçebûna navxweyî ya Kurdan gelekî demdirêj e. Eger em nerîn û şîroveyên dîroknivîsên sedsala 19an bixwînin, Kurd weke gelekî dabeşbûyî yan bi temamî êlperest hatiye behskirin. Diyar e, ji destpêka vê sedsalê ve, sedsala 21an, gelek dabeşbûnên dîrokî hatine rakirin. Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê bûne yek. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dest bi pêrewkirina stratejiyeke bêtir siyasî û kêmtir tundûtîj kir. Derfet li ber Kurdên Sûriyê peyda bû. Lê bêguman ev yek ji bo Kurdên Îranê neqewimî. Tiştê ku li ba çavdêrên biyanî balkêş e, ew e ku çawa bi hêsanî dabeşbûna navxweyî ya Kurdan dikare biteqe û ji aliyê hêzên derveyî ve, bê bikaranîn. Ew hêzên derveyî jî ku li çarmedora Kurdistanê hene. Eger her Kurdek ji her parçeyeke Kurdistanê bixwaze bigihe armancên xwe, pêwîst e fêrî karkirina hevbeş bi yên din re bibin. Bi awayekî serkeftî hevaheng bin û li ser hisabê Kurdên din, hewlê ji bo armancên xwe nedin.

Nakokiyên Kurdan gelekî eşkere ne. Bi baweriya we, ev yek ji ber berdewamiya koloniyalbûna Kurdistanê û neteweya Kurd e yan sedemên din ên giringtir hene?

Bêguman hêzên derveyî, tevî wan dewletan jî ku Kurd dibînin bi destê wan zehmetî dîtine, hemû hewlan didin ji bo bikaranîna nakokiyên navxweyî yên Kurdan. Lê ew nakokiyên navbera Kurdan rasteqîne ne û encamên wan jî hene. Li Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di nîveka salên notî de şerê navxweyî gurr kirin. Mîrata lişûnmayî ya wî şerî, xwe di sala 2017an de derxist. Dema beşekî YNKê destê xwe xist destê Bexda û Îranê, ji bo girtina rê li ber serkeftina giştpirsiyê. Li Sûriyê jî, Kurd bi ser bereya ser bi PKKê û bereya aliyên din de dabeş bûn. Ev yek jî metirsî ye, tevî ku otonomiya Rojava bi xwe, li jêr metirsiya mezin e, eger hevpeymaniyeke serkeftî jî di nav Kurdan de hebe. Berî her tiştî, PKK dixwaze Doza Kurd li Tirkiyê monopole bike. Ev jî tê wateya ku partiyên Kurdî yên Tirkiyê nikarin bi awayekî serkeftî xelkê bi aliyê xwe de bikişînin. Nêzîkî nîvê Kurdên nişteciyên Tirkiyê deng didin partiyên Kurdî yên neteweyî. Rikeberiya navxweyî di nav partiyên Kurdî de, herwiha şerê wan ji bo pêkanîna bandorê, bi awayekî bibandor her tevgereke Kurdî lawaz dike.

Erê, ez ê careke din vegerim ser semînara we. We di semînarê de metirsiya xwe ji avabûna herêma “Silêmanî-stanê” nîşan da. Çima hûn hizr dikin ku Kurd ber bi perçebûneke zêdetir ve diçin û ne ber bi yekgirtinê ve?

Bi nerîna min, zehmetiyên ku li Iraqê çêbûn, bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û daketina nirxê petrolê, herwiha nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê hene, hemûyan bi hev re, tengijînên bêtir di navbera Bexda û Kurdistanê de çêkirine. Li Herêma Kurdistanê jî, hîn nakokiyên neçareserkirî hene ku vedigerin sala 2017an. Beşekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji min re wiha diyar dibe ku bi wê yekê kêfxweştir e ew li Silêmaniyê hukm bikin, ne ku beşek bin ji Herêma Kurdistanê. Lewma metirsiyeke mezin heye ku Silêmanîstan çêbibe. Tekane aliyên ku ji vê yekê sûdmend dibin, bêguman, Erebên Bexdayê û Hikûmeta Îranê ne. Lewma çareserkirina hevrikiya ku di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de heye, ji bo aramiya Herêma Kurdistanê giring e.

Hûn weke şarezayekî karûbarên Kurdan, ku ji dûr ve çavdêriya nakokiyên partiyên Kurdî li Herêma Kurdistanê dikin, sedema nakokiyên li Herêma Kurdistanê hene vedigerînin çi?

Bi baweriya min, nakokiyên herî sereke ji du çavkaniyan tên: Yekem, bêguman biryara Îran û Tirkiyê ya bikaranîna nakokiyên navxweyî yên Kurdan e. Sedema duyem, li Herêma Kurdistanê, eger em vegerin berî çend salan, em ê bibînin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê partiya herî parçebûyî ye. Pêşî baskek jê cuda bû û Tevgera Goranê çêkir. Nakokiyên navxweyî yên wê partiyê û lawazî û tirsa beşekî ji serkirdatiya wê partiyê wiha kir ewqasî tirsa wan hebe ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bibe partiya yekem li Herêma Kurdistanê, ku amade bin hevpeymaniyê bi hêzên derveyî Herêma Kurdistanê re çêbikin da ku desthilata xwe biparêzin. Wek hevpeymaniya ligel Bexdayê û hevpeymaniya ligel Îranê. Ango astengî ew e ku yek ji partiyên bihêz ên Herêma Kurdistanê bi ser çend baskan de dabeş bûye û nikare xwe wek hêzeke bibandor li ba gelê Kurd bihêle. Bi nerîna min, parçebûna navxweyî ya YNKê, sedema sereke ya dubendiyên li Herêma Kurdistanê ye.

Ez dixwazim hinekî vegerim paş bo wê dema ku Tirkiyê dest bi operasyonê li dijî Rojavayê Kurdistanê kir. Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên welatên rojavayî sala borî li ser parastina Rojavayê Kurdistanê ji êrîşa Tirkiyê, hevnerîn bûn, lê nakokiyeke kûr di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKSê de heye, heta bi navbênkariya Amerîkayê jî hîn bi temamî li hev nehatine. Hûn siberoja Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin?

Mixabin siberoja Rojava bi min, ne zelal diyar dibe. Berî çend salan wiha derdiket ku hêj egereke bihêz heye ku Kurdên Sûriyê bikarin danûstandina otonomiyê bi rejîma Sûriyê re bikin. Dibe ku ev yek biqewimiya, eger Rûsya û Amerîkayê bi hevbeşî rê li ber Tirkiyê bigirtana ku êrîşî ser Rojava bike û wê dagîr bike. Mixabin ev nekirin. Tew ligel hebûna van gefên derveyî yên mezin li ser man û nemana Rojava jî, Kurdên Sûriyê hê jî nikarin bibin yek. Tiştê ez dibêjim nerîna min a taybet e. PKK hêza serdest e li wan navçeyan. Bêguman PKK li pey destgirtina tevahî bi ser stratejî û siyaseta Kurdî de ye. PKK nikarî biryar bide ku Kurdên Sûriyê bi rêya xwe de herin, cuda ji rêya Kurdên Tirkiyê. Eger PKK rê bida vê yekê, bi nerîna min, derfeteke biçûk ji bo parastina otonomiya Rojava berdest dibû. Tiştê niha heye, stratejiya PKKê hêncet da destê Tirkiyê da ku here bakurê rojhilatê Sûriyê, bêyî nerazîbûneke mezin a navneteweyî. Li vir, giring e em ne tenê Kurdên Sûriyê lome bikin. Sedema sereke ku niha ew di vê aloziyê de ne, stratejiya xirab a Serokê Amerîka Donald Trump e. Pêşî soza parastina Kurdan da. Bêguman hate tekezkirin ku ew soz, sozeke vala bû, piştî vekişîna hejmareke zêde ya hêzên Amerîkayê. Lewma niha Kurdên Sûriyê tûşî wan aloziyan bûne. Nerîna min ew e ku, meger tiştekî dramatîk rû bide, heke na eger heye ku rejîma Beisê ya Sûriyê û Tirkiye bi hev re projeya otonomî ya Rojava ji nav bibin.

We behsa hikûmeta Tirkiyê kir. Ez ê bi vê berdewam bikim. Niha navendên akademîk û medyayî û heta gelek siyasetmedarên welatên rojavayî jî rexneyên tund li desthilatdariya Tirkiyê û Erdogan dikin. Hûn di wê baweriyê de ne ku di paşerojê de ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkiyê derfeteke baş derkeve pêş?

Ev pirseke pir giring e. Bi nerîna min, hemû hikûmetên Ewropayê fêm kirine ku di cîbicîkirina soza demokratîkkirina Tirkiyê de, Erdogan bi ser neket. Amerîka têbînî kiriye ku Tirkiyê hevpeymanî bi Rûsyayê re çêkiriye ji bo kirîna keresteyên şer. Tirkiyê bi awayekî çalak di şerê navxwe yê Lîbyayê de têwer bûye. Bakurê Sûriyê yanî Rojava jî dagîr kiriye. Efrîn dagîr kiriye. Êrîş kiriye ser beşa ku hemû cîhan wê wek Bakurê Iraqê dibîne û em wek Herêma Kurdistanê dihejmêrin. Di aliyê leşkerî de, Tirkiyê hêzên xwe li navçeyê belav kirine. Niha pirsgirêkên wê bi hemû cîranên wê re hene. Di destpêka vê sedsalê de, Partiya Dad û Geşedana Tirkiyê siyaseta 'sifr pirsgirêk' bi cîranan re dimeşand. Lê niha pirsgirêkên wê bi hemû welatên cîran re hene. Berî van jî, niha Tirkiyê tûşî enflasyoneke aborî ya mezin bûye. Di vê xalê de, bi nerîna min ji her demeke din bêtir metirsiya nemana di desthilatê de li ser Erdogan heye. Pirsa sereke ji bo Kurdan ew e ku ev derfet peyda bû, çi bikin? Bi nerîna min eşkere ye ku stratejiya leşkerî ya PKK li Tirkiyê ne serkeftî bû û bi ser nakeve jî. Ev nerîna min a taybet e. Eger PKK stratejiyeke aştiyane li Tirkiyê bimeşîne, ne bi wateya ku demildest çekan deyne, lê eger stratejiyeke aştiyane bimeşîne, bi nerîna min derfet çêdibe ku welatên Rojava, ango Ewropa û Amerîka piştgiriya dabînkirina mafên demokratîk li Tirkiyê bikin.

Ez dixwazim hinekî vegerim ser dîrokê. Di peymana Sevrê de soza avakirina dewleta Kurdistanê dabûn Kurdan, ew yek di Peymana Lozanê de hat hilweşandin. Roja 24ê vê mehê bîranîna salvegera îmzekirina Peymana Lozanê bû. Tirkiyê hê ji wê peymanê nerazî ye. Di baweriya we de, dibe ku careke din derfetek bo serxwebûna Kurdistanê derkeve pêş?

Erê bi nerîna min, wê derfeteke din çêbibe. Lê ne diyar e ev ê kengî biqewime. Em dizanin ku Sûriyê û Iraq di asteke bilind a nearamiyê de ne, pir nearam in. Lewma jî wê derfetên din ji Kurdên Sûriyê û Kurdên Iraqê re çêbibin da ku otonomiyeke çalak ava bikin bi awayekî egera çêbûna dewleta serbixwe li pey were. Lê da ku ev biqewime, divê Kurd bi awayekî serkeftî dezgehên xwe yên siyasî ava bikin. Digel hebûna rêjeya herî zêde ya hevahengiyê di nav Kurdan de û herwiha hevahengî bi kemîneyên nişteciyên navçeyê re da ku karê wan serkeftî be. Di derbarê serxwebûna Kurdistana Tirkiyê de, bi nerîna min her ku diçe egera vê kêmtir dibe. Sedem jî ew e ku nişteciyên Kurdên Tirkiyê, ji ber şerên berê û stratejiya cîhilkirina xelkê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve, niha nişteciyên Kurd pir bêtir ji berê li seranserê Tirkiyê belawela bûne. Niha li rojavayê Tirkiyê Kurd hene. Hejmareke wan a zêde li Stenbolê dijîn. Ev jî dike ku egera çêbûna dewleta Kurdî kêmtir bibe. Ev nayê wateya ku ti derfetek ji wan re misoger nabe ji bo çêkirina curekî ji otonomiyê li navçeyên ku Tirkiyê wan wek başûrê rojhilat binav dike, Kurd jî wek Bakurê Kurdistanê binav dikin.

Li gor maddeya 140 a Destûra Iraqê, divê sînorên parêzgehên Iraqê werin rêkxistin û pirsa Kerkûkê û bi giştî çarenivîsa ji % 40ê axa Kurdistanê li Iraqê were yekalîkirin. Bi baweriya we, Kurd niha dikarin bo wê yekê çi bikin, bi taybetî jî serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih?

Ev pirseke baş e, di heman demê de pirseke zehmet e. Eşkere ye ku îro statûya Kurdan li gor îlona 2017an pir lawaztir e. Eger em li Destûra Iraqê binerin, em ê bibînin ku erkê serokkomarê Iraqê ye ku nehêle destûr were binpêkirin. Ne tenê beşeke destûrê, lê divê hemûyî biparêze. Divê Kurd pirseke beraqil ji xwe bikin: Gelo sûda hebûna serokkomarekî Kurd çi ye eger ew serokkomar tiştekî ji bo parastina destûrê neke? Bi nerîna min, pir guncav e Kurd daxwazê ji serok Berhem Salih bikin ku insyatîfeke wî ya zelal hebe ji bo çareserkirina navçeyên cihê nakokiyê, Kerkûk jî tê de. Serokkomar ew kes e ku dikare bi rêya alavên bisûd egera pêkhatina çareseriya aştiyane û demokratîk berdest bike. Dibe ku di vê demê de ev ne serkeftî be ji ber encamên bûyerên 2017an; ku wisa li Kurdan bike xwe bi wê rastiyê re biguncînin ku mumkin e nikaribin Kerkûkê vegerînin. Qet nebe ji bo demeke pir dirêj. Bi dîtina min, ji hemûyî giringtir e ku Kurd niha Herêma Kurdistanê bihêz bikin. Heta dikarin hewl bidin serkeftî be. Wê bikin cihek ku bala Kerkûk û navçeyên din jî bikişîne, bi awayekî ku di siberojê de bixwazin bibin beşek ji Herêma Kurdistanê.

Rêzdar O`Leary, hîn Destûra Herêma Kurdistanê nehatiye nivîsandin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya destbikarbûnê de ew yek weke yek ji karên xwe yên girîng destnîşan kir, lê heta niha tiştek nehatiye kirin. Gelo Ddestûr dikare sedemeke kêmkirina ji hev belavbûnê be?

Bi nerîna min, nivîsîna destûrê derfetekê ji bo yekbûna Kurdan li Herêma Kurdistanê berdest dike. Erê wek her neteweyeke din, hin kêşe û pirsgirêk di nav Kurdan de jî hene. Nakokiyên navxweyî yên Kurdan li ser bingeha ol, ziman, zarava, çîn û hin tiştên din hene. Herwiha nivîsandina destûrekê ku kêrhatî be ji bo Kurdistana niha ya Iraqê û dewleta serbixwe ya Kurdistanê di siberojê de. Ev beşeke giring e ji bo çêkirina yekrêziyê li Herêma Kurdistanê. Yek ji pirsên sereke ev e: Gelo Herêma Kurdistanê xwediya sîstema serokatiyê yan sîstema perlemanî be ku tê de serokwezîr û kabîneya xwe desthilata sereke û cîbicîkirinê ne? Bi baweriya min, mumkin e ku ev pirs bê yekalîkirin, mumkin e di giştpirsiyekê de raberî gelê Kurdistanê bê kirin. Eger hin pirsgirêk hebin ku hizb bi xwe nikaribin wan çareser bikin, bila ev pirs raberî cemawerên Kurd bên kirin da ew biryarê li ser wan bidin. Eger proseya nivîsandina destûrê zelal û vekirî be, bangewaziya beşdariya xelkê bike, derfetê ji ciwan, pîr, jin û mêran re peyda bike da ku beşdar bin di biryardana li ser ka dixwazin Kurdistana bê çawa be? Ev tiştekî erênî dibe. Bi rêya vî karî Kurd xwe diparêzin ji her hewldaneke lawazkirina Herêma Kurdistanê, çi ji aliyê Bexdayê yan her hêzeke derveyî be.

Hûn di wê baweriyê de ne ji bo hebûna dewleteke bihêz, rûberekî berfireh ne girîng e, ya girîng bihêziya aborî û yekgirtina navxweyî ye. Gelo Herêma Kurdistanê dikare bibe ew cih ku mînakek weke Singapûrê lê çêbibe?

Ez bawer nakim Kurdistan bikare bibe mîna Singapûrê. Çimkî mixabin sînorê avî û deryayî li dorhêla wî nîne. Lê bi baweriya min Kurdistan dikare di warê aborî de serkeftî be. Zelal e ku vekirî ye, bi şêweya azad li ber hilberîna biyanî vekirî ye. Herwiha niha nişteciyên Herêma Kurdistanê li ber veberhênerên biyanî xwendewartir û vekirîtir in. Di warê çandiniyê de jî, li gor welatên derdorê, îmtiyazên wê bêtir in. Pêşxistina kerta çandiniyê tiştekî sûper dibe. Niha Kurdistan di rewşeke aborî ya xirab de derbas dibe, nemaze ji ber daketina nirxê petrolê. Lê çêdibe ev wek derfet bê bikaranîn ji bo zêdekirina çavkaniyên aborî. Ev ê Kurdistanê biparêze gava petrol êdî wek beşeke giring ji aboriya cîhanê nemîne. Ev ê di siberojê de bi cih were. Dibe ku sî salî dirêj bike. Di vê demê de, giring e Kurdistan ji bilî petrolê, hin çavkaniyên din ên dahatê bibîne. Ev nayê wateya ku dev ji gaz û petrolê berdin, lê divê ji zêdekirina çavkaniyên dahatê re amade bin.

Rêzdar O`Leary, ez ê pirsa xwe ya dawî bikim. Destûra Iraqê di sala 2005an de hin maf dane Kurdan, bi taybetî di warê enerjiyê de. Lê Bexda niha daxwaza hemû petrol û gaza Herêma Kurdistanê dike. Bi nerîna we, divê Herêma Kurdistanê çi bike?

Nabe Herêma Kurdistanê dest ji ti mafekî xwe yê destûrî berde. Mebesta min destûra 2005an e. Li gor wê destûrê, Kurdan ew maf wergirtiye ku bi xwe zeviyên nû yên petrolê bikloin. Jixwe wisa kirine jî û serkeftî jî bûne. Nabe dev ji vî mafî berdin. Lê bi nerîna min, hêja ye danûstandinê bikin û hewl bidin peymanekê bi Iraqa Federal re pêk bînin li ser dabeşkirina dahata welêt. Peymaneke ku cihgirtî be û piştî her demekê çênebe guherîn tê de bê kirin bi sedema biryarên hema hema ku tên derxistin. Kurd dikarin li ser dabeşkirina dadmend û zelal a dahatê danûstandinan bikin. Herwiha ez bawer nakim li dijî destûrê be ku li wê yekê bifikirin amadekariyê bikin ji bo hinardekirina hevbeş bi Bexdayê re. Paşê dahat bi dadmendî bê parvekirin. Bi nerîna min, divê Kurdistan heta dikare dest bi mafên xwe yên destûrî bigire. Di dema danûstandina bi Bexdayê re berevaniyê li van mafan bike. Mijar ne bi vî awayî ye ku statûya Bexdayê pir bihêz be, hergav li wir jî parçebûn hene û tomareke pak a serokwezîrê nû heye. Herwiha bi dîtina min di demeke nêzîk de îdareyeke nû li Amerîkayê bi serokatiya Joe Biden dest bi kar dike. Ev jî ji bo parastina mafên destûrî yên Kurdistanê sûdmend dibe. Tenê divê Kurdistan demeke din xwe bigire heta îdareyeke nû li Amerîkayê dest bi kar dike. Yanî di kanûna duyem a 2021ê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst