Felat Ozsoy: Cihê gora Şêx Seîd diyar e

Hewlêr (Rûdaw) - Neviyê Şêx Seîd Felat Ozsoy ku di heman demê de Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîdê Pîran e, tekez dike ku cihê gora Şêx Seîd diyar e û herwiha amêje bi wê jî dike, “Suleyman Nazîf çû Mûsilê Şêx Evdilselam Barzanî şehîd xist. Elî Seîb jî ji Rewandizê hat li Amedê Şêx Seîd Efendî şehîd xist. Divê Kurd ji vê dîroka xwe hinekê ders werbigirin.”

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîdê Pîran Felat Ozsoy ku neviyê Şêx Seîd e di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Rûdawê da û behsa komeleya wan û xebatên ji bo aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî kir.

Rûdaw: We kengî komele ava kir û armanca we çi bû?

Felat Ozsoy: Ev 5 sal in me komele ava kiriye, armanca komelê dîtina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî û aşkerekirina bûyerê ye.

We di 5 salan de serî li ku derê da ku bikarin cihên gora Şêx Seîd û hevalên wî peyda bikin?

Me çend caran li gel Wezareta Navxwe û parêzgariya Amedê têkilî danî û me ji wam xwest. Ya rast ev di 2014-2015 heta destpêka 2016an jî çê bûn. Pêşiyê gotin, ‘dibe em dê bifikirin, lê cihên wan ne diyar in em dê lê binêrin’. Helbet ev ne nîqaşên fermî bûn. Paşê gotin em dê li wî cihê ku gora Şêx Seîd lê ye, mizgeftekê çê bikin. A niha divê mirov  hin tiştan bi zelalî bêje; niha cihê gora Seyîd Riza ne diyar e, cihê gora Seîdê Kurdî ne diyar e, cihê gora Xalid Begtê Cibrî, cihên gorên Yûsif Ziya Beg, Seyîd Ebdulqadir ne diyar in, lê cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bi ya me diyar e. Li qada Şêx Seîd, cihek bi navê (Astsubay Orduevî) heye, li kêleka nexweşxaneyê, li kêleka wê jî bexçeyek heye, li nav wî bexçeyî de jî dareke tûyê ya qedîm heye, di binê wê darê de defin kirine. Kurê Şêx Seîd efendî, Şêx Ehmed efendî di saxitiya xwe de, ji min re bi xwe got, ‘ez çûm binê wê darê, dayika min çû ser gora bavê min yasînek xwend. Ez jî li bin wê darê sekininîm, cihê gora wî nîşanî min dan, li bin wê darê ye’. Ew dar li ser piyaye, ne weşiyaye û nehatiye birîn. Berî 4-5 salan, rojnamevanek çûbû wê derê û vîdeo û wêneyên wê darê girtibûn. Cihê wî diyar e, lê radestî malbatê nakin.

Tê gotin, Şêx Seîd û 46 hevalên wî, li qada Şêx Seîd (Qada Deriyê Çiyê) hatine darvekirin. Rastî 46 e, an 48 bûn, an zêdetir in?

Ew ên ku bi Şêx Seîd Efendî re hatine darvekirin, tevî Şêx Seîd 48 kes in. Lê yên ku gora wan li wê derê ne, 47 kes in, ji ber ku gora Şêx Şemsedîn birine. Yên ku di serhildanê de şehîd ketine, pir in. Yên ku bi biryara darvekirinê ji aliyê dewletê ve hatine kuştin ji hezaran zêdetir in. 3 dadgehan wê demê biryar dane; yek, Dadgeha Îstîklalê, Dadgeha Cezayê Giran û ya din jî Dadgeha Herbê. Bo nimûne, Xalid Begê Cibrî, Yûsif Ziya Beg, Elî Riza Beg, ev di Dadgehên Herbê de, hatine darvekirin, gulebaran kirine. Bo nimûne, li Mûşê, Çewlîgê, Erziromê, Dadgeha Cezayê Giran biryarên kuştinê dane. Ew ên ku herî dawîn hatin darvekirin, 1942yan de li Sêwasê hatine kuştin, hinek jî Dadgehên Îstîklalê hatine kuştin. Ew ên li Dadgeha Îstîklalê hatine kuştin, derdora 420 kesan e, li Amed û Xarpetê ev biryar hatine dayîn, 2 salan berdewam kiriye. Piştre jî dadgehên din biryarên xwe domandine.  

Tiştekî ku nayê zanîn heye; ew ê kesê ku biryara darvekirina Şêx Seîd Efendî dide, Elî Seîb e. Tu dikarî hinekê behsa Elî Seîb bikî ku kurdê Rewandizê ye? Herwiha Şêx Evdilselam Barzanî jî ji aliyê Suleyman Nazîf ve tê darvekirin ku ew bi xwe jî kurdê Amedê ye. Ji vir divê mirov çi fêm bike?

Rast e, Elî Seîb jî, Suleyman Nazîf jî, di destên dijimên xwe de bûne xizmetkar. Mixabin, di nav Kurdan de ev tişt ji zû ve çê bûne. Elî Seîb kurdekî Rewandizê ye û di parlamentoya Tirkiyê de jî parlamenter (Kozan, Riha) bûye. Li dadgehê jî dibe dadger bû, piranî jî ew têkiliyê bi Şêx Seîd re datîne, sozan dide, dixwaze dadgehê bibe holeke din. Helbet Elî Seîb û Suleyman Nazîf di dîroka Kurdan de, du şexsên lanetkirî ne. Li dijî qewmên çekên neyarên xwe bikar anîne. Suleyman Nazîf çû Mûsilê Şêx Evdilselam Barzanî şehîd xist. Elî Seîb jî ji Rewandizê hat li Amedê Şêx Seîd Efendî şehîd xist. Divê Kurd ji vê dîroka xwe hinekê ders werbigirin.