Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr got, firsendeke mîna pêvajoya Lozanê ji bo Kurdan derketiye holê û divê ev firsend ji dest neçe. Baydemîr got: “Peymana Lozanê , tapûya avabûna hin dewletan e, lê kifinê Kurd û Kurdistanê ye.”
Osman Baydemîr dibêje: “Mutefa Kemal û hevalên wî bi destûra 1924an xiyaneta herî mezin li Kurdan kirin. Mafê otonomî-xweserî yê ku di Destûra Bingehîn de hatibû naskirin hat rakirin. Ji ber ku Kurdan peymaneke nivîskî çênekirin.”
Derbarê pirsgirêkên di navbera partiyên Kurdan de jî Baydemîr got: “Bi nêrîna li Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê di navbera Kurdan de ti pirsgirêk nemaye, lê pisgirêk di navbera partiyan de hene. Kêşe kêşeya partiyan e. Eger partî guh bidin daxwaz û dengên Kurdan, bi dîtina min Kurdan pêvajoya avakirina neteweyê temam bikiran.”
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê herdû rojên 27-28ê Gulanê, Konfersna 100 Saliya Peymana Lozanê hat sazkirin û di konferansên de Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn û yek ji wan Osman Baydemîr bû.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê Berê û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê yê berê OsmanBaydemîr bersiva pirsên Peyamnerê Rûdawê Zinar Şîno yên rêkildarî rewşa Kurdan a 100 piştî Peymana Lozanê û rojeva niha ya Kurdên Bakurê Kurdistanê da.
Rûdaw: Birêz Baydemir, careke din spasiya we dikim ku di hevpeyvîneke din de we dibînim.
Osman Baydemir: Gelek spas û mala wê ava ji bo ku we ev derfet da min. Bi izna we ez silavên xwe pêşkêşî çar parçeyên Kurdistanê dikim, bi taybetî jî guhdarên we.
Rûdaw: Birêz Baydemîr, piştî sed salan Peymana Lozanê feydeyê Kurdan çi ye vê peymanê bibîrt tînin. Kurd vê peymanê çawa fam dikin?
Osman Baydemir: Beriya her tiştî ev konferans ji bo min ne bîranînek e, lê protestokirina peymana Lozanê ye. Herwiha Peymana Lozanê , tapûya avabûna hin dewletan e. Lozan çawa bûye tapûya damezrandina hin dewletan û herwiha wisa bûye kifinê Kurd û Kurdistanê. Kurdistan kirin çar parçe û her parçeyekê jî kifin lê kirin.
Ez dikarim bibêjim di 100 saliya Lozanê de Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ti carî peymana Lozanê qebûl nekirine. Bi berdewamî bertekên xwe ji bo hebûna xwe ya netewî û daxwazên siyasî nîşan didin û , xwepêşandan organîze dikin. Ev peyman bû sedema êşên mezin, penaberî, sirgûn û nakokiyên kûr. Ev peymana ku 100 sal li ser navê `aşitiyê` hat kirin bû sedema şerekî sed salî. Em dikarin bibêjin ku ev peyman li Rojhilata Navîn di navbera Kurd û Tirkan de, navbera Kurd û Farsisan û navbera Kurd û Erebande bû sedema nîjadperestiyeke kûr. Ez dikarim bibêjim vê peymanê kimyaya Rojhilat Navîn xira kiriye. Di sed saliya wê peymanê de em careke din dubare dikin; Kurd ji vê peymanê ne razî ne, Kurd vê peymanê qebûl nakin. Hêvîdarim ev konferans û konferansên din ên wekî wê li çar parçeyên Kurdistanê pêk bên û bibe bingehê hişmendiyek nû li her çar perçeyê Kurdistanê.
Banga min ji partî û rêxistinên çar parçeyên Kurdistanê re; divê ew hemû kadroyên xwe, bi taybetî jî dîplomatên xwe, ji bo hînbûna xalên Peymana Lozanê, ku ez jê re dibêjin Fermana Lozanê, xal bi xal perwerde bikin û li wan bidin zanîn.Divê sîyasetmedarên Kurd xalên yê yek bi yek baş bizanibin. Bi taybetî, şanda Tirk a ku li ser navê Împeratoriya Osmanî beşdarî pêvajoya muzakereyên peymanê bû, li ser Kurdan çi got? Dema daxwazên Kurdan hatin ser maseyê, helwesta Îngilîz û Fransiyan çi bû, çi gotin. Herwiha parlamenterên Kurd ên wê serdemê, kesayetên Kurd ên naskirî çi peyam ji Lozanê re şandin? Divê baş ji aliyê siyasetmedar û dîplomatên Kurd bên zanîn ku, dîrok careke din xwe dubare neke. Careke din bila Kurd bi cîranên xwe nexapin. Wê demê li Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî eşîr, şêx, axa, mele, parlementer û serokên gelê Kurd ên dikarin pêşengiya Kurdan bikin, mixabin bi gotinên Mustafa Kemal Ataturk hatin xapandin. Eger hûn ji min bipirsin, Sêwrê di salên 1919-20-21 de hinek maf dane Kurdan. Peymana Lozanê jî ew maf ji holê rakir. Mutefa Kemal û hevalên wî bi destûra 1924an xiyaneta herî mezin li Kurdan kirin. Mafê otonomî-xweserî yê ku di Destûra Bingehîn de hatibû naskirin hat rakirin. Ji ber ku Kurdan peymaneke nivîskî çênekirin.
Rûdaw: Piraniya kurdan vê şîroveyê dikin: Piştî Peymana Sewrê, rayadarên kurd û kesayetên xwedî bandor ên Kurd nekarîn di nav xwe de bibin yek. Hêzên ji nebûna yekitiya Kurdan sûd wergirtin, peymana Lozanê îmze kirin. Û kurdan hemû mafên xwe winda kirin û nekarîn mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Îro Kurd nikarin di nava xwe de bibin yek. Bi dîtina we Kurd dê sedsaleke din li çaverê bikin ku heta bigihêjin mafê xwe?
"Pirsgirêk di nav kurdan de nîne, kêşeya partiyên kurdan e"
Osman Baydemîr: Bi nêrîna li Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê di navbera Kurdan de ti pirsgirêk nemaye, lê pisgirêk di navbera partiyan de hene. Kêşe kêşeya partiyan e. Eger partî guh bidin daxwaz û dengên Kurdan, bi dîtina min Kurdan pêvajoya avakirina neteweyê temam bikiran. Di salên 1919-1920-1921-1922an de belkî girseya Kurd nikarîbûye bibe weke netewî. Ji ber ku wê demê bawerî, mezheb û nirxên olî li pêş nirxên netewî bûn. Mistefa Kemal û hevalên wî ji bo ku Kurd daxwaza mafên xwe û Kurdistanê nekin, xelîfetî wek kartekê bi kar anîn. Lê îro bi nêrîna min Kurd miletekî bi her reng, bîr û baweriyê xwe bûye netew e. Li Bakur erdhejek çê bû, li Başûrê Kurdistanê li Rojhilat û Rojava li hemû malan şîn heye. Li Efrînê belayek çê dibe, dilê Kurdên herçar parçeyan diêşe. Li cihekî Kurdistanê serkeftinek heye, hemû Kurd bi wê şa dibin. Bi dîtina min tu pirsgirêk di nav Kurdan de nemaye, lê pirsgirêk di navbera partiyan de ye.
“Derfêtên baş ji bo Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hene”
Divê partiyên Kurd xwe nûjen bikin. Divê zimanekî nû, stratejiyeke nû bê afirandin, ji dîrokê ders bê girtin. Ji ber ku di sedsala 21emîn de şert û derfetên sedsala 20emîn derketine holê. Hêzên sereke yên ku sed sal berê Peymana Lozanê ava kirin îro dîsa li herêmê ne. Şert û mercên ku Osmanî wê demê tê de bûn, îro jî hene. Careke din dîrokê firsend daye kurdan, divê partiyên Kurd vê derfetê bi dest bixin. Sedsala neheqiyê bi şert û mercên sedsala 21emîn û nirxên sedsala 21emîn dikare were sererastkirin. Ev îmkan heye. Û ev derfet hê jî ji dest ne neçûye. Tevî ku ev 10 sal in ev derfet derketiye holê jî, partiyên Kurdistanî heta niha ji vê derfetê sûd wernegirtine. Lê ev derfet hê jî ji dest ne hatiye. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê derfetek pir mezin heye. Li Başûrê Kurdistanê jî wisa. Ev destkeftiyên jixwe ve pêk nehatin, bi saya bi hezaran şehîdan hatin bidestxistin. Wê demê divê partî û rêxistinên kurdan çi bikin?
“Pêwîstî bi diplomasî û stratejiyên hevpar heye”
Beriya her tiştî di qada navneteweyî de hêzên serdest weke Amerîna,Brîtanya, Fransa, Rûsya li herêmê ne. Ew li herêmê ne û hesabê wan li wir heye. Divê em ji hev re bibêjin; Êdî kes nikare me bixapîne. Êdî ti kes nikare bi nakokiyên bîrdozî, olî û felsefî me Kurdan bîne li hemberî hev. Rast e dibe ku nerîna û têgihiştina cuda bin, lê miletê me tenê hêvî û armancek ji me heye. Ew jî; azadiya axa me, azadiya zimanê me, azadiya çanda me û naskirina statuya me ye. Ji bo bidest xistina statuya Kurd û Kurdistanê, divê dîplomasiyeke hevpar, hizireke hevpar, stratejiyeke hevpar were avakirinn û di qada navneteweyî de ji aliyê hemû partî û rêxistinan ve bê xwestin. Divê ji Neteweyên Yekbûyî, ji hemû şirîkên vê peymanê were xwestin. Bi dîtina min dema peymanek sed salî biqede, garantiya dewletên ku ev peyman îmze kirine jî diqede.
Rûdaw: Birêz Baydemîr li gorî nirxandina tu dikî, sedsala ku em tê de derbas dibin, ji bo Kurdan careke din derfeta wê yekê heye ku welatekî serbixwe were avakirin, an jî divê ji bo her perçeyek li gorî stratejiya xwe xebatên cûda werin kirin?
Osman Baydemîr: Ji bo min ya herî girîng ev e; em hemû wek miletê Kurd û Kurdistanê û herwiha weke partiyên Kurd û Kurdistanî ew sînorê di navbera me de hatiye danîn, wan ji mejî û dilên xwe derbixînin. Eger em sînorên mayinkirî yên li ser sînorên me hatine xêzkirin ji hiş û dilê xwe paqij bikin, wê demê em ê bibînin ku; Em yek milet, yek welat in. Û ev sînor bêyî destûra me hatin xêzkirin. Ev ji bo me destpêka herî baş e. Dema ku hûn bigihîjin wê, helbet hesasiyet hene. Helbet Başûr taybetmendiya xwe heye, Rojava taybetmendiya xwe heye, parçeyên din jî taybetmendiya xwe heye. Her tişt rêzek heye. Lê ya girîng ew e ku em pêşî sînorên xêzkirî ji hiş û dilê xwe rakin. Wê demê em dikarin deriyê gelek serkeftinan vekin.
“Federasyona Başûrê Kurdistanê tunebûya, bandora Kurdan li hemû cîhanê nedibû.”
Eger îro Federasyona Başûrê Kurdistanê nebûya Kurdan dê li hemû cîhanê ev qasî deng bidiya? Eger Kurdan ev destkeftî û derfet li Rojava bi dest nexista, dê Başûrê Kurdistanê zêdetir di bin zext û zordariyê de bûya. Ez careke din dubare dikim; em weke miletê Kurd û partiyên Kurdistanî mecbûrî hev in. Rast e em hewceyê hev in, lê divê em bi hev re li ser hin pirsgirêkên hevpar bimeşin. Dema aliyên her parçeyekî di qada navneteweyî de pirsgirêkekê derdixin pêş, divê aliyên din li hemberî vê yekê rawestin, hevdû reş nekin. Bi teybetî, mebesta min ne tu partî ye, ez di xizmeta hemû Kurdistanê de me di dîsporayê de. Dema du partiyên siyasî bi tundî nêzîkî hev dibin, biyanî ji herdu partiyan jî aciz dibin.
Hêzên mezin ên ji mêj ve li Rojhilata Navîn in, heta hetayê tehemûlê wan ji pirsgirêkên me yên navxweyî re nînin. Dîsa dibêjim, ew dê ji pirsgirêkên me re toleranseke bêsînor nîşan nedin. Rojekê wer ew dê biçin. Lewma divê di zûtirîn dem de em pirsgirêkên xwe yên navxweyî deynin aliyekî. Hin pirsgirêk hene ku nayên çareserkirin û hinek hene jî em ne mecbûrin niha çaraser bikin, bila ew bimînin paşî statûyê. Yanî ev pirsgirêk û nîqaş bila bimînin piştî bidestxistina statuyek an jî pêk anîna aştiyeke bi rûmet. Bila wê demê dîsa were rojevê. Em deyndarê dayikên Kurd in. Li her parçeyê Kurdistanê zarokên xwe dane vê têkoşînê. Û tenê tiştek ji me dixwazin; yeketî. Dibêjin stratejiyeke hevpar ava bikin, bibin yek û dengê me li cîhanê bidin bihîstin. Ez nabêjim em deskeftiyên perçeyekê bikin qurbaniya şer. Divê em her destkeftiyên Kurdan mina çavê xwe biparêzin. Divê em tu parçeyekî nekin qurbana şerê yê din. Ez dibêjim em destkeftiyan biparêzin û garantî û bihêz bikin û ji bo ya din jî gavekê bavêjin. Werin em vê yekê bi stratejiyek hevpar bimeşînin.
Rûdaw: Ji bo îro çend pirsên min hene. We şaredariya Amedê û parlementerî kir. HDP ku bi navê Partiya Çepên Kesk beşdarî hilbijartinan bû, di van hilbijartinên dawiyê de deng û kursiyê wê kêm bûn. Şîroveya we li ser vê yekê çi ye?
Osman Baydemîr: Rast e, ev rastiya me ye. Gelek sedemên vê yekê hene. Yek ji girîngtirîn sedemên vê yekê; di 8 salan de 10 hezar endamên kîjan partiyê hatine girtin? Hemû şaredarên kîjan partiyê ji kar hatin dûrxistin û avêtin girtîgehê? Parlamenterên wê ketin girtîgehê, bi dehan endam, berdevkên partiyê û rêveberên wê mecbûr bibin biçin sirgûnê. Li gel van hemûyan kîjan partî dikare li ser pêyan bimîne? Lê li gel van zext û qedexeyan jî hurmeteke min a mezin ji bo dengê li derdora HDPê kombûne heye. Haya me ji rêjeya dengên xwe yên berê û dengê me yê îro jî heye. Sedema yekem ev zilma heyî ye, ya din jî diziya dengan e. Minak deng ji YSPê re hatine avêtin lê ji MHPê re hatine hesibandin. Ev hatiye piştrastkirin. Mixabin hin sedemên teknîkî yên bi vî rengî bûn sedem ku dengên HDPê kêm bibin. Sedemên din jî hene, bê guman. Weke mînak, tifaqa bi partiyên çep ên Tirk re li cihên weke Stenbol û Îzmîrê bû sedema kêmbûna rêjeya dengan.
Rûdaw: We di axaftina xwe de got, dema Kurdan di sedsala 20an de daxwaza mafên xwe kirin, diviyabû her tiştî bi belgeyan îmze bikirana. Baş e, ma ne diviyabû HDPê mijarên ku bi Kiliçdaroglu re li ser mafên Kurdan li hev kirine, ragihîne? Yan ji dengdêrên xwe re bigota ku me li ser vê yekê li hev kiriye lewma dengên xwe nedin Hevpeymaniya Cumhurxwe bidin, dê ne rasttir ba?
Osman Baydemir: Bi dîtina min herdu partî jî ji vê yekê dûr in. Ev yek bi herdu partiyan re ne mimkûn e. Ji ber ku herdu partî jî di bin bandora neteweperestiya Tirk de ne. Hevsarê herdu partiyan di destê netewperestan de ye. Li aliyekî MHP, li aliyê din ÎYÎ Partî heye. Hevsengî di destê herdu aliyan de ye. Di nav her du berbijêrên serokomariyê de yê ku xizmeta azadî û demokrasiyê bike tune bû. Me bi rêjeya ji sedî 10 dengên ku me sitandibû nikarî serokomar derbixista, lê bi ji sedî 10 dengan em dikarin yê ku hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava kiriye têk bibin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî. Ji bo vegerê Amedê plana we heye?
Osman Baydemir: Bi rastî valîza min amade ye. Tevahiya mala min jixwe di valîzekê de ye. Helbet heye. Û xewna min Amed e, xewna min Hewlêr, Silêmanî, Wan e, Efrîn e, xewna min Kurd û Kurdistan e. Qamışlo ye. Xeyala min ne welatekî biyanî ye. Erê, ez bi beden li vir im, laşê min azad e. Lê ruhê min li Kurdistanê ye. Parçeyek canê min di zindana Kurdistanê de ye. Ji ber ku heval û hogirên nin di girtîgehê de ne. Ev doz doza pîroz a miletekî ye. Lê bi yek destê jî nabe, divê destê hemû Kurdan bibe yek. Ez careke din dubare dikim; Divê em hemû destkeftiyên Kurdistanê weke ronahiya çavên xwe biparêzin. Divê em wan nexin ber xeteran. Divê em gav bi gav pêş bikevin. Lê belê divê hemû Kurd ji van destkeftiyan sûd werbigirin û bi cihê morala hemû Kurdan. Ez dê her tim dubare bikim heta ku ew bibe; Kurdên Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat em li hember hev mecbûr in. Em ji her demê bêhtir hewcedarê hev in. Ji ber ku çarenûsa me bi hev ve girêdayî ye. Em ji hev nayên veqetandin, û rizgariya me bi hev ve girêdayî ye. Mixabin, têkçûna parçeyek dê bandorê li yê din bike. Serkeftina beşekî dê bandorê li beşa din jî bike. Ev bi tifaqa me ve girêdayî ye.
Rûdaw: Gelek spas ji bo vê hevpeyvînê ku we dama xwe da min.
Osman Baydemir: Ez jî spasiya we û hemû temaşevan dikim. Bi hêviya tifaqa netewî û pêşerojeke geştir li çar parçeyên Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse