Bi perspektîfa pisporên Rûsî krîza Sûrî û paşeroja Rojavayê Kurdistanê

29-02-2020
Xalid Hisên
Dibeyteke taybet derbarê pêşheteyên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de
Dibeyteke taybet derbarê pêşheteyên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de
A+ A-

Lêkolînvan li Encûmena Rûsyayê Alexey Xlebnikov ragihand ku ragihand ku ne Rûsya û ne Sûriyê armanc nakin temamiya Idlibê kontrol bikin û ki bo wan bes e ku herdu rêyên M4 û M5 kontrol bikin da ku ti gef li ser tevger û çûnûhatina li ser wan herdu rêyan nebe û wiha pê de çû: “Her ku diçe kêşeyên zêdetir ji Erdogan re li hundir peyda dibin, hem di aliyê aborî de û hem di aliyên din de. Lewra pêwîstiya wî pê heye ku berê kolana welatê xwe bide bûyerên derve û operasyonên artêşa welatê xwe.”

Xlebnikov herwiha anî ziman ku gelek berjewendiyên Rûsya û Tirkiyê yên hevbeş hene ku ji Idlibê mezintir in. Idlib ne hêja ye hemû berjewendiyên xwe yên hevbeş li ser têk bidin.

Derbarê rewşa Kurdan de jî Xilêbnîkov wiha axivî: “Kurdên Sûriyê di nav xwe de çend beş in û çend dîtinên wan ên cuda hene. Partiyên wan ên cuda hene, ne tenê ji hev nerazî ne, lê ligel hev hevrikiyê jî dikin. Di rewşeke bi vî rengî de pir zehmet e tu siberojekê bo Kurdistanê li wir bibînî. Lewma berî her tiştî pêwîst e Kurd di nav xwe de yekgirtî bin.”

Enstîtûya Rojhilatzaniyê ya Rûsyayê Kiril Vertiyayev jî diyar kir ku rewşeke defakto çêbû kurdan li Sûriyê karîn yekîneyeke otonomî ji xwe re berdest bikin niha, lê ev ne zêde bi dilê Rûsya ye û got: “Lê bêtir Amerîka piştevaniya wê yekîneya otonomî dike. Di dîroka nû de, Amerîka piştgiriya çend mijarên din ên wisa kiriye. Bi nerîna min, pêwîst e Rojava wek pêkhateyeke Sûriyê beşdarî gotûbêjan bibe. Divê berî her tiştî Kurd kêşeyên xwe di hundirê Sûriyê de çareser bikin.”

Lêkolînvan û Siyasetvan Kostentin Truyêvtsev jî got: “Pêwîst e Kurd siyaseteke bi tamamî bimeşînin û tekeziyê li ser berjewendiyên xwe bikin û bi taybetî pêwîst e pir bala xwe bidin ser axa ku ya kurdan e.”

Çalakvanê Kurdên Sovyetê Yuriy Dasinî anî ziman ku ew di wê baweriyê de trajedî êdî bi ser Kurdan de nayê û got: “Rast e armancên taybet ên Kurdan hene û dixwazin xwe bi rêve bibin, lê giring e ku Kurd hevgirtî bin da ku ew armanc pêk were. Ne çend rê, lê tenê ev rê li pêşberî Kurdan heye.”

Lêkolînvan û Siyasetvan Kostentin Truyêvtsev, Lêkolînvan li Encûmena Rûsyayê Alexey Xlebnikov, Ji Enstîtûya Rojhilatzaniyê ya Rûsyayê Kiril Vertiyayev û Çalakvanê Kurdên Sovyetê Yuriy Dasinî di dibeyteke taybet ji Rûdawê re krîza Sûriyê, bi taybetî pêşhateyên vê dawiyê yên Idlibê, rêkevtinên Astana û Soçiyê, rola Rûsya li Sûriyê û statûya Kurdan li Sûriyê nirxandin.

Rûdaw: Rêzdar Mîxaylovîç, ez ê ji aloziyên Idlibê dest pê bikim. Diyar e niha rewş li wir xerabtir bûye. Bi nerîna te, çima bûyerên vê dawiyê qewimîn, bi taybetî yên girêdayî pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê?

Kostentîn Troyêvtsêv: Ji ber ku rewşa Idlibê girêdayî du tiştan e. Yekem: Civînên Astana yên taybet bi Sûriyê. Herwiha bi rêkeftina sêalî ya Soçî di navbera hersê serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de. Di çarçoveya gotûbêjên Astanayê de, çar navçeyên ji çekan paqijkirî li Idlibê hatin çêkirin. Di nîvê yekem ê sala 2018an de, sê ji wan navçeyan bi temamî ji çekan hatibûn paqijkirin û rizgarkirin. Ev pêvajo pir aloz bû çimkî ne tenê navendên leşkerî li wir hatin rakirin, lê çend rêkeftin jî hatin berhemanîn. Di encamê de hemû hêzên opozisyona çekdar û komên terorîst navend û baregehên xwe guhastin Idlibê. Di encama vê de û herwiha di encama çend bûyerên din de ku di çarçoveya hevrikiyên Sûriyê de çêbûn, hejmara niştecihên Idlibê pir zêde bû. Hejmara niştecihên Idlibê ji milyon û dused hezar kesî bû sê milyon û şeşsed hezar kes. Anku sê caran ji berê bêtir.

Di civînên berdewam ên Soçî de, rêkeftina taybet bi Idlibê hatibû kirin. Heke hûn li nexşeya navendên leşkerî yên Idlibê ku Wezareta Bergiriya Rûsyayê belav kiribû binerin, hûn ê bibînin ku para Rûsya, Îran û Tirkiyê wek hev e di aliyê leşkerî û siyasî de û cihê her yekî ji wan diyarkirî ye di çarçoveya rêkeftina çêkirina navçeyên ji çek paqijkirî de, ku temamiya rojhilatê Idlibê li xwe digire û herwiha hinek navçeyên derdora Helebê ku ser bi Helebê ne û bakurê rojavayê navçeya Hemayê û beşê bakurê bajarê Laziqiye ku ta niha di bin destê terorîstan de ye. Rêkeftin bi vî awayî bû ku ez ê niha ji we re behs bikim. Çima ji wan navçeyan re tê gotin navçeyên ji çekan paqijkirî? Çimkî diviyabû bi temamî ji destê terorîstan bên rizgarkirin û herwiha divê çekên giran û metirsîdar li wan navçeyan nemînin. Ji bo vê mebestê Tirkiye, Rûsya û Îranê li hev kiribûn ku hersê welat çavdêriya rewşê bikin.

Bi giştî navendên çavdêriyê yên Îranê li navçeya Helebê dikevin. Yên Rûsya û Tirkiyê jî li navçeyên ku ji çekan tên paqijkirin dikevin. Erkê her yekî ji wan welatan ew bû ku wan navçeyan ji çekan paqij bike, herwiha terorîstan bê çek bikin. Lê gelo her yek ji wan kê wek terorîst dibîne? Komara Sûriyê hemû kesên li dijî xwe wek terorîst dibîne. Lê Tirkiyê tenê grûpa Heyet Tehrîr el Şam ku Bereya Nusre ya berê ye, wek terorîst dibîne.

Erê, ev eşkere ye. Lê ne ev tenê sedema bûyerên vê dawiyê ye. Gelo sedema pevçûna hêzên Sûriyê û Tirkiyê çi bû?

Kostentîn Troyêvtsêv: Na na, qasî ez dizanim, Tirkiyê hewl da Heyet Tehrîr el Şam anku Bereya Nusre ya berê bi çek bike, lê di encamê de berevajî derket. Tirkiye hêzên Bereya Nusreyê zêdetir anîn nav Idlibê, êdî wan jî dest bi têkbirina rewşê kir. Anku Tirkiyê erkê xwe cîbicî nekir. Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bêtirî pênc caran ragihand heke Tirkiyê erkê xwe cîbicî neke, wê hikûmeta Sûriyê hêza xwe ya leşkerî bi kar bîne bo bêçek kirina terorîstan an qewitandina wan ji wir. Ji bo vê mebestê jî heta ji Rûsya bê wê hevkariya wê bike. Niha ev li navçeyên ku min navê wan kir navçeyên ji çekan paqijkirî diqewime. Operasyona niha ya Sûriyê bi sê qonaxan hate encamdan.

Qonaxa yekem li bakurê rojava bû ku mebesta min bajarê Xan Şêxûnê ye. Piştî ku pêvajo li bakurê Xan Şêxûnê li çend navçeyên wê hat encamdan, paşê dest bi operasyonê hat kirin bi armanca rizgarkirina tevahiya rêya (M5) ku bo Sûriyê rêya jiyanê ye çimkî du peytextan bi hev ve girê dide, mebesta min Şam û Heleb e. Ev bo jiyana wan pir giring e. Gava operasyonê dest pê kir, hêzên ku Tirkiyê vegerandibûn, ev pesend nekirin û ne li Sûriyê ne li Rûsya û ne li Îranê jî pesend nakin.

Anku tê çaverêkirin paşê çi biqewime?

Kostentîn Troyêvtsêv: Paşê pir eşkere ye. Dema operasyona niha xilas bibe, piştre hinek navçeyên biçûk ên din dimînin ku dikevin derdora Helebê. Ew navçe jî ji çekdaran tên paqijkirin da ku di siberojê de ti gef li ser Helebê nemîne. Paşê dibe ku li başûrê rojavayê Sûriyê jî bê encamdan, da ku çekdar nikaribin êrîşên xwe li ser Lazqiye û herwiha li ser navenda leşkerî ya Rûsya li Himêmîmê berdewam bikin. Paşê operasyon radiweste. Ne artêşa Sûriyê û ne Rûsya û Îran naxwazin destê xwe bidin ti navçeyeke din, ji ber çend mijarên pir sade, çimkî grûpên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, li navçeyên jêr desthilata wan du milyon û 800 hezar welatiyên sivîl dijîn. Heke hewl bê dan Idlib û deverên ku ew mirov li wan dijîn bên kontrolkirin, ev ê bibe sedema kuştina hejmareke zêde ya welatiyên sivîl, ku ne Rûsya û ne jî Îran rê nadin ev biqewime. Lewma bi nerîna min, her fikirînek li ser vê mijarê ne fikirîneke lojîkî ye. Mijareke din heye dixwazim behs bikim. Li Idlibê çend navçeyên xwerêveber hene ku ne amade ne ligel komên terorîst û ne ligel Tirkiyê û ne jî ligel rejîma Beşar Esed tev bigerin. Lewma divê gihandin û peydakirina her hevkariyeke mirovî bo wan navçeyan bi rêkeftina ligel wan xwerêveberiyan be.

Alexey Xlebnikov , nerîna te li ser vê hevrikiya Sûriyê û Tirkiyê çi ye, gelo ev pirsgirêk ber bi ku ve diçe?

Alexey Xlebnikov : Em vêga li ser qadê cengeke şênber di navbera Tirkiye û Sûriyê de nabînin. Tenê pevçûn hene. Ez dixwazim hinek gotinan li yên Kostentîn Troyêvtsêv zêde bikim ku derbarê rêkeftina Soçî ya girêdayî Idlibê anî ziman. Ya pir giring ew bû ku rêya M5 ku Şam û Helebê bi hev ve girê dide û rêya M4 ku rêyeke stratejî ye hatin vekirin. Ev herdu rê hem bo Rûsya û hem bo hikûmeta Sûriyê armancên stratejî ne. Lewra dixwazin çûnûhatina li ser wan herdu rêyan kontrol bikin. Ez jî ligel Kostentîn Troyêvtsêv hevnerîn im ku ne Rûsya û ne Sûriyê armanc nakin temamiya Idlibê kontrol bikin. Ji bo wan bes e ku herdu rêyên M4 û M5 kontrol bikin da ku ti gef li ser tevger û çûnûhatina li ser wan herdu rêyan nebe. Paşê navçeyên ku Tirkiyê li wan e dibin navçeyên piştguhkirî. Wê çaxê Tirkiyê ligel komên radîkal çi bixwaze dikare bike.

Girêdayî pevçûnên Sûriyê û Tirkiyê ku em çavdêriya wan dikin, tiştekî din di destê Erdogan de nîne ku kêşeyên navxwe yên welatê xwe pê çareser bike. Ew hemû operasyon girêdayî kêşeyên navxwe yên Tirkiyê ne. Her ku diçe kêşeyên zêdetir ji Erdogan re li hundir peyda dibin, hem di aliyê aborî de û hem di aliyên din de. Lewra pêwîstiya wî pê heye ku berê kolana welatê xwe bide bûyerên derve û operasyonên artêşa welatê xwe. Lewra ez nabêjim ku rewş ji bin kontrolê derketiye û ev nabe sedema derketina hevrikiyeke nû. Em dibînin ku Putin û Erdogan bi berdewamî pêwendiyê bi hev re dikin dema bûyer û pevçûnên wisa çêdibin. Vê demê du caran bi telefonê axivîn. Cara yekem 4ê vê mehê û cara duyem 12ê vê mehê. Herwiha ne dûr e ku di vê demê de bicivin da ku biryara dawî li ser hemû karên girêdayî Idlibê bidin. Bi taybetî mijara kontrolkirina rêya M4 û M5 ji aliyê artêşa Sûriyê ve, asayîkirina rewşa çûnûhatinê û herwiha çêkirina navçeyeke ji çekan paqijkirî li wir da ku ewlehî cihgirtî be hem li Helebê û hem li van herdu rêyan.

Pirsgirêkên ku niha li wir hene, heta çiqasî bandorê li ser kurdên Sûriyê dikin, gelo erênî yan negatîf in?

Alexey Xlebnikov : Herdu ne, hem erênî û hem negatîf in. Bi her awayî, ez wisa dibînim ku şensê Tirkiyê kêm dibe êdî li ser Pirsa Kurd fişaran li Rûsya û Şamê bike. Lê bijardeyeke tenê li ber Tirkiyê dimîne. Ew jî ew e ku çêdibe li bakurê Sûriyê hevahengiyê ligel Amerîkayê bike, tew ligel kurdan jî, da ku bikare balansa kontrolê li hemberî pêngavên Moskowê ragire û herwiha ev dirêjahiyê pê dide dijî pêngavên Moskow û Sûriyê li Rojhilatê Firatê bi taybetî ku me dît di van mehên borî de Amerîka hêzên xwe li Sûriyê zêdetir kirin û navendên xwe yên leşkerî jî zêdetir kirin, bi taybetî li cihên ku nêzîkî sînorên Iraqê ne. Lê ez bawer nakim tiştê li Idlibê diqewime rasterast têkildarî kurdan be.

Lê çêdibe ku xerabbûna pêwendiyên Tirkiyê û Sûriyê yan Tirkiyê û Rûsyayê bandoreke erênî li ser kurdan bike?

Alexey Xlebnikov : Ez bawer nakim pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê ber bi xerabiyê ve herin. Ev çênabe. Erê gelek kanalên ragihandinê behs dikin ku çêdibe alozî di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de zêdetir bin û bawerî nemîne. Erê dibe ku ev biqewime, lê çêdibe ku di navbera dewletan de rewşên wisa çêbibin. Lê niha Rûsya û Tirkiyê reftarên xwe yên siyasî li ser berjewendiyên xwe yên hevbeş raber dikin û ne li tiştên wan dûrî hev dike, lê li xalên hev ên erênî digerin. Kostentîn Troyêvtsêv bi zelalî anî ziman ku ev di rêkeftinên Soçî de biryar li ser hatiye dayin û ji aliyê Rûsya, Tirkiyê û Îranê ve hatiye pesendkirin. Lê mijar ew e ku şiyana Tirkiyê nebû tiştê di rêkeftinan de îmze kiribû cîbicî bike. Erdogan di preskonferansekê de ligel Putin got ku Tirkiyê her erkekî dixe stûyê xwe da ku dawî li êrîşên li ser Laziqiye û navenda leşkerî ya Rûsya li Himêmîmê bê anîn. Li gor rêkeftinan pêwîst bû heta dawiya sala 2018an rêya çûnûhatinê bê vekirin, lê ve sal û nîvek derbas bû û tiştek nehat kirin. Lê ez dîsa jî bawer nakim ku pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê xerab dibin. Erdogan li ser kêşeyên xwe ligel Sûriyê got ku têkçûna pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê naqewime. Gelek berjewendiyên Rûsya û Tirkiyê yên hevbeş hene ku ji Idlibê mezintir in. Idlib ne hêja ye hemû berjewendiyên xwe yên hevbeş li ser têk bidin.

Kîrîl Vêrtiyayev, li gor te helwesta Rûsya li hember kurdên Sûriyê çawa ye? Bi dîtina te, ta çiqasî erênî yan negatîf e?

Kîrîl Vêrtiyayev: Li Sûriyê derfet heye bo manorên cuda bo her yek ji Kurd û Rûsya û Tirkiyê. Em li vir li ser welatê Sûriyê dipeyivin ku şerekî navxwe yê xwîndarî jiya ku di dîroka Rojhilata Navîn de yek ji şerên herî xwîndarî ye. Rewşeke defakto çêbû kurdan li Sûriyê karîn yekîneyeke otonomî ji xwe re berdest bikin niha, lê ev ne zêde bi dilê Rûsya ye. Lê bêtir Amerîka piştevaniya wê yekîneya otonomî dike. Di dîroka nû de, Amerîka piştgiriya çend mijarên din ên wisa kiriye. Niha rewş li wir aloz e.

Ez vêga dixwazim nerîna xwe li ser vê mijarê nîşan bidim. Ti pêwendiyeke vê bi helwesta fermî ya Rûsyaya Federal ve tune. Em dê niha behsa vê bikin. Paşê em dê behs bikin ka çawa li ser asta fermî li Rûsyayê tê temaşekirin. Bi nerîna min, niha çiqasî şensê kurdên Sûriyê heye, ewqasî jî metirsî li ser wan heye. Niha hinek alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û herwiha beşek ji rêxistinên Rojavayê Kurdistanê, bawer dikin ku niha derfetek ji kurdên Sûriyê re derketiye pêş ku bi rêya hevkariya Sûriyê û Rûsyayê dikarin Efrînê vegerînin jêr desthilata xwe. Ez pêşî dixwazim bêjim ku ev mijar bandoreke mezin li siberoja Rojhilata Navîn dike. Paşê bila em binerin û bibînin ka gelo niştecihên Efrînê bi xwe çi dixwazin. Herwiha biryardana li ser çarenivîsa wir li derveyî Sûriyê ne zêde rast e. Di civînên Astanayê û paşê di civînên Erdogan û Putin de ev ji me re derket. Baweriyeke wisa ji min re peyda bû ku Esed serweriya xwe ji dest daye. Rola Esed di hevkêşeyên navneteweyî de pir kêm bûye.

Niha hewldana vegerandina serweriya axa Sûriyê bûye beşek ji xwestek û berjewendiya niştimanî ya sûriyan. Beşek ji Sûriyê li jêr dagîrkariya Tirkiyê ye. Ecêb e ku Tirkiyê bi xwe jî vê înkar nake. Tew Tirkiyê bi fermî dibêje erê ev dagîrkarî ye. Derbarê Idlibê jî, Idlib niha parçeyekî veqetandî ye ji Sûriyê. Û heta Esed mabe û di desthilatê de be, bi dîtina Tirkiyê rewatiya wî nîne. Bila em li vir li gor hemû bûyerên ku li wir hene, lê binerin ku otonomiyeke defakto ji kurdên Sûriyê re çêbûye. Nabe berjewendiyên wê otonomiyê bên piştguhkirin. Wek ku rê nadin Kurd beşdarî gotûbêjên girêdayî Sûriyê bibin. Wek nimûne li Cinêvê û cihên din û di meydanên siyasî de. Ev karekî çewt e. Bi nerîna min, pêwîst e Rojava wek pêkhateyeke Sûriyê beşdarî gotûbêjan bibe. Çimkî heke hêzên Rojava û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di wan civînan de neyên beşdarkirin, ew ê hewl bidin bi cuda hêza xwe bi kar bînin da ku rewşê li wan navçeyan bi awayê ku ew dixwazin biguherin. Wek nimûne, girêdayî Efrînê. Lewma niha şensekî Rûsya yê baş heye da ku pêwendiyeke fermî ligel kurdên Sûriyê ava bike, çimkî hertim pêwendiyeke nefermî di navbera wan de hebû. Lewma ez wisa dibînim ku niha Rûsya û kurdên Sûriyê, helbet kurdên Sûriyê, mebesta min ne tenê PYDê ye. Lê hemû pêkhateyên ku girêdayî wê navçeyê ne, şensê wan heye ku hevahengî bê çêkirin ku ev dibe alîkar ji bo vegerandina aramiyê bo hemû Sûriyê.

Niha gotûbêj di navbera kurdên Sûriyê û Şamê de hene. Li gor te, çêdibe ku pirsgirêka Kurd li Sûriyê li Şamê bê çareserkirin an li derveyî Şamê be çêtir e?

Yurî Dasinî: Bi nerîna min, çênabe ku di vê mijarê de Şam bê piştguhkirin, çimkî divê berî her tiştî Kurd kêşeyên xwe di hundirê Sûriyê de çareser bikin. Heman helwesta Rûsyayê jî heye ku helwesteke fermî ye. Rast e Rûsya hertim alîgira kurdan bû, lê Rûsya naçe li şûna kurdan şer nake. Divê Kurd bi xwe li hundirê welatê xwe kêşeyên xwe çareser bikin. Li wê gorê ku niha hêza kurdan heye û xwedî helwest in, lewma çêtir e ku ligel Şamê biryarê li ser dozên xwe bidin, paşê ligel lîstikvanên navneteweyî û hêzên navçeyê û bi taybetî ligel Rûsyayê, herwiha ligel Amerîka û Tirkiyê û çêdibe ligel Îranê jî. Herwiha ligel welatên nêzîkî wê wek Libnan û Urdin û tew Îsraîl jî. Da ku Kurd bikarin çareseriyekê bibînin bo garantîkirina mafên siyasî yên gelê xwe li navçeyê. Erê, bi nerîna min divê bi vî awayî bê destpêkirin, çimkî ev mijar pir aloz e.

Em dizanin ku tew Esed dijî otonomiyê ye bo kurdan, îcar çawa serxwebûn! Gotûbêjkirina van dozan ne karê rojekê ye, lê divê bi berdewamî hewldan bê kirin, çimkî niha ti dewleteke Kurdan nîne, tew dewletek nîne ku bi berdewamî piştgiriya wan bike û wan garantî bike. Zanyariyek heye derbarê ku rojekê ji fermandeyê leşkerî Mazlûm Ebdî pirsîn: Gelo bêtir hêviya ti bi Rûsya yan bi Amerîkayê heye? Di bersivê de Ebdî gotiye ku hêviya min tenê bi Xwedê heye! Bi dîtina min jî, erê di rewşeke wisa de hêviya kurdan tenê bi Xwedê heye. Niha çêtir e Kurd kanalên xwe yên dîplomatîk bi kar bînin da ku gotûbêjan ligel Şamê bikin. Paşê heke hewce kir çêdibe ku Rûsya jî bînin nav mijarê, ne tenê Rûsya lê hemû welatên têkildarî vê mijarê û welatên hevsînor.

Tu helwesta Rûsya li hemberî kurdên Sûriyê çawa dinirxînî? Li gor te jî, çêtir e ku Kurd kêşeyên xwe ligel Esed çareser bikin an nerîneke te ya din heye?

Kostentîn Troyêvtsêv:Ez pêşî dixwazim bêjim ku helwesta Rûsya bêtir zelal bû gava li Soçî konferansek bo gotûbêjên navbera sûriyan bi rêve çû. Li wir Rûsya reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê zelal kir. Di wê proje destûrê de, pir eşkere hatibû nivîsîn otonomî bo Kurdistan. Lê ew proje hat redkirin. Hem ji aliyê nûnerên Beşar Esed û hem ji aliyê hemû nûnerên Ereb ve. Ev ji me re dibêje ku otonomiya rasterast bo Kurdistanê bi rêya gotûbêjan ligel her aliyekî ne Kurd ê Sûriyê, çi aliyên hikûmetê û çi aliyên opozisyonê bin, tiştekî ne mumkin e. Bi nerîna min, min tiştek ji bîr kir, ew jî ew e rêyek heye ku otonomiyê bo kurdên Sûriyê pêk tîne ku çêdibe ne sibe û dusibe, lê rasterast îro bê destpêkirin. Ez dê niha ji we re behs bikim çawa.

Derfet bo min çêbû ku di destpêka derketina hevrikiyên Sûriyê de ez beşdarî konferansekê bibim li ser mijara xwerêvebirinê li Sûriyê. Yasaya 107 a Sûriyê taybet e bi mafê xwerêvebirinê ku bi rizamendiya Esed hatiye danîn. Min ev rasterast ji Esed re got, herwiha min ji wan Kurdan re jî got ku li cihên cuda hevdîtinên me hebûn ta li bajarê Silêmaniyê jî. Lê ji herdu aliyan min hest bi redkirina vê mijarê kir û min fêm kir. Dizanin Rojhilata Navîn anku axaftina li ser çend kêşeyên pir giran. Her çiqasî babeta otonomiyê hate redkirin, lê bi nerîna min herdu alî dikarin vê kêşeyê çareser bikin, her çiqasî ev pêvajo demdirêj û bibiryar e û pêwîstiya wê bi hûrkariyên zêde heye, lê ev mijar mijareke pratîk e û çêdibe bê encamdan.

Ez dê niha ji we re bibêjim çawa. Yasaya 107 ku hatiye pesendkirin şiyaneke zêde dide gelê Sûriyê bo meşandina sîstema xwerêvebirinê û maf dide xelkê ku yekîneyên xwerêvebirinê hilbijêrin, herwiha mafê dahata serbixwe û çend mafên din jî dide wan. Heke ew tenê wan xalan cîbicî bikin, bi awayekî defakto otonomî bo Kurdan çêdibe, her çiqasî Kurdan ez rexne kirim li ser wê projeyê û gotin ku ev jinavbirina hizra otonomiya rasteqîn e, lê min gelek caran bi awayekî rasterast ji Kurdan pirs kir gelo hûn nav û navnîşana otonomiyê yan otonomiya pratîk dixwazin? Min gote wan, peyv û qaşil li ba we giring in an naverok? Heke naverok anku çi bo Kurdan giring e? Yekem parastina wê heykela siyasî ya Kurdî ku heye û parastina hemû şiyanên din û ji hemûyî giringtir ew heykela leşkerî ye ku niha kurdan ava kiriye, wek nimûne niha li bakurê rojhilatê Sûriyê rewşeke defakto heye, bi awayekî pratîk gava artêşa Sûriyê vegeriya wir, tew ti pevçûn ligel hêzên Kurdî çênebû û hewla têkdana wê yekîneya siyasî ku li wir heye neda. Çêdibû ku her yek ji van biqewime, lê na berevajî niha gav bi gav pêvajoya gotûbêjan di navbera wan de bi rêve diçe.

Çêdibe ku rola Rûsyayê li vir pir giring be, wek navbênkar di navbera herdu aliyan de. Ez berê beşdarî vê pêvajoyê bûme. Ez dixwazim ji we re bibêjim ku li ser asta pir bilind hin kes ji Rûsya beşdarî wî navbênkariyê bûne. Tiştê ez niha behs dikim, berpirsên Rûs ev ji herdu aliyan re gotin û pêwîst e ez diyar bikim ku êrîşa Erdogan li ser Rojava wiha li kurdan û hikûmeta Sûriyê kir ku gavan biavêjin ber bi mijara ku min behs kir. Erdogan ew neçarî gotûbêjekê kirin ku berê herdu alî jî pê nerazî bûn.

Di vê rewşa niha de, çi pêşniyareke te bo Kurdan heye? Li gor te, divê Kurd siyaseta xwe di rewşeke wiha de çawa bimeşînin?

Kostentîn Troyêvtsêv: Pêwîst e Kurd siyaseteke tekûz bimeşînin û tekeziyê li ser berjewendiyên xwe bikin bi awayê ku min behs kir. Bi taybetî pêwîst e pir bala xwe bidin ser axa ku ya kurdan e. Wek nimûne, girêdayî Dêrezorê. Dêrezor pirsgirêk e bo kurdan. Hebûna wan li wir pirsgirêk e. Çêdibe ji wir derkevin. Lê bi gotûbêjkirina li ser çend mijarên giring. Wek nimûne, li hemberî derketina xwe, pêwîst e doza garantiyê bo deverên kurdî bikin. Ev mijara giring e bo kurdan. Paşê, girêdayî hêza çekdarî ya Kurdan, ev bo herdu aliyan sûdmend e. Ji aliyekî ve, ew hêza çekdarî dikeve jêr sîwana artêşa Sûriyê, ji aliyekî din ve ew dikarin bi awayekî serbixwe karên çekdarî pêk bînin heke hewce bike dijî dagîrkariya Tirkiyê û dijî hêzên din ku ser bi Tirkiyê ne li jêr navê Artêşa Azad a Sûriyê. Ji aliyekî din ve, navçeyên ku bi hevbeşî li jêr kontrola Tirkiyê û Rûsyayê ne, vê jî çend tiştên erênî bi dû xwe de anî. Bi vê pêvajoyê Rûsya ji Tirkan re got we parastina ewlekariya sînoran dixwest kerem kin, va me ewlekarî ji we re bi cih kir, bi rêya operasyona hevbeş a tirkî-rûsî. Gava Tirkiyê ev red kir, ev jî di qezenca kurdan û Sûriyê de bû. Çimkî niha artêşa Sûriyê û Rûsya piraniya devera wan sînoran diparêzin. Vaye niha li wir her tişt baş e û kes gazinan ji rewşê nake. Lewma ez dixwazim bêjim ku hemû bûyerên diqewimin dikevin qezenca Rojava. Mijara din mijara Efrînê ye. Ez pêşniyar dikim ew babet vêga bê hilgirtin û neyê tevdan, çimkî dibe ku vêga bibe teqînek û hemû mijarên din têk bide. Çêdibe ku em paşê wê mijarê bînin nav rewşê. Tiştê niha pêwîst e parastina wan destkeftan e ku pêk hatine û mijara Heseke û bakurê Reqayê ye. Gava ev hemû babet pêk bên, paşê pêvajoya siyasî bi xwe dide ser rê û serkeftinê bi dest dixe.

Yurî Dasinî dibêje tu çi baş dibînî bo garantîkirina mafên kurdan, otonomî yan tiştekî din?

Kostentîn Troyêvtsêv: Min got çêdibe ku otonomiyeke rasterast nebe, lê di heman demê de pêvajoyeke demdirêj bi rêve diçe ku pêvajoya destûrê ye, lewma heke niha bêjin yella otonomiya rasterast bo Kurdan, ev naçe serî, lewma niha parastina tiştê heye, parastina heykelê siyasî yê rêveberiya Kurd li wir giring e.

Lê ev pir aloz e. Kurd naxwazin bê çek bin, wek Esed daxwaz dike ku çekan deynin û tev li artêşa Sûriyê bibin. Heke mijar bi vî awayî here, anku çi otonomiyek çêdibe ku ava bibe?

Kostentîn Troyêvtsêv: Dîsa ev miameleya siyasî ye ku min behs kir û dîsa li vir hebûna Rûsyayê heye û bêguman çêdibe ku roleke pir erênî bilîze. Kurd doza şêwazeke xwerêvebirinê wek Çeçan dikin, Rûsya jî doza heman şêwaza Çeçanî bo Kurdan ji Esed kiriye, lê ew qebûl nakin. Tu dizanî ev ne dawî ye, lê niha destpêka pêvajoyê ye. Pêwîst e dirêjahî pê bê dayin û saziş li maf û berjewendiyan neyê kirin.

Baş e, Kîrîl Vêrtiyayev, li gor te divê Kurd çawa vê derfeta niha bi kar bînin, wek nimûne ew xwedî hêz in û ax di destê wan de ye, pêwîst e çi bikin da ku parastî bin û tiştê heye geş bikin?

Kîrîl Vêrtiyayev: Wek Kostentîn Mîxaylovîç got ku pirsa giring ew e otonomiya kurdan çawa dibe, gelo otonomiyeke defakto yan otonomiyeke lêmikurhatî dibe. Ji aliyekî ve çêkirina yekîneyeke serbixwe ya xwerêvebirinê, ev xwestekek e û di çarçoveyeke wek konfederasyona demokratîk de heye ku niha mijareke bi vî awayî li wir tê dîtin. Ji aliyekî din ve, ew pirs derdikeve holê ku hinek navçeyên ku ew otonomî wan li xwe digire çi pêwendiyeke wan bi Kurdan heye, wek nimûne Dêrezor ku niha defakto bûye beşek ji wê otonomiya defaktoyî ku navên wê yên cuda hene.

Hinek caran navê wê Rojhilatê Firatê ye û hinek caran navê wê Rojavayê Kurdistanê ye. Bi nerîna min, niha navê wê yê fermî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Çend caran ew nav guhertine. Erê ya ku niha heye yekîneyeke siyasî ya xwerêvebirinê ye ku li qiraxa Çemê Firatê çêbûye. Bi rastî piraniya binemayên hikûmetbûnê lê hene û herwiha binemaya beşdariya pêkhateyên cuda yên civakê lê hene. Pêwîst e em têbînî bikin ku ew der civakeke pirnetewe ye. Ew nimûneya Rojava her çiqasî çend tiştên wê yên xerab hene, wek nimûne, wek em dibînin heta radeyekê PYD li wir sîstemeke dîktatorî û yekalî dimeşîne bo sepandina hêza xwe. Lê hêj ew pêkvejiyana li Rojava heye, bêyî hikûmet çêdibe ku bibe nimûneyek bo hemû Sûriyê, çimkî niha Sûriyê ber bi wê yekê ve diçe ku her hêzek navçeyekê kontrol dike û li hikûmeta Sûriyê mikur nayê, her wek bi taybetî li Idlibê û qiraxa Firatê heye.

Hemû hêzên ku hewla xwerêveberiyê jî didin, naxwazin ji Sûriyê cuda bibin. Lê hemû yekîtiya axa Sûriyê diparêzin. Ez dixwazim tiştekî bînim bîra we. Proje destûra ku Rûsya bo Sûriyê pêşniyar kiribû, tew tê de hatibû nivîsîn ku divê navê Komara Erebî ya Sûriyê bê guhertin û bibe Komara Sûriyê. Ez dixwazim tiştekî din jî bînim bîra we. Berî çend salan li sînorê navbera Sûriyê û Iraqê li wî cihê ku Rojavayê Kurdistanê, me dît ku li wir hatibû nivîsandin Komara Sûriyê lê ne Komara Erebî ya Sûriyê, çimkî Kurdan bawer dikir ku projeya destûra ku Rûsyayê amade kiribû, mafê wan jî tê de hatibû raçavkirin. Wan bawer dikir ku li wir ew nikarin tiştekî din bikin, lê her biryareke ku bo mijara çareseriya Sûriyê tê dayin, divê tê de xwestek û daxwazên hemû welatiyên Sûriyê wek welatekî pirnetewe bê raçavkirin.

 

Rêzdar Xilêbnîkov, bi nerîna te wê Kurd ligel Rûsyayê parastî bibin? Amerîka yan Rûsya bêtir Kurdan diparêze?

Alexey Xlebnikov : Ravekirin û nirxandinên me bo pirsa Kurd li Sûriyê zêde binirx nabin heta Amerîka li bakur û rojhilatê Sûriyê hebe. Hizr li her tiştekî bo Kurdan bê kirin, zêde nadome çimkî hokarek heye ku li wir tiştan radigire hem girêdayî Kurdan û hem bo garantîkirina ewlekariya wan. Metirsiya Kurdan heye ji dubarebûna metirsiyên ku Esed li deverên ji çekan paqijkirî encam dan û tevgera Esed ligel hêzên wir. Lewma Kurd naxwazin ew senaryo li devera wan jî dubare bibe.

Kurd garantiyan bo çarenivîsa xwe dixwazin. Pirs li vir ew e ku Rûsya heta çiqasî amade ye wê garantiyê bide. Her wek li vir guhê min lêbû, ez jî dibêjim ku Rûsya ne amade ye li ser Kurdan şer bike û naxwaze mafên Kurdan jî bisepîne. Ya Rûsya dikare bike navbênkarî ye di navbera hemû kom û aliyan de bi awayekî hevseng û wekhev. Lê ev hemû pirsên miameleya siyasî û pêvajoya gotûbêjê ne. Eşkere ye ku di gotûbêjan de hemû alî hinek tiştan pesend nakin, her yek ji wan dixwaze ji yê din kêm bike û ji xwe re zêde bike. Pêvajo bi vî rengî diçe ta digihin çareseriyeke hevbeş.

Mijareke pir giring ku her wek Kostentîn Mîxaylovîç got ka gelo nav û navnîşan li ba Kurdan giring e yan hebûneke şênber û tiştê di pratîkê de pêk tê. Dîsa heman pirs derdikevin holê wek pirsa destûra Sûriyê û pirsa yasaya 107 û mafê xwerêvebirinê, gelo giring e çi hatiye nivîsandin di destûrê de yan giring e çi tê bicihanîn. Tu dizanî hemû destûrên dinyayê nêzîkî hev in, lê li her cihî bi awayekî tên bicihanîn. Li hinek cihan hin made nayên cîbicîkirin, lewma pirsa giring ne ew e ka çi hatiye nivîsîn, lê ev giring e ka di pratîkê de çi tê cîbicîkirin. Giring e tiştê di destûr û yasayê de heye, gelo bi rastî li wî welatî heye yan na?

Erê niha Rûsya gotûbêjên Kurdan û Şamê birêve dibe. Moskowê hêza xwe bi kar anî bo pêkanîna gotûbêjan di navbera kurdan û Sûriyê de. Niha ew gotûbêjên ku hene bi saya navbênkarî û hêza Rûsyayê hene. Û heman tişt jî niha di navbera Tirkiyê û Sûriyê de birêve diçe bi saya Rûsya û pêwendî û gotûbêj di navbera Tirkiyê û Sûriyê de heye li ser astên bilind û cida, lê heke em bêjin Rûsya dikare mafên Kurdan garantî bike, bi nerîna min ev gotin ne zêde pesendkirî ye. Û bila tiştek ji bîra me neçe Şam dibêje heke em herin nav gotûbêjan ligel Kurdan û tiştê daxwaz dikin bidin wan, divê em ligel kêmneteweyên cuda yên din jî heman tiştî bikin wek Ermenî û Turkmen û hemû neteweyên cuda yên ku li wir hene ku wek em dizanin li wir hejmareke zêde ya kêmnetewe û kêmolên cuda dijîn. Lewma bi nerîna Şamê ev dabeşkirina navenda hêza wê ye. Lewra bêguman rê nade ev biqewime. Lewma rola Rûsya tenê ew e ku navbênkarî û rêkxera gotûbêjan be.

Ji aliyekî din ve pêwîst e em fêm bikin ku piştî şerê ku qewimî çênabe her tişt vegere wek ku sala 2011an hebû. Ev bo hemû aliyan zelal e û çênabe ku bi wî awayî dirêjahî pê bê dayin. Şam jî vê fêm dike. Lê çi bê kirin û çawa derbas bin di wan gotûbêjan de da ku encamek berdest be. Ev ew tişt e ku niha gotûbêj li ser tê kirin.

Ez dixwazim pirsekê raberî we hemûyan bikim. Pêşbîniya we bo çarenivîsa Kurdan li Sûriyê çi ye? Bila ez ji Yurî Dasinî dest pê bikim.

Yurî Dasinî: Bi nerîna min, trajedî êdî bi ser Kurdan de nayê. Rast e armancên taybet ên Kurdan hene û dixwazin xwe bi rêve bibin, lê giring e ku Kurd hevgirtî bin da ku ew armanc pêk were. Ne çend rê, lê tenê ev rê li pêşberî Kurdan heye. Hinek Kurdan tawanbar dikin ka çima demekê ligel Rûsya û demekê ligel Amerîkayê ne. Hinek ji wan ligel Iraqê û hinek ligel Tirkiyê ne. Bersiv ew e her kesek li cihê Kurdan bûya her wisa dikir bo bicihanîna armancên xwe. Pêwîst e Kurd bidin ser rêyeke tenê û lêkolînan li ser bikin bo bidestxistina armancên xwe.

Kîrîl Vêrtiyayev, bersiva te ji bo vê pirsê çi ye?

Kîrîl Vêrtiyayev: Bi baweriya min, rewşa ku çêbûye di nav destê Kurdan de dilîze. Heke em bi taybetî behsa Kurdên Sûriyê bikin, rewşa ku li navçeya nav lê kirine îdareya bakur û rojhilatê Sûriyê çêbûye firehtir e ji devera ku jê re tê gotin Rojavayê Kurdistanê. Xwerêveberiya Kurdan li Sûriyê ji sînorê Rojavayê Kurdistanê derketiye û pêwendiyên bazirganî ava kirine û aboriya wan ber bi aramiyê ve diçe. Lewma li gor min heke serkêşî neyê encamdan, çêdibe ku siberojeke baş a tiştê çêbûyî hebe. Çimkî her çawa be li ser axa Sûriyê aştî cih digire. Wê çaxê pişka şêr digihe Kurdên Sûriyê.

Lê cenabê te?

Alexey Xlebnikov : Ez dixwazim balê bikişînim ser mijarekê ku îro pirsgirêka piraniya gelan e. Her çiqasî em di vê debaytê de nizanim çima me behsa wê nekir. Ew jî bêtifaqiya Kurdan e. Kurdên Sûriyê di nav xwe de çend beş in û çend dîtinên wan ên cuda hene. Partiyên wan ên cuda hene, ne tenê ji hev nerazî ne, lê ligel hev hevrikiyê jî dikin. Di rewşeke bi vî rengî de pir zehmet e tu siberojekê bo Kurdistanê li wir bibînî. Lewma berî her tiştî pêwîst e Kurd di nav xwe de yekgirtî bin, wek kemîneyekê li Sûriyê pêwîst e di nav xwe de hev bigirin, paşê çêdibe ku di nava Sûriyê de, ji xwe re li siberoj û garantiyekê bigerin.

Ez dê gotina dawî bidim Kostentîn Troyêvtsêv, tu çarenivîsa Kurdan çawa dibînî?

Kostentîn Troyêvtsêv: Ez pêşî dixwazim du sê tiştan li ser pirsa Kurd bi giştî bêjim. Paşê bi taybetî li ser Kurdên Sûriyê. Çi di navbera siyaset û borseyê de hevbeş e? Di siyaset û borseyê de, hertim bilindbûn û nizmbûna proseyekê tê dîtin. Sala 2015 û 2016an, borseya Kurdan a siyasî di lûtkeyê de bû. Piştî ku Kurdên Tirkiyê li Kurdistana Tirkiyê dest bi tevger û xwepêşandanan kirin. Herwiha piştî ku li Kurdistana Iraqê giştpirsî hat encamdan û qonaxa piştî wê jidestdana Kerkûkê û bo kurdên Sûriyê jî wê çaxê baştirîn rewş hebû. Ez dixwazim bêjim ku di siyaset û borseyê de ew kes bi ser dikeve ku di rewşa herî xerab de dikare li ser pêyên xwe raweste û qasî di destê wî de heye bi kar bîne û li siberojê binere ka çi siberoj û geşbûnek pêk tê.

Niha ew şiyan bo Kurdan li hemû cihan heye, bi taybetî bo kurdên Sûriyê. Derbarê hebûna bîr û baweriyên cuda di nav kurdên Sûriyê de û parçe parçebûna wan, ez bawer nakim ev niha pirsgirêkeke mezin be. Çimkî di piraniya mijaran de nêzîkî ji sedî 85 ji kurdên Sûriyê piştevaniya Partiya Yekîtiya Demokrat dikin. Ên din hemû wek nimûne Encûmena Niştimanî ya Kurdî û 15 partiyên din hene ku hemû derdora ji sedî 12 pêk tînin. Û pênc partiyên din ên serbixwe hene ku derdora ji sedî 3ê ne, lê pêgeha wan giring e çimkî ez wiha hest dikim ku pêgeha wan a siyasî û cemawerî li Efrînê heye. Lewma temamiya rewşê nîşanî me dide ku kurdên Sûriyê pir zêdetir hevgirtî ne. Wek nimûne heke em wan bi Kurdistana Iraqê re bidin ber hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst