Christoph Heusgen: Em hêvî dikin hikûmeta Sûriyeyê Kurdan jî li xwe bigire

29-01-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Serokê Konferansa Mûnîhê Christoph Heusgen pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin / Wêne: Ji dîmenan
Serokê Konferansa Mûnîhê Christoph Heusgen pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Konferansa Mûnîhê Christoph Heusgen Kurd Sûriye
A+ A-

Serokê Konferansa Mûnîhê Christoph Heusgen diyar kir ku ew dixwazin hikûmeta nû ya Sûriyeyê giştgir be û got:

“Li Sûriyeyê hikûmeteke nû heye, ku em hêvî dikin bibe hikûmeteke giştgir.

Hikûmeteke ku hemû komên etnîkî û olî li xwe bigire. Ez bawer dikim ku ev pir girîng e, bê guman Kurd jî beşek ji vê ne.”

Christoph Heusgen da zanîn, “Nûnerên Hikûmeta Herêmê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê dibin çimkî li deverê aktorên girîng in.

Ez ji Serok Barzanî û Kurdan çaverê dikim ku ji aliyekî ve helwesta xwe eşkere bikin çimkî ezmûneke wan a mezin di şerê li dijî DAIŞê de heye.

Ya ku ez pir girîng dibînim ew e ku vêga jî di hewla rêkxistina dewleta Sûriyeyê de roleke avaker bilîzin.”

Serokê Konferansa Mûnîhê destnîşan kir ku ew dixwazin li Sûriyeya nû mafên Kurdan bên parastin û got:

“Ez pir hêvîdar im ku Kurd û herêmên Kurdî bibin beşeke jêneger ji vê Sûriyeyê ku tê de mafên Kurdan, ku wê demê dê bibin kêmîne li Sûriyeyê, li gorî yasaya navneteweyî bên parastin.”

Serokê Konferansa Mûnîhê Christoph Heusgen pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:

Rûdaw: Birêz Heusgen, spas ji bo vê derfetê, sala borî di hevpeyvînekê de me qala metirsiya çêbûna şerê cîhanê yê sêyem kir, gelo ev metirsî hîn heye?

Christoph Heusgen: Em hîn jî dibînin ku li gelek quncikên vê cîhanê agir berdewam dike. Nakokî dom dikin. Gelek kes hene ku janê dikişînin, tên kuştin û neçar dimînin ku birevin. Îro hejmara penaberan li cîhanê di asteke dîrokî de ye.

Li aliyê din, bê guman çirûskên biçûk jî hene. Yek ji deverên ku pir nêzîkî we ye, bêguman Sûriye ye. Li Sûriyeyê hikûmeteke nû heye, ku em hêvî dikin bibe hikûmeteke giştgir. Hikûmeteke ku hemû komên etnîkî û olî li xwe bigire. Ez bawer dikim ku ev pir girîng e. Bê guman Kurd jî beşek ji vê ne.

“Ez pir hêvîdar im ku Kurd û herêmên Kurdî bibin beşeke Sûriyeyê”

Rûdaw: Îraq û Herêma Kurdistanê bi rewşa Sûriyeyê ve girêdayî ne. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî Konferansa Mûnîhê bibe. Ev ji bo qalkirina paşeroja Sûriyeyê girîng dibe?

Christoph Heusgen: Ji çend salan ve ye nûnerên Hikûmeta Herêmê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê dibin çimkî li deverê aktorên girîng in.

Ez ji Serok Barzanî û Kurdan çaverê dikim ku ji aliyekî ve helwesta xwe eşkere bikin çimkî ezmûneke wan a mezin di şerê li dijî DAIŞê de heye. Ya ku ez pir girîng dibînim ew e ku vêga jî di hewla rêkxistina dewleta Sûriyeyê de roleke avaker bilîzin.

Ez pir hêvîdar im ku Kurd û herêmên Kurdî bibin beşeke jêneger ji vê Sûriyeyê ku tê de mafên Kurdan, ku wê demê dê bibin kêmîne li Sûriyeyê, li gorî yasaya navneteweyî bên parastin.

Gelo nûnerên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê jî hatine vexwendin?

Rûdaw: Nûnerên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê jî hatine vexwendin? Ji ber ku pirsa mafê Kurdan û neteweyên din li Sûriyeyê mijareke germ e, ev mijara germ di Konferansa Mûnîhê ya îsal de dê bê behskirin?

Christoph Heusgen: Em dê behsa Sûriyeyê bikin û bê guman em dê behsa vê jî bikin. Ez hîn jî nizanim kî dê nûnertiya Sûriyeyê bike, bê guman dê behsa wê bê kirin ku ev dewleta Sûriyeyê kar bike û ev tenê dema ku mafên hemû kêmîneyan bên parastin kar dik çimkî mafên Kurdan tên parastin û di dewletê de bi awayekî hatine yekkirin ku dewlet kar dike lê her wiha Kurd jî mafên xwe werdigirin, wekî ya ku me li Yekîtiya Ewropayê heye.

Li gelek welatên ku kêmîne hene, mafên wan, ziman û çanda wan tên parastin û ez bawer dikim ku ev gelekî gelekî gelekî girîng e. Sûriye rastî gelek astengiyan tê, divê em piştgiriya wan bikin, hikûmeta nû, ku ew bidin ser rêçeke wiha. Ev ne hêsan e çaxê ku tu demeke dirêj di şer de bûyî, di şerê navxweyî de, di şerê li dijî Esed de, ku tundrewiyeke xurt hebû, tu çawa dikarî niha vê kêm bikî, da ku xelk bi rengekî şaristanî bi hev re tevbigerin.

“Amerîka êdî naxwaze rola polîsê cîhanê bilîze”

Rûdaw: Birêz Heusgen, ez dixwazim derbarê Trump bipirsim. Trump dibêje ez dê hemû şeran rawestînim. Bingeha rawestandina şerê Ukraynayê heye? Hûn geşbîn in ku ew şer dê kuta bibe?

Christoph Heusgen: Ez ji çend salan ve dibînim ku Amerîkî, ku ji çend dehsalan ve çalakiyeke wan a derveyî û beşdariya wan a derveyî ya xurt heye, westiyane. Li hundirê Amerîkayê gelek astengî hene, Amerîka êdî naxwaze rola polîsê cîhanê bilîze û loma jî em fêm dikin ku Amerîkî xwe vedikişînin.

Ez hêvîdar im ku eger ew vê yekê bikin, ew dê qanûnî be, ku li wir valahiya hêz û desthilatê nehêlin, ku piştre hêzên tundrew dagirin û ya ku armanc e, ango bidawîanîna şer û vegerandina aştiyê, bi vekişîneke bilez a Amerîkiyan, mixabin rû nede lê berevajiya wê rû bide. Lewra erê têgihîştina ji bo vekişînê lê di heman demê de ji kerema xwe, divê ev bi awayekî berpirsiyar rû bide.

Gelo nûnerên Îran û Rûsyayê jî dê beşdar bibin?

Rûdaw: Eger em li Almanyayê binêrin, em dê bibînin her ku diçe dengên hêzên rastgir ên tundrew zêde dibin. We nûnerê Partiya Alternatîv vexwendiye. Her wiha dixwazim zanibim gelo nûnerên Îran û Rûsyayê jî dê beşdar bibin?

Christoph Heusgen: Ji ber ku bingeheke me ya pir xurt heye, ev jî ew e ku em aştiyê bi rêya diyalogê dixwazin, loma em aliyên nakok jî vedixwînin lê prensîpa duyem ew e ku em dixwazin aştî li ser bingeha yasayê, yasaya navneteweyî û yasaya mirovî ya navneteweyî bê bikaranîn. Lewra ev her tim sedemeke hander e ji bo vexwendinê, sedemek e ji bo ku em xelkê bi hev re kom bikin. Divê ev di rewşa takekesî de bê dîtin. Gelo xelk li ser bingeha destûra Almanyayê, yasaya Ewropî û yasaya navneteweyî rawestiyane, nexasim li Almanyayê, li gorî dîroka me, gelo ew li dîroka holocausta me mikur tên?

Ev di rewşa AfDyê de tune ye. Em wan venaxwînin. Rûsya bi berdewamî tenê daxwaza piraniyê dike û loma bêguman dê nûnerên civaka sivîl a Rûsyayê hebin lê ti nûnerê hikûmeta Rûsyayê na. Têkildarî Îranê, divê em bibînin ka rewşa nû ku çêbûye çawa pêş dikeve. Gotûbêj hebû û ez gelek caran guh didêrim ka ew hikûmetên ku beşdarî van gotûbêjan bûne çi dibêjin, gelo li Mûnîhê bi nerîna wan, pêkan e diyalogeke mifadar hebe yan na.

“Nûnerên Hewlêrê roleke pir girîng dilîzin”

Rûdaw: Birêz Heusgen, pirsa min a dawî ev e, çi qasî girîng e ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îsal jî beşdarî Konferansa Mûnîhê dibe?

Christoph Heusgen: Wekî min got, dema ez şêwirmendê Serokwezîrê Almanyayê bûm, ji bo çend salan bi rêkûpêkî dihat. Angela Merkel jî bi nûnerên Hewlêrê re diciviya çimkî roleke pir girîng dilîzin.

Ez hêvîdar im ku Serok Barzanî Mûnîhê jî bi kar bîne ji bo encamdana gotûbêjê bi gelek siyasetkaran re ku bandora wan li navçeyê heye da ku karibe ezmûn û zanîna xwe ya berfireh li wir jî derxe holê. Ez kêfxweş im ku dîsa vexwendin qebûl kiriye û tê Mûnîhê.

Rûdaw: Gelekî spas ku tu bi me re bûyî Birêz Heusgen.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst