Milyardêrê Cihû Thomas Kaplan: Ya ku Amerîkayê bi Kurdên Rojava re kir berdewamiya xiyanetê bû

Milyardêrê cihûyê amerîkî Thomas Kaplan bi saya pêşbîniyên xwe bo bûyerên Rojhilata Navîn navdar e. Beriya salek û nîvê ji rûdana wê, pêşbînî kiribû Sedam êrîşî Kuwêytê bike. Paşê pêşbînî kir encama rêkeftina atomî ya Îranê, vekişîna Amerîka ji Rojhilata Navîn dibe.

Herdu pêşbîniyên wî rast derketin. Pêşbîniya dawî ya Kaplan ku rast derketibe li ser êrîşa Îranê li ser saziyên petrolê yên Erebistana Siûdiyê bû.

Kaplan 57 salî ye û li New Yorkê hatiye dinyayê. Di dema nivîsîna doktoraya xwe de doza Kurd nasiye û vêga xwe wek “dostê Kurdan” dibîne.

Thomas Kaplan bi hevbeşî li gel Bernard-Henri Lévy rêxistina “Dadmendî bo Kurdan” damezrandine ku navenda wê ya sereke li New Yorkê ye û armanc jê çêkirina hişyariyê û livandina raya giştî ye li hember doza Kurd.

Kaplan amaje bi biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje, ya ku Amerîkayê bi Kurdên Rojava re kir berdewamiya xiyanetê bû.

Bi gotina Kaplan, piştguhxistina kurdên Sûriyeyê biryareke pir şexsî ya Trump bû

Rêvberê Ofîsa Rûdawê li New Yorkê, Mecîd Nîzamedîn Gilî hevpeyvînek bi Thomas Kaplan re encam daye.

Rûdaw: Ez dixwazim ku em ji pêşbîniyên te yên navdar dest pê bikin. Te pêşbînî kiribû Sedam Hisên êrîş dike ser Kuwêtê. Rast jî derket. Ev di salên 80an de bû. Ez ne çewt bim te çend salên hindik berî êrîşê pêşbînî kiribû, ne?

Thomas Kaplan: Erê 18 heyvan.

Herwisa te pêşbînî kiribû paş peymana atomî ya Îranê, Amerîka dest bi kişîna ji deverê dike. Ez nizanim gelo qey ev jî rast e yan jî na?

Erê.

Lê pêşbîniya te ya dawîn ji hemûçkan balkêştir bû ku li dor êrîşa ser Aramco bû. Te pêşbînî kiribû ew êrîş beriya hilbijartinên Îsraîlê dibe û rêk piştî saet 3ê berê sibehê dibe. Êrîş jî qewimî. Ma gelo pêşbîniya te ya bê çi ye?

Dever di şer de ye. Yek ji hokarên ku wiha kir ez qala wan pêşbîniyan bikim ku ne çewt bim li gel hevrêyên xwe ji Rojhilata Navîn û di rûniştina taybet de bû. Ew bû ku bi nerîna min ev bo xelkê Amerîka û Ewropa jî giring e ku em fêm bikin ku Rojhilata Navîn di nav şerekî navçeyî de vewer bûye. A ku ez têvedam ku ez qal bikim ne êrîşên 14ê îlonê bû, lê belê êrîşa çend rojan paştir a amerîkiyan li ser kurdên Sûriyeyê bû. Ez wê jî wek êrîş bi nav dikim. Çimkî ew pêngav wek em êrîşeke hewayî bibin ser pêgehên xwe. Lê ev ne îxaneteke arezûmend bû. Ev wek daxwaza êrîşa hewayî li ser dost û hevçeperên te bû.

Merema te rêdana bi Tirkiyeyê bû da were navê?

Erê. Bi piştdana kurdên Sûriyeyê û hêzên HSDê. Me hinek însan piştguh dikirin ku me bi hev re û di qada şer û pevçûnan de şer kiribû. Me hevjîn û zarokên wan teslîmî tirkan dikirin.

Milmilane û şerekî ne rasterast ê navçeyî di navbera Îran û Îsraîlê de heye. Ma gelo tu pêşbîniya şerekî rasterast dikî? Bi nerîna te, di sala bê de wê şerek gurr bibe?

Bi nerîna min pêkan e sibe şerek gurr bibe. Ev dora salekê ye nerîneke min a reşbîn heye li ser ka gelo dever ber bi ku ve diçe. Min ev bo hevalên xwe li paytextên dewletên erebî û Îsraîlê jî gotiye. Bêşik îtibara min heye û dema ez dibêjim ez hinek tiştan dibînim ku pêkan e biqewimin, gotinên min micid tên wergirtin. Dema bûyeran tiştek bû ku min nikarîbû texmîn bikim. Li derdora biharê yan bila ez bêjim di adarê yan nîsanê de, ji min re zelal bû ku aloziya îsraîlî û îraniyan rewşekê tîne holê, wek min ji hevalên xwe re li Kendavê got, pêkan e di her demekê de telefonek bo mezinê Kendavê bê û jê re bêje di saet 3ê berê sibehê de êrîş li ser me hate kirin, êrîşeke mezin, merema min ji êrîşa mezin tiştekî wek saziyên petrolê yan bila bêjim tiştek ku merema wê ew e mezin be û ziyanê bigihîne wan. Niha bila em bizanin tiştê li deverê diqewime çi ye. Şer niha jî şerekî navçeyî ye. Piştî peymana atomî wate ew peymana ku wek plana piralî ya karê hevpar tê nasîn, îraniyan dest bi hewlekê kirin ku di aliyê serkêşiyê de pir sersamker bû. Ez pesinê wê didim. Bi wê maneya dema dijminek heye stratejiyekê pir bi başî cîbicî dike, tu pesinê wan didî. Divê wisa be. Yanî li milekî tu bi micidî miameleyê li gel wan dikî û tu dizanî ku ew zagonên lîstikê fêm dikin. Piştî îmzekirina plana piralî ya karê hevpar, yekem pêngava îraniyan ne ew bû pêşwaziya wî destê dostaniyê bikin ku serok Obama bo wan dirêj kiribû, lê belê ew piştguh kirin û Qasim Silêmanî şandin Moskowê da ku rê xweş bikin ji bo ku Rûsya were nav Sûriyeyê û piştgiriya hêza esmanî dabîn bike bo îraniyan û Hizbullah û hêzên çekdar ên ku ji Afganistan û Asyaya Navîn bo Sûriyê hatibûn anîn. Ev pêngaveke pir nuawaze bû. Stratejiya îraniyan ew bû ku bi rengekî rasterast hegemoniya xwe li ser erdê fireh bikin, ango ji Îranê di nav Iraq û Sûriyeyê de heta digihe ser Deryaya Spî. Eyan e ku Hizbullah hêza serdest e li Libnanê. Li Sûriyeyê jî bi rizgarkirina Esed ji ketinê û rêdana bi Elewiyan da welat hukm bikin, îraniyan Libnan û Sûriyeyê bi hev ve girêdane. Beşên sunî yên Iraqê ku cihê gubhdana wan in, beşê şîe yê Iraqê jî ku ti şik têde tune. Ev destkefteke mezin e. Ev cûreyeke ji operasyonê ku Împeratoriya Sasanî yan împeratoriyên farsî yên berê tîne bîra me. Ew operasyon bi serkêşî û mezinî ji wan re çû serî. Lê ya ku îraniyan hesab jê re nekiribûn du tişt bûn, yekem ew bû ku serok Trump tê hilbijartin û cezayan bi ser Îranê de disepîne. Wan bawer dikir ku ev ê ji wan re here serî ku konevaniyeke derve ya împeratorî bimeşînin û di eynî demê de sermaye û hilberîna derveyî jî were nav welatê wan û di çêtirîn rewş de bin. Wisa jî diyar bû ku rewş bi rastî wisa ye.

Ew tiştek bû ku diqewimî…

Ew tiştek bû ku diqewimî. Wan ev yek nedipa. Li gor min wan ew yek jî nedipa ku îsraîlî ewqasî bêne pêş ji êrîşkirina ser îraniyan, ji bo ku rê li wê çendê bigirin ku bingehên wan ên dayîmî li Sûriyeyê hebin wek em vêga dibînin li dijî hêzên Hizbullah û Heşda Şeibî li Iraqê jî eynî tişt e. Tew êrîşeke firokeyên bêfirokevan li Bêrûtê jî hebû. Ango îsraîlî dest pê dikin û çi ji destê amerîkiyan bê wê bikin da wan girê bidin. Îranî dizanin şiyana Îsraîlê heye pir bi xurtî li wan bide. Îcar bi baweriya min ew yek jî rave kiribûn ku Îsraîl, helbet ne hemû Îsraîl, lê beşek ji saziya konevanî ya Îsraîlê bi wan nexweş nabe heke berî hilbijartinan şerek gurr bibe. Îraniyan gengeşe nedixwestin, lê dixwestin bersiva êrîşê bidin. Teknolojiya wan hebû ku bi rengekî pir şareza wî karî bikin. Ew jî êrîşa ser Beqîqê bû. Tiştê ku min di tîrmehê de fêm kir, ew bû ku pêkan e dema êrîşan berî hilbijartinên Îsraîlê be.

Gelek kes li deverê dipên ew şerê nerasterast her bi nerasterastî bimîne., çimkî xercî û baca şerekî rasterast pir dibe, nemaze bo îraniyan. Ne hişmendane ye herin nav şerekî rasteqîn bi Îsraîlê re. Bi nerîna te, gelo ev egera şerekî rasterast pir kêm nake?

Îsraîliyan pir bi zelalî qala wê yekê kirin ku ew handana zêdetir a Îranê û vekirina bereyên nû qebûl nakin. Hefteya borî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îranî tometbar kirin ku moşekan li Yemenê datînin da ku ji wir Îsraîlê bikin merem. Heke tu guhdariya wan daxuyaniyan jî bikî ku ji Îranê tên, dixuye ew jî piştrast bikin ku merema wan ji dil dorpêç e, lê bila em hinekî zêdetir ji vê fêm bikin. Ev kêferatek nîne tenê Îsraîl û Îran têde bin. Ajendaya yekem û sereke ya Îranê ew e Iraqê hilmije. Ev ajendaya wan e. Iraq xelat e yan beşeke ji wê xelata ku dixwazin.

Çima Iraq? Helbet ez jî dizanim Iraq giring e bo wan.

Mesele têkildarî dîrokê ye. Herwisa Iraq welatekî piranî şîe ye. Îranî bawer in ku dikarin Iraqê biguherin bo tiştekî zêdetir ji welatekî bindest, ango wî bikin tiştekî ku nêzîk e ji parêzgeheke wan. Ev ajenda bû. Peymana atomî ya Îranê ji bo wê bû çavkanî û demê bide wan bo xilaskirina wê ajendayê.

Di dawî de her çekên atomî bi dest dixin?

Şik têde tune. Lewra peymana atomî çewtiyek bû, çimkî wê peymanê dawî li bernameya atomî ya Îranê nedianî. Lê belê bi wê dema ku bo cîbicîkirina wê danîn, bernameya wê bi paş dixist, bi vê maneyê jî peymanê tovê milmilaneya atomî li devera Kendavê çand. Heke min şêwir pêşkêşî Siûdiyê bikira, min ê ji wan re bigota ku divê ew jî bibin welatekî atomî.

Erê, weke ku qewimî..

Tiştekî ne baş e bo deverê ku hevrikiyeke serbazî li Rojhilata Navîn çêbibe. Wek eyan e Siûdiyeya îro ku li jêr desthilata Mihemedê lawê Selmên e ji Siûdiyeyeke wehabî qenctir e. Lê bi vî halî jî ti kes naxwaze Siûdiyeyeke atomî bibîne, wek çawa kes naxwaze Îmarat an Qetereke atomî bibîne yan bila em bibêjin Tirkiyeyeke atomî. Hefteya borî Erdogan got çima nabe em jî çekên me yên atomî hebin, çima em ji tiştekî hatine mehrûmkirin ku li cem welatên din heye? Lewra dibêjim peymana atomî ya Îranê tenê tiştek bi paş xistiye, lê hevrikiyek li ser çekan li deverê çêkiriye. Focusa stratejî ya îraniyan li ser Iraqê û paşê li ser Sûriyeyê bû, ji bo ku bikarin bi awayekî bihêztir Iraqê dorpêç bikin. Ew stratejî têkildarî çêkirina wê kanala împeratorî ye ku ber bi Deryaya Spî ve diçe. Îranê şerê Yemenê çêkir. Îranê Hûsî têvedan Senaayê bigirin, ji bo ku bala Siûdî û Îmaratê ji deverê dûr bike û ji navenda rasteqîn a bûyer û çalakiyên xwe dûr bixe ku li rexê bakur ê devera Rojhilata Navîn bû. Gava siûdî û îmaratiyan li Yemenê şerê Îranê dikirin, îsraîliyan li bakurê deverê erkê wan ê giran hilgirtibûn.

Li gor tiştê me di meha borî de dît û tiştê niha li bakurê rojhilatê Sûriyê diqewime, bi awayekî giştî tu siberoja kurdan çawa dibînî?

Min dixwest tiştên ji wisa dilxweşkertir bibêjim, lê çêtirîn tiştê ku dikarim bo kurdan bibêjim ew e ku divê ew her wê yekê bikin ku hertim kirine. Ango henaseyeke kûr hilmijin û bibêjin ev ê jî derbas bibe û em ê vê jî xilas bikin. Ew kelema ne xweş ku di dîrokê de û vê dawiyê jî bi şêweya herî tirsnak rûbirûyî kurdan bû, îxanet e. Îxanet tiştekî edet e di dîroka kurdan de. Ev di gelek aliyan de mîna dîroka cihûyan e, bi wê maneya ku xelk dixwazin şîna wan bikin, destê xwe ji tawanan bişon, lê ne ku hevkariya wan bikin. Gava berî du salan me grûpa dadperweriyê bo kurdan ava kir, merema me ew bû ku em hevsoziya xwe bi kurdên Iraqê re nîşan bidin, ango piştî giştpirsiyê û piştî ku îxanet li wan hate kirin. Wê çaxê jî me got heke Kurd bêtir berjewendîxwaz bûna, dema pêwîstiyeke tekûz a hikûmeta Iraqê bi kurdan hebû, dikarîbûn wê saetûgavê bi kar bînin û qe nebe çend sozan werbigirin, wan sozan dikarîbûn hêviyekê bidin kurdan ku piştî xilasbûna şer, pêkan e destkeftên wan ên konevanî hebin. Kurd bi bawerî tev geriyan. Ev yek ji tiştên efsûnî û bedew ên kurdan e. Ziyana vî awayê tevgeriyanê jî ew bû ku careke din îxanet li kurdan hat kirin, bi awayekî pir ne xweş jî îxanet li wan hate kirin. Tiştê ku Amerîka vê dawiyê bi kurdên Sûriyeyê re kir, domandina wê îxanetê ye. Lê di awayê wê ya pir xweperest de ye, çimkî xapandin û derewên pir têde bûn ku xelkê didît û me jî didît, çimkî dema me wek grûpa dadmendiyê bo kurdan doza hevkariyê ji xelkê dikir, liberal, konzervatîv, demokrat û komariyan bi jin û mêran û kesên ser bi hemû nerînan hest dikirin ew îxaneta li kurdan hatiye kirin ne normal e. Ya rast ev tekane pirs e ku niha bibînim herdu partî jê dilgiran in.

Giringiya vê piştgiriya cemawerî çi bû yan her ew karê ku koma we dike. Tu hîs dikî hîkariya vê bertekê li ser konevaniya derve ya Amerîkayê li hember kurdan hebe?

Erê ez wisa bawer dikim. Helbet ne şert e hokara vê nerîna min vegere geşbîniya min, lê belê hokara wê ew e ku em bi taybetî hest dikin ku vê xiniziyê bandoreke ruhî ya çawa daniye. Wê xiniziyê rewşek çêkiriye ku zû berbelav dibe. Çima hinek xiyanet dengvedaneke wan a wiha xurt heye? Bi nerîna min çend sedemên vê dengvedanê hene. Berî her tiştî ti hokarek nebû ji bo ku Amerîka baregehên xwe bipêçe û hevalbendên xwe bike qurbanî. Ti hokareke zelal nebû. Hevalbendekî te heye 11 hezar kuştiyên wî hene, 23 hezar birîndarên wî hene. Ji sedî 30ê Sûriyeyê girtine, Reqa girtine. Îdareya yek ji azadtirîn cihên hemû deverê kirine. Wan karîbûn di aliyê eskerî de serkeftî bin, bêyî ku sazişê li ser binemayên xwe yên bingehdar û bihayên xwe yên mirovî bikin. Ne mumkin e tu doza hevalbendekî ji wisa qenctir bikî. Ji dil bi nerîna min nêzîkî hemû biryarderên Amerîkayê dijî piştguhkirina kurdên Sûriyeyê bûn. Ew biryar biryareke pir şexsî bû ku fermandarê giştî yê hêzên Amerîkayê derxist. Diviyabû Donald Trump ji Erdogan re bigota qet hizir jî neke tu bikevî nav axa bakurê Sûriyeyê, heke tu amerîkiyekî tenê jî bikujî, em ê li we bidin û em ê we ji NATOyê biqewitînin. Çima Trump wisa nekir? Ev tişteke wê dîrok ji bo demeke dirêj qal bike. Ez bi xwe bersiveke min nîne bo wê pirsê, lê hinek kes hene dibêjin Trump miroveke pêkan e tu xwe pir bi hêsanî bi ser de ferz bikî. Wek îranî li ser Trump dibêjin “ew şêr nîne, belkî kîvroşk e.” Tu bi xwe dizanî carna ronkirina herî gengaz ronkirina herî rastîn e. Dibe ku hokar tiştekî din bûbe, ez nizanim, lê ti hokareke lojîkî nîne bo wî tiştê ku me kir. Îcar sivikatiyeke mezin bo Amerîkayê bi vê pêngavê ve diyar bû, artêşa Amerîkayê hest bi şikandina rûmeta xwe kir. Ez bawer nakim ti kesekî li wezareta derve bawer kiribe ew tiştekî çê ye ku Tirkiyê bê nav bakurê Sûriyeyê. Îcar li dosyeya 2017an li Iraqê, tiştê ku me kir ji bo Qasim Suleymanî bikare serpereştiya girtina Kerkûkê bike, ev hetîketî û tawaneke ta demeke dirêj bi me re dimîne.

Tu bi awayekî pir eşkere piştgiriya kurdan dikî. Te ev rêxistin li gel Bernard-Henri Lévy damezrand. Ez dizanim tu piştgiriya gelek dozan dikî, lê çima focusa te li ser kurdan e?

Bi nerîna min nêzîkbûna min ji wê mijarê vedigere destpêka dîroka deverê. Herwisa xwendina min li ser trawmaya 1975an a kurdan. Min wek beşekê ji doktoraya xwe li Zanîngeha Oxford, lêkolîn li ser tevgera Barzanî kir. Lêkolîna doktoraya min li ser berengarbûna şoreşên çekdarî bû, yanî şerê partîzanî. Ji bo karê xwe min hewl da heta ji min bê li ser zêdetirîn hejmara şoreşên çekdarî lêkolînê bikim. Yek ji kesayetiyên klasîk ên wî warî jî Mistefa Barzanî bû. Piştî ku ez ji mijarê şareza bûm û min zanî 1975 çi şanî me dike û akama vê bo konevaniya Amerîkayê çi bû, çi hîkariyeke wê li ser îsraîliyan dibe ku çûbûne nav kurdan. Herwisa min zanî ku îsraîlî çiqasî xwestine wek hevsozekî bi kurdan re bimînin û gava zanîne divê herin, hest bi şermezariyeke çawa kirin. Çimkî bê piştgiriya CIA û Savaka îranî, wan jî nikarîbûn li Iraqê bimînin. Ev ew tişt bû ku wisa kir ez dîroka kurdan bêtir fêm bikim. Helbet ez ji êrîşa ser Helebce û operasyona Enfalê jî û heta dîroka niha ya kurdan her bi dîroka wan re hatime. Min bêtir ku wek mijareke hizirî guh bidimê, min wek hest û dilînî giringî pê kiriye. Lê ya ku derfet da min û pêngava min bo min zelal kir, dîdara min bi Bernard-Henri Lévy re bû. Ew yek ji dînamîkîtirîn û karîzmatirîn mirovên cîhanê ye. Ez xwe pir rûmetdar dibînim ku ez navê wî wek hevrê û bira û hevmeremê xwe di vê dozê de hildim. Erê ya ku em bi hev ve girêdan çîroka kurdan bi xwe bû.