Heypeyvîn: Adil HARMANCI
Wan (Rûdaw) - Prof. Dr. Ahmet Ozer bal kişand gengeşeyên li ser perçebûna Iraqê û avakirina “Dewleta Kurdistanê” tên kirin da zanîn ku ev girêdayê hevdu ne û got: “Iraq perçe bibe pejirandina dewleta Kurdistanê dê hêsantir bibe. Herwiha Iraq perçe nebe jî mafê kurdan e ku dewletê ava bikin.”
Cihgirê rektorê Zanîngeha Torosê Prof. Dr. Ahmet Ozer, li ser rewşa pirsgirêka kurdên Tirkiyeyê û li ser rewşa Iraqê ya siyasî, pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivand.
“Pêvajoya Çareseriyê”ya ku li ser çareserkirina pirsgirêka kurd destpêkirî ji bo we tê çi wateyê? Hûn wê pêvajoyê çiqasî cidî dibînin?
Jixwe em dibînin ku herdu aliyan jî bi vê pêvajoyê paradîgmayên xwe guhartine. Di vir de eger pirsgirêk ne taktîk be; gurhartinên stratejîk be, tê wê wateyê ku pêvajoya çareseriye cidî ye.
Ocalan jî beriya çend rojan bo 6 bendên “pakêta çareseriyê” got “ew dîrokiye...”
Êdî bi rihetî gavên pratîk dikarin bên avêtin. Divê ev wek deskeftinekî bê dîtin. Bi vê qanûnê pêvajoya dîyalogê dibe ku êdî bibe pêvajoya guftûgoyê. Yên ku rêvebirên vê jî, dê li hemberî qanûnan ne sûcdar bin. Ez bawer im ya ku Ocalan jê re gotî “gava dîrokî” ev e.
Herwiha eger bi niyeta çareseriyê jidil bê rêvebirin, bêguman bo çareseriye dibe ku bibe gaveke dîrokî.
Hûn vê bi çareseriya pirsgirêka kurdan ve çawa girêdidin?
Ev proje hêj di bajarên kurdan de ne hatiye têgihiştin û pejirandin. Ji bo vê hinek wext û serkeftineke ya hilbijartinê pêwîst e. Ji bo serkeftinê jî; armancek safî, çêkirina projeyên siyasî û hebûna rêvebirên baweriye bidin, gel girîng e.
Hûn tevlîbûna kurdan ya li ser genegeşeyên serokomariyê çawa dinirxînin? Hûn vê mebestê çawa dibînin?
Di vê hilbijatinê de namzed derxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hewldaneke rast e. Xebatek rast û bi bandor, hem dê bibe kêrî naskirin û cih girtina HDPê bibe hem jî eger di hilbijartinan de bimîne dora duyemîn dê rolêk girîng bixe destê kurdan û HDPê. Ev yek jî ji bo pêvajoya çareseriyê dê bibe fonksîyoneke girîng.
Piştî derketina çekdarên rêxistina DAIŞê gotina “Kurdistana Serbixwe” girîngtir bû. Kurd dikarin gava serxwebûnê biavêjin? Ya rastî, divê kurd çawa hewl bidin?
Ev bûyer bo Başûrê Kudistanê bû fersendek. Wextekî dirêj bû Başûrê Kurdistanê dixwest bibe serbixwe wê bûyerê daxwaza kurdên başûr geş kir û hinekî din jî ew nezîkî daxwaza wan kir. Ya rastî, DAIŞek nexurt û bêhez jî dê kêri kurdan bê û dê bikaribin piştî referandûmê serxwebûna xwe ragihinin.
Lê belê di vê derê de du rêyên girtî hene:
Ya yekemîn eger DAIŞ êrişî Bexdayê bike, di herêmê de şerê mezheban yê herî giran dê dest pê bike. Ew şer dê Îran, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê jî bikeşine nav xwe. Di serî de Amerîka û hêzên Rojavayî dê tevil bibin. Wê demê jî rewşe dê çawa be, ji niha ve zehmete bikaribe tiştekî bibêje.
Senaryoya duyemîn jî wiha ye;
Eger Bexda bikeve di destê DAIŞê de, ew dê gelek bihêz bibe. Û eger piştî vê jî berê xwe bide Kerkûka niha di destê kurdan de, dê di navbera kurdan û DAIŞê de şerekî xwînrêj derbikeve. Di her du rewşan de jî eger DAIŞ ji Iraqê neye derxistin û yekparebûna Iraqê xira bibe, wê demê gava dîrokî ya ku serxwebûnê ji Başûrê Kurdistanê re bîne, muqeder dibe.
Hûn nêrîna “Pirsgirêka ‘Kurdistana Serbixwe’ ya li Iraqê, pirsgirêka kurdên li Îranê, Sûriyê û Tirkiyeyê ye jî” çawa dinirxînin?
Bêguman divê pirsgirêka kurdan bi tevayî, bê dîtin. Kurdên li Iraqê de serxwebûnê îlan bikin, kurden li Tirkiyeyê an jî kurdên Rojava ne pêwîste serxwebûnê bixwezin. Weke her miletî, heqê kurdan e jî çarenivîsa xwe diyar bikin û ev heq di gelek belgeyên navneteweyî de hatiye nivîsandin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku divê di çarenivîsa xwe de, serxwebûnê îlan bikin, tiştek wisa nîne. Dikarin vî heqî ji bo jiyaneke bihevre jî bikar bînin. Herwiha, daxwaziya kurdên Bakur ya serxwebûnê nîne, daxwaziya wan a “wekhevî”yê heye. Li Rojavayê jî daxwaza serxwebûnê nîne. Daxwaziya wan, kanton û rêvebiriyeke her kes beşdarbûyî ya xweser e.
Dîsa li ser gengeşeyên li Iraqê tên kirin de, tê gotin ku pirsgirêka kurdan xwe veguhartiyê û bûye “Pirsgirêka Kurdistanê.” Hûn jî li gel vê fikrê ne?
Kurdistan navê erdnîgariyekê (cografya) ye û ev rastiyekê dîroki ye. Ev di dema Osmaniyan de jî hebû. Wê deme eyaleta Kurdistanê jî hebû. Herwiha, Abdûlmecit ji bo yên ku serhildana Mîr Bedirxan serkut kirîn nîşaneya bi navê “Nîşaneya Kurdistanê” jî çêkiriye. Ev nîşane li Qesra Topkapiyê hene. Li erdnîgariya Kurdistanê de pirsgirêkek neçareserkirî ya kurdan her hebû. Îro ev pirsgirêk nêzikî çareserbûyînê ye.
Dibêjin; “Eger Iraq perçe bibe mafê kurdan ê serxwebûnê heye, ji xeynî vê tu alternatîfê din tune ne.” Hûn jî li gel vê fikrê ne?
Eger Iraq perçe bibe, serxwebûn ji bo kurdan dê hêsantir bibe. Naskirina wê jî dê rehetir bibe. Lê belê Iraq perçe nebe jî mafê kurdan heye dewletekî ava bikin. Herwiha kurdên berê xwe bidin referandûmê. Eger dengên “erê” bêhtir bin, parlamento jî dikare berê xwe bide serxwebûnê. Pêşveçûn vê nîşan didin.
Di vir de qasî helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka(DYA) û Komara Îranê ya Tirkiyeyê jî girîng e. Li gorî min Tirkiye dê şûna Malikîyekî şiî, Kurdistaneke serbixwe ya Başûr a di mijara çavkaniyên enerjiyê de li gel wê hevpar tercîh bike. Herwiha, hinek daxuyaniyên berdevkan jî vê yekê nîşan didin.
AHMET OZER / KÎ YE?
Prof. Dr. Ahmet Ozer, sala 1960an de li Wanê hatiye dinê. Sala 1986an de di Zanîngeha Hacettepe de beşa felsefê xilas kiriye. 1999an de nîşana doçentiyê û 2009an de jî nîşaneya profersoriyê standiyê. Demekê di Zanîngeha Suleyman Demirelê beşa Civaknasî de erkedarê hîndekariyê kiriye. Niha jî cihgirê rektorê Zanîngeha Torosê ye. 27 pirtûkên Ozer yên li ser siyasetê, rêvebirinên cîgayî û lêkolînên civaknasiyê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse