Heypeyvîn: Liyan Dara
Stenbol (Rûdaw) - Dîrokzan û lêkolinêr Faik Bulut got DAIŞ li Bakurê Kurdistanê bandora xwe roj bi roj zêde dike.
Ji Ewropayê, Asya Navîn, Misrê, Yêmenê cîhadî berê xwe didin şerê Sûriyê û Iraqê.
Çavkaniyên aborî jî hê ji destê wan nehatine derxistin. Qedera DAIŞ û cîhadiyan bi şerê Sûriyê ve girêdayî ye. Ku li wir têk biçin êdî zû bi zû nikarin rabin serxwe.
Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî armanca wan e.
Li gorî Faik Bulut li Herêma Kurdîstanê têkoşîna li dijî DAIŞê tenê bi hêzên Zêrevanî bi ser nakeve. Ji bo serkeftinê şerekî civakî jî pewîst e.
Dîrokzan û lêkolinêr Faîq Bûlût ji Rûdawê re rewşa tevgerên cîhadî û bi taybetî jî rewşa DAIŞê nirxand.
Em bi giştî binihêrin tevgerên cîhadî li dinyayê hê jî roj bi roj bilind dibin an na? Ji bo ku çavkaniyên wan werin miçiqandin têkoşîna ku tê dayîn bes e gelo?
Hê ji ev tevger di ber pêla bilindbûnê de ne. Hin caran li Sûriyê paş divekin hin caran li Iraqê pêş ve diçin, li bakûrê Efrîqa û li Misrê hê jî bilind dibin. Li Ewropê jî hê xwediyê girseyên mezin in.
Di demên dawî de bi têkoşîna li hemberî van tevgerên cîhadî hinekî bi paş ketin lê ev têrê nake. Derban dixwin lê çavkaniyên ku diherikin nav wan hê pir berfireh in. Ji 70-80ê dewletan kes digihîjin wan. Ji Nîvgirava Erebîstanê, ji Yemenê û ji Misrê tevlêbûn pir zêde ye. Li aliyê din ji Malî, Senegal û ji Lîbyayê gelek kes diçin nav wan.
Li gorî min ev tekoşîna li hemberî van wê hîn salên dirêj bidome. Ya girîng ew e ku çavkaniyên wan werin çikandin. Dîsa her tişt bi Mûsil, Reqqa û Îdlîbê ve girêdayiye. Ev her sê bajar ji bin kontrola wan bên derketin wê demê dê him ji aliyê aborî de him jî ji aliyê tevlîbûnê de dê lawaz bibin û têk biçin.
Bajarên ku di bin kontrola wan de ne wan ji pêya dihêle. Ku em li pisporên Amerîki binihêrin li gorî wan DAIŞ û tevgerên din ancax di nava 10 salan de dê paşve biçin. Têkçûyîna van tevgeran bi nezîkbûna dewletên Rojhilata Navîn ve jî girêdayî ye. Amerîka û Rûsya li dijî wan têkoşîneke bê tawîz didin. Lê Erebistana Siûdî û Tirkiye hin tevgeran wek terorîst napejirînin. Halbûkî ji bo vê têkoşînê tifaqeke pirr xurt pewîst e.
Ji aliyê Kurdan ve jî em lê binihêrin li Başûrê Kurdîstanê têkoşîna li dijî DAIŞê zêdetir li ser milên hêzen Zêrevanan maye. Tekoşîna li dijî van pewîst e ji çar aliyan bidome. Li pêşiya van divê bangeşeyeke siyasî, girseyî û leşkerî bi hev re destpê bike. Ez wisa difikirim.
Piştî êrîşen DAIŞê ku li Ewropayê bi giranî jî yên ku li Parîsê pêk hatin rêgiriyên ewlekarî hişk bûn. Ev rêgirî çiqasî encam dan? Ber li çûyîn û hatina cîhadiyan hat girtin?
Ez tedbîrên ewlehiyê kêm dibînim. Li wir jî pirsgirêk cûda ye. Ew hemû pêk ve pirsgirekê bi tenê di dorbenda aşayîşê de dibînin û dinirxînin. Selefîtîya ku li mizgeft û komelên olî şîn dibe û şax dide baş nanirxînin û li ser hûr nahizirin. Yanê bi rêgiriyên polîsî dixwazin pêşve biçin. Di nava îslamiya rûnerm de misoger jî derdikevin. Ewrûpa vê guherînê zêde nabîne…
Ji dewletên Asyayê çiqas kes diçin nav tevgerên cîhadî?
Li Asyayê bi pirranî ji dewleten Tirkî beşdarî pêk tê. Ji Tacikîstan, Tirkîstan, Ozbekîstan û Herêma Ûygûr pirr diçin. Partiya Îslamî ya Tirkîstanê heye. Bi alîkariya Tirkiyê û ya wan gelek kes ji bo ku şer bikin çûn herêma Çiyayê Tirkman. Gava ku li Tirkiyê xwepêşandanan li dar dixin em wan bi kincên selefî dibînin. Em dikarin bibêjin bi piranî jî ji Asyaya Navîn diherikin nav DAIŞê.
Li Mûsil û Sûriyê çend kampên wan hene. Di wan kampan de zarokên Kurd ên ku revandine jî digirin. Wan zarokan perwerde dikin û dixin neyarê gelê xwe. Ew zarokên11 û 12 salî ne ku bi piranî û çalakiyên xwekujiyê bi wan didin kirin. Pêşmerge gelek caran van zarokên xapandî girtin. Çiqas li ser wan hatin sekinandin jî ev zarokan qanî nebûn, digotin hûn misilman nîn in, emê herin bihûştê.
Tê gotin ku DAIŞ li Sûriyê û Iraqê erdê di destê xwe de ji dest dide. Operasyona Mûsilê dê dest pê bike. Li Felûcê dest pê kir jî. Li gorî we ev operasyon dê bi ser bikevin?
Em li demên dawiyê binihêrin DAIŞ ji sedî 35 erdê di destê xwe de winda kiriye. Li Felûcê û El Enbarê zêde tiştek ji destê Hikûmeta Kurd nayê. Li van deran pêwistî bi Iraqê heye. Hikûmeta Navendî cudatiyê nexe nav mezheban, hinekan negire û nebe piştgirê hineke din dê operasyon bi ser bikevin.
Di demên berê de ji suneyan yekitiyan ava kirin û bi awayê El Qaîde derb xwar. Lê rewşa Sûrî cuda ye. Li Sûrî her tişt girêdayê tifaqa Amerîka û Rûsyayê ye. Ku herdû hêz gotinên xwe bikin yek, dê DAIŞ û tevgerên cîhadî werin perçiqandin.
Alîgiriya Tirkiye ji operasyonan re çênebe dê operasyon dîsa jî bi ser bikevin?
Gava ku alîgiriya Tirkiyê çê nebe ya Siûdî û Qetarê jî çê nabe. Ev yek gelek girîng e. Gava ku xeta Mare-Cerablûs were qutkirinê ji xwe şer jî ji sedi 50 wê bi ser bikeve. DAIŞ û tevgerên din di vê xetê de bi alîkariya Tirkiyê, Seiûdî û Qetarê cîh digirin. Tevgerên cîhadî jî di weşanên xwe de dibêjin “ku bakûr têk biçe wê şoreş (cîhad) jî têk biçe.” Li vir xaleke grîng dimîne… Hêzên DAIŞê û yên din ku ji Sûriyê werin derxistin dê herin ku derê? Li pêşiya wan dereke tenê heye ew jî Tirkiye ye. Pirsgireka girîng ewê wê demê derkeve.
JI SEDÎ 8 TIRK JI DAIŞ HEZ DIKIN
Raporeke hat eşkerekirin. Li gorî wê ji Tirkiye 8 hezar û 500 kes derbasî nav Sûriyê bûne. Ji Konyayê, ji Stanbolê, ji Çewlîgê, ji Sakaryayê, ji Batmanê… Ji van nêzîkî 2 hezar kes rû bi rû şer dikin. Pêşgiriya Tirkiyê çiqas e? Hidûd tê kontrolkirin?
Ne hêsan e. Li gorî lêkolînekê welatiyên Tirkiye ji sedî 8 ji DAIŞê hez dikin. Ev yek encam û berhemê vê siyasetê ye ku tê meşandin. Ku em li Bakûrê Kurdîstanê binêrin, ji Qersê, Çewlîgê, Semsûrê, Êlihê û Îdirê yekîneyên xwecîhî haya wan ji van hene. Lê dibêjin ku em wan asteng bikin dê astengî li pêşiya me jî peyda bibin. Dikevin heyra wezîfa xwe, ditirsin. Ev jî dide xûyakirin ku pewîst e siyaseta Tirkiyê li dijî DAIŞê zelal be. Tirkiye ger sînorê xwe bigire. Ewropa û Amerîka jî bila Tirkiyê qanî bikin.
Ev siyaset bi dijayetîya PYDê pêk nayê?
Ne tenê dijayetîya PYDê ye. Li wê herêmê li dijî hemû destkeftiyên Kurdan e. Ku ENKS jî be dê siyaseta Tirkiye wisa be. Li herêma Çiyaye Tirkman DAIŞ tunebû. DAIŞ tune lê Nusra heye, Ahrar û Şam heye. Ev tevger jî nêzîkê Tirkiyê ne… Raporên kûrtir hene. Ku mirov girtenameyên Parlamentoya Tirkiyê dinihêre “belê Tirkiyê alîgirî daye cîhadiyan”. 800 firoke hatine Tirkiyê. Ji Bosnayê rabûnê li Stenbolê peya bûne. Herwiha çûne cîhên din.
PYD û komên Kurdan ên din niha li dijî DAIŞê şerê leşkerî dimeşînin lê ev bi tenê bi serê xwe têrê nake. Pêwist e ku têkoşîn di qadên cuda de jî were kirin. HDP û tevger û partiyên Kurdan ên din pêwist e ku li dijî DAIŞê şerekî civakî û bi tifaqeke xurt bidin. Projeyên civakî lidar bixin.
DAIŞ li ser terîq û cemeatên li Kurdîstanê mezin dibe. Dikeve nava wan û bandorê li wan dike. Ji ber vê pêwist e Kurd di wan deran de jî bixebitin û zarok û malbatên xwe hişyar bikin. Min gelek malbatên Kurd dîtine ku hin zarokên wan li çiyê ne hin jî di nava refê DAIŞê de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse