Şingal (Rûdaw) – Fermandeyê eniya Şingalê û endamê rêveberiya PDKê, Serbest Lezgîn ragihand, şervanên PKKê 2 gundên Şingalê rizgar kirine lê alaya Iraqê tê de daçikandine! Lezgîn her wiha got, tenê %10 xaka Şingalê di destê DAIŞê de maye.
Endamê rêveberiya PDKê û berpirsê wê partiyê li bajarê Zaxo, Serbest Lezgîn ku di heman demê de fermandeyê eniya Şingalê ye jî, ji Rûdawê re li ser rewşa Şingalê, hebûna hêzên PKKê li wê devera Başûrê Kurdistanê û şerê DAIŞê axivî û bersiva pirsên peyamnêrê me Obêd Reşavayî da.
Rûdaw: Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ, ji aliyê PKKê ve hatiye damezirandin) du gundên girêdayî nahiya Behacê ya Şingalê ji destê DAIŞê derxistin. Lê medyaya iraqî YBŞ wek “hêza hevbeş” a artêşa Iraqê bi nav kir û ragihand, rêya serekî ya navbera Iraq û Sûriyê, ku jê re dibêjin “Rêya 47”, hat kontrolkirin. Çima Pêşmerge tevlî wê operasiyonê nebû?
Li wê deverê, ku jê re dibêjin Xanesor, hêzek me biçûk heye. Ew der bi Rojavayê Kurdistanê re hevsînor e loma wan, ew şer bêyî Pêşmerge kirin. Ez dixwazim ji dîrokê re bêjim; tevahiya wan karan ji aliyê PKKê ve tên kirin lê bi navê hinek hêzên din. Wan ji bo vî karî, bi Ebdulrehîm Şemmerî yê Sûrî re hemahengî kirine. Me dixwest ji Xanesorê ber bi sêriyana Bab Şilo, Gir Izêr û Şingalê ve biçin lê mixabin me sê caran bi PKKê re civîn kir lê em negihîştin ti encamekê. Ji ber wê jî em neçar man pilana xwe biguherin û ji Gabarê derbasî sêriyana Gir Izêrê bibin. Heta niha jî PKKê ew rê kontrol nekiriye û mixabin çend şehîd jî dane.
Rûdaw: We çima li hev nekir? Daxwaza PKKê ji we çi bû?
Dixwestin xwe bikin xwedanê hemû operasiyonê. Ew jî nedibû. Me jî dixwest bazgehên (xalên kontrolê) wan rakin. Nedibû em di bin amblemên wan de, ku ne hêzeke fermî ya Kurdistanê ne ne jî hêzeke iraqî ne, şer bikin. Ew bê destûr hatine vir. Paşê ji me re gotin ku Qendîlê gotiye bazgehan ranekin.
Rûdaw: Dibêjin ew du gundên ku ji aliyê PKKê ve hatine kontrolkirin, gelekî stratejîk in, rast e?
Me di operasiyona Şingalê de, heta sêriyana Gir Izêrê kontrol kir, em tenê 25 km dûrî sêriyana Bab Şilo bûn. Wan ew gund standin lê hîn gelek gundên din mane da ku em bigihên ser sînor. Wan dema ew gund standin, alaya Iraqê tê de daçikandin. Ew xwîna xortên êzîdî didin rijandin ji bo ku gelê kurd vegere ser cih û warê xwe yan alaya Iraqê tê de daçikînin?! PKKê bi standina wan gundan nîşan da ku ew hêza ku bi navê YBŞê damezirandiye, girêdayî Bexdayê ye!
Rûdaw: Madem tenê çend km di navbera sêriyana Gir Izêr û Bab Şilo de maye çima Pêşmerge kontrol nake?
Yek ji sebebên serekî yên vê yekê, hebûna hêzên PKKê li wê deverê ye. Ya din, dema em cihekî kontrol dikin em fikra parastina wir jî dikin. Niha tenê %10 xaka Şingalê di destê DAIŞê de maye. Her gava Serok Barzanî ferman bide emê kontrol bikin. Lê divê beriya her tiştî, nahiyên Behac û Bilêc ji destê DAIŞê bên derxistin, ew jî ne karê Pêşmerge ye divê hikûmeta Iraqê vê yekê bike.
Rûdaw: Operasiyona Mûsilê kengê dest pê dike? Gelo PKK dê tevlî wê operasiyonê bibe?
Zehmet e niha operasiyona Mûsilê dest pê bike ji ber ku nakokiyên siyasî û leşkerî hene. Hîn nakokiyên siyasî nehatine çareserkirin û hikûmeta Iraqê jî di warê leşkerî de ji bo vê yekê amade nîne. Zehmet e PKK tevlî şerê Mûsilê bibe. Jixwe di şerê Şingalê de gotin emê bikin lê nekarîn!
Rûdaw: Dibêjin piştî rizgarkirina Şingalê, qaçaxçîtî di navbera sînorê Rojava û Başûr de zêde bûye û tenê hinek berpirs vî karî dikin?!
Bi qasî ku ez dizanin tenê du deriyên fermî di navbera Rojava û Başûr de hene. Li wir jî tenê karmendên hikûmetê hene û karên xwe dikin. Haya min jê nîne ka kê li wir bazirganiyê dike lê bi qasî ku min dîtiye, keresteyên çêkirina xaniyan ji vir diçin wî alî û ji wir jî hinek tiştên din tên vî alî.
Rûdaw: Heta niha DAIŞê çend caran li Şingalê çekên kîmyayî bikar aniye?
Sê caran. Carekê 31 rokêtên kîmyayî avêtin serbazgeha Domîz li rojavayê Şingalê lê bê ziyan bû.
Rûdaw: Çend roj berê 8 helîkopterên amerîkî li nêzîkî devera Xanesorê ya bajarokê Sinûnê yê Şingalê danîbûn. Gelo ji bo çi hatibûn?
Bi rastî me jî nizanîbû ji bo çi hatine lê rayedaran ji me re gotin ku haya wan jê heye ji ber wê jî em zêde li dû neçûn. Lê ez bawer im girêdayî operasiyona kuştina terorîstê bi navê Hecî Îmam bû ku ji aliyê hêzeke taybet a Amerîka û Dijeterora Kurdistanê ve hatibû lidarxistin.
Rûdaw: Hinek caran li sînorê nêzîkî Şingalê, nûçeyên rizgarbûna jin û zarokan ji destê DAIŞê tên bihîstin. Ew çawa pêk tê, gelo haya Pêşmerge jê heye?
Ev nîşan dide ku DAIŞ pir lawaz bûye. Çend roj berê 3 jin û zarokek li nêzîkî gundê Qabûsiye yê Şingalê ji destê DAIŞê rizgar bibûn. Ev jî nîşan dide ku DAIŞ pir lawaz bûye û mîna berê nikare deverên xwe kontrol bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse