Beşa yekem
Nivîskar û dîrokzanê Kurd Mahmût Akyureklî sala 1956an li Çewlîgê ji dayik bûye, sala 1976an bûye mamosta û dema 10 salan mamostetî kiriye. Di sala 1979an de li Zanîngeha Firatê di beşa Dîrokê de dest bi xwendinê kiriye û sala 1985an xwendina xwe qedandiye.
Di navbera salên 1987-1988 de serpireştiya weşandina kovareke heftane bi navê Gaya Gazetesî dike. Sala 2010an yekemîn pirtûka xwe ya bi navê Dersim Kurd Tedibi nivîsandiye.
Mahmût Akyureklî xwediyê çend pirtûkên dîrokî ye, her wiha arşîveke wî ya mezin heye, bi taybetî ji arşîvên Osmaniyan û çend pirtûk li ser Serhildana Şêx Seîd û Dêrsim û hwd nivîsandiye. Her wiha di xortaniya xwe de bûye endamê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP).
Mahmût Akyureklî niha li Stenbolê dijî û di nav arşîv û belgenameyên Osmaniyan de lêkolînê li ser rewşa Kurdan dike.
Tora Medyayî ya Rûdawê di bernameya Pence Mor de ku ji aliyê Kawe Emîn ve tê amadekirin, hevpeyvîneke dûr û dirêj bi Mahmût Akyureklî re kiriye ku em dê di 3 beşan de biweşînin.
Di beşa yekem de, Nivîskar û dîrokzanê Kurd Mahmût Akyureklî behsa pêwendiyên dîrokî yên di navera Kurd û Tirkan de dike û bersiva hin pirsan dide weke; Îdrîsê Bedlîsî çima li ser Sultanên Osmanî kitêba Heşt Bihuşt nivîsand, gelo Sultanên Osmanî Tirk bûn? Ma Şêx Mehmûdê Hefîd, Ataturk û bermayiyên Osmaniyan bi hev re têkilî hebûn? Gelo rast e Ataturk û hevalên wî dixwestin parêzgeha Mûsilê ji dest bidin? Çima komkujiya Koçigirî çê bû? Kê Elî Şêr û hevjîna wî Zerîfe kuşt? Kê rêxistina Azadî damezrand û armanca wan çi bû? Ev û gelek mijarên din di beşa yekem a Pence Mor de têne bersivandin.
Rûdaw: Kek Mehmût bi xêr hatî bernameya Pencemorê.
Mahmût Akyureklî: Gelek spas.
Rûdaw: Birêz Mahmût, we çend pirtûk nivîsandine, bi taybetî li ser dîroka peywendiyên Kurd û Tirkan. Ez dixwazim pirsa min a yekem ew be, peywendiyên Kurd û Tirkan çawa bû, bi taybetî di dema Osmaniyan de?
Mahmût Akyureklî: Di serdema Osmaniyan de yan berî Osmaniyan?
Rûdaw: Heger em zêde dûr neçin, erê.
Mahmût Akyureklî: Peywendiyên Kurd û Tirk ji vir û hezar sal berê dest pê kiriye. Dema Arslan Yabûk yanî birayê Ertugrul Gazî li Qelincê di zindanê de bû, Mehmûdê Xezneyî ew xistibû zindanê. 2 hezar malên ku baweriya xwe bi wî anîbûn hatin xwe avêtin cem Rewadiyan. Têkiliya yekem ew e.
Rûdaw: Rewadî yanî mîrnîşinên Kurdan bûn yan dewlet bû?
Mahmût Akyureklî: Na, dewlet bû Dewleta Rewadî bû, malbata Selahedînê Kurdî ji wê dewletê derketiye. Ew dewleteke gelekî bi bingeh bû, di dema xwe de dewleteke pir mezin bû. Wê demê 3 dewletên Kurdan di navbera Bîzans û Bexdayê de hebûn. Di wê demê de Dewleta Şedadiyan hebû, binê wê de Rewadî hebûn, li nêzikî Silîva ya niha Meyafarqîn, Cizîr û Mûsilê Merwanî hebûn. 3 dewletên Kurdan ên mezin hebûn. Tirkan hîn di navbera Anadoluyê û Îranê de dewlet çênekiribûn, wê demê dewletên wan nebûn. Wê demê ew bi koçerî dihatin. Destpêka têkiliya Kurdan û Tirkan ew dem e. Piştî wê di dema Selçûkiyan de dewam kir, di dema Osmaniyan de zêdetir bû. Di dema Osmaniyan, Yavûz de Idrîsê Bedlîsî dîroknasekî gelekî mezin bû. Di eslê xwe de dîroknasê Safewiyan bû, di koşka Safewiyan de dijiya û li wir dîroka wan dinivîsand. Bavê Yavûz, Yildirim Xan xeber şand jê re, got tu Sunne yî, çima ji bo Qizilbaşan dîrokê dinivîs? Ew vexwend û gelekî bi malê dunyayê soz dane wî, teklîfên baş jê re çêkirin. Ew hate Stenbolê û 8 kitêb li ser dîroka Osmaniyan nivîsandin. Ji wan 8 kitêban re dibêjin, 8 bihuşt. 8 sultanên Osmanî esas girtibû, Ertugrul Gazî, Osman Gazî, Mûradê 1, Mûradê 2 heta Fatîh, Yavûz û Yildirim. Dema Idrîsê Bedlîsî li vir bû Yavûz darbe (îhtilal) li bavê xwe kir, ew ji ser text danî û ew hate cihê wî. Têkiliya Idrîsê Bedlîsî û Yavûz wê demê çêbû. Piştî wê Mîrekên Kurdan, li gor rîvayetan di hinek belgeyan de 27, di hinek belgeyan de 32 Mîrên Kurdan li dijî Safewiyan bi Osmaniyan re tifaqek çêkirin. Têkiliya xurt wê demê hate danîn. Têkilî, lihevkirin û tevgera bi hev re ya Kurd û Osmaniyan di 1510-1517an de ye. Bi rêya Idrîsê Bedlîsî ev hatiye çêkirin.
Rûdaw: Mamoste, ev têkiliyeke bindestî bû an wekhevî hebû?
Mahmût Akyureklî: Wê demê wekhev bûn, mîrekên Kurdan her yek bi qasî daxwaz û desthilata xwe têkiliya mîrektiya xwe û Osmaniyan çêdikir.
Rûdaw: Yanî yek bi yek bi Osmaniyan re têkilî dadanîn, ne bi hev re?
Mahmût Akyureklî: Na, ne bi hev re. Her mîrekiyê li gorî pêdiviyên xwe û fikr û ramanên xwe çi dixwestin dadanîn ber Osmaniyan û wan jî hemû qebûl dikirin. Heta 1800an ev peywendî wisa derbas dibûn.
Rûdaw: Yanî em dikarin bêjin Idrîsê Bedlîsî mala Kurdan xirab kiriye?
Mahmût Akyureklî: Na.
Rûdaw: Çima? Mesela çima wan hemû eşîran nikaribûn bi hev re serokekî ji xwe re destnîşan bikin?
Mahmût Akyureklî: Ev ne kêmasiya Kurdan e, kêmasiya hemû neteweyên paş de mane ye. Tirkan jî bi serê xwe hezaran nedikarîn ji xwe re dewletekê çê bikin. Bira, bira dikuşt. Di dema Osmaniyan de Fatîh Sultan Mehmet hat qanûnek derxist û got, bira kuştin û zarokê xwe kuştin helal e. Ji bo desthilatdariya wan ji hev belav nebe. Selahedîn (Eyûbî) wisa nekir, dema çû rehma Xwedê ew Împaratoriya Eyûbiyan Mezin bi destê birayan parçe bû. Wê demê Mîrekên Kurdan her kesî daxwaza şexsî û desthilatdariya xwe dikir. Lewma li hev nedikirin.
Rûdaw: Yanî em dikarin bibêjin ku Idrîs Bedlîsî dîroka Osmaniyan nivîsandiye?
Mahmût Akyureklî: Ji xwe dîroka Osmaniyan a ji 8 bergan wî nivîsandiye lê tiştekî taybet heye, heta îro Tirkan ew dîrok wernegerandine zimanê îro, bi Farisî ye.
Rûdaw: Çima?
Mahmût Akyureklî: Ew peyveke gelekî balkêş e, çima. Em dîroknas wisa dizanin û texmîn dikin ku peywendiyan Kurdan û Osmaniyan, dema ku Osmanî hîn nebibûn dewlet, wek mîrektiyekê hate damezrandin, piştgiriyeke zêde ya Kurdan pê re hebû. Me berê ev nizanibû, piştî ku me dîrok xwend, lêkolîner û dîroknasên Kurd zêde bûn ev derkete holê. Ez bêjim qadi û muderîsên wan berê Kurd bûn. Heta niha vedişartin, me nizanîbû. Ji Mele Goranî re digotin Mele Güranî, yanî nedigotin Goran, dikirin Güran, bi navekî şaş didane nasandin ku bila Kurdbûna wî dernekeve holê. Dema Mîrektiya Osmaniyan hate damezrandin li Îznîkê, pîrê wan ê mezin yanî aqilmendê wan ê mezin Tacedîn El-Kurdî bû, nasnavê wî yê Kurdî di dîroka Osmaniyan de jî kêm, şaş hatiye nivîsandinê lê heta îro jî li Tirkiyê jê re dibêjin Tacedîn Xoca nabêjin Tacedîn El-Kurdî
Rûdaw: Mamoste, ew Tacedîn ne ew ê ku Ehmedê Xanî behsa wî dike ye?
Mahmût Akyureklî: Na, ne ew e. Tacedîn El-Kurdî ye, yê din 3 kesên girîng hene li wê derê. Yek ji wan Şêx Edebalî ye yanî mamosteyê Osman Gazî û xezûrê wî, yê din jî Dawûdê Qeyserî ye, Kurd e em dizanin, Tacedîn El-Kurdî nasnavê jî Kurdî ye, Şêx Edebalî jî zavayê Tacedîn El-Kurdî ye. Keçeke Tacedîn El-Kurdî li cem Şêx Edebalî ye, keçika wî ya din li cem Çandarî Xelîl Efendî ye.
Rûdaw: Yanî mamoste, dîroknasên Tirk ên niha naxwazin bêjin ku Kurd û Tirk bi hev re bûne, mesele ew e?
Mahmût Akyureklî: Di dema komarê de dewleteke neteweyî çêkirin. Di vê dewleta neteweyî de pêwîstiya wan bi neteweyekê hebû. Neteweyên din hemû wenda kirin, asîmîle kirin. Ne Kurd tenê Çerkes, Çeçen, Ermen û Gurcî hemû neteweyên li Tirkiyê, Anadoluyê dijiyan ji wan re gotin, hûn hemû Tirk in.
Rûdaw: Dibêjin Sultanên Osmanî ne Tirk bûn, ji Afganistanê hatine, Afganî ne an jî ji cîhekî din hatine, bi eslê xwe ne Tirk in wek grûbek etnîkî, gelo rast e?
Mahmût Akyureklî: Wek etnîk bav û kalên wan Tirk in. Ew meseleyeke şaş e. Belê ji Afganistanê hatine, hemû Tirk ji Afganistanê hatine ji Belhê. Tirk berê li Anadoluyê, Mezopotamya, Îran û Azerbeycanê tunebûn. Tirk hemû ji Semerkandê, ji Belhê hatin, ji navbera du çeman hatin.
Rûdaw: Yanî sultan Tirk in?
Mahmût Akyureklî: Belê, eslê wan Tirk in, dayikên hemûyan ne Tirk in. Ji Osman (Gazî) vir ve dayikên wan ne Tirk in. Dayikên wan yan Bîzans in…
Rûdaw: Yanî nîv Tirk in û nîv miletên din in?
Mahmût Akyureklî: Belê, wisa ye.
Rûdaw: Mamoste, di Şerê Cîhanî yê Yekem de Kurd çawa ji aliyê Tirkan ve hatin xapandin? Gelek caran tê gotin ku Kurd beşdarî peymana neteweyî ya Tirkan bûne. Di avakirina Dewleta Tirkiyê de beşdarî kiriye û bi bandor bûye. Çima Kurdan nikaribin hevpar bin bi Tirkan re?
Mahmût Akyureklî: Di destpêkê de Kurd hevpar bûn heta 1924an. Dema van (Tirkan) têkoşîna nîştimanî dan, li dijî 7 welatan têkoşînek dan. Kurdan Tirk nefirotin. 1000 sal in du netewe bi hev re dijîn. Van neteweyan li dijî cîhanê bi hev re şerek kirin. Ew ne tenê şerê Tirkan bû, şerê Kurdan jî bû. Ji dema Osmaniyan heta 1908an ferq di navbera Kurdan û Tirkan de nebû, merivek ha Kurd e ha Tirk e, Osmanî ye ew bes bû. Piştî wê ev ferqa kete navbera. Ev ferqa zêde di dema komar hate damezrandin û navê kirin Komara Tirkiyeyê, bi nav dest pê kir û piştî wê jî di Destûra Bingehîn a yekem de ev tunebûn, di Destûra Bingehîn a duyemîn a 1924an de dema îhtilala xwe xilas kirin, gihîştin armanca xwe, wê demê Mistefa Kemal Ataturk ew fikrê di binhişê xwe derxiste holê û ew bicih kir. Di fikra wî de jî neteweyek hebû, zimanek hebû û nîştimanek hebû loma nexwestin Kurdan bibînin. Ne tenê Kurd, wek mînak Tirkên din ên wek Tatar ku Moxol in, ew jî nedîtin, Gurcî jî nedîtin, di çavên wan de hemû Tirk bûn. Li ser eslê Mistefa Kemal jî, wî her tim li Koşka Çankayayê vedixwar, dîwana wî ya vexwarinê hebû. Dema diçe qatê jêr di ber aşxaneyê re derbas dibe, aşpêjê wî ji yawerê wî re dibêje hûn xelkê Selanîkê eslê we Cihû ne, hûn ne Tirk in ku Ataturk jî Selanîkî ye. Ataturk vê dibihîse lê nahîne ser xwe, derdikeve dema diçe ser maseyê rûdine yawerê wî û aşpêjê wî xwarinê tînin didin ber wan, Ataturk vedigere ji hevalê xwe re dibêje, Napolyon ne Fransiz bû, bi eslê xwe Îtalyan bû lê ji Fransayê re xizmet kir. Yanî ez jî Makedon im ji Tirkan re xizmetê dikim. Yanî Tirk hemû çavên wan kişandî ne, tîpolojiya Tirkan diyar e, Ataturk zerî ye, pora wî zêrîn e, çavên wî şîn in, modelekî wisa di nav Tirkan de nîne. Meriv nikare bêje Ataturk bi eslê xwe Tirk e lê di cîhan û felsefeya xwe de dewletek damezrand, ew dewlet bi felsefeya Fransayê, yanî dewleteke neteweyî damezrand. Di dewletên neteweyî de esas ew e yek netewe dibe, yek ziman dibe. Di wir de şirîk nayê qebûlkirin.
Rûdaw: Mamoste, gelek belge û tiştên te hene, tu dizanî zimanê Osmanî jî bixwînî û sûdê jê werdigirî. Peywendiya Şêx Mehmûdê Berzincî bi Ataturk û Tirkan re çawa bû? Peywendiya wan hebû yan nebû?
Mahmût Akyureklî: Peywendiyeke zêde heye. Ez dikarim bêjim di 1919an de dema Kongreya Erzeromê hate çêkirin, tevgera Şêx Mehmûdê Berzincî wek mînakekê li wir hate qalkirin. Di erdnîgariya Osmaniyan de yê li dijî emperyalîstan di serî de çek hilgirtin Kurd bûn. Şêx Mehmûdê Berzincî bû, niha di nav dîroknasên Tirkan de jî carinan dema em diaxivin, rû bi rû ne di nava civakê û li ber medyayê, ji ber ku newêrin bêjin, ji min re dibêjin heger têkoşîna neteweyî ya Kurdan nebûya têkoşîna neteweyî çênedibû. Ew bi xwe dibêjin.
Rûdaw: Belge çi ne mamoste?
Mahmût Akyureklî: Belge ew in, bîranînên Ozdemîr derketine holê, me derxiste holê. Di bîranên wî de ew tê Rewandizê Şêx Mehmûd xeberê dişîne, ew dikete tengasiyê cara yekem e li dijî Ingilîzan têkoşîneke mezin dide, piştî wê tê girtin, dişînin Hindistanê demekê li wir dimîne, piştî wê dema Şêx Mehmûd tê Ingilîz pêşniyarekê li Şêx Mehmûd dikin, dibêjin em Şahaniyeke Kurdistanê damezrînin, tu jî bibe Şahê Kurdan. Şêx Mehmûd vê qebûl nake, ji ber ku baweriya bi Ingilîzan nîne, dizane neteweya Ingilîzan, neteweyeke nebawer e. Şêx Mehmûd careke din dide ber hev, îhtimal e ku ev dabe ber ku 1000 sal in em û Tirkan di nav hev de ne, 600 sal in em di nava Osmaniyan de bi hev re ne. Meriv nikare dîrokeke 600 salî bavêje kêlekekê. Peywendiyek bi Osmaniyan re danî, xeber ji wan re şand, ev arşîvên Osmanî di arşîva leşkeriya Tirkiyê de hene, nameyên Şêx Mehmûdê Berzincî hene.
Rûdaw: Te ew dîtin, mamoste?
Mahmût Akyureklî: Belê, min ew dîtin. Şêx Mehmûd xeberekê dişîne, dibêje ji min re efserî Osmanî bişînin û flamayeke Osmanî bişînin û piştgiriya leşkerî bişînin. Ataturk wê demê ne Ataturk e, Mistefa Kemal e. Mistefa Kemal, Ozdemîr Beg dişîne. Ozdemîr Beg jî dema Entab ji dest dijmin hate xilaskirin, li wê derê fermandarê milîsan bû, yanî şerê gerîlayî baş dizanibû. Ew şandin, hate Rewandizê û Koysancaqê, zêde nebû, li wir mufrezeyek çêkir. Bi qasî 60-70 kesan eşîrên Kurdên wê derê re hevdîtin kir, piştgirî da Şêx Mehmûd û ew û Şêx Mehmûd gelek caran bi hev re rûniştin. Piştî wê di navbera Ozdemîr û Şêx Mehmûd de tifaqek çêbû.
Rûdaw: Yanî Ozdemîr û Şêx Mehmûd hev de dîtine?
Mahmût Akyureklî: Ne carekê, sed caran hev du dîtine. Piştî wê jî di navbera xwe peywendiyek çêkirine, 10 made hene, me ew weşand. Di pirtûka min a “1000 sal Kurd û Tirk Dîroka Hezar Salî” de min ew weşand. Di 10 madeyan de Kurdistan çawa were damezrandin.
Rûdaw: Yanî Tirkan qebûl kirine ku Kurdistanek hebe?
Mahmût Akyureklî: Belê qebûl kirine ku Kurdistanek hebe û Ozdemîr efserekî xwe bi Refîq Hilmî yê Silêmanî, Fetah Beg û yekî din jî heye ku navê wî nehate bîra min re dişîne, peywendî û ewraqan werdigirin û têne Enqereyê ku Serokwezîrê wê demê Raûf Beg e, Ozdemîr ji Raûf Beg re nameyekê dişîne, nameyekê jî ji Mistefa Kemal re dişîne, dibêje van guhdarî bikin, ji bo me girîng e û ev erdnîgariya divê ji destê me dernekeve. Yawerê Mistefa Kemal tê li navçeyeke navendî ya Enqereyê, Ulusê wan di otelekê de dikine mêvan. Bi qasî 2-3 mehan Refîq Hilmî û Fetah Beg li Tirkiyeyê dimînin.
Rûdaw: Bes Ataturk nabînin? Em bêjin Mistefa Kemal.
Mahmût Akyureklî: Ataturk dibêje îro sibe. Di wê demê de Îsmet Înonu li Lozanê bi Îngilizan re bazarekê dikin. Bazara herî zêde jî ew e dema ku wê bazarê dikin çeka Kurd di yedegê de digirin yanî li kêlekê dihêlin.
Rûdaw: Yanî fêl li Kurdan kirin?
Mahmût Akyureklî: Miqabilî Îngilîzan divê bazarake bihata kirin. Yanî divê destên wan xurt bûna, tenê bi merîfta Kurdan, Tirkan destên xwe li hemberî Îngilîzan xurt kirin. Wexta li Lozanê li hev kirin, mesele hat girtin, Ataturk jî bi Refîk Hîlmî re hevdîtin nekirin, yawerên wî hatin gotin Gazî nexweş e, nikare bi we re hevdîtin bike, hûn dikarin herin. Û ew belgeyên xwe wergirtin vegeriyan çûn Silêmaniyê. Refîk Hîlmî di bîranînên xwe de jî nivîsandiye. Îcar meseleya Kurdan jî li wê derê qet bû. Meseleya Mûsilê di Lozanê de çênekirin. Di navbera Tirk û Îngilîzan de ew wek pirsgirêkek ma, ew pirsgirêka Mûsilê bo saleke dinê biaxivin. Salek bêhnek dan ber xwe. Ataturk mirovek gelek zîrek bû. Sedema çi? Wexta Lozanê de li ser meseleya Mûsilê, di navbera Îngilîz û dewletên din de yanî di navbera Tirkan û dewletên Ewropayê de gengeşiyek çê biba, deh dewlet bûn, Tirkiye yek tenê bû. Wexta di Lozanê de li hev kirin, Lozan hate îmzekirin, gotin salek şûn ve em dê li ser meseleya Mûsilê biaxivin û çareser bikin. Piştî wê salê muxatab yek dewlet bû, kî bû? Îngilîz bûn. Ne dewletên Ewropayê xist kilekê. Ev polîtîkayeke gelek balkêş e. Min belgeyên û salnameyên Mûsilê ji arşîva Osmaniyan derxistin. Wê çaxê katibê Mûsilê yek bi yek nivîsiye. Çiqas nifusa Kurdan heye, çiqas nifusa Tirk heye, Kerkuk çiqas Kurd e, çiqas Ermen e, çiqas Cihû ye.
Rûdaw: Ew a ku te dîtiye bi kurtasî nifûs çewa bûye?
Mahmût Akyureklî: Di Kamûsûl Tirkî de Şemsettîn Samî bixwe dibêje ji çaran sê Kurd in, yanî ji çar beşan sê beş Kurd in, beşeke din ên dinin. Ev yek di 1890an de hatiye nivîsandin. Ev cihê ku min got ji bo Kerkûkê ye, li Mûsilê jî Kurd zêde ne. Wîlayeta Mûsil, Kerkûk, Koysancax û yên din gişt qezayên Mûsilê ne.
Rûdaw: Mamoste ez dixwazim vê pirsê bikim. Mûsil ji aliyê erdnîgarî ve ji aliyê Osmaniyan ve çi dibêjin? Dibêjin devereke Kurdistanî ye, axa Kurdan e?
Mahmût Akyureklî: Belê. Dîsa Şemsettîn Samî di Kamûsûl Alem de dibêje “parçeyeke Kurdistanê ye.” Belgeyên Osmanî ku me ew tişta Kamûsûl Alem û Kamûsûl Tirkî, her du ansîklopediyên Osmanî derxist ku Şemsettîn Samî nivîsiye, bi wan belgeyan bi tîpên Osmanî got ev e.
Rûdaw: Kek Mehmût di sala 1920an de Kurd dest bi serhildanan dikin, bi taybetî Koçgirî ku te pirtûkek jî li ser qirkirina Koçgiriyê nivîsiye, ew çewa çê bû, kê serkirdayetiya wê dikir, ên tevlî bûn kî bûn? Çima bi ser neket?
Mahmût Akyureklî: Meseleya Koçgirî, meseleyeke ku di destpêka Komarê de cara ewil Kurd û Tirk di Koçgiriyê de hatin pêş hev, muxalefet li wê derê dest pê dike. Di navbera Sêwas û Dêrsimê de ye. Li wê derê bi eslê xwe êşîra Koçgirî heye, eşîrê navê xwe daye wê derê. Bi Tirkî dibêjin Qoçgirî lê ne Qoçgirî ye, bi eslê xwe “Koçkirî” ye yanî koç kirine, koçer in. Bi koçerî hatine wê derê. Di wê ernigariyê de serokên wê eşîrê hebûn, reîsê wan wan eşîran hebûn. Di dewra Evdilhemîd de di sala 1867an de di şerê Osmanî û Rûsan de leşkerên Osmanî di navbera Erzingan û Sêwazê dema berfa pûk dibare, bahoz çê dibe gelek ji wan dixeniqin. Reîsê Koçgiriyê Mistefa Paşa tevî eşîra xwe leşkerên Osmanî kom dike sê mehan li wê derê xwedî dike. Sedema vê yekê Evdilhemîd pileya paşatiyê didê û jê re xelat û ferman dişîne. Kurê wî Elîşan Beg dibin di mektebê de didin xwendin. Piştî wê dibe qeymeqamê Koçgiriyê. Elîşan Beg di wê dewrê de tayîna wî derketiya çûye Divrîgiyê ku ew jî qezayeke Sêwazê ye, di sala 1919an da. Ataturk jî Konferansa Erzeromê çêkiriye, ji Erzeromê vedigeriyayê tê Sêwazê ku konferansa Sêwazê çê bike, payîz e. Wexta ku tê Sêwazê ev qîmetê nadin Mistefa Kemal, ji ber ku ev ji Osmanî hez dikin, Osmaniyan paşatiyê daye wan. Cardin jî em dizanin ku 1918an de li Stenbolê Kurdistan Tealî Cemîyetî hate damezirandin. Cemiyeteke Kurdî bû. Serokê Wê Seyîd Ebdulqadirê Nehrî bû. Ev famîlya jî hemû muhîbên (hezkiriyên) Kurdistan Tealî Cemiyetî bûn. Di Kurdistan Tealî Cemîyetiyê de demek şûn ve di nav rewşenbîrên Kurd de dualîtî derket. Qismê Bedirxaniyan û Cemîlpaşazadeyan û qismê Babanan li hev nekirin. Wan (Bedirxanî, Cemîlpaşazade, Babanan) gotin “em azadî dixwazin, yanî dewleteke serbixwe dixwazin.” Ev grûpek bûn. Grûpa din Seyîd Evdulqadir û gelek efserên Kurd ên di nav Tirkan de yên wek Kemal Feyzî û Xalid Begê Cibirî jî digotin “em ne dewleteke serbixwe lê wek muxtariyet dixwazin” yanî bi fikra Şêx Mehmûdê Berzencî. Grêdayî Osmaniyan bûn. Wan digot “em dê girêdayî xîlafeta Osmaniyan bin, lê serbixwe bin.` Yanî heta xalekê `em dê girêdayî Stenbolê Dersaadetê bin.” Sedema vê, di nav rewşenbîrên Kurdan de dubendî derket. Evana (Koçgirî) jî alîgirên Seyîd Evdilqadir bûn. Ew jî qayîl bûn. Wê çaxê Kurdistan Tealî Cemiyetî Kovara Jîn derdixist. Wê çaxê ji Stenbolê bi peya dibirin Sêwazê dixwendin, ku propagandaya miletê xwe dikirin. Yanî haydariya xwe bûn, haydarî miletê xwe, netewa xwe bûn. Mileteke wisa bûn. Cardin wê çaxê miletî Koçgirî li gorî Kurdên me yên din, piraniya wan xwendevan bûn, dixwendin, dinivîsandin, nivîskarên wan hebûn. Wek mînak Elîşêr şairek pir mezin bû. Li Koçgiriyê ew katibê Mistefa Paşa bû. Vana wexta ku Ataturk qebûl nekirin, neçûn pêşiya Ataturk, rûmet nedan Ataturk, wexta Ataturk kongreya Sêwazê deklare kir, destê xwe ji Osmaniyan kişand, bi serê xwe got ez dê tiştek bikim, dewleteke nû damezirînim, li ser wê meseleyê Koçgirî ji van aciz bûn. Koçgiriyan ji vana hez nedikirin. Di wê demê de li Sêwazê alîgirên xîlafeta Osmaniyan, grûpek du grûpên din, di navbera wan û Enqerê de ku hêj nebûye hikûmet, rêxistinek heye, piştî wê rêxistinê bû hikûmet. Di navbera wan û wê rêxistinê de gengeşî, problem û îsyan derketin, çar pênç serhildan li Zîle, Yozgatê çê bûn. Kurdan jî destek dan van serhildanan, ji ber ku wan Osmaniyan dixwest, bi Ataturk qayîl nedibûn. Ataturk wek ehlê anarşît didîtin.
Rûdaw: Sedemên olî nebûn?
Mahmût Akyureklî: Helbet wisa tê zenkirin lê meseleya olî di Koçgiriyê de tine. Meseleyeke netewî ye Koçgirî.
Rûdaw: Mamoste mirov dikare bibêje di meseleya Koçgirî de doza Kurdistaneke serbixwe kirine?
Mahmût Akyureklî: Doza Kurdistaneke serbixwe nîne, doza otonomiyê kirine. Doza wan û ya serokên wan di vê fikrê de bûne. Li ser vê fikrê Komarê qebûl nekirin, li ser vê li hev nekirin. Piştî wê vî meseleyên din derketin. Destekê dan alîgirên xîlafetê, destekeke zêde dan îsyankarên wexta dijî Mustafa Kemal û Enqerê îsyan kir, Koçgirî destek da wan grûpên din. Li ser vê destekê, Enqerê jî ji Koçgiriyê hez nekir. Piştî wî, wexta van meseleyan vebûn, leşker kişandin ser Koçgiriyê, wê derê qir kirin. Yanî eşîrek qir kirin. Di Koçgiriyê de tiştên wisa ecêb hene ku belgeyên wê 85-100 salan di destên me de nebûn, di 2015an de 6 hezar û 300 belgeyên wê ketin destên min. Ev jî tesadufî bû.
Rûdaw: Tenê li ser Koç girî?
Mahmût Akyureklî: Belê, tenê li ser Koçgiriyê. Beriya wê jî derbarê Koçgiriyê de ti belge di destên me de tinebûn. Bi gotin û peyvan me dizanibû meseleya Koçgiriyê heye, me nizanibû eslê wê çi ye, belgeyên wê çi ne. Wexta ev belge ketin destên min, ez rûniştim li serê xebitîm. Şevekî min belgeyekî xwend. Wê şevê dilê min êşiya, tansiyona min bilind bû û ez nexweş ketim çûm doktor. Di wî belgeyî de serkirdyekî Koçgiriyê, aniha jî çavên min hêsir ketine, du kurên wî tinin, bendekî davêjin stûyê bavê wan, bendê wî xirboqe dikin hişkegirêk dikin bi girêdana behriye ku girêdana wan nayê vekirin. Gava tê kişandin dişide eger bê berdan jî sist nabe, çiqas bikşînî hewqas tund dibe. Bend davêjin stûyê bavê wan bi wê girêdana behriye, serî bendek didin destê kurekî wî, serê din jî didin destê kurê wî yê din. Cendirme kurekî sigû dikin, wexta lawik singû dikin, sigû/qama tifingê, singûyê li canê wî dikeve perçe dibe û wexta çind dide bend tê kişandin bavê wî zêde bê nefes dimîne. Cardin vedigerin kurê din. Pênc cendirme li wî kurî dixin pên cendirmeyên din jî li kurê din dixin. Her du kur perîşan dibin, her carê wexta çind didin, her carê wexta xwe dikşînin bend dişide bav tê xeniqandin. Bav bi kurên xwe dan xeniqandinê. Zilmeke wiha çê bû. Topal Osman dibêjin. Topal Osman mirovek gelek zilimkar bû wî ev yek kir. Di Koçgiriyê de qetlîama mezin vî kir. Qetlîameke pir mezin hate kirin.
Rûdaw: Ev hatiye nivîsandin?
Mahmût Akyureklî: Belê belê, min ev hemû nivîsandiye. Ev Topal Osman jî bixwe fedaiyê Ataturk bû. piştî wê parlamenterê Trabzonê yê Lazîstanê kuşt di parlamentoyê de. Wexta ew kuşt, parlamento rabû ser piyan, Ataturk jî neçar ma, leşker kişand ser wî û ew da kuştin. Bi eslê xwe fedaiyê Ataturk bû. Zilmeke wiha me li Koçgiriyê dît. Wexta min ew belge xwend, bi qasî sê mehan, min belge nexwend. Ji wê şûn ve, min tehemûl nekir ez bixwînim. Meseleya Koçgirî jî bîranîna wê li cem min ew e. Ew nexweşiya bi canê min peyda bû, hêj tansiyona min bilind dibe.
Rûdaw: Mamoste çend kes hatin kuştin? Di derbarê wê de belge çi dibêjin?
Mahmût Akyureklî: Li gorî belgeyan 2 hezar û 500 kes hatine kuştin. Ji xwe di yek eşîretê de dê çiqas kes hebin. 2 hezar, 2 hezar û 500 kes hatine kuştin. Jin, mêr, zarok hemû. 100 hezar pez û dewar birine. Û gelek jin birin. Weke li Dêrsimê jî gelek keç û jin birin.
Rûdaw: Em dê behsa Dêrsimê jî bikin, lê Koçgiriyê kes nehiştin?
Mahmût Akyureklî: 97 gund şewitandin. Diketin gundan dişewitandin.
Rûdaw: Ewa qet xwe nediparastin? Koçgirî çekdar bûn?
Mahmût Akyureklî: Çekdar bûn, çekên wan hebûn, eşîr bûn.
Rûdaw: Bersiva hikûmetê didan?
Mahmût Akyureklî: Bersiva hikûmetê didan lê hêza wan tinebû. Li muqabilê hikûmetê, hikûtemetek lazim e. Eşîrek çi lê bikî? Piştî wê hemû Koçgirî telefateke mezin da. Wexta qirkirin ket nav wan, vana reviyan xwe avêtin Dêrsimê. Wexta xwe avêtin Dêrsimê Elîşêr...
Rûdaw: Elîşêr yek ji serokên Koçgiriyê ye
Mahmût Akyureklî: Belê belê, yek ji serokê Koçgiriyê ye. Di 1921an de meha Gulanê de derbasî Dêrsimê bû û heta 1937an li Dêrsimê weke firar jiyan Elîşêr û jina xwe.
Rûdaw: Mamoste jîna Elîşêr navê wê çi bû?
Mahmût Akyureklî: Zarîfe Xanim.
Rûdaw: Ew bi hev re çekdar bûn?
Mahmût Akyureklî: Belê belê. Zarîfe Xanim bi meseleya Koçgirî re ji 1920an heta 1937an çûn rehma xwedê, ew jî biraziyê Seyîd Riza ew kuştin. Biraziyê Seyîd Riza milîsê dewletê bû, mirovên wî çûn, ew di şikeftekî de xapandin. Wan nizanibûn ku tên ew dikujin. Ez çûm şikefta wan jî. Ez dê wêneyên wê ji te re bişînim. Şikeft li cihekî wisa asê ye, du kes di wê şikeftê de bin, ordiyek were pêş wan, nikare tiştek bi mirovên di şikeftê de ne bikin. Yanî cihek hewqas mezbût bû. Lê wan xapandin. Ji wan re gotin “me ji we re nan aniye, bi we re bipeyivin, sohbet bikin.” wan nizanibûn dijminatî, Kurd bûn. Gotin “merivên Seyîd Riza ne û Kurd in merivên me ne.” Wan fem nekir, nehat hişê wan ku vana bi xiyanetî tên. Wexta ketin hundir, çek lê kişandin. Wexta di şikeftê de çek lê kişandin, Elîşêr hate kuştin, Zarîfe xanim du kes ji wan kuştin. Piştî wê ew jî hate kuştin. Hevalên wan ên din serê Elîşêr jê kirin, anîn dan fermandarê Tirkan di 1937an de. Yanî 16 sal tifinga wê li pişta wê, qama wê li ber wê, Zarife Xanim li cem mêrê xwe re şer kir, firar bûn li Dêrsimê.
Rûdaw: Zarokên wan tinebûn?
Mahmût Akyureklî: Na, zarokên wan tinebûn.
Rûdaw: Em dikarin bibêjin di dîroka modern a Tirkiyê de cara ewil li Koçgiriyê qirkirin çê kirine?
Mahmût Akyureklî: Belê belê, cara ewil Koçgirî ye. Hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo giştî.
Rûdaw: Ji bo Kurdan jî piçekî pêşketin e, ev partiya Azadî ye, koma Azadî ye, rêxistina Azadî ye, li serê ti belge hene yan na?
Mahmût Akyureklî: Belê, belge berê zêde li serê tinebûn, me nizanibû Azadî çi ye. Wek minak digot Azadî, me digot qey navê wê Azadî ye. Hizbeke veşartî ye, di rastiyê de rêxistinek e. Navê Azadî yê orjînal, Komîteya Serxwebûna Kurdistan e. Komîteyek e. Serokê wê Xalid Begê Cibirî ye, ew efserê Osmanî bû. Dewra Evdilhemîd de çûbû di Hemdiye Eşîret mektebî de xwendibû. Xalid Begê Cibirî mirovekî gelek zana bû.
Rûdaw: Li ku derê hate damezirandin?
Mahmût Akyureklî: Mekanek ji bo wê nebû lê navend Erzerom bû. Ji ber ku wê demê Xalid be li Erzeromê bû.
Rûdaw: Mamoste ev rêxistineke herêmî bû yan gelêrî bû?
Mahmût Akyureklî: Na na, ev ne rêxistineke herêmî bû, rêxistineke netewî û gelêrî bû. Têkiliya Seyîd Evdulqadir jî tê de heye Yûsif Ziya tê de bû, Îsmaîl Heqî yê Silêmaniyê tê de bû, Tyfîqê Silêmanî tê de bû, Kemal Feyzî tê de bû, Cemîlpaşazade tê de bû vana hemû efesrên Osmanî bû. Hemû rewşenbîr efser û zabitayên Kurd tê de bûn. Îhsan Nûrî tê de bû, Fermande Qasim tê de bû. Ev hemû her yek ji wan endamên Azadî bûn.
Rûdaw: Serokê wê Xalid Begê Cibirî bû?
Mahmût Akyureklî: Serokê wê Xalid Begê Cibirî ye, mirovek zana ye, herkesî jî qîmet didayê, jê hez dikirin. Ji netew û miletê xwe hez dikir. Mirovek wisa bû.
Rûdaw: Mamoste çi belavok, wêneyek an tiştek îspat bike ku ew Azadî heye?
Mahmût Akyureklî: Azadî, me nameyên Xalid Beg bi dest xistin. Nameyên wî hene.
Rûdaw: Ji bo kê nivîsandiye?
Mahmût Akyureklî: Ji bo Qasim nivîsandiye. Di herekatên Qasim de di nameyekê gotiye “hereketên ku tu dikî ji bo me ne hereketên baş in. Berê di meseleya Kurdan de serxwebûna Kurdan de ti ji min zêdetir xîretkêş bû yî. Çima tu îro xîretê nakişinî, tu li dijî me yî.” Ev nameyan şandine. Piştî wî cardin di belgeyên kosulxaneya Rûsan a Erzeromê de hene ku, hevdîtin kirine bi Azadiyê re. Kemal Feyzî nûnerê Azadiyê çûye bi Rûsan re hevdîtin kirine. Ji Rûsan destek xwestine. Gotine “em têkoşînek didin, destekê bidin me.” Piştî wê nameya Xalid Beg, em dizanin, wan û parlamenterên Tirkiyê yên herêma Behra Reş ku Lazîstan jê dibêjin hevdîtin kirine. Ev belge hemû hene.
Rûdaw: Di sala çendan de?
Mahmût Akyureklî: Di payîza sala 1923an de Azadî hatiye damezirandin. Salek şûn ve 1924an de Azadî aşkere bûye di meseleya Bêşebabê de. Wexta Azadî aşkere bû, di 13ê meha Îlonê de Yûsif Ziya li Erzeromê girtin û birin Bedlîsê. Di 24ê Cotmehê de jî Xalid Begê Cibî girtin.
Rûdaw: Mamoste, dibêjin fermandar Qasim agahiyê daye Tirkan ku hereketeke wiha heye, rast e?
Mahmût Akyureklî: Pirsgirêkeke me ya Kurdan heye, em bi asanî dikarin mirovekî bikin qehreman, bi asanî dikarin bikin xayîn jî. Mesele nezanî ye.
Rûdaw: Mesele dîrok e...
Mahmût Akyureklî: Mesele dîrok e. wek mînak dibêjin Qasim xayîn e, belkî Qasim xayîn e, ez nabêjim xayîn nîne, lê xiyanet belge jê re lazim e, xiyanet îspat jê re lazim e.
Rûdaw: Ew li gel leşkerên Tirkan kar kiriye, wiha nîne?
Mahmût Akyureklî: Riza Teyfîq, Îsmaîl Heqî Silêmanî jî bi leşkerên Tirkan re karkirine, leşkerên Tirkan bûn, leşkerên Osmanî bûn. Qasim jî leşkerê Osmanî bû. Yanî Osman Nûrî yê mesela Şêx Seîd perwerde kir hate, şandin heremê, hewqas alimên Kurd qir kir Osman Nûrî Paşa kî bû? Osman Nûrî Paşa tevî Qasim, Xalid Begê Cibirî, Îsmaîl Heqî, Îhsan Nûrî li hemberî Rûsan bi hev re têkoşîn kirin, şer kirin, gişt hevalên hev bûn.
Rûdaw: Xalid Beg çawa hate aşkerekirin, dewletî çawa zanibû tiştek wiha heye?
Mahmût Akyureklî: Cemîlpaşazade Ekrem di xatiratê xwe de dibêje “Yûsif Ziya mirovekî xwînkel bû, di cihê xwe de nedisekinî. Xeletiya wî bû.” Piraniya leşker û efserên wî Kurd in. Birayê Yûsif Zîya, Elî Riza jî di wê lîwayê de ye. Yûsif Ziya ji Elî Riza re telgrafek dişîne. Rastiya telgrafê ew e, dibêje “Xwe bigrin, di meha Gulanê de di wê deverê de em dê serhildanek çê bikin.” Di Gulana 1925an de yanî 8 meh şûn ve. Wexta vê telgrafê dişîne, telgraf bi şîfre diçe, evana dema şîfreyê diçerixînin, xelet diçerixînin. Wan wiha fêm kirine ku di cih de serhildanê çê bikin. Vana jî di cih de çekên xwe hildigrin û serhildanê çê dikin. Meseleya Bêşebabê bi femkirineke xelet hatiye çêkirin. Wexta ew çê dibe, hikûmeta Tirkiyê lê dinêre tiştek heye. Ev telgraf jî bi dest dikeve. Û li ser vê telgrafê dibêjin îhtimale li vê derê serhildanek çê bibe. Heta wî çaxî ne kes Azadî nasnake, kes serhildanekî jî derheqê Kurdan de, di navbera Kurdan xebateke serhildanê heye tine ti kes wî jî nizane. Yanî Enqere vê nizane. Leşkerên herêmê jî hemû Kurd in. Yanî ciwanên Amedê girtine li Çewligê kirine leşker, ê li Çewligê girtine li Amedê kirine leşker, ê Mûşê li Bedlîsê leşker e. Ji 1925an şûn ve tu zanî çawa kirin? Kurd wexta dibûn leşker dişandin rojavayê Tirkiyê wek Edîrne, Keşanê yanî sînorê Ewropayê. Heta wê caxê li herêmê bûn. Ji ber ku Dewleta Osmanî xirab bûbû, Tirkiye hatibû damezirandin îmkanên wan nebûn. Azadî di ni nav van leşker û efserên Kurd de li tevahiya herêmê, endam û rêxistineke gelek berfireh hebûn.
Rûdaw: Mamoste armanceke wan hebû?
Mahmût Akyureklî: Belê armanca Azadiyê hebûye. Em di nameyên Xalid Beg de jî dizanin. Berê bi Kazim Karabekîr re jî diaxivin. Muxalifên dijî Ataturk li Tirkiyê siyaseteke din dixwazin. Cara ewil di destpêka damezirandina rêxistina Azadî de ne bi armanca serxwebûnê bû. Otonom bû. Wê çaxê dijî hikûmeta Ataturk Kazim Karabekir partiyek ava kir, Terakî Perwer Cumhuriyet Firkasi. Ew partî bibûya desthilat, îhtimal bû ku ne meseleya Şêx Seîd çê bibûya, ne jî tiştek di bibûya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse