Îbrahîm Halîl Baran: Divê Kurd berê xwe bidin siyaseteke realîst
Serokê Giştî yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Halîl Baran got dive partiyên Kurd berê xwe bidin ser siyasetek realist.
Îbrahîm Halîl Baran dibêje divê partiyên Kurd dev ji xwe xapandinê berdin û Kurd berê xwe bidin ser siyasetek realist û wek gava wê yekem jî divê şefaf bin û li ser daxwazên xwe bigihîjin lihevhatinekê, qet nebe lir ser armancên xwe yên stratejîk bikaribin tifaqekî bikin.
Baran xuya kir ku Kurdan ji bo Kurdistanek serbixwe û yekbûyî gelek bedel dane, lê pewîstiya di warê siyaset û diplomasiyê de bi cih neanîne.
Baran, îdîayên derbarê patiyeke nû ya Kurdan nirxand û got: “Partiyek çep a Kurd ya dewleta Tirk hebû, niha jî behsa partiyek rast a Kurd giradayi dewletê dikin.”
Serokê PAKURDê, “hilbijartina Joe Biden û lûtkeya Yekîtiya Ewropa ya ku dê di rojên pêşiya me de çêbibe dê bibe sedema li Tirkiyê hinek guhertin çêbibe”
Îbrahîm Xelîl Baran, derbarê Partiyek nû ya Kurd û bûyerên siyasî yên dawî de bersiva pirsên Rudawê da.
Li gor we gotegoyên partiyek nû ya Kurd çiqas cidî ye û dikarin hinek aliyên kurd bînin ba hev û pêvajoyek nû destpê bikin? Eger çêbibe, gelo ev pêvajo dê bişibe ya berê?
Tirkiyeyiyan di bin yek nasnamayedê de bikin yek xewna kemalîzmê bû. Nikaribû bikin, lê tiştê ku wan nikaribû di 90 salî de bikira, kurdan, serokên wan bi rêya siyasetê kirin. Partiyek çep a Kurd ya dewleta Tirk hebû, niha jî behsa partiyek rast a Kurd ku giradayi dewleta Tirk dikin. Divê mirova pirsgirêkê rast bi nav bike. Partiya ku bê avakirin dê ya kê be? Partiyên ku ji bo Kurdan statuyek daxwaz neke û pirsgirêkê Kurdan neke pirsa xwe ya sereke dê bikare bibe partiya Kurdan? Bi ya min na.
Îro pirsgirêkeke ku pêwîst e dewleta Tirk çareser bike heye û dema li ser masê rûniştin jî dixwaze hemû alî di bin kontrola wê be. Ji ber vê yekê dê nebe partiyek nû ya Kurdan. Partiyên ku bên afirandin ne pirsgirêkên me lê dê ji bo pirsgirêkên dewleta Tirk çareser bikin hebin. Pêvajoya nû jî di wî warî de dibe. Niha dema mirov rewşa siyaseta kurd ya xwe xelas kirine difikire, mirov dikare bêje gavên wiha ji bo pêşerojê erênî ne, lê dê ev jî bibe xapandinek.
Divê Kurd çi bikin?
Ji bo Kurdan çareserî asan e; ew jî dewletbûn e. Lê em her roj ji vê mercên wê yên objektîv dûrtir dikevin. Kurdan ji bo Kurdistanek serbixwe û yekbûyî gelek bedel dane lê pewîstiya wê ya di ware siyaset û diplomasiyê de bi cih neanîne, ji bo di nav xwe de lihevhatinekê pêk bînin ji hev dûr ketine. Ji ber ve yekê jî li her çar parçeyan jî ji xeynî berxwedanê tiştek ji destê wan nayê. Di pir cemseriya cîhanê ya nû de dê havalbenden wan bêtir derkevin pêş û ev jî bo Kurdan derfet e. Weke tê zanîn ku em ji hebakirina derfetan re jêhatî ne, lê dive Kurd bizanibin ku di çi rewşê de ne; û eger vê derfetê ji destê xwe berdên dê yek car ji holê rabin.
Dema mirov rewşa Tirkiyê ya niha dide ber çavan, mumkun e ev rewşa alozî dê demek din jî bidomîne. Guhertina desthilata niha, jo bo kurdan bûye pêşdatir, lê hevparên tifaqê qet ji xweyna Kurdan têrnabin. Piştre Kurdên di nav Tirkiyê li ser mijarên wek gihertinên îdarî, perwerde, zimanê bi desthilatên dahati re bazarê bikin an jî dikarin bibin parçeyek vî karî. Divê îro partiyên Kurd dev ji xwe xapandinê berdin û Kurd berê xwe bidin ser siyasetek realist. Wek gava yekem a vê jî divê şefaf bin û li ser daxwazên xwe bigihîjin lihevhatinekê, qet nebe lir ser armancên xwe yên stratejîk bikaribin tifaqekî bikin.
Daxuyaniyên Erdogan yên dawî, gotarên refomê, peyamên derbarê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de divê çewa bên xwendin, ew paş gav avêtin e an wext bidestxistin e?
Di polîtka navxwe û derve ya Tirkiyê de rêyeke ku nikare xwe jê xelas bibe derketiye li pêş, û dayina van peyaman êdî ne tercîheke bêtir mecbûriyetek e. Lêbelê dema ku mirov li ber çav bigere Tayyip Erdogan xwediyê zêdetirîn şiyana manevrayê ye, li Tirkiyê pêşbînkirina bûyeran zehmet dibe. Tiştên ku îro got sibê dikare înkar bike. Kesên tiştên ku wî bi xwe gotiye dubare dikin dikare wan ceza bike yan jî dikare wek qet tiştek nebûye jî berdewam bike.
Destjikarberdana wezîrê darayiyê, pêwîstiya daxuyaniyên wezîrê dadê Abdulhamit Gul, Tayyîp Erdogan û piştre Bulent Arinç tîne rastê lê gotarên ku çi bêkirin yên ne xuya. Bi rastî ji daxuyaniyên Bulent Arinç yên ku bi destjikarberdanê dawî bûyî, piştre dayina Îhsan Arslan a Lijneya Dîsîplînê, lêpirsîna derbarê YPG ya li ser Galip Ensarioglu yê AKPyî dide nîşandan ku rast e pêvajoyeke ne organîzekirin heye. Tê famkirin ku dewlet di nav xwe de negihîştye biryareke hevbeş. Di deman bûyerên Geziye de jî me haman tişt dîtibû; tiştê ku yekî digot, yê din ew derew derdixist, ji ber ku di nav bendên dewletê de berberiyek hebû. Îro jî heman tişt çêdibin. Hilbijartina Joe Biden û lûtkeya Yekîtiya Ewropa ya ku dê di rojên pêşiya me de çêbibe teqez dê li Tirkiyê hinek guhertin çêbike lê Erdogan yek ji wan kesan e ku îhtîmala li dijî van guhertina berxwe bide heye. Ger her tiştî bike rîskê û desthilata xwe bidomîne, lê eger van çareseriya neke êdî vegerandina vî jî zehmet dibe. Îro Tirkiye li cihekî ku di navbera pêşeroja xwe di Yekîtiya Ewropayê de dibîne an jî xwe radestî serokên mayfayayan bike de ye û di rojên pêş de li gor tercîha xwe dê pêşeroja xwe diyar bike.
Ev partiyên nû hatine vekirin ên weke Partiya DEVA û Partiya nêzîkbûna wan ligel pirsa Kurdî çawa ye?
Ev rewşek trajîkomîk e. Lewre li sere partiyek serokwezîrê berê, ya din jî cîgirê berê yê serokwezîr û wezîr heye. Wate hatine ceribandin. Du kesên ku Kurdan di desthilateke de ji wan xêr nedîtiye derketine pêş. Gava mirov bûyerên hendekan difikire qet şansê Ahmet Davutoglu û partiya wî tune. Lê Îro rewşa siyasta Tirkiyê, ne li ser wê yekê ye ku ka dê kî bê tercîhkirin, lê ser wê yekê ya ka kî dê here.
Di heman demê de dijbereya ku bûye wek parçeyek dewletê û di tiştê bûyî de qasî desthilatê berpirs e, ew dê ji ber ku pêwîstiya guhertina desthilatê heye were tercihkirin. Peyamên nerm ên her du partiyan derbarê Kurdan de erênî ye lê ger li hember van gotara hêviyek Kurda hebe dê bibe xeletiyek. Pirsgirêka Kurdistanê, pirsgirêka Kurd ya dewleta Tirk û pirsgirêka demokrasiya dîktatorî ku niha desthilatdarê ye sê mijarên cûda ne. Îro Kurd ji van hersê helwestan eziyetê dikşînin û ji bo desthilatdara niha biguherinin hemû rê ji wan re rewa ye. Îro mirov dikare piştgiriya partiyên ku dibêjin ji bo destketinên Ewropayê pêwîstî bi dana mafên Kurdan heye bike.
Li Tirkiyê dibe ku pirsa Kurd li ser asta partiyên siyasî were çareserkirin?
Bêguman pirsgirêka Kurd ya Tirkiyê dikare bi rêya partiyan û desthilatdaran were çareserkirin. Derbarê mafên kolektîf an jî ferdî yên 25-30 milyon kurdên ku li Tirkiyê dijîn her partiyek dikarin pêşniyarên xwe yên ji çareseriyê pêşkeş bikin, her desthilatdar jî dikare hinek başkirin an jî çareseriyê bike. Bi rastî jî AKPê jî di vê mijarê de hinek gav avêt. Lê ji bo me Kurdan ev pirsgirêk çend qatê wê hene û digel vê yeke di bingeha vê pirsgirêkê de tevî vê nifûsê hej jî bêstatûya me heye. Partî nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, dewlet jî naxwaze çareser bike. Ev pirsgirêkeke navdewletî ye û ji bo vê jî pêwîstî bi alikariya Brîtanya, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê heye. Ji bo guhertina para Kurdan ji dabeşkirineke berî sed salan dê gotinên xwediyên rastîn ên bûyerê derbas bibe. Ji ber vê yekê tiştê ku ketiye ser milên partiyên Kurdan krîzê kûrtir kirine, lê ji bo vî çê bikin ne cesaretên wan, ne saziyên rêxistinên wan ne jî sermaya ramanî heye.