DANA GAS: Em plan dikin ku berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê ji sedî 50 zêde bikin
Rêvebirê kompaniya Dana Gasê Mecîd Cafer da zanîn ku berhemanîna gazê ya rojane li kêlgeha Kormor a navçeya Çemçemalê 400 heta 500 milyon metresêca ye û ew plan dikin ku berhemanîna gazê ji sedî 50 zêde bikin.
Mecîd Cafer diyar kiri ku rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bandor li ser karê wan nekiriye lê bûye sedema paşxistina mafên wan ên darayî.
Rêvebirê Giştî yê Dana Gasê Mecîd Cafer di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê behsa projeyên xwe, hinartina gazê û hin mijarên din kir.
Rûdaw: Niha li Herêma Kurdistanê li qada Kormorê projeyek we heye û hûn dixwazin heta nîvê sala 2024an veberhênan û xebatên xwe zêde bikin. Hûn dikarin zanyariyên zêdetir bidin me? Karê we gihîştiye ku derê û hûn dikarin di çarçoveya demê de bigihîjin armanca xwe?
Mecîd Cafer: Belê, eger em li paş xwe binerin, me di sala 2007an de, dema ku me yekem rêkeftin îmze kir, peywendî û hevkarîya xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê kir. Di sala 2008’an de, salek piştî îmzekirina peymanê, me dest bi hilberînê kir ku ev demek bû rekor. Me xetên boriyê û sazgehek nû ya hilberandinê çêkir ku bîran dixebitand da ku dest bi hilberînê bike.
Di destpêkê de me rojane 80 milyon metresêca gaz hilberand. Paşê me hêdî hêdî bi avêtina gavên cuda û bi demê re hilberîn zêde kir. Hilberîna me ya rojane hîn jî 400 heta 500 mîlyon metresêca gaz e, ji bilî LPG ji bo bazara navxweyî û kondensate, ku pir sivik e.
Weke ku we behs kir, em niha projeya berfirehkirina qada gazê ya KM250 Kormorê pêk tînin. Em dixwazin rojane du fîtên 50 milyon metresêca gaza din zêde bikin. Wate em ê hilberînê %50 zêde bikin. Ji ber vîrusa koronayê ya nêzî salekê, û carinan jî êrîşên li ser Kormorê, mixabin me hinek dem winda kirin, lê em naha li ser rê ne ku em bibin yekem û di destpêka havîna pêş de bi projeyê dest bi hilberînê bikin.
Ev jî dê ji bo peydakirina daxwaza bazara navxwe ya Herêma Kurdistanê ya berhemanîna elektrîkê be Ji bo wê armancê bi hikûmetê re peymanek me heye.
Rûdaw: Dema em behsa petrol û gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê dikin, nakokiyên Hewlêr û Bexdayê derdikevin pêş. Ji bo amadekirina yasaya petrol û gazê li Bexdayê danûstandin berdewam in. Hûn vê tevgerê çawa dinirxînin? Nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bandoreke çawa li ser karê we kir?
Mecîd Cafer: Belê, Herêma Kurdistanê yasaya xwe ya neft û gazê heye û bi baweriya min ev yasa di sala 2013ê de li parlamentoyê hat pesendkirin lê mixabin li Îraqê projeyek wisa nîne, her çiqas ji sala 2007ê ve hatiye amadekirin jî heta niha nehatiye pesendkirin. Ev jî beşeke ji rêkeftina avakirina hikûmetê ku berî salekê li Bexdayê hatibû encamdan, lê divê yasa were derxistin. Em fêhm dikin ku danûstandin hene, lê rêzgirtina destûra bingehîn jî girîng e.
Îraq xwedî destûreke federal e, ku tê de prensîbên baş ên neft û gazê hene. Di vê çarçoveyê de, ew neçar in ku cûdahiya di navbera sazkar û pargîdaniyan de bifikirin. Helbet yê ku siyasetê dimeşîne û rêkûpêk dike hikûmet e û li kêleka wê jî şîrket hene. Şîrketên herêmî yên wekî Şîrketên Petrola Bakur û Besrayê hebin jî, divê di siyasetê de cih negirin.
Ji ber vê yekê pêwîste Wezareta Petrolê ji şîrketan bê cudakirin. Ev prensîbên navneteweyî yên girîng in. Em ne beşek in ji danûstandinan lê carinan ji me şîret û nêrîn tê xwestin, lê em behsa danûstandineke navdewletî dikin. Pêdivî ye ku prensîbên navneteweyî yên girîng hebin ku teşwîqkirina veberhênanên baş û pêşvebirina sektorê li seranserê Îraqê bikin.
Rûdaw: Piştî biryara Dadgeha Navdewletî ya Navbeynkariyê ya Parîsê, hinartina petrola Herêma Kurdistanê hat rawestandin. Herêma Kurdistanê ji bo peydakirina dahatê rastî gelekî astengiyan hat. Hûn dikarî bibêjin ku Hikûmeta Kurdistanê çiqas deyndarê we ye?
Mecîd Cafer: Ji aliyê fizîkî ve, girtina boriyê bandor li me nekir ji ber ku em gazê didin santralên navxweyî; Ji ber vê yekê bandorek wê nebû. LPG û kondensat ji hêla pargîdaniyên herêmî ve têne kirîn lê belê dayîna mafên me yên aborî hinek dereng ma. Beşek ji me re hat dayîn ji ber ku Herêma Kurdistanê ji gaza ku em berhem tînin dahata xwe ji ber firotina elektrîkê ji bo hikûmeta federal distîne.
Ji ber vê yekê em niha ligel hikûmetê kar dikin ji bo danîna bernameyeke ji bo dayîna mafên xwe yên berê û ji bo ku em mafên xwe yên gazê yên paşerojê di dema xwe de wergirin. Ji ber ku ev yek ji bo bingeha berfirehkirina projeyê pir girîng e. Bê guman, dravdana demkî ya mafan ji bo veberhêner, deyndêr û desteyên rêvebirên pargîdanî jî pir girîng e. Hejmar diguhere, ji ber vê yekê ez nikarim hejmarek taybetî bidim we, lê dravê ku were dayîn ji bo pêbaweriya veberhêner girîng e.
Rûdaw: Rayedarên Herêma Kurdistanê ev çend sal in dibêjin ku şiyana hinartina gazê bo welatên derve û Iraqê heye. Bi dîtina we Herêma Kurdistanê dê di demek nêzîk de gazê hinarde bike?
Mecîd Cafer: Li gor texmînên me 15 trîlyon metre sêca yedeka gaza xwezayî li Kurdistanê heye û dibe ku 80 trîlyonên din jî be. Li gorî texmînên me, pêwîstiya bazara Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî milyarek metre sêca ye, lê pêwîstiya Iraqê bi gaza zêde heye. Wek hûn jî dizanin li Iraqê xizmeta elektirîkê 24 saetan nîne û armanca hemû Îraqê jî ev e.
Ji ber vê yekê me ji niha ve sînyalek erênî heye ku Iraq zêdetir gazê wek elektrîkê distîne. Ev tiştekî erênî ye, pîşesaziya bazara navxweyî jî heye. Dema ku gaza we hebe, pêşîniya yekem elektrîk e, ya duyemîn jî bê guman pîşesazî ye, avakirina kar û mezinbûna aborî.
Li Herêma Kurdistanê navçeyên pîşesazî yên weke Baziyan hene ku li şûna sotemeniya şil di kargehên çîmentoyê de gaza xwezayî bikar tînin. Projeyên din ên pîşesazî hene ku dikarin bên vekirin û em jî dizanin ku Herêma Kurdistanê ji bo bajarên pîşesazî planên xwe hene. Dema ku hewcedariyên navxweyî bêne peyda kirin, hinardekirina derveyî dikare were fikirîn.
Hikûmeta Iraqê îsal ragihand ku ew dixwaze di pêşerojê de gazê hinarde bike. Bê guman, vebijarkên boriyên bakur û projeyên gaza şilkirî li başûr jî hene. Bi taybetî bi saya mezinbûna Asyayê, gaza şil niha wekî bazarek cîhanî pêş dikeve. Ev hemû bijarde hene, lê helbet giringî bi dabînkirina pêdiviyên navxweyî ye, her tim siyaseta me û hikûmeta Herêma Kurdistanê ev bûye.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê dê kengî dest bi berhemanîna gazê bike ku pêwîstiyên xwe yên navxweyî dabîn bike? Wek mînak, pêşkêşkirina xizmeta elektrîkê ya 24 demjimêran?
Mecîd Cafer: Dema ku em projeya KM250yê lê zêde bikin, havîna pêş em dê pêşkeftinek cidî pêk bînin. Pişt re girêdayî ye ku ev pêngav dê di kîjan demê salê de be û daxwaz rola xwe dilîze, ji ber ku li herêma Kurdistanê, wek Iraqê, daxwaza herî bilind di demsalên zivistan û havînê de ji bo germkirin û elektirîkê ye, di bihar û payîzê de kêmtir e. Wekî ku hûn jî dizanin, ev planek e.
Rûdaw: Kompanyaya we ji bo hilberandina her metreksêca gazê çiqasî distîne?
Mecîd Cafer: Bihayê gazê di çarçoveya rêkeftinên ku di navbera Herêma Kurdistanê û kompanyaya me de hatine kirin de tê diyarkirin. Ev li seranserê cîhanê bihayek pir maqûl e. Biha ne tenê hejmar e, di heman demê de hevkêşiyek e.
Rûdaw: Min bihîst ku hûn şeş dolaran werdigirin.
Mecîd Cafer: Na, jê pir kêmtir e.
Rûdaw: Sê dolar?
Mecîd Cafer: Na, wek ku min got, ew hevkêşiyek e.