Dmitry Polyanskiy: Em piştgiriyê didin diyaloga Sûriye û Rojavayê Kurdistanê
Alîkarê Nûnerê Rusyayê yê Neteweyên Yekbûyî Dmitry Polyanskiy ragihand ku ew piştgiriyê didin diyaloga Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û got:
“Em gelekî han dikin ku di navbera hikumeta Sûriyeyê û Kurdan de tekilî çêbin.
Dmitry Polyanskiy diyar kir ku li Rûsyayê diyasporayeke gelekî mezin a Kurdan heye û got:
“Roleke gelekî girîng dileyîzin. Ango em amade ne ku bihêztir bikin têkiliyan û em wisa bawer in ku ev derfetek e divê niha were bikaranîn.”
Dmitry Polyanskiy li ser pirsa “Kurd li bakurê Rojhilata Sûriyeyê daxwaza otonomiyê dikin gelo Rûsya piştgiriyê dide vê daxwazê?” got:
“Ez wisa difikirim ku divê Sûriye bi awayekî navxweyî biryara bersiva vê pirsê bide.”
Alîkarê Nûnerê Rusyayê yê Neteweyên Yekbûyî Dmitry Polyanskiy pirsên Nûçegahinê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin:
Rûdaw: Ez hez dikim bi şerê Ukraynayê re dest pê bikim. Ji şerê duyemîn ê cîhanî û vir ve kesekî cesaret nekir ku axa Rusyayê dagirker bike. Lê ev 2 hefte ne Ukrayna ketiyê bajarê Kurskê. Li wir çi dibe?
“Dawî dê ji bo Ukrayna baş nebe”
Dmitry Polyanskiy: Li wir xeletiyeke kujerî û tevgereke mirovê bi hêrs bi navê Zelensky diqewime. Ev jî ji aliyê gelek pisporên leşkerî ve hatiye ziman. Bi rastî Zelenesky hez kir balê ji ser cihên Rojhilata Ukrayna ku ji destê wan berdewamî derdikevin biguherîne. Her wiha hez dike xwe bigihîne Santrala Nukleerî ya li Kurskê û bi vê awayî bikaribe bi me re bazariyek bike di nav xewnên xwe yên bi hêrs de.
Di aliyê din de jî hez dike zextên leşkerên Rusyayê yên li Rojhilatê Ukraynayê li ser wan biguherîne cihek din û barên leşkerên Ukraynayê li wir siviktir bike. Lê di van her du armancan de jî têk çû. Bi awayekî bi rê ve birin ev rast e û çend gund jî kete bin kontrola wan. Lê hêzên xwe îsraf dikin û çekên dewletên Rojava (Ewropa-Amerîka) jî îsraf dikin.
Hejmara ku ji wan diçin gelekî xirab e û rewşa Rojhilatê Ukraynayê jî nehate guhartin. Her wiha hatiye rexnekirin ji aliyê gelekî pisporên li dewleta xwe bixwe jî û dibêjin wî qada şer siviktir kir û niha Rusya bi zûtirîn pêş ve diçe. Her wiha me gelekî qadên nû bi dest xistin ew cihên bi taybetî ku çend sal bûn zêdetir bi leşkerî ku dihatin parastin ji sala 2014an vir ve.
Ango Ukraynayê di van rojên dawî de qadên şer ên gelekî girîng winda kir. Gotin ev e ku rexne divê ji aliyê Ukrayniyan ve were kirin ya derbarê pişt vê rîsk û macerayê. Lê ev jî gelekî zelale ku dawî dê ji bo Ukraynayê baş nebe.
Rûdaw: Hûn wisa bawer in ku bêyî alîkariya Amerîka û dewletên Ewropayê Ukrayna dikarî vê yekê bike?
“Devletên Rojava serê wan di nav qûmê de tevdigerin”
Dmitry Polyanskiy: Egereke wisa pir kêm e. Bêgûman hevalbendên me yên berê serê xwe dixin di nav qumê û tevdigerin û dibêjin haya wan jê tune bû û Ukraynayê tena serê xwe ev kir. Lê em dizanin ku Ukrayna xwedî hêz nîne ku tena serê xwe ti operasyona leşkerî bike bêyî alîkarî, çek, îstîxbarat û leşkerên bi peretî yên rojava. Ukrayna bi eşkere bûye kompanyaya artêşeke taybet di nav destê rojava de.
Rûdaw: Şer 2 sal û nîv berê dest pê kir û hîn berdewam dike gelo îhtîmal heye ku her du alî rûnin û dest bi diyalogê bikin ji bo aştiyê?
“Boris Johnson nehîşt aştiya Ukraynayê çêbibe”
Dmitry Polyanskiy: Bêgûman, divê aştî hebûya û dê aşîtî bibe lê şeytan di nav hûrgiliyan de ye. Wekî ku tê zanîn em hatin Ukraynayê şerê din bidin rawestandin a ku di sala 2014an de dest pê kiribû. Em hatin wir da ku komkujiya mirovên li Rojhilatê Ukraynayê bidin sekinandin. Divê em bi serkeftî bigihêjin armanca operasyona xwe ya taybet. Armancên me gelekî eşkere ne. Me hinek pêşniyarî pêşkeşî Ukraynayê kirin. Yek ji wan li Stenbolê bû, sala 2022an ango mehek piştî operasyona leşkerî bû.
Pêşniyariyek gelekî baş bû ji bo Ukraynayê û ji aliyê delegasyonên Ukraynayê ve hate destpêkirin. Lê paşê midaxeleyek ji aliyê hevalbendên Ukraynayê yên Ewropayî ve hat û bi eşkere Boris Johnson (Serokvezîrê Britanyayê yê berê). Bi Zelensky re xeber da û ew ji peymanê dûr xist û niha jî gelekî poşman e ji ber ku ew peyman rêya Ukraynayê bû.
Bêgûman evqas wêranbûn, mirin û tiştên din nedibûn. Ango qebûl nekirin. Me van rojên dawî pêşniyariyeke din kir di meha Hezîranê de. Serokê me pêşniyariyek gelekî camêrî kir li gorî rewşa li wir ku bila Ukraynayê qebûl bike. Lê me hişyarî jî da wan eger careke din pêşniyarî were kirin dê ji ya dawî baştir nebe ji bo Ukraynayê.
Ukrayna li ser fikirî û peyamên tevlîhev şandin derbarê îhtîmala bazariya aşitiyê û wê jî cesaret da gelek partnerên me yên cîhanî yên Başurî. Lê di dawiyê de maceraya bajarê Kurskê çêbû û em jî vê macerayê wisa dibînin ku ew bi eşkere rêya zêdetir pevçûnan hildibijêrin û bi awayekî zelal îhtîmala aştiyê red dikin. Ango îro ji bo me rêyek din nemaye ku em armancên xwe bi cih bînin bêyî operasyoneke leşkerî ya taybet.
Rûdaw: Ez hez dikim derbarê Xezeyê jî hin pirsan bikim. Ev ji 10 mehan zêdetir e şer didome, gelo li gorî we Encûmena Asayîşê dikare li Xezeyê agirbesê çêbike. Ji ber ku di van rojan de gelek rexne hene ji bo Encûmena Asayîşê û tê gotin ku nikare karê xwe yê aştî û ewlehiyê bi cih bîne?
“Amerîka Konseyê Sabote Dike ji bo Îsraîl
Dmitry Polyanskiy: Ji bo vê meselê Encûmena Asayîşê ji aliyê endamekî Amerîkayê ve hatiye desteserkirin. Ango dema ku tu derbarê berpirsiyarek kolektîf a Encûmena Asayîşê diaxivî ez bi te re di heman fikrê de nînim. Lewre, 14 endamên konseyê bi şêveke balane ji bo çareseriya van kirîzan dixebitin. Wekî Rûsya jî me pêşnûmeya yekem 16ê Çiriya Peşîna 2023yan pêşniyar kir ji bo agirbesteke lezgîn. Hûn dikarin xeyal bikin niha me jiyana çend kesan parastibû eger ew pêşnûme bihata pejirandin. Amerîkayê ew pêşnûme veto kir û tu jî dizanî Amerîkayê bi mafê xwe yê vetoyê re 5 pêşnûme veto kir ji bo ku Îsraîlê biparêze.
2 pêşnûme jî hatin pejirandin û di nav de agirbest hebû. Yek ji wan ji bo meha Remezanê bû û piştî qebulkirinê Nûnerê Amerîkayê daxuyanî da û got ku mecburiyetiya bikaranîna pêşnûmeyê nîne û ew jî skandaleke mezin bû li Neteweyên Yekbûyî. Pêşnûmeya din a 2735 hat qebûlkirin û jê re digotin Plana Aştiya Biden lê em di dengdayînê de bêdeng man. Ji ber ku me got ku de destê me de delîl nîne ku Îsraîlê ev plan qebûl kiriye.
Di serî de herî girîng Amerîkayê digot ku Îsraîl bi temamî piştgiriyê dide vê planê lê wisa derket ku derew bû. 10ê Hezîranê bû niha 21î Tebaxê ye û hîn jî peymana aştiyê û agirbestê di navbere Îsraîl û Hemasê de nîne û muzakere berdewam dikin. Bi rastî Îsraîl rêpîvanên lîstikê diguherîne û manevrayên wan alîkariya kesekî nake. Lê Encûmena Asayîşê hîn jî hêviya encamekê vê muzakereyê ye. Rastî ev e ku me di serî de hişyarî dabû dê çawa bibe ev pêşnûme.
Pêşnûme bûye astengî pêşiya Encûmena Asayîşê da ku agirbestê li Îsraîlê bide qebûlkirin. Ji ber vê ye ku dema tu derbarê Encûmena Asayîşê diaxivî divê tu cudatiyê bixî di navbera temamiya Encûmena Asayîşê û vê dozê de. Ango endameke berdewamî her tiştî dike ku alîkariya Îsraîlê bike, wan biparêze ji rexneyan û tevgerên Encûmena Asayîşê sabote dike ku aştî neyê Rojhilata Navîn.
Rûdaw: Dema mesele ku tê Sûriyeyê hûn çi dikarin bêjin. Lewre, Encûmena Asayîşê 2 pêşnûme ji bo Sûriyeyê pejirand lê bikaranîna wan nîne. Gelo ew pêşnûmeya dawî ji bo aştiya Sûriyeyê têrê dike yan divê pêşnûmeyek din were pêşniyarkirin?
“Em dixwazin yekitiya axa Sûriyeyê çêbibe”
Dmitry Polyanskiy: Ez pêwistiya pêşnûmeyeke nû nabînim. Wekî mînak di nav pêşnûmeya 2254an de hemû pêwîstî hene. Amûran dide me da ku em çareseriyeke polîstîk ji bo Sûriyeyê bibînin û ji aliyê hemû partiyan ve hate qebûlkirin. Hûn jî dizanin muzakere li gorî çarçoveya vê pêşnûmeyê tên kirin û gelek kar û xebat didomin. Em piştgiiyê didin pêvajoyê her wiha Tirkiye û Îran jî. Em bi şêveke aktîv piştgiroyê didin pêvajoyê.
Lê bêgûman krîza Sûriyeyê gelekî dijwar û trajîk e û çareseriyeke hêsan nîne. Em gelekî dixwazin ku yekîtiya axa Sûriyeyê çêbibe û kontrol were avakirin. Em wisa difikirin ku divê xelê sûriyeyê careke din bibin yek û pêş ve bimeşin. Lê gelekî astengî di aliyê din de hene. Em nikarin paşguh bikin tevgerên Ewropî ku nîşanê rêveberiya Sûriyeyê dikin. Cezayên yek alî, zextên ku dadînin li ser Sûriyeyê û dewletên Ewropî bêgûman astengiyan derdixin pêşiya pêvajoye.
Divê ev jî ber bi çav were girtin. Pirsgirêka din jî ev e ku penaberên Sûriyeyî yên li dewletên cîranan dimînin. Li gorî agahiyên me gelekî wan hez dikin wergerin. Lê dê bibe senaryoyeke xirab ji bo dewletên Ewropa. Lewre wisa nişan didin ku rewşa li wir ji bo wergerandina penaberan baş nîne. Bi rastî pêşiya wergerandina penaberan digrin û wisa dikin ku bila wernegerin. Wekî ku tê bihîstin wisa hêsan nîne û lê rewşek gelekî dilgiran e. Ango em wisa bawer in ku ev kar pêşiya pêvajoya aştiyê digire û em van polîtîkayan şeremezar dikin.
Rûdaw: Em dizanin ku roleke gelek girîng a Rûsyayê li Sûriyeyê heye. Gelo Rûsya dixwaze Kurd û Rêveberiya Sûriyeyê bicivin û ji bo aştiya wî welatî biaxivin?
“Em piştgiriyê didin diyaloga Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê”
Dmitry Polyanskiy: Em gelekî teşwîk dikin ku di navbera hikumeta Sûriyeyê û Kurdan de tekilî çêbibin. Em wisa bawer in ku ev pêvajo, tenê rêya ku diçe ji bo çareseriyê ye û ji bo Kurdan jî baştir e. Têkiliyên me yên kevneşopî bi rehên gelekî dirêj bi Sirban re li Sûriye û Îraqê hene û em têkiliyên baş bi wan re didomînin. Her wiha li Rûsyayê jî diyasporayek gelekî mezin a Kurdan heye û roleke gelekî girîng dileyîzin. Ango em amade ne ku bihêztir bikin têkiliyan û em wisa bawer in ku ev derfetek e divê niha were bikaranîn.
Rûdaw: Kurd li bakurê Rojhilata Sûriyeyê daxwaza otonomiyê dikin gelo Rûsya piştgiriyê dide vê daxwazê?
“Divê ti kes midaxeleyê Sûriyeyê neke”
Dmitry Polyanskiy: Ez wisa difikirim ku Sûriye bi awayekî navxweyî biryara bersiva vê pirsê bide. Ev pêvajo ya rêveberiya Sûriyeyê bi xwe ye. Divê kesek di vê meseleyê de xwe midaxele neke û divê kesek din nêrînên xwe li ser ve meseleyê neke.
Rûdaw: Metirsiya DAIŞê li Îraq û Sûriyeê çiqas heye li gorî we?
“Xetereya DAIŞê heye”
Dmitry Polyanskiy: Gelekî zehmet e ku mirov binîrxîne. Lewre, agahiyên li hev nagirin hene. Bêgûman li wir e û em dizanin raportên Sekreterê Giştî nîşan dide ku xetereya DAIŞê heye. Tiştek ecêb e dema ku em behsa xetereya DAIŞê dikin em zêdetir behsa xetereya ku ji qadên ku Amerîka ne yasayî dagirker e tê dibihîsin. Em careke din tînin bîra hevkarên xwe yên Amerikî, hûn bi hinceta şerê dijî DAIŞê û terorê ne yasayî li wir in û ew çend sal derbas bû hîn jî xetereya terorê didome? Em bawer in ku Amerîka ewqasî dirust nîne derbarê şerê li hemberî terorê û wek hincet bi kar tîne. Ne yasayî li Sûriyeyê cih digre û destûra Sûriyeyê jî tune û çavkaniyên xwezayî ji bo xwe bi kar tîne û pêşiya careke din yekitiya Sûriyeyê digire.
Rûdaw: Gelo Rusya rolek çawa dileyîze di navbera Suriye û Tirkiyeyê de da ku careke din têkilî dest pê bikin?
“Sûriye û Tirkiye sînyalên erênî didin”
Dmitry Polyanskiy: Em piştgirî didin diyaloga navbera Sûriye û Tirkiyeyê û me hin sînyalên erênî jî ji serokatiya Tirkiye û Sûriyeyê dîtin. Ez wisa difikirim ku normalkirina pêwendiyan hem ji bo hemû herêmê û hem jî ji bo her du serokatiyê baştir e û bi vê awayî dikarin pêş ve biçin. Ji ber ku gelek rîskên din hene ji hin deverên din tên û hewlên van her du dewletan dê bi hêztir bisekine li hemberî van rîskan.
Rûdaw: We got ku peywendiyên Rusya bi Kurdan re baş e û em dizanin gelek kompaniyên Rusî li herêma Kurdistanê cih digrin. Gelo di van rojan de têkilî çawa nin?
“Pêwendiyên me bi Kurdistanê re pêşve diçe”
Dmitry Polyanskiy: Pêwendiyên me pêş ve diçin. Em herêma Kurdistanê wekî beşek Îraqê dibînin û em karên xwe bi awayekî eşkere dikin û bi agahiyên hikûmeta navendî ya li Bexdayê re. Konsulxaneya me ya giştî li Erbîlê heye û roleke gelek girîng dileyîze. Ango, pêşveçûyîna pêwendiyên me bi herêmeke dewletekî re nayê vê wateyê ku em nikarin pêwendiyan xwe bi dewletê bi xwe re pêş ve bibin. Ev jî modela me ye ji bo vîzeya Kurdistana Îraqê ku em bi rê ve dibin.
Em dibînin ku Bexda jî fêhm dike têkiliyên me yên bi Herêma Kurdistanê re. Her wiha em piştgiriyê didin diyaloga Herêma Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê ji bo çareserkirina problemên mayî wekî ku dewletek pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser dike.
Rûdaw: Pirsa min a dawî derbarê têkiliyên Tirkiyeyê bi Ukraynayê re ye. Em dizanin Tirkiye dronan dide Ukraynayê. Gelo têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Ukrayna re çawa bandorê li ser têkiliyên Tirkiyeyê û Rûsyayê dike?
“Pozîsyona Tirkiyeyê qet reş û spî nebû, her tim gewr e”
Dmitry Polyanskiy: Ez wisa difikirim ku pozisyona Tirkiyeyê wekî reş û spî nîne û her tim gewr bû. Hevalên me yên Tirk jî pozîsyona me dizanin a derbarê pozîsyona wan. Em paşve jî nasekinin ku hin tevgerên Tirkiyeyê rexne bikin. Lê di aliyê din de jî roleke girîng dileyîze ji bo karê navberkariyê. Her wiha dîroka navberkariya rola wan jî heye ya ku em dizanin. Ango Tirkiyeyê aktorekî girîng e li herêmê û hûn nikarin Tirkiyeyê nebînin ji bo têkiliyên xwe yên derve bi dewletên cîranan re. Em wisa bawer û hêvîdar in ku çawa Tirkiye dê rastiya rengê rejîma Kievê bibînin û di dawiyê de jî û di demek nêzik de ne dereng dê li kêleka dîroka rast pozîsyon bigirin.