Muslum Dogan: CHP dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd roleke sereke bilîze

27-06-2024
Kosar Osman
Nîşan Muslum Dogan HDP CHP SES Partî DEM Partî
A+ A-

Parlamenterê HDPyê yê Îzîmirê û wezîrê berê yê bipêşketinê Muslum Dogan beriya çend rojan tevlî CHPyê bûbû got, "Jeopolîtîka welatê me ferz dike ku pirsgirêka Kurd di destûreke demokratîk, wekîhev û azadîxwaz de, bi hemwelatîbûna wekîhev were îfadekirin. Di vê xalê de ez difikirim ku CHP dê rola serekî bilîze. CHP partiyeke sosyal demokrat e û di çareseriya van pirsgirêkan de dê bibe pêşeng, ev yek wisa dike ku çareseriya pirsgirêkê hêsantir be.”

Muslum Dogan, bêyî ku navê wan diyar bike, hin partiyên siyasî rexne kir û wiha got: “Partiyên siyasî yên ku çareseriya pirsgirêka Kurd dikin navenda xwe, jeopolîtîka welat û rewşa herêmê ya ku em lê ne, têra xwe fam nekirine. Mixabin qadeke siyasî ya teng heye û siyaseteke teng tê meşandin.”

Muslum Dogan di berdewamiyê jî de da zanîn ku armanca CHPyê afirandina civaka Tirkiyeyê ye û divê hemû pêkhate, netewe û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn, bi awayekî azad, demokratîk û wekîhev bijîn.

Siyasetmedarê CHPyê Muslum Dogan bersiva pirsên Edîtorê Rûdawê Kosar Osman da.

Rûdaw: Çûna wezîr û parlamenterekî HDPyê ji bo nava CHPyê bûyereke balkêş e. Hûn çawa çûn nava CHPyê?

Muslum Dogan: Aniha, bi rastî, derbasbûna min a nava CHPyê divê wekî rewşeke ku piştî demeke dirêj pêk hatibe bê nirxandin. Ez kesekî xwedî fikra sosyal demokrat im û ji bo siyaseta demokratîk têdikoşim. Di esasê xwe de pirsgirêkên girîng ên welat hene. Bi taybetî jî pirsgirêka Kurd û pêwîst bû ku ez van pirsgirêkan li ser bingehên siyasî yên berfireh çareser bikim û çareserî û projeyan derxim. Ji ber vê yekê min ev rê hilbijart.

Piştî ku ez ji HDPyê veqetiyam, ez beşdarî projeyeke şaş bûm lê mesele ne HDP û partiyeke din e. Ya girîng ew îradeye ku em di derbarê pêvajoya heyî de nîşan didin. Ev biryar ew e ku pêwîstiya welat bi eniyeke berfireh a demokratîk heye. Divê em zemînên berfireh ji bo çareseriya siyasî bibînin û belgeyên nû yên siyasî amade bikin.

Loma jî Partiya Komarî ya Gel saziyeke pir cidî ye. Xwedî tecrûbeyeke pêşerojeke sosyal demokrat e. Ew di nava guherîn û veguherîneke nû de ye. Ez difikirîm ku bi CHPyê re hevkariyê li ser vê pêvajoyê bikim û pirsgirêkên bingehîn ên welatê xwe çareser bikim. Ez wisa fikirim ku dê ev hêsantir be.

Rûdaw: Hinek sîyasetmedar û vekoler behsa bihêzbûna CHPyê dikin û dibêjin, dê di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2028an de CHP bibe desthilat. Gelo we li ser vê nêzîkatiyê ev gav avêt? Çi bû sedem ku hûn CHPyê wekî partiyeke baş û hêja bibînin?

Muslum Dogan: Bi rastî tercîha min a ji bo CHPyê ev e; wekî ku min li jor jî behs kir, ez di wê baweriyê de me ku CHP li ser bingeheke siyasî ya berfereh e û di nava guherînekê de ye û hewl dide xwe bi îdeolojiya sosyal demokrat ve girêbide û pêşketinên girîng pêk aniye. Mirov li nava partiyeke wisa siyasetê bike baştir e. Çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên welat di qada herî berfireh de û gihandina wan ji bo raya giştî, rewşek e ku çareseriya pirsgirêkan hêsan dike. Ev bû sedema tercîha min e û rastî jî ev e.

CHP partiyeke ku di warê nirx û peşeroja Komara Tirkiyeyê de xwediyê dîrokekê ye û xeta demokrasiya sosyal diparêze, azadî û demokrasiyê diparêze, bi baweriya min ev dê çareseriya pirsgirêkan hêsantir bike. Pêwîst e em li eniyeke berfireh têkoşînê bikin. Qada têkoşînê ya di çarçoveyek teng de hatiye sînordarkirin, 40 sal e ji çareseriya pirsgirêkan zêdetir ews xistiye nava xitimandinê. Ji ber wê ye ez CHPyê di qada siyaset û têkoşînê de saziyeke girîng dibînim min û ji ber wê min ev hilbijartin kir.

Rûdaw: Tu siyasetmedarekî ku girîngiyeke mezin didî pirsgirêka Kurd. Rast e CHP di pirsa Kurd de gavên erênî avêtin lê hûn çawa dikarin piştrast bin ku gava CHP were ser desthilatê dê vê siyasetê bidomîne? Tu çawa piştrast î ku rewşek mîna pêvajoya çareseriyê dê çênebe?

Muslum Dogan: Partiyên siyasî yên ku çareseriya pirsgirêka Kurd dixin navenda xwe, jeopolîtîka welat û rewşa herêmê ya ku em tê de ne têra xwe fêm nekirine. Mixabin qadeke siyasî ya teng hatiye diyarkirin û siyaseteke teng tê kirin. Ji ber vê yekê, bi taybetî di vê serdema ku em di serdemeke nediyariyê de dijîn, em dibînin ku pratîka cîhanê û bi taybetî jî siyaseta ku li Rojhilata Navîn tê meşandin ji çareseriyan re xizmetê nake ji xitimandinê xizmetê dike.

Jeopolîtîka welatê me ferz dike ku pirsgirêka Kurd di destûreke demokratîk, wekhev û azadîxwaz de, bi hemwelatîbûna wekihev were îfadekirin. Di vê xalê de ez difikirim ku CHP dê rola serekî bilîze. CHP partiyeke sosyal demokrat e û di çareseriya van pirsgirêkan de dê bibe pêşeng, ev yek wisa dike ku çareseriya pirsgirêkê hêsantir be.

Ya girîng jî ew ku rojeva welêt rast were diyarkirin. Bi taybetî di van demên dawî de CHPyê girîngiyê dide siyaseta diyalog û muzakereyê û vê yekê jî hişt ku atmosfera siyasî li welat nerm bibe. Ez vê girîng dibînim.

Ji ber vê yekê em çawa pirsgirêka xwe çareser bikin? Em dê bi demokrasiyeke azadîxwaz çareser bikin? Ma em dê bi destûreke ku di hemwelatiya wekihev de hatiye îfadekirin çareser bikin? Em di pêvajoyeke ku ev hemû pirs tên nîqaşkirin re derbas dibin. Yek ji hêmanên herî girîng ên vê pêvajoyê jî CHP ye ku saziyeke siyasî ye. Eger ku CHP vê pirsê bixe navenda xwe, wê derfeta çareserkirina van pirsgirêkan di dema desthilatdariya wê wê de hebe. Ez dixwazim bibêjim ku di vî warî de hêviyên min hene. Ez difikirim ku Tirkiye di sedsala xwe ya duyem de wê bibe welatekî demokratîk, azad û wekîhev.

Rûdaw: Me hin nûçe dîtin ku dê birêz Muslum Dogan partiyeke siyasî ava bike. Lê we tu partî ava nekir. Ji bo vê armancê însiyatîfên we hebûn? An jî we gav avêtin û paşê poşman bûn?

Muslum Dogan: Aniha, mijara damezrandina partiyekê bi rastî tiştek e ku ez ti carî nikarim li ser bifikirim ji ber ku tecrûbeyeke min a xirab çêbûbû. Ji ber ku damezrandina partiyekê bi rastî bipêşxistina algorîtmayeke nû ve girêdayî ye. Hûn dê algorîtmayeke nû biafirînin û di siyasetê lêkolînan bikin da ku bibînin ka şert û mercên guncaw ji bo wê hene. Ev karekî pir dijwar e, bi rastî ne karekî hêsan e. Ji ber ku bi qasî ku ez dizanim niha li Tirkiyeyê 127 partî hene û hejmara partiyên di meclîsê de hene diyar e. Ya girîng ew e ku li cihê avakirina partiyan divê em bi awayekî li ser çareseriya pirsgirêkên welat rawestin, rewşa civakê rast bixwînin û di berjewendiya hevpar a civakê re bigihên hevdû.

Li şûna hêza me, ango hêza şexsî, ya girîng ew e ku partî û saziyên siyasî li ser desthilatdariyê bin û îdeolojî jî bi giranî li se nirxên civakî yên ku xizmetê ji civakê re dikin, bibin desthilatdar. Divê li Tirkiyeyê berjewendiya hevpar a welatekî wekîhev û demokratîk were pêşxistin. Bipêşxistina paradîgmaya jiyana bi hev re û jiholêrakirina newekheviya di navbera me de hebe.

Di vê wateyê de hevalên me yên ji bo avakirina partiyê dixebitin hene û min bi hevalan re hevdîtin kiriye. Min ev ramanên xwe ji wan re jî anîn ziman û da zanîn ku partiyeke nû ne hewce ye. Min hûrguliyên serpêhatiya xwe ya xirab ji hemûyan re eşkere kir. Ji ber ku partî îradeyeke siyasî jî hildigire. Çêkirina bernameyeke partiyejê bi yekkirina îradeya hemû kesan hêsan xuya dike lê ev yek ji karên herî dijwar ên Tirkiyeyê ye. Ez dixwazim vê bibêjim.

Rûdaw: Di nav CHPyê de siyasetmedarên Kurd hene. Di nav CHPyê de kesên wekî birêz Sezgîn Tanrikulu yên ku di siyasetê de pir çalak in hene. Dema ku hûn tevlî CHPyê bûn, ji we re peywir û wezîfe hatin dayîn an jî hûn nû bûn endam?

Muslum Dogan: Niha li cihê ku em yek bi yek bi profîlên siyasî yên di nava CHPyê de mijûl bibin, divê em bingeha ku hevalên li wir têdikoşin û siyaseta heyî bidin ber çavan. CHP, partiyeke xwedî girseyek e, xwedî bingeheke pir berfireh e û ji bîr û baweriyên cuda gelek kes tê de hene. Xeteke wê ya sosyal demokrat heye û armanca wê ya nûbûn û guherînê heye, ev jî rewşeke baş e.

Daxwaza profîlên cûda yên ku di siyasetê dê ne ku belgeyên siyasî hilberînin girîng e. Ez li xebata van hevalan pir erênî temaşe dikim û ev ji bo min pir girîng e. Ya girîng ew e ku di derbarê paşeroja welat û civakê de belgeyeke polîtîk were çêkirin. Ji bo afirandina paradîgmayên ku jiyana bi hev re xurt bike divê têkoşîn bê kirin. Ez difikirim ku em dê di vî warî de gelek hevkariyê bidin hevdû. Armanca min jî ew e ku ez ji ezmûnên hevalan sûd werbigirim.

Bi dîtina min rast e ku zanîn û kevneşopiya partiyê ji nû ve were fêhmkirin û li ser vê bingehê belgeyên siyasetê werin amadekirin. Ev jî di warê disîplîna partiyê de girîng e. Ez dixwazim vê eşkere bikim.

Rûdaw: Helbet ev pêngava we ji aliyê DEM Partiyê ve jî hat dîtin. Bi taybetî dema ku diyar bû êdî hûn nikarin li nava DEM Partiyê siyasetê bikin. Çi tiştî te teşwîq kir tu gavekî wiha biavêjî? Çi bû ku hûn di derbarê DEM Partiyê de wisa bifikirin?

Muslum Dogan: Ez wisa difikirim ku ew partiyên siyasî yên ku nikarin jeopolîtîka welatê em lê dijîn fam bikin û nikarin sosyolojiyê wê bixwînin û di nav diyalektîka berê de asê mane dê bi kêrî ti kesî neyên. Divê hûn di diyalektîka berê de asê nebin. Divê hûn pêşerojê rast bixwînin û wê di çarçoveya dîrokî û felsefî de fam bikin. Dema ku hûn di diyalektîka pêşerojê de asê bimînin hûn nikarin paşerojê jî nas bikin lê belê pêşeroj ezmûnek e girîng e û pratîk di avakirin û plansazkirina paşerojê de pir girîng e.

Yek ji xeletiyên herî mezin ên ku me kir ew bû ku em zêde li ser paşerojê sekinin. Me her tim dijî pergalê têkoşîn dikir. Helbet armanca me ya serekî ew e ku sîstemê demokratîk bikin û bixin ser rêyeke wekîhev û demokratîk. Di vê wateyê de divê qadên têkoşînê pir berfireh bin. Siyaset di nava qadeke teng a têkoşînê de nayê kirin. Divê siyaset bigihê girseyên herî berfireh û xizmeta nirx û berjewendiyên hevpar ên welat bike.

Armanca me avakirina civaka Tirkiyeyê ye. Divê kesên ji pêkhate, netewe û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn, bi awayekî azad û demokratîk û wekîhev bijîn. Ev perspektîf heye ev perspektîfek e ku cîhana nûjen herî zêde wê derdixe pêş. Dibe ku paradîgma rast bin lê belê rastbûna paradîgmayan bi danîna têkoşînê ya li ser eksena rast ve girêdayî ye. Eger hûn nikaribin paradîgmayan rast bixwînin, hûn nikarin têkoşînê li ser eksena rast bi cih bikin. Dema mirov jeopolîtîka û sosyolojiya welat rast nexwîne, nikare belgeyên siyasî yên rast derxîne.

Ji ber vê yekê ez rêz û hurmeteke zêde didim sazî û rêxistinên siyasetê dikin. Ez rêzê li zanîn û tecrûbeya digirim. Ez bêhurmetiyê li qada têkoşîn û îdeolojiya kesî nakim. Hevalên min dizanin ku qada têkoşînê ya ku me hilbijartiye qada têkoşînê ya demokratîk û aştiyane ye. Armanca me divê ew be ku em pêşerojê li ser bingeha wekîheviyê ji nû ve saz bikin. Ez di wê baweriyê de me ku di têkoşîna demokrasiyê de di qadên mezin ên demokrasiyê de gelek pirsgirêk hatine çareserkirin. Ewropa ji bo vê mînakek mezin e. Têgihiştina demokrasiyê ya ku welatên Ewropayê heta roja me ya îro tê re derbas dibin mînakeke mezin a vê yekê ye.

Eger li welatê me destûreke wekîhevîxwaz, demokratîk û azadîxwaz were pêkanîn, ti pirsgirêk dernakevin. Ez di warê bawerî û etnîkî de jî dixwazim vê yekê bînim ziman. Ez rast nabînim ku ez tenê siyaseta etnîkî û baweriyê pêşkêş bikim. Hûn dikarin van pirsgirêkan çareser bikin lê tenê siyaseta etnîkî û bawerî xizmeta aştiya civakî ya welat nake. Ya girîng ew e ku berjewendiyeke hevpar derkeve pêş. Siyaset divê vê bike. Ya ku ez dixwazim bikim ev e. Ev ne wisa ye ku ez kesî dikim hedef. Pirsgirêka min bi ti aliyên siyasî re nîne. Qada min a têkoşînê û nirxandina min a di vî alî de binirxînin. Spasiya we hemûyan dikim.

Muslum Dogan kî ye?

Muslum Dogan 15ê Çiriya Pêşîna 1959an de li gundê Karakuzulu yê navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê ji dayik bûye.

Li Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Selçukê xwendiye. Sala 2012an de ji wekî Alîkarê Serokê Giştî yê Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) malnişîn bû.

Endamê Rêveberiya Navendî yê Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk, Odeya Endezyarên Lêgerîn û Rapirsînê û Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal bû.

Dogan di damezrandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girt û di dewra yekemîn de endamtiya Desteya Rêveberiya Navendî kir. Di hilbijartinên giştî yên Hezîrana 2015an de cara ewil bû parlamenterê HDPyê yê Îzmirê.

Ji bo hikûmeta demkî Ahmet Davutoglu wezareta Pêşketinê pêşkêşî wî kir. 27ê Tebaxa 2015an de beşdarî hikûmeta 63yemîn a Tirkiyeyê bû ku ji aliyê Ahmet Davutoglu ve hat avakirin. 22yê Îlona 2015an de tevî wezîrê din yê hikûmetê yê HDPyê Alî Haydar Konca ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Sala 2022yan tevî berdevkê berê yê HDPyê Ayhan Bîlgen SES Partî ava kir û bû sekreterê giştî yê wê partiyê 
Sala 2023yan ji SES Partiyê îstîfa kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst