Nûnerê UNHCR: Tu cudakariyek di navbera penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê de nîne

Nûnerê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNHCR) Jean-Nicolas Beuze di hevpeyvîneke xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa penaberan li Herêma Kurdistan û Iraqê dike.

Jean-Nicolas Beuze dibêje, "Tu cudakariyek di navbera penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê de nîne."

Jean-Nicolas Beuze diyar dike ku li Herêma Kurdistanê alîkariyeke baş da penaberan û jiyaneke ewle ava kir û dibêje, “Berî her tiştî, divê em bizanin ku hevrikiya Sûriyê bêhtirî 240 hezar şêniyên Sûriyê, ku kurd in, derbider kir. Bi gelemperî ji bakurê rojhilatê Sûriyê bo Herêma Kurdistana Iraqê. Pêwîst e em spasiya desthilatdarên kurd û Iraqê bikin, li hember pêşwazîkirina penaberan û dayina cihekî ewle ji bo ku jiyana xwe ava bikin.”

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNHCR) yek ji komîseriyên xebatê yên Neteweyên Yekbûyî ye. Armanc û peywirdariya wê parastin û bipêşdebirina jiyana penaberan e. Bingeha xebata wê li ser hûmanîzmê ava bûye.

Ev naveroka hevpeyvîna Rûdawê li gel Nûnerê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNHCR) Jean-Nicolas Beuze ye;

Rûdaw: Birêz Jean-Nicolas Beuze, bêhtirî 240 hezar koçberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dimînin, gelek ji wan bêhtirî 10 sal in di kampan de ne, heta niha penaxwaz in, nebûne penaber, dixwazin statuya penaberiyê wergirin çima nebûne penaber û wê kengî bibin penaber?

Jean-Nicolas Beuze: Berî her tiştî, divê em bizanin ku hevrikiya Sûriyê bêhtirî 240 hezar şêniyên Sûriyê, ku Kurd in, derbider kir. Bi gelemperî ji bakurê rojhilatê Sûriyê bo Herêma Kurdistana Iraqê. Pêwîst e em spasiya desthilatdarên Kurd û Iraqê bikin, li hember pêşwazîkirina penaberan û dayina cihekî ewle ji bo ku jiyana xwe ava bikin. Di deh salên borî de, zarokan karîbûn herin dibistanan. Pêkan bû destê nexweşan bigihe çareseriya bijîşkî. Karê gelek ji wan sûriyan di kertên cuda yên bazarê de, li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê heye. Pêwîst e em bi vê bizanin ku desthilatdar û şêniyên Kurd û Iraqê hevsozî û piştgiriyeke mezin ji bo xwişk û birayên penaber yên Sûriyê nîşan dane. Lewma UNHCR, Ajansa Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî piştevaniya berpirsan dike ji bo pişterastbûna ku moleta niştecîbûnê ya hemû penaberan hebe; ji bo ku bi awayekî yasayî li Herêma Kurdistana Iraqê yan li beşên din yên Iraqa federal bimînin. Her wiha destê wan bigihe hemû xizmetguzariyên bingehîn.

Rûdaw: Lê Bi fermî we hîn ew nekirine penaber, heta niha statoya ku ew têdene statoya penaxwaz in, çima nebûne penaber, çima penaxwaz in?

Jean-Nicolas Beuze: A ku ji wan mirovan re, ji her tiştî giringtir e ew e ku destê wan bigihe xizmetguzariyan li Herêma Kurdistana Iraqê û bikarin bi awayekî yasayî li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê niştecî bin. Ev jî bi wê yekê pêk tê ku moleta niştecîbûnê bi hemûyan re hebe. Ji bo ku bikarin bi awayekî yasayî li Iraqê, xasma jî li Herêma Kurdistana Iraqê bimînin. Ev ji bo wan kesên ku nikarin niha vegerin Sûriyê, çimkî eger vegerin ji wan re pir metirsîdar dibe. Metirsiya jidestdana jiyanê li ser wan heye yan dê werin girtin û îşkencekirin. Lewma pêşwazî li wan tê kirin ji bo bi rêya moleta niştecîbûna mirovî li Herêma Kurdistana Iraqê bimînin. Cudahiya navbera penaber û koçberan ne ewqasî giring e. Di demekê de kesên ku hatine Herêma Kurdistanê destê wan bigihe hemû xizmetguzariyên giştî wek perwerde, tendirustî û derfetên din yên jiyanê.

Rûdaw: Ez di nav wan de bûm, êş û derdê wan baş dizanim, me seredana kampên penaberan Silêmanî, Hewlêr û Duhokê kir, penaberan behsa êş û derdên xwe kirin, beşek ji wan diêbjin, UN tenê alîkariyê dide beşek ji penaberan û nade beşê din? di dabeşkirin û belavkirina alîkariyan de balans tune, dadwerî tune, hûn agahdarî vê yekê ne?

Jean-Nicolas Beuze: Bi rastî, em nikarin alîkariya hemû penaberan bikin, çimkî piştevaniya me ya diravî ya pêwîst nîne ku em bikarin alîkariya hemûyan bikin. Siyaseta me li ser asta cîhanê, ne tenê li Iraq û li Herêma Kurdistana Iraqê, lê belê li ser asta cîhanê herdem ew e ku em alîkariya malbatên herî lawaz bikin. Çimkî piştevaniya me ya diravî sînordar e. Rêjeyeke destnîşankirî ya pereyan ji aliyê hin welatan digihe destê me, wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, welatên Ewropa û welatên Kendavê. Ev piştgiriya hewldanên me dikin. Piştgirî sînordar e, lewra siyaseta me herdem ew e ku em alîkariya yên herî lawaz bikin. Bi awayekî sereke em alîkariya jinebiyên ku zarokên wan hene dikin. Serokê malbatekê ku xwediyê pêdiviyên taybet be. Kesekî bitemen ku bi tenê be û zarokên wî nebin alîkariya wî bikin. Tişta ku vêga li cîhanê diqewime ew e ku roj bi roj qeyranên nû peyda dibin. Em behsa Erîtrêya dikin, em behsa Efxanistanê dikin. Di van rojan de jî, em zêde qala Ukraynayê dikin. Ango piştevaniya darayî ya kêm digihe destê UNHCR û hevbeşên me yên din ji bo alîkariya hemû kesên pêwîstiya wan pê heye. Ji ber vê yekê, bi rastî, pêwîst e em tenê alîkariya wan kesan bikin ku pêwîstiya wan pir pê heye.

Rûdaw: Birêz Jean-Nicolas Beuze, wate UN feqîr bûye, pereyên wê nemane ku bide koçberên Kurd yên li vê derê?

Jean-Nicolas Beuze: Piştevaniya me ya diravî ya sînordar heye. Ji aliyê dewletên cuda ve tê peydakirin ku piştgiriya hewldanên Ajansa Penaberên ser bi Neteweyên Yekbûyî UNHCRê dikin. Em daxwaza bêhtirî 350 milyon dolaran dikin ji bo alîkarîkirina penaberên Sûriyê û koçberên navxwe yên Iraqê ku bi sedema tundûtîjiya serdema hevrikiya DAIŞê derbider bûne. Ji tevahiya wan 350 milyon dolarên ku em daxwaza wan dikin, tenê 200 milyon dolar gihiştine destê me. Ango tu dikarî bibînî ku valahiyek heye di navbera wê tibaba ku pêwîst e û me texmîn kiriye û wê tibata ku li ber destê UNHCRê ye. Bi rastî, ji her du kesan em dikarin alîkariya kesekî tenê bikin. Çimkî piştgiriya darayî ya pêwîst li ber destê me nîne ji bo ku em alîkariya hemûyan li Iraqê bikin.

Jean-Nicolas Beuze: Bi rastî erê. Mekanîzmên me hene ji bo destnîşankirina malbatên ku rewşa wan dijwar e. Em hevdîtinan bi wan malbatan re dikin ji bo ku em fêm bikin lawaziyên wan çi ne. Heke kesek xwedî pêdiviyên taybet be, kesek pir hejar be, yan kesek zarokên wî pir bin û nikaribe xwarinê ji wan re peyda bike, em berî hemûyan alîkariya wan malbatan dikin. Lê divê em pişta xwe bi alîkariyên hikûmeta Iraqê jê girêbidin. Iraq welatek e ku di dema borî de di gelek pirsgirêkan re derbas bûye, lê niha ber bi aramiyê diçe. DAIŞ têk bir û welatekî berhemhênerê petrolê ye û dahata wî baş e. Rola me wek Ajansa Penaberên Neteweyên Yekbûyî ew e ku em alîkariya hikûmetê di dabeşkirina budceyê de bikin ji bo misogerkirina xizmetguzariyan ji koçberan re, xasma ji bo du warên destnîşankirî ku perwerde û tendirustî ne. Di demekê de ku em diaxivin, me daxwaz ji hikûmeta Bexda û Hewlêrê kiriye ku budceyeke zêdetir ji bo piştgirîkirina penaberan û misogerkirina pêdiviyên wan terxan bikin.

Rûdaw: Pirs gelek hene, ez dixwazim hinekî baş li ser vê yekê rawestim, Ew pereyên ku ji bo Kurdistanê hatine veqetandin ku têne Bexdayê  û ji Bexdayê ji bo Kurdisteanê têne şandin, Weke ku hatiye veqetandin digihin Kampên li Kurdistanê?

Jean-Nicolas Beuze: Çareserî li ba hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ye. Rêkeftineke me ya baş bi wezîrê perwerdeyê re li Hewlêrê heye. Bi nêt e di demsala bê ya xwendinê de, zarokên penaberên Sûriyê li dibistanên hikûmî yên Herêma Kurdistana Iraqê werbigire. Di îlona bê de gava dibistan vedibin. Mamoste ser bi Wezareta Perwerdeyê dibe, dibistan ji aliyê Wezareta Perwerdeyê têne avakirin, birêvebirin û piştgirîkirin. Li şûna hebûna sîstemeke xwendina paralel a taybet bi penaberên Sûriyê, hemû zarokên penaberên Sûriyê bi xwişk û birayên xwe re li Herêma Kurdistana Iraqê li dibistanên hikûmî dixwînin. Ev destkefteke mezin e. Ev tiştek e ku me li Iraqê û navçeyên din ên cîhanê jî daxwaza wê kiriye. Herdem baştir e sîstema perwerdeya giştî were bikaranîn, ne ku sîstemeke perwerdeya paralel a taybet bi penaber û koçberan were çêkirin. Mamoste ji aliyê Wezareta Perwerdeyê tên damezrandin û mûçeyên xwe werdigirin di demsala bê ya xwendinê de.

Rûdaw: Penaber gazinan ji xwendinê dikin û dibêjin êdî UNECEF alîkariyê nake û gotiye pereyên me nemane, ev yek bûye sedem ku bêhtirî 40 hezar zarok ji xwendinê bêpar bimînin, Çima UNICEF alîkarî ji bo xwendinê rawestand? Çareserî çi ye?

Jean-Nicolas Beuze: Em bi Wezareta Tendirustî ya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê re jî li Hewlêrê kar dikin. Ji bo ku em piştrast bibin ku mîna hemû şêniyên din, destê penaberan jî digihe xizmetguzariyên wek neştergerî, çareseriya bijîşkî û dermanan, ji bo kesên ku pêwîstiya wan bi çareseriya bijîşkî heye. Wek her kesekî din li Herêma Kurdistana Iraqê penaber dikarin sûdê ji xizmetguzariyên tendisrustî werbigirin. Wek hemû Iraqiyên ku li Herêma Kurdistana Iraqê dijîn. Hinek rewşên me yên dijwar hene ku ji ber sînordariya şîyana tendirustî li vir, pêwîstiya me pê heye ku em çend penaberên hindik ji bo çareseriyê bişînin derve. Bê guman ev yek jî pişta xwe bi wan welatan girêdide ku wan werdigirin, mebesta min welatên Rojava ye. Ewropa, Keneda, Awustralya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka. Ku pir bi comerdî hin caran hinek rewşên nexweşiyên taybet ji bo çareserkirin û neştergeriyê werdigirin. Çimkî ew çareserî li welatê malxwê ne berdest in, ku mebesta min Herêma Kurdistana Iraqê ye. Lê, bi rastî ew rewş pir kêm in, çimkî wek em fêm dikin, şandina nexweşekî ji bo welatê sêyem xerciyeke zêde dixwaze.

Rûdaw: Tiştekî din, ew xwendin bû û te behs kir, pirsa nexweşan heye hinek nexweşên giran hene, dermanê wan li Kurdistanê tune ye, divê ji bo çareseriyê ji bo derve bên şandin, ji bo ku bên derman kirin, çûne seredana UN kirine lê UN ti bersiv nedaye wan, hûn çawa vê pirsgirêkê çareser dikin, hûn amadene nexweşên giran bişînin derve?

Jean-Nicolas Beuze: Heman mekanîzma me ji bo destnîşankirina wan penaberan heye ku pêwîstiya wan pê heye ji bo welatê sêyem werin şandin ji bo rizgarkirina jiyana wan. Çimkî, wek mînak, pêwîstiya wan bi çareseriyeke bijîşkî heye ku li Urdin û Libnanê yan li Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê ne berdest e. Eynî heman mekanîzma me ji bo destnîşankirina penaberên bi vî rengî heye. Ango tu cudakariyek li hember penaberên sûrî yên rûniştiyên Herêma Kurdistana Iraqê nîne. Lê berevajî vê, ez dibêjim ku piştevaniyeke wan ya mezin heye, nexasim ji aliyê Amerîka, Keneda, Almanya, Swêd û Fransayê ji bo ku hinek ji wan penaberên Sûriyê li derveyî Herêma Kurdistana Iraqê werin niştecîkirin. Ev welat hemû piştevaniya wan dikin û hejmareke zêde ya penaberên ku pêwîstiya wan bi çareseriya bi vî rengî heye, werdigirin. Lê mixabin pêwîstî pir ji wê yekê zêdetir e ku ji me re pêwîst e ji bo niştecîkirina wan. Lê tu cudakariyek li hember penaberên ku li Herêma Kurdistana Iraqê dijîn nayê kirin, li gor yên ku li welatên din in wek Urdin û Libnanê.

Rûdaw: Tiştekî din, ev pirsên penaberan e ez ji te dikim, Li welatên Urdin, Tirkiyê û Lubnanê penaber bi rêya UN diçin welatê sêyem, Programa birina koçberan, penaberên li vir dipirsin, çima ew naçin, çima UN wan nabe welatekî din? ev mekanîzim li cem we çawa ye, programa birina koçberan ji bo welatê sêyem?

Jean-Nicolas Beuze: Di çend salên borî de, me bi hezaran malbat şandin. Em her sal hewl didin wan destnîşan bikin ku rewşa wan dijwar e û pêwîstiya wan pê heye ji bo welatê sêyem werin şandin ji bo mabûna di jiyanê de. Bi sedema lawaziyên destnîşankirî wek nexweşiyê. Em wan dişînin welatên Ewropa, Amerîka, Keneda û Awustralyayê. Bi hezarên malbatan karîne ji Hewlêrê koç bikin û jiyana xwe li welatê sêyem ava bikin.

Rûdaw: We heta niha çend kes, yanî çend malbat şandine derve bi rêya wê programê?

Jean-Nicolas Beuze: Spas. Em wan kesan destnîşan dikin ku pêwîstiya wan pê heye herin welatekî din. Çimkî heke neyên şandin, zehmet e bikarin li vir, li Herêma Kurdistana Iraqê di jiyanê de bimînin. Bi gelemperî bi sedema nexweşiyê yan jinên bi tenê ku hejmarek zarokên wan hene û şîyana wan ji bo bidestxistina kar pir sînordar e. Yan dibe ku kesek be meyla wî ya seksî ya cuda hebe. Dibe ku rizgarbûyên destdirêjiyê bin yan kesên ku gelek jan dîtine û pêwîstiya wan bi çareseriya bijîşkî û derûnî heye, çareseriya derûnî ya taybetmend. Em wek Ajansa Penaberên Neteweyên Yekbûyî wan kesan destnîşan dikin. Em dosyeyên wan dişînin welatên ku amade ne wan werbigirin. Lê bê guman biryara wergirtina wan penaberan di destê wan welatan bi xwe de ye ku wan werdigirin. Wek Amerîkaya Bakur, Ewropa û Awustralya.

Rûdaw: Mijareke din heye, gelek giring e, Şebekeyên ku bi navê UN telefonî koçberan dikin û dibêjin, navên we li filan sefaretê li cem UN derketiye, tê evqas pere10 hezar yan 20 hezar dolar bide û emê we bişînin Canada, bişînin Amerîka û Australya û hin welatên Ewropa, We li ser vê mijarê ti lêkolînek çêkiriye, bi sed hezaran û milyonan pere ji koçberan standine, hûn agahdarî vê yekê ne birêz Bîyoz?

Jean-Nicolas Beuze: Mixabin em baş ji sextekariyên bi vî rengî serwext in. Ku hin kes xwe wiha nîşan didin ku ser bi ajansên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî ne û daxwazê li xelkê dikin pereyan ji bo xizmetguzariyan bidin. Me ev şopandiye. Me çend kes dan destê polîs, hêzên ewlekarî û desthilata dadgerî ji bo ku ew jî lêkolîn bikin. Çimkî Ajansa Penaberên Neteweyên Yekbûyî nikare karê polîs bike. Ev erkê desthilata xwecihî ye. Her wiha me bi berdewamî ji penaberan re gotiye ku pereyan ji bo tu xizmetguzariyekê nedin. Ew xizmetguzariyên ji aliyê ajansên Neteweyên Yekbûyî ve hatine misogerkirin. Her wiha ji aliyê rêxistinên nehikûmî ve, herdem belaş in. Em tu carî daxwazê li penaberan nakin ku pereyan ji bo tu xizmetguzariyekê bidin. Wek daxwazkirina alîkariyê, baştirkirina cihê manê yan daxwazkirina şandina ji bo welatê sêyem, ev hemû bê beramber in. Me çend kampanya jî pêk anîn li navendên tomarkirinê û bi rêya kurtenameyên mobaylê û programên radyoyê û belavkirina namilkeyan li kampan û derveyî kampan ji bo ku em bînin bîra penaberan ku pereyan ji bo tu xizmetguzariyekê nedin. Lê ji ber ku xelk sergerdan e; hin caran biryar didin pereyan ji bo wan xizmetguzariyan bidin, bi hêviya siberojeke baştir. Lê em bi berdewamî ji wan re dibêjin, heke ev biqewime divê me serwext bikin. Em lêkolîn dikin. Em bi desthilatê re kar dikin ji bo rawestandina wan xapandin û sextekariyan. Ji bo ku em piştrast bibin ku ew dizanin ew hemî xizmetguzarî belaş in. Lê mixabin em haydar in ku hinek kes wê lawaziya xelkê bi kar tînin û hêviyeke sexte ji wan re çêdikin û sozan didin wan ji bo siberoja wan û wiha dikin li hember vê yekê pereyan bidin. Ku em tu carî wan sozan nadin.

Rûdaw: Kesek ji wan şebekeyan hatiye girttin, li gorî ku tu agahdarî?

Jean-Nicolas Beuze: Lêkolîn li ser wan bûyeran pir aloz e, çimkî kesên ku li pişt wan karan e amadekariyên pir baş kirine. Sîmkartekê bi kar nayînin ku tu bikarî nasnameya bikarhênerê wê eşkere bikî. Hemû belgeyên ku heye li dadgehê werin bikaranîn ji holê radikin. Lewma lêkolîna li ser wan dozan ji me re û ji desthilatê re jî pir zehmet e. Lê her cara zanyarî digihin destê me, em dişopînin û agahiyan ji aliyên têkildar û polîsên Herêma Kurdistana Iraqê re dişînin.