Baerbockê ji Rûdawê re got: Girîng e ku Kurd biryareke hevbeş bidin

27-03-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Hevpeyvîn Ala Şalî ya bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê / Wêne û dîmen: Rûdaw
Hevpeyvîn Ala Şalî ya bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê / Wêne û dîmen: Rûdaw
Nîşan Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji Rûdawê got, “Min li Şamê ji wan re got, hikûmeta nû ku hûn dixwazin pêk bînin, eger bi aliyekî çewt de çû, em dê piştgiriya we nekin.”

Annalena Baerbockê di hevpeyvînekê ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re de derbarê alîkariyên Almanya yên ji bo Sûriyeyê eşkere kir  Allmanya û Ewropa ne amade ne xerciyê bixin ber destê îslamîstan.

Baerbockê diyar kir ku ew amade ne alîkariyê bidin desthilata "defakto" ya Sûriyeyê lê divê pêvajoyeke siyasî hebe ku hemû alî û hemû aktor tê de beşdar bin û got:

“Me gelek peyvên baş bihîstin lê peyv û gotin bi tenê ne bes in. Min ji serokê defakto yê niha re got ku em dixwazin alîkariya mirovan bikin."

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock da zanîn ku dawiya vê mehê yan destpêka meha bê, hikûmeteke nû li Sûriyeyê dê bê avakirin û got:

"Min li wir bi zelalî ji wan re got ku eger bi aliyekî çewt de çû, em dê piştgiriya we nekin.”

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di bersiva pirsên Rûdawê de, bi berfirehî behsa Kurdan kir û got ku ji ber hebûna şer û ji bo parastina ewlehiya tîma xwe, di serdana xwe ya duduyan a Sûriyeyê de neçûye Rojavayê Kurdistanê.

Wê amaje pê kir ku divê daxwazên Kurdan "wekî neteweya duyem" li Sûriyeyê li ber çav bên girtin lê hîn "biryareke siyasî ya hevbeş [a Kurdan] nîne."

Baerbock her wiha got, "Girîng e ku Kurd yekgirtî biryareke hevbeş bidin ku bi pêk ve bidin ser vê rêyê.”

Hevpeyvîn Ala Şalî ya bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê re wiha ye:

Rûdaw: Baerbock xanima birêz, Wezîra Karên Derve ya birêz, gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê. Ez kêfxweş im ku vê hevpeyvînê bi we re pêk tînim. Birêz, pirsa min a yekem ev e, di qonaxa beşdariya we ya di hikumdariyê de, we siyaseteke lap nû meşand ku eger em bi hûrgilî bibêjin, siyaseteke derve ya femînîst bû. Destkeftên vê siyaseta we ya nû çi bûn?

Annalena Baerbock: Çawa civakek li cîhanê dikare dilniya be, eger jin tê de neyên parastin? Ev kakila siyaseta derve ya jinperwer e. Tişta herî xweş a vê cîhanê ew e ku nîvê civakê jin in, eger mafên nîvê civakê neyên parastin, ti civakek nikare berdewam azad û parastî be.

Nabe ku destê nîvê civakê negihîje xêr û bêrên welatê wan. Ev kakila ramanê min heta niha nedîtiye lê min bi rêya civakên din dîtiye. Mînak, li Ukraynayê berî ku Rûs êriş bikin, di peywendiyekê de, xatûneke Ukraynî ji min re got ku eger jin neyên parastin, tu kes nayê parastin.

Ez li Rwandayê, piştî komkujiya wir, fêrî vî tiştî bûm. Li Amerîkaya Latînî ji ezmûna wan fêrî vî tiştî bûm, ji nihêrtina li ezmûna we li Bakurê Îraqê, li Îraqê, li Rojhilata Navîn û niha jî li Sûriyeyê.

Beşdariya jinan di civakê de pîvan e ji bo nirxandina civakekê. Min di serdana xwe de bo Sûriyeyê bi zelalî ev tişt got, eger jin di desthilatdariyê de beşdar nebin, di berdewamiyê de civak nikare azad be, ji ber ku bi şêweyeke wekhev reftar bi jinan re nayê kirin, ji ber ku jin bi rêya komên din, xasma bi rêya komên olî, tên neçarkirin ku êşê bikişînin.

Rûdaw: Bila em biçin Rojhilata Navîn. Pirsên din derbarê Almanyayê de paşê dikim eger wext hebû. Di serdana duyem a ji bo Şamê de, te got destpêkirina pêwendiyeke baş ji aliyê Almanya û Yekîtiya Ewropayê ve bi Şamê re girêdayî kirina gotinan bi kirdaran û rêzgirtina maf û beşdariya hemû netewe û olan e. Tu bawer dikî ku Ehmed Şer dê vê bike?

Annalena Baerbock: Ez vê yekê nizanim. Eger niha piştî 10 salan zêdetir ji şerê navxweyî li Sûriyeyê, civakek bê çêkirin ku hemû çîn û beşên civakê biparêze, eger ev nebe, ez bawer im ji nêrîna civaka navneteweyî ve şikestî û neserkeftî ye. Loma em dixwazin hewl bidin piştgiriya vê pêvajoyê bikin.

Gelo dê bi ser keve? Ev ne di destê me de ye. Lê girêdayî wê desthilatê ye ku bûye desthilata defakto. Ewropa piştgiriya hemû mirovan li Sûriyeyê dike. Bêyî liberçavgirtina ku jin in, mêr in an nasnameya wan a neteweyî û olî çi ye lê Almanya û Ewropa ne amade ne xerciyê bixin ber destê îslamîstan.

Ev peyama me ya zelal e. Em amade ne alîkariya wan bikin ji bo rakirina sizayan bo avakirinê lê divê pêvajoyeke siyasî hebe ku hemû alî û hemû aktor tê de beşdar bin. Me gelek peyvên qenc bihîstin lê peyv û gotin bi tenê ne bes in, eger tenê axaftin be, kirdar pê re nebe, Sûriya dê berdewam di qeyranê de be û alîkariya me jî girêdayî wan bingehan e.

Rûdaw: Baş e, bê guman ev girîng e, ji ber ku Kurd, Durzî, Mesîhî bi yek dengî, bi xwenîşandanên cemawerî û helwestên siyasî destûra demkî ya Sûriyeyê red kirin. Hûn çima alîkariya desthilatekê dikin ku pêkhateyên welêt wê red dikin?

Annalena Baerbock: Em ne li wir ne li welatên din piştgiriya wan cûre hikûmetan nakin. Em piştgiriya mirovên civakê dikin. Ew civakên ku demokrat in û bi şêweyeke demokratik hikûmetên xwe hildibijêrin. Em ji derve, wê biryarê ji ti kesî re nadin.

Me dît piştî çiriya paşîn (dibe ku bi şaşî çiriya paşîn li şûna kanûna paşîn bi kar anîbe - Rûdaw), em hin tiştan dibînin ku di xeyala me de nedihatin, ez dixwazim li vir jî vê bibêjim, li Almanyayê bi taybetî derbarê Esed de, me nedikarî peywendiyan bi wî re asayî bikin. Kesek ku bi dehan salan gelê xwe ne tenê xistibû bin guvaşê, lê kuştibû, we bi xwe amaje pê kir ku gazên kîmyawî bi kar aniye û ezmûna gazên kîmyawî ya we bi xwe heye, we bi xwe ew mirov dîtine ku gazên kîmyawî bi kar anîne.

Li Almanyayê jineke Sûriyeyî ya genc gote min, Baerbock xanimê, ez di wê girtîgehê de bûm, girtîgeha şkenceyan, min got: Kengî? Got: Temenê min 16 sal bû. Loma ji bo min girîng e ku em bi wan mirovan re û bi hemûyan re hevkariyê bikin.

Min ji serokê defakto yê niha re got ku em dixwazin alîkariya mirovan bikin. Loma em dixwazin bi lez li wir bin. Min di serdana xwe de nûnerên Kurdan dîtin, min nûnerên Elewiyan jî dîtin, Mesîhî jî dîtin, min nûnerên çend saziyên jinan jî dîtin.

Li Coberê ku cihekî e nêzî bajarê Şamê ye û bi erdê re hatiye dûzkirin, 8 hezar kes dijiyan, mirovekî bi temen gote min zarokê min li vir hat binaxkirin. Niha aktorên din nehatine pêş, ne merc e ku em van aktoran baş an xirab bibînin, lê niha ev hene, divê em pê re biçin.

Min jineke Mesîhî min dît, got: Eger hikûmeta nû bê avakirin, soz dane me ku nûnerên me jî hebin, her wiha nûnerên komên cuda jî hebin, ez bi nûnerên Kurdan re axivîm, [gotin] girîng e di destûrê de bên pênasekirin û tişt bi zelalî bên diyarkirin. Eger ev destûreke demkî ye, divê di destûra dayîmî de ev were guherîn. Ev gotina Kurdan e.

Her wiha Mesîhiyan ji min re got ku ew tiştan bi rengekî din dibînin, divê di vê hikûmetê de ev tişt li ber çav bên girtin, vêga di dawiya meha 3an an di destpêka meha çaran de, biryar e hikûmeteke nû bê avakirin.

Min li wir bi zelalî ji wan re got ku eger hûn bi aliyekî çewt ve biçin, em dê piştgiriya we nekin, min li wir bi zelalî ev got. Aliyê rast, ji nêrîna mirovên Sûriyeyê ve, ji bo hemûyan e, em jî li wir in, em jî vê dibînin çawa Îran û Hizbulah dixwazin rêya vê pêvajoyê bi aliyekî din ve biçe.

Ez derbarê Îsraîliyan de axivî, min bi zelalî behsa rola Tirkiyê kir, me behsa pirsgirêka ax û dagîrkeriyê kir, herwiha Rûs jî, bo nimûne xwe vekişandine, lê bi giştî xwe venekişandine.

Wan berdewam hewl daye ku piştgiriya malbata Esed bikin. Eger niha Ewropayî li wir nebin, bêguman bi cîranên wan ên Ereb re, dê kesên din biçin wir û wê çaxê kar di berjewendiya xelkê de nabe, gelo em dê di vê de bi ser kevin? Ez nizanim, eger na, qet nebe me hewl da.

RûdawBaş e, nexwe, divê Almanya û cîhan çi bikin ji bo ku di destûrê de û bi kiryarî mafên Kurdan bên parastin wekî duyem mezintirîn netewe, û wekî zêdetirîn qurbanîder di şerê dijî DAIŞê de?

Annalena Baerbock: Di yekem gotûbêja xwe de min bi rengekî pir zelal ragihand, DAIŞ dojehek bû ji bo mirovan li Îraqê, me li Ewropayê jî hest bi bandora DAIŞê kir. Bi piştgiriya hevpeymaniya navneteweyî ya dijî DAIŞê, Kurdan karîbû ewlehiya xwe biparêzin û DAIŞ neçar kirin ku vekişe.

Niha di wê valahiya ku hatiye çêkirin de, nabe rê bi DAIŞê bê dayîn. Guncandin ewlehiya Kurdan bi ewlehiya niştîmanî ya Sûriyeyê re, wekî duyem mezintirîn neteweya Sûriyeyê, herwiha wekî berjewendiyeke wan a neteweyî û herwiha em jî bi Kurdan re di hevpeymaniyekê de bûn li dijî DAIŞê, ev bi wê yekê re hemdem ku me DAIŞ mecbûr kir ku paşve vekişe.

Ev girîng e û min li wir pir bi zelalî ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re got, çima hûn nabin beşek ji hevpeymaniya dijî DAIŞê.

Nûnerên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, karmendên me serdana wan deveran kirin li bakurê Sûriyeyê, ji ber pirsgirêkên ewlehiyê min nikarîbû bi xwe serdana deverê bikim lê me karîbû derfetekê çêbikin ji bo danûstandina di navbera Şer û Mezlûm de.

Em nikarin bibêjin divê wiha û wiha bikin lê qet nebe em derfetekê çêbikin ji bo ku ew bi hev re biaxivin û danûstandinan bikin. Divê Kurd bi xwe biryar bidin ka didin ser kîjan rêyê û ev jî girîng e ku Kurd yekgirtî biryareke hevbeş bidin ku bi hev re didin ser vê rêyê lê hîn biryareke siyasî ya hevbeş li wir nîne.

Wekî nimûne, pirsgirêka nasnameya neteweyî û pirsgirêka zimanê Kurdî heye ku divê ev di destûrê de were diyarkirin. Her wiha pirsgirêka parastin û ewlehiyê ji bo Kurd û Durziyan heye.

Li tenişta van tiştan bi dîtina mafên jinan, mesele ne tenê jin e lê jin her wiha pêkhate, komên neteweyî, ka çawa nûnerên wan û nûnerên Kurdan li Sûriyeya paşerojê hebin.

Min li wir ji nûnerên aliyan re got, eger ev dengên cuda bên ba hev, gelek tiştên wan ên hevbeş hene, ne tenê daxwazên Kurdan, Durziyan, Mesîhiyan lê bên ba hev û bibêjin ev daxwazên me yên hevbeş in. Eve dibe daxwaza beşekî mezin ji milet.

Ez niha li başan dinêrim, li hemûyan, hemû Sûriyeyî xeyala wan li ser wê yekê bû ku zarokên wan bên parastin û dîsan karibin biçin dibistanan. Di dubareavakirinê de, Almanya amade ye alîkariyê bike û amade bû hevkariyê bike, alîkarî şandiye lê re nebû bigihêje hin herêman. Xwarin, alîkariya avakirinê, alîkarîkirina dibistanan, divê ev hikûmet rê ji bo vê xweş bike, nabe tenê kar ji bo paytextê bike ku ew bi xwe li wir e û dev ji deverên din berde.

Rûdaw: Xiristiyan Demokrat û Sosyal Demokrat mijûlî pêkanîna hikûmetê ne û danûstandin berdewam in, tu ji siyaseta koçberan a hikûmeta nû ya Almanyayê nîgeran î?

Annalena Baerbock: Partiyên cuda helwestên wan ên cuda di vê derbarê de hene, me ev dît. Ewên ku piştî gelek salan biryar derbarê siyaseta koçberan da, yekser biryarên dîktatorî bê dayîn, pir bi zelalî ne tenê li dijî nirx û helwestên me disekinin, bîne ber çavê xwe, em ji destê Esed reviyane, ji bo ku mirov li Sûriyeyê di ewlehiyê de bin, çi dibû? Bêguman karesat dibû.

Piştî reva Esed bi çend rojan, hin siyasetmedaran qala vê yekê dikir lê min bi zelalî got ti ramaneke wan li ser rewşê nîne. Ez li wir bûm û min bi çavê xwe dît, tu li beşekî bajarî ku 18 hezar mirov lê dijîn lê tevahiya deverê bûye kavil, gelo koçber vegerin ku derê, bên neçarkirin vegerin ku derê?

Divê ev jî bi zelalî bê behskirin, ti kes bi kêfa xwe venagere, eger jina wî û keça wî neyên parastin, ev siyaseta jinperwer a derve ye.

Ev ji vê dîtinê ve jî tê behskirin, dixwazim vê jî bibêjim ku beşeke mezin ji Sûriyeyan ne tenê xwe baş guncandine li Almanyayê lê bûne cîranên baş, bûne karmendên baş û di nexweşxaneyan de kar dikin. Ez bawer im hinek ji wan kesan dûrî ketwarê ne ku behsa vegerandinê dikin, bêguman ji bo dubareavakirina Sûriyeyê, dixwazin beşdar bin lê heta wê demê ku dilniyayî ji rewşa siyasî nebe, ti kes nikare vegere.

Ev jî bi pêleke vegerê nayê çareserkirin, lewra di konferansa piştgirîkirina Sûriyeyê de behsa vê yekê kirin, li Tirkiyeyê sê milyon Sûriyeyî dijîn, li Lubnanê hene, li Urdinê hene, me bi şêweyeke navneteweyî li hev kir li ser wê yekê ku divê hingê vegerin gava welat di ewlehiyê de be yan jî ewlehiya wê bê misogerkirin.

Li Libnanê jî ew ne parastî ne, ji ber ku li wir nakokî hene, li wir bi rêya Neteweyên Yekbûyî tên piştgirîkirin, niha ku li nava Sûriyeyê ji sedî 70 pêdivî bi alîkariyê heye, li gel wê rewşê milyonan kesên din jî lê zêde bibe. Wê çaxê em dê rûbirûyî çi bibin? Ewên ku naxwazin Sûriye bi ser bikeve.

Ev pêvajoyeke gav bi gav e, carê bila Sûriyeyên welatên cîran karibin vegerin, piştî wê em temaşe bikin ka kar çawa bi rê ve diçe. Em nizanin şeş mehên din çi diqewime. Niha berpirsyariya me ya hevbeş ew e ku rewşa welêt were tekûzkirin.

Beşdariya siyasî û ewlehî ji bo hemûyan bê misogerkirin, piştî wê pirsên din tên, ez bi wezîrê me yê navxwe axivîm û me behsa vê yekê kir, ewên ku welatînameya Almanî standine, herwiha ewên ku mafê wan ê mayîna herdemî heye, dikarin geştê bikin û niha bila biçin kesûkarên xwe bibînin ku ji 10 salan zêdetir e nedîtine, herwiha bibînin û pirs bikin ka çi bi serê mala wan hatiye.

Divê em jî niha bibînin bi hikûmeta nû re ku kesên zêde yên Sûrî dixwazin li Sûriyeyê bijîn û ev di berjewendiya me hemûyan de ye û divê bibînin ka kar çawa dimeşe û em hemû bi hev re li hemberî hêzên îslamî bisekinin, eger di paşerojê de xebat û hevkariyeke me ya medenî hebe, têkoşîna li dijî hêzên îslamî dikare pir bi hêz bê kirin.

Rûdaw: Bi milyonan temaşevanên me hene, bi hezaran Kurdan jî pirs kir çima we serdana Kurdistana Sûriyeyê (Rojava) nekir. Bi hezaran Kurd ev pirsyar kirin. Çima ez neçûm Rojava?

Annalena Baerbock: Ji ber rewşa ewlehiyê, berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn li wir bû, wî em agadar dikirin bi taybetî bi nûnerên Kurdan re bi Mezlûm re, di danûstandinên Mezlûm û Şer de.

Ez wekî Wezîra Karê Derve divê ewlehiya hevkarên xwe li ber çav bigirim û herwiha ewlehiya wan rojnamegerên ku li gel min serdanê dikin û di rewşekê de ku her dem şer û pevçûn hene, ti kes wê berpirsyariyê hilnagire lê ez hêvî dikim ku rojekê dibe ku ez di pêgeheke din de serdana wir bikim, ji bo ku ez bigihim wê herêma pir xweşik û mirovên wê deverê bibînim.

Rûdaw: Baş e pirsa min a dawî ev e, te biryar da biçî New Yorkê. Hûn dê li Neteweyên Yekbûyî dest bi kar bikin, çima we ev biryar da? Pêdiviya Almanyayê bi siyasetvaneke şareza ya mîna te heye?

Annalena Baerbock: Ev demokrasî ye, mirovan li Almanyayê biryar da ku partiyên din hikumdar bin, dibe ku ev nimûne be ji bo yên din jî û divê rêz li hilbijartinan bê girtin.

Biryara wan kesên ku deng didin, azadane û di jiyanê de hertim wêstgehên din jî hene. Spas ji bo vê hevpeyvînê û ez niha mecbûr im biçim û pêşwaziya şêwirmendê federal bikim.

Rûdaw: Baş e, gelekî spas ji bo hevpeyvînê. Hêviya serkeftina te li New Yorkê û bi hêviya dîdara li Neteweyên Yekbûyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst