Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Halîs Bîlden diyar kir, ger wekî şaredar bê hilbijartin ew dê projeya tramvayê û Geliyê Dîcleyê bibe serî.
Halîs Bîlden da zanîn ku dê hemû mîmariya bajêr jî li gorî rastiya erdhejê saz bike.
Halîs Bîlden destnîşan kir ku ew dê di şaredariyê de pêşiya zimanê Kurdî jî vekin û ew dê xizmeta xwe bi Kurdî jî bikin.
Bîlden herwiha anî zimên, ji bo Kurdiya xwe bi pêş bixe ew dê ji xwe re jî mamosteyekî taybet ê Kurdî bigire.
Namzedê AK Partiyê yê Amedê Halîs Bîlden got, “Ez danîna qeyûman rast nabînim.”
Ji Hilbijartinên Şaredariyan ê 31ê Adarê re demeke kin maye.
Her ku diçe rikaberiya di navbera partiyên siyasî de gurtir û xurtir dibe lê li Amedê ev rikaberî di navbera DEM Partî û AK Partiyê de ye.
Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak berê xwe da buroya hilbijartinê ya Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Halîs Bîlden û derbarê plan û projeyên wî de pirs kirin.
Ji projeya Geliyê Dîcleyê bigire heta tramvaya Amedê, ji danîna qeyûman heta xizmeta bi Kurdî hûn dê bersiva gelek pirsan di vê hevpeyvînê de bibînin.
Tevahiya hevpeyvîna Maşallah Dekak û bi Halîs Bîlden re bi vî rengî ye:
“Ez ne kesekî xerîb im”
Rûdaw: Gelek Amedî navê Halîs Bîlden nû dibihîzin. Çawa çêbû AK Partiyê kesekî ku qet navê wî nayê zanîn li Amedê kir namzed?
Halîs Bîlden: Ez hemû Diyarbekiriyan silav dikim. Hilbijartin di 31ê Adarê de ye û em dixwazin pir baş derbas dibe. Jixwe em ji bo vê dixebitin, xebatên xwe berdewam dikin.
Bawer bike em rojê 20 saetan dişixulin. Min hemû dibistanên xwe li Diyarbekirê qedandin. Ez mîmar im. Li Stenbolê dema serokkomarê me Şaredarê Stenbolê bû, ez li Şaredariya Pendîkê ya Stenbolê xebitîm. Ehmed Bîlgîn li Diyarbekirê qezenc kiribû. Di 94an de qezenç kiribû lê di 96an de min dest bi kar kir.
Heta 99an min serokatiya daîreya îmarê kir. Paşê ez çûm Şaredariya Mezin a Edeneyê, bi Aytaç Durak re xebitîm. Serokê Daîreya Mîmariyê bûm. Aytaç Durak di şaredariyan de kesekî naskirî ye. Di 2005an de ez çûm Enqereyê û min li Wezareta Çandiniyê kar kir. Heşt salan xebitîm. Paşê ez çûm bûm Midûrê Giştî yê TÎGEMê. Bi qasî 30 çewligî di bin banê vê saziyê de bû. Mirovên min giş li vir in. Ez ne kesekî xerîb im. Ên min nas dikin, jixwe dikin. Li Çinarê, Baglara, Ofîsê mirovên min pir in.
“Ez zarokê Diyarbekirê me”
Rûdaw: Ji min re 3 sedemên ku divê tu bibî şaredarê Amedê dikarî bijimêrî? Çima xelk deng bide Halîs Bîlden?
Halîs Bîlden: A yekemîn projeyên min ên pir xweş hene. A duyemîn ez namzedê partiya desthilatê me. Ya hikûmetê ye. A sisêyan jî ez zarokê Diyarbekirê me. Ji bo ku mirov bibe serok, mirov miheqeq divê ji wî bajarî be. Ez ji vir im, ez zarokê Diyarbekirê me. Îro 2 milyon nifûsa Diyarbekirê heye. Em çima ji Stenbolê û ji vir de, dê mirovan bînin û li vir bikin şaredar? Em çima ji bajarekî din mirovan bînin û li vir bikin serok?
Min xwe bi pêş xistiye. Ez borokrasiye dizanim, dinyayê dizanim. Ji bo xebatên şaredariyan, ji bo wezareta çandiniyê heta niha çûme 55 welatên dinyayê. Herwiha 150 carî çûme li dinyayê geriyam. Ev hemû tecribe ne û dixwazim vê tecrûbeya xwe bixim xizmeta Diyarbekirê.
Rûdaw: Ger tu qezenc bikî karê ewil ku tu dê li Amedê bikî çi ye? Kîjan proje ye?
Halîs Bîlden: Li Diyarbekirê, li memleketê me gelek kes bêkar in. Ez dixwazim ji wan re qadên kar vekim. Ji wan fabrîqeyan çêkim.
Rûdaw: Çêkirina fabrîqeyan (karxane) ne karê şaredariyan e. Tu dê çawa bikî?
Halîs Bîlden: Niha 100 fabrîqator (karsaz) û yên bi turîzmê re eleqedar dibin dixwazin bên Diyarbekirê. Çima heta niha nehatin? Berê nedihatin çimkî teror hebû, problem pir bûn. Niha Diyarbekir pir xweş bûye. Wextê ez bibin şaredar, ez wan hemûyan nas dikim. Ez dê ji wan re zeviyan, erseyan bibînim, cî bidim wan.
Em dê ji wan bixwazin bila bên li vê derê fabrîqeyan çêkin. Em dixwazin 40-50 hezar gêncî di van karan de bi cih bikin. Em dê wan hînî kar bikin. Em dê wan di kursan de bikin hoste û di fabrîqeyan de bi cih bikin. Bi vî awayî em dê bêkariyê kêm bikin.
Rûdaw: Di her hilbijartinê de projeya tramvayê tê rojevê û heta niha nehatiye çêkirin. Tu soz didî ku xeta çûn û hatinê ya tramvayê bînî Amedê?
Halîs Bîlden: Tramvaya ku tu dibêjî trên e. Ez navê wê dikim trên. Ev 5-6 sal in ji bo trênê projeyan çêdikin lê nebû qismet. Înşela dê ji min re bibe qismet.
Rûdaw: Hûn dê tramvayê li kû çêkin?
Halîs Bîlden: Ew dê ji Deriyê Çiyê were Ofîsê, ji wir were Parka Koşuyoluyê, ji wir were Tesîslera, ji wir were Dunya Kavşagi û ji wir jî dê here ba Araştirmeyê (Nexweşxaneya Lêkolînê). Ev aliyekî wê ye. A didoyan, dê here Riya Ruhayê û heta Gozeliyê here. Li wir xaniyên erdhejê çêdibin ya em dê heta wê derê bibin. Çar pênc salên din çimkî dê 100-150 hezar însan biçin wê derê.
“Ez dê tramvayê çêkim”
Rûdaw: Baş e heta niha kesî nekarî vê tramvayê çêke tu yê çawa çêkî?
Halîs Bîlden: Ez dê çêkim. Ez mirovekî jêhatî me. Ez mirovê partiya desthilatê me. Derdê min xizmet e, belediye ye. Yên heta niha derdê wan ne belediye bû.
Rûdaw: Pereyekî zêde diçe lê. Jê re budçeyeke mezin divê…
Halîs Bîlden: Pere bi vî awayî ye. Ez budceyê baş dizanim. Em dê hinekî budceyeke biçûk a belediyeye bixine wê derê. Ya din ez ê ji dinyayê bînim. Em dê hîbeyan bînin. Ez pereyê Diyarbekirê pir naxim wan projeyan.
Van projeyên me yên mezin ez dê hem bi pereyê Enqereyê û hem jî yên dinyayê bînim. Ez dê bi krediyên ku ji dinyayê bînim çêkim. Ez dê beş bi beş deynan bidim. Fonên dinyayê hene û înşela em dê wan bînin.
Hem jî bê faîz in. Min got ya, ez dinyayê nas dikim. Tiştekî din jî bêjim rêya hesinî ji xwe heta Erxeniyê jî diçe. Di nava bajêr de jî heye. Em dê wê tramvayê heta Erxeniyê û Bismilê jî bibin. Heta gundên Çoliyê, Tepeyê, em dê bibin. Em wan hesinan bi hev ve gire bidin. Saeta ku trên naçe dê tramvay biçe, saeta ku tramvay naçe jixwe trên diçe. Hemşeriyê me dê bi rihetî û xweşî biçin ErxenEi û Bismilê.
“Em dê Projeya Geliyê Dîcleyê bibin serî”
Rûdaw: Projeyeke din heye ji bo Amedê gelekî girîng e. Ji ber ku li cîhanê kêm bajar hene ku çem di nava wê de derbas bibin. Li Amedê Çemê Dîcleyê heye. Projeya Geliyê Dîcleyê soza hikûmetê bû. Soz da û nekir. Di hilbijartina 2014an de Birêz Galîp Ensarîoglu ev proje eşkere kir lê neçû serî. Tu dê vê projeyê pêk bînî?
Halîs Bîlden: Em dê çêkin înşela. Em dê ji Pira Sîlvanê (Pira Farqînê ya ber Fîskayayê) û jortir geliyekî ava bikin çimkî li aliyê jêr baxçeyên hevselê hene û em nikarin destê xwe bidin wan çimkî ew di nava mîrateya cîhanê ya UNESCOyê de ne.
Kes nikare li wir destkariyê bike. Em dê projeyê çêkin lê em golê çênakin. Em avê nasekinîn, em bendan danaynin. Pira Zanîngehê û jorî wê em dê çêkin. Aliyê Kebeyê jî em dê çêkin. Li wan deran jî em dê vê projeyê pêk bînin.
Rûdaw: Dema em dibêjin şaredarî û bajarvanî êdî erdhej jî tê bîra mirovan. Ji ber ku erdheja dawiyê 11 bajar dan ber xwe û bi dehan hezar kes mirin, xelk hesas e. Ji bo bajar di erdhejê de hilneweşe û xera nebe hûn dê çi bikin?
Halîs Bîlden: Ji bo erdhejê em dê xaniyên xwe saxlem çêkin. Erda me zinar e, kevir e, hişk e. Em dê xaniyan li ser vê zemînê çêkin. Ji Çemê Dîcleyê heta Qerejdaxê saxlem e. Li Baglar, Fîskaya û Şehîtlîkê çend taxên wiha, em dê wan xaniyên kevin hilweşînin, xira bikin û di şûna wan de xaniyên din çêkin.
Tenê 3-4 qatan em dê çêkin. Em qatên wan zêde çênakin. Em dê bi ti awayî wan mexdûr nekin. Em dê projeyeke xweş çêkin. Ji dibistanan heta mizgeftê heta parkan heta qadên civakî em dê guherîneke xweş çêkin.
“Îmkanên şaredariyan pir in”
Rûdaw: Şaredarî dê çawa van tiştan çêke? Baglar cihekî gelekî mezin e. Qeweta şaredariyê dê çawa bigihije van projeyan?
Halîs Bîlden: Îmkanên şaredariyê pir in. Wextê tu van îmkanan ji bo mirovên xwe ji bo memleketê xwe serf bikî pere naqede. Pere ne mesele ye. A zor tu bişixulî, saxlem bişixulî, dirûst bişixulî. Wextê derdê te xizmet be hikûmet jî û Xweda jî dê alîkariyê bikin. Îmkanên şaredariyan pir in. Ger em van îmkanan baş bi kar bînin, em dê dahata şaredariyê zêde bikin.
Rûdaw: Em hinekî jî mijarên li derveyî teknîkê biaxivin. Di xizmeta şaredariyan de tu dê ji bo zimanê Kurdî çi bikî? Tu Kurd î, dêya te kurd e, bavê te Kurd e. Bajar Kurd e. Tu dê ji bo zimanê Kurdî çi bikî?
Halîs Bîlden: Di Zimanê Kurdî de tu problem tune. Binêre em çiqasî xweş dipeyivin. Beriya AK Partiyê ev tunebû. Qedexe bû.
Rûdaw: Qeyûm hatin nav guhertin, lewhe guhertin…
Halîs Bîlden: Qeyûm cuda ne. Dema ez hatim ser kar, qeyûm dê biçin. Jixwe dema ez bêm qeyûm namînin çimkî ew bi hilbijartinê nehatine, bi mecbûrî hatine.
Rûdaw: Hûn dê bi Kurdî xizmetê bikin?
Halîs Bîlden: Helbet em dê bikin. Ez dê bi Kurdî pir xizmetê bikim. Ez jî Kurd im, Diyarbekir jî Kurd e. Kurdî çand e jixwe. Kes ne li hemberî Kurdî ye. Kurdî zimanekî xweş e. Kurdî jî Tirkî jî Lazî jî zengîniya me ne.
Rûdaw: Ji ber ku em li Amedê ne em qala Kurdî dikin. Hûn dê bihêlin tiyatroya Kurdî hebe, hûn dê festîvalên Kurdî çêkin? Hûn dê konserên Kurdî li dar bixin an na? Ji bo edebiyata Kurdî hûn dê xizmetê bikin an na?
Halîs Bîlden: Teqez, em niha bi Kurdî dipeyivin. Em bi Kurdî dinivisin jî. Lewheyên me bi Kurdî hene. Li mekteban dersên bijarte hene. Mixabin kes neçû, kesî serlêdan nekir.
Ez dixwazim hemû hemşeriyên min biçin ji bo zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêrin. Ev îmkan hemû ji aliyê serokkomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan ve hat serbestkirin. Em dê kursan jî vekin.
Em dê ji bo dengbêjên xwe îmkanan çêkin. Kurd û Tirk ji xwe ji berê de bira ne. Yên ku cudakariyê bikin, em ê li dijî wan bin. Em dixwazin biratiya xwe zêdetir bi pêş bixin.
"Ez danîna qeyûman rast nabînim"
Rûdaw: Vê bipirsim. Tu danîna qeyûman rast dibînî yan na?
Halîs Bîlden: Kêfa min nayê lê mecbûrî hatine vê derê. Ez danîna qeyûman rast nabînim.
Rûdaw: Eger tu qezenç nekî dê dîsa qeyûman daynin an na?
Halîs Bîlden: Ez nizanim. Niha ez dixwazim heta 31ê Adarê hemû enerjiya xwe bidin hilbijartinê. Ez dê qezenc bikim. Mehek e li Diyarbekirê digerim. Milet ji min hez kir. Ez dê bibim serok. Ez dê qezenc bikim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse