Abdurahman Adak: Zimanekî biyanî ti carî nikare şûna zimanê dayikê bigire
Proseya xwe tomarkirina dersên bijarde li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Îsal daxwazeke zêde ya xelkê jî li ser dersa bijarde ya Kurdî ye.
Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Abdurrahman Adak diyar kir ku di temenê biçûk de û bi taybetî jî di nava malbatê de perwerdehiya bi zimanê dayikê gelekî girîng e.
Abdurrahman Adak Adak, anî ziman ku divê dersên bijarte yên li dibistanên navîn bên dayîn, weke firsendeke baş bên bikaranîn û got ku ew ne zêde geşbîn e ku dê ev ders bi awayekî berfireh bên dîtin.
Adak destnîşan kir ku perwerdeya bi Kurdî ji bo nifşên pêşerojê gelekî girîng e.
Di derbarê bandora dersa bijarde ya li ser zimanê Kurdî û fêrbûna ziman de, Berpirsê Ofîsa Rûdawê Maşallah Dekak hevpeyvînek li gel Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Prof. Dr. Abdurahman Adak pêk anî.
Rûdaw: Ez dixwazim ji vê pirsê destpê bikim, li gorî salên borî kampanyayeke berfirehtir ji bo dersên bijarte yên Kurdî hat kirin, deng veda. Hema bibêje hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û saziyên ziman jî li ser vê mijarê daxuyanî dan û bang li dê û bav kirin ku dersên bijarte yên Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Hûn vê rewşê çawa dibînin?
Bêguman pêşveçûnek di cih de ye û em pir kêfxweş in. Ji ber ku em wek suje li zanîngehê dersên kurdî jî didin, mamosteyên navborî perwerde dikin. Ji ber vê yekê ev pêşveçûn ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Bêguman di dîroka Kurdan de ev derfeteke nû ye. Dema em li dîroka Komara Tirkiyê dinêrin, ev ji bo kurdan firsendeke nû ye. Her çiqas di dîroka nêz de rewşa kurdan ya civakî di warê çandî de piçekî pêşketibe jî, di warê perwerdehiyê de tu carî derfetek wiha bi dest neketiye. Divê em vê derfetê baş bikar bînin. Lewma ev piştgirî ji bo me pir girîng e.
Rûdaw: Li gorî we îsal bi sed hezaran malbat dê serî li dersên bijarte yên zimanê Kurdî bidin? Ji zarokên xwe re dersên Kurmancî û Zazakî, her çend du saet be jî hilbijêrin?
Her çiqas ev pêşketin û xwedîderketin pir girîng û nû be jî, divê mirov zêde hêvî neke. Ji ber ku guhertinên civakî ne hêsan in. Civaka Kurd ev 200 sal in ber bi paş ve diçe, ziman û çanda xwe winda dike û piraniya sembolên neteweyî yên kurdî têk diçin. Ji ber vê yekê ne hêsan e ku mirov wan di demek kurt de ji nû ve bi dest bixe. Ji ber vê yekê hêviyên min ne zêde ne. Lê ev bê guman pir girîng e ji ber ku ew tenê destpêkek e.
Rûdaw: Bi qasî min ji gotinên we fêm kirî hûn dibêjin îsal têgihiştinek baş ava bû û dibe ku bibe bingeheke baş ji bo sala bê.
Bêguman.
Rûdaw: Çiqas girîng e ku xwendekarên dibistana navîn li dibistanê ji mamosteyên xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin?
Girîngiya wê belkî zehmet e ku bi peyvan were vegotin. Kesayetiya Kurd bi perwerdehiya di temenê biçûk de ava dibe. Ziman di wê demê de tê wergirtin û dibe. Ji salên xortaniyê û pê de zehmet e mirov di asta zimanê dayikê de fêrî zimanekî bibe. Ji ber vê sedemê di dibistanê de û bi taybetî jî di dema pêşdibistanê de perwerdehiya bi zimanê dayikê pir girîng e. Di vir de rola malbatê jî girîng e.
Rûdaw: Dibe hîmeke mayîn de di bîra zarokan de ji bo paşerojê.
Zimanek biyanî tu carî nikare lu şûna zimanê dayikê bigire. Zimanê kurdî yê ku paşê hîn bibe, tu carî nikare bibe weke zimanê ku ji malbat û dê û bav fêr bûye.
Rûdaw: Baş e vê bipirsim, hûn niha li Zanîngeha Artukluyê mamostetiya ziman û wêjeya Kurdî dikin. Gelek mamosteyan ev beş qedandine, tê gotin ku 2 hezar kes ji beşên Kurdolojiyê yên zanîngehan mezûn bûne û ev kes li bendê ne ku bibin mamoste. Kampanyaya îsal ji bo van xwendekaran jî bûye hêviyek?
Kadro demildest nayê dayîn tavilê peyda nabe. Piştî destpêkirina vê pêngavê îro bi sed hezaran xwendekar dersên kurdî hilbijêrin jî, tayînkirina mamosteyan yekser nayê kirin.
Rûdaw: Jixwe ev proseya dersa bijarte ji bo sala bê 8 meh şûnde destpê dike...
Tayînkirina mamosteyan dem bi dem tê kirin. Bêguman eger serlêdan pir bin û dersên Kurdî ji hêla gelek malbat û xwendekaran ve were hilbijartin, ev yek dê ji wezaretê re bibe handan ku rewşê binirxîne. Dibe ku derdorên cuda zextê li wezaretê bikin ku di vê mijarê de daxwazek mezin heye û ev mafekî xwezayî, qanûnî û mirovî ye û divê ku hûn bersivê bidin vê daxwazê. Wek min diyar kir; divê bername û proje demdirêj bin, ne kurt bin. Ji ber vê yekê divê di asta ku dest pê kiriye de zêde bibe.
Rûdaw: Ez dixwazim werim ser vê mijarê ku dikeve warê pisporiya we jî, dema em li dîrokê dinêrin, di serdema mîrên Kurdan de perwerdeya kurdî di medreseyan de hatiye dayîn. Di van medreseyan de kesên weke Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî bûne weke ekololekê jî. Ji bo civakekê perwerdeya bi zimanê dayikê ji zarokan re çiqas girîng e?
Min di destpêkê de jî got, Ev dused sal in ku aliyê civakî, şaristanî, sivîl, çandî û netewî yê Kurdan her ku diçe qels dibe. Lê berî wê, Kurdan û ango kesên ku di nava civata Kurdan de mazin bûn, bi zimanê xwe perwerde dibûn û di sazî û medreseyên xwe de perwerde dîtin. Dîroka vê perwerdeyê herî kêm hezar sal e. Weke ku hûn jî dizanin, dema ku di serdema Ebbasiyan de yekem car li erdnîgariya Îslamê medrese hatin vekirin, di sedsala 11. de yek ji van medreseyan li Cizîrê (Cizîra Botan) hate avakirin. Di serdema Merwaniyan de li vir Medreseya Nizamiye hatiye vekirin. Medreseyên Nizamiye gelek navdar in. Yanî destpêka perwerdehiya kurdî di asta destpêka perwerdeya farisî de ye. Ew jî berî Tirkî ye. Ew qas kevn e. Kurd wek misilman li Cizîra Botan dijîn. Mafên ne misilmanan jî hene. Ji bo Kurdên Misilman medrese hatin vekirin. Lewma zimanê perwerdehiyê Kurdî ye. Dipirsin ka kîjan pirtûk bi Kurdî hatine nivîsandin. Ev ji bo serdema navîn ne ewqas girîng e. Di wê serdemê de ya girîng ew e ku rêveberiyeke Kurd medreseyeke kurdî veke û li wir perwerdeya bi kurdî tê dayîn. Wê demê pirtûkên perwerdehiyê bi farisî û tirkî jî nedihatin nivîsandin. Ji ber ku zimanê ilmê wê demê Erebî bû, bi vî zimanî dihat nivîsandin, lê bi zimanê netewî, yanî bi Kurdî dihat şîrovekirin. Dema em li Tirkî dinêrin jî, li Împaratoriya Osmanî, piştî serdema Tanzîmatê, bi taybetî di serdema Siltan Ebdulhamît de medreseyên fermî û nûjen hatin avakirin û di wê demê de yekem car pirtûkên dersê bi Tirkî hatin nivîsandin.
Rûdaw: Baş e, wek mînak Ehmedê Xanî berhema xwe ya bi navê Nûbihara Biçûkan nivîsandiye û bi taybetî balê dikişîne ser perwerdeya zarokan. Çi qas girîng e zarok herin bi zimanê dayîkê perwerdeyê bibînin? Di vî warî de bandora medreseyan li ser edebiyata kurdî didome?
Ez ji Xanî dest pê bikim. Xanî her çend ji bo perwerdeyê berhemên xwe nivîsandine, ev berhem bi piranî pedagojîk in. Lê rasterast di perwerdehiyê de dihat bikaranîn. Diyar e ku Xanî kesayeteke li pêşiya wextê xwe ye û fikrên wî yên gelek resen hene. Li gorî serdema wî xebat û ramanên wî gelek girîng û xweser in. Lê wek mînak Nûbihara Biçûkan ne pirtûkeke civaknasî, matematîk û dîrokê ye. Dema ku ez dibêjim materyalên perwerdehiyê mebesta min ev e.
Rûdaw: Ez jî behsa vê dikim. Ew serdem ji vê serdemê cuda ye. Hefteyê du saet be jî zarok dê biçin fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibin. Gelo ev bi serê xwe dikare di qada civakî, perwerde, edebiyat û bazarê de bibe sedema vejînê?
Si sedî sed wisa ye. Di dîrokê de edebiyateke me ya pir dewlemend heye. Ez behsa edebiyata kurdî ya klasîk dikim. Ev edebiyat di encama perwerdehiyê de derketiye holê. Ev teqez e û em îsbat dikin. Ji ber vê yekê, eger em îro em bixwazin edebiyata kurdî pêş bikeve û bxwazin Kurd li vê edebiyatê xwedî derbikevin û nivîskarên nû derbikevin - dema ez dibêjim nivîskar, ez behsa jimareyan nakim- ez behsa nivîskarên ku dikarin bibin namzedê Nobeşê dikim. ji bo xelatên Nobelê û yên din ên navneteweyî divê zarok û ciwanên kurd bi kurdî bên perwerdekirin. Niha gelek nivîskarên me hene, di nav Kurdan de asta nivîskarî, lêkolîn û rewşenbîriyê baş e, lê divê ev yek me nexapîne. Eger wiha bidome dê rêjeya nivîskariyê jî kêm bibe. Ji ber ku nivîskarên pêşerojê dê bêxwende bin. Eger nifşên paşerojê bi kurdî neaxivin, nivîskar dê çawa derbikevin meydanê?