Abdullah Încekan: Ji ber Kurd bê dewlet in xala kurdewar lawaz dimîne

27-01-2020
Murat Ozdemîr
Nîşan Abdullah Încekan Kurd Dîaspora
A+ A-

Abdullah Încekan dibêje Kurd li diasporayê, wek kollektiv û cemaeteke netewî, ji bo parastina ziman û aîdiyeta xwe tevnagerin û xebatên heyî di çembereke teng de ne û her ji ber vê sedemê ye ku li gor Încekan, “nifşên nû di bin xeterê de ne.”

Ew lêkolînerê Kurd derbarê Kurdên li welatên li Ewropayê, amaje bi bêdewletbûna Kurdan dike û dibêje, “Ji ber ku em bê dewlet in, di mêzîna kesayetiya nû de xala kurdewar lawaz dimîne. Yanî meriv gelek caran nikare bibêje, nifşê nû ‘Kurdo-Ewrûpî’ ye, ji ber ku zimanê Kurdî li cem nifşên nû qels e, coxrafyaya xwe nasnake; welatê xwe nizane.”

Derbarê rola Herêma Kurdistanê di pêşdebirina civaka Kurdî li welatên Ewropayê, Încekan tekez dike, “hejmareke ewqas mezin ya Kurdan ji bo Herêma Kurdistanê instrumenteke gelek mezin e, da ku bandorê li ser welatên Ewropayê bike.”

Pedagog û lêkolînerê Kurd Abdullah Încekan, di vê hevpeyvîna taybet de li gel Rûdawê, behsa rewşa jiyana Kurdan, rewşa zimanê Kurdî li welatên Ewropayê û helwesta hikûmet û xelkê li hember Kurdan dike.

Hejmareke zêde ya Kurdan heye li welatên Ewropayê  taybet jî li Almanyayê, gelo hûn weke zimanzanek û Kurdologek rewşa Kurdan çawa dibinîn di warê xwedîderketina li ziman û çand û nasnameya xwe de?

Belê, rast e, li Ewropayê hejmareke mezin ya Kurdan heye. Û gava em behsa Kurdên Ewropayê yan jî yên dîasporayê dikin, divê em bizanibin ku em behsa grubeke heterojen dikin. Yanî weke her milletekî, her grûbekê ew jî di nava xwe de bi rengên cihê-cihê ne û gava ez behsa me dikim, divê bê zanîn ku îstisna û mîsalên din jî hene û em jî civateke homojen ninin.

Li ser meseleya ziman û nasnameyê dixwazim bibêjim ku hin kes û derûdor bi awayekî rêk û pêk li ziman û nasnameya xwe xwedî derdikevin, lê gelekên din jî di nav aîdiyet û zimanên ciyawaz da dihelin, diçin. Bi awayê komeleyatî yanê wek kollektiv û cemaeteke mîllî, Kurd ji bo parastina ziman û aîdiyeta xwe tevnagerin. Xebatên heyî di çembereke teng de ne û lokal dimînin. Ziman û aîdiyeta neteweyî bi feraset û zanîna şexsî ve girêdayî dimîne û loma jî bi baweriya min nifşên nû di bin xeterê de.

Kurd dikarin hem nasnameya xwe biparêzin û li gel wan civakên xwecihî entegre bibin û di vî warî de rewşa Kurdan çawa ye?

Meseleya entegrasyonê meseleyeke tevlihev e. Entegrasyon ji ku derê destpê dike û li ku derê diqede? Divê meriv bi kûrahî li ser bisekine. Ji perspektîfa mînîmalist meriv dikare bibêje ku hînbûna ziman û tevlibûna keftelefta bazirganiyê têr dike, ku meriv bibêje yek entegre bûye. Lê weku eyan e mesele li vir naqede. Bibe-nebe mirov ji çand, bawerî, hizr û ramana civata xwecihî tesîrê digre û nasnameyeke nû dertê holê. Lê ji ber ku em bê dewlet in û sazî û dezgehên mê tune ne, di mêzîna kesayetiya nû de xala kurdewar lawaz dimîne. Yanî mirov gelek caran nikare bibêje, nifşê nû ‘Kurdo-Ewrûpî’ ye, ji ber ku zimanê Kurdî li cem nifşên nû qels e, coxrafyaya xwe nasnake; welatê xwe nizane. Bi pirranî bi awayekî romantîzmî xwedî li Kurdbûna xwe derdikeve û hew. Loma jî belkî zêdetir Ewropî be, lê di wir de jî kêşeyên din hene ku divê mirov behs bike.

Em dikarin bêjin Kurdên li dîasporayê xwe ji wê pişaftina ku dewletên serdest bi ser Kurdan de disepînin li Kurdistanê, rizgar kirine, an jî asîmîlasyon li nav Kurdên li Ewropayê jî berdewam e? Eger hebe zêdetir di nav Kurdên kîjan beşa Kurdistanê de heye ew asîmîlasyon û sedem çi ye, ji bo rêlibergirtina wê pişaftinê divê çi bê kirin?

Gava em behsa asîmîlasyonê dikin, divê em bizanibin ku ew ji aliyê ziman ve û ji aliyê çand û baweriyê ve were şîrove kirin. Yanî divê em herdu xalan jî li ber çavan bigrin.

Di meseleya ziman de rewşa defacto ev e: Zimanê civatê, zimanê wê dewletê ye. Yanî zimanê perwerde, civat, medya û yê bazarê zimanê wê dewletê ye. Kurdî tenê di derûdora jiyana şexsî de dimîne. Yanî Kurd wek kêmnetewe xelekeke piçûk in di nava civata xwecihî de. Û di jiyaneke bi vî rengî de asîmîlebûn di tebîeta wê de heye. Ji bo ku civat asîmîle nebe, divê ew xwediyê aîdiyete xurt be, weke Tirkan, ku xwediyê dezgeh û saziyên bi her awayî ne. Yê me ew feraset û hizra neteweyî tune;  heba, ji xwe em ê di rewşeke din de bana niha.  Wek encam ez bibêjim: Asîmîlasyon heye û em wiha bê sazî û dezgeh bimînîn, ew ê di pêşerojê de zêdetir bibe. Kurdên bakur ev 50 sal in li vir in û gelek hewl dan. Niha di bin xeterê de ne. Lê ez di nava Kurdên Rojava de metirsiyeke zêdetir dibînim.

Eger tu rewşa Kurdan û entegrebûna wan li nav civakên xwecihî berawird bikî li gel miletên din ên hatine Ewropayê, çi cudahî hene di navbera wan de û karîgeriya li ser penaberan ku ji kîjan milet û dewletê bin weke hev e an, Kurd di rewşeke xerabtir de ne?

Min hinekî behs kir. Yanî rewşa milletên diyasporayê bi backgrounda wan ve girêdayî ye. Yanî dewletek, împaratoriyek, bîreke neteweyî li pişt te heye yan na. Mesela digel ku Kurdan ewqas zilm û tedayên mezin dîtine, hê jî li Ewropayê nayên nasîn û wek milletek li tu derê nehatine qebûl û qeyd kirin. Loma jî wek millet (ne wek şexs) xwediyê tu rolekê ninin û zêif in.

Her çiqas hejmara Kurdan zêde be jî, ji dewletbûnê bêpar in, gelo ev bêdewletbûn heta çi radeyê tesîreke xerap li ser rewşa Kurdan bi giştî û li ser  kesayetên Kurd bi taybetî dike?

Ez wisa difikirim, ku bêdewletbûnê tesîrek gelek xirab li kesayetiya ciwanên Kurd dike. Ciwan di jiyanê de pişta xwe didin cihekî, weke grubeke futbolê, ala, sembol û kesayetiyên netewî. Îcar her çi Kurd in, kêmasiya van tiştan heye, ji ber ku ev tiştên min behs kirî, civatên xwecihî wan nas nakin. Yanî gava xortekî dibêje, ez ji Kurdistanê me, ew welat nayê nasîn, di nexşeyê de cî nagre. Ji ber vê ciwanên Kurdan di valahiyeke mezin de ne û di tiştên din de dixwazin xwe îsbat bikin. Mesela di muzîka Hiphopê de gelek li pêş in li Almanyayê. Ev muzik ya mainstreamê nine, muzîkeke underground e. Ji navên wek Azad, Xatar, Bero Bas bigire hetanî nifşên nû pirraniya wan Kurd in û ev têra serê xwe nîşaneke muhîm e. 

Dîsa peywendîdar bi meseleya dewletbûnê, gelo pênasekirina Kurdan di çarçoveya nasnameya miletên din de, bo nimûne weke, pênaseya, ‘Îranî, Iraqî, Sûrî an jî Tirkî’ çiqas karîgeriyê li ser Kurdan û nasnameya wan dike? Herwiha gelo Kurd çiqas hewl didin ku ciyawaziya çand û nasnemaya xwe nîşan bidin û xwe ji vê pênaseyê xilas bikin?

Ji aliyê partiyeke siyasî ve carê kampanyayeke bi vî rengî hatibû çêkirin, lê ji ber ku teng ma, biserneket. Belkî Kurd di vê noqteyê de bikaribin yekbûnekeê ava bikin. Yanî hemû partî, rêxistin, sazî mil bidin hev û ji dewletên Ewropî bixwazin ku me wek milletek, wek neteweyek qebûl bikin.

Hûn girîngîpêdana hikûmetên Ewropa çawa dibinin li hemberî Kurdan û zimanê wan? Gelo ew dewlet li ser daxwaz û rewşa Kurdan tevdigerin û nêzîkahiya xwe diyar dikin, an jî cudahiyeke pozîtîf bo Kurdan dikin li hember rewşa Kurdan û welatê wan?

Na, cudahiyeke pozîtif tune. Ji gelên din re çi heq hebe, kêm-zêde ew jî jibo Kurda heye; heta jê kêmtir e jî. Yanî di dadgehê de mafê te heye, wergêrekî bi Kurdî bîni. Li Almanyayê 15 zarok hebin, dikarî ji wan re dersa Kurdî bidî dayîn. Gavên li gorî Bakur mezin, lê li gorî rewşa dunyayê piçûk in.

Li hin zanîngehan dersên Kurdî hene, lê mesela digel ku kursiyên Turkolojî, Farisî filan-bêvan hene yên Kurdolojiyê xêncî yek-du cihên îstisnaî tune ne.

Serbixwe ji siyaseten hikûmet û polîtîkayên dewletên wan, helwest û nêzîkahiya xelkê li hember Kurdan çawa ye û dawîn pêşhatên li ser xaka Kurdan û peywendîdar bi wan re, tesîrek li ser xelkê kiriye ku Kurdan zêdetir û ji nêzîktir ve nas bikin?

Dîtina Ewropiyan ya li ser Kurdan piştî Kobanê û zextên Tirkiyeyê yên vê dawiyê guherî. Berî wê gelek negativ bû û kesî jî zêde guhê xwe nediyayê. Li van herdu bûyerên dawîn fotoyeke gelek erênî ya Kurdan li cem Ewrûpiyan heye. Divê Kurd xwe ji tundiyê dûr bigrin, da ku ev alîkariya menewî bimîne. Û divê Hukimeta Herêmê jî xebatên lêkolînî bike, da ku vî tiştî baştir ji bo Kurdan bikar bîne.

Kurd niha tenê li beşeke Kurdistanê xwedî statuyeke fermî ne. Gelo hûn erka dikeve berê Herêma Kurdistanê di pêşbirina civaka Kurdî li dîasporayê û xwedîderketina li ziman, çand û nasnameya Kurdî çawa dibinin û çi bendewarî hene ji Herêma Kurdistanê di vî warî de?

Ev pirseke gelek muhîm e û divê Hukimeta Kurdistanê xwediyê siyaseteke dûrûdirêj be. Min ji ofîsa Cenabê Serok Mesûd Barzanî re li ser vê mijarê raportek şand ku bi min sê xal jê gelek mûhim in: 

Yek, hejmareke ewqas mezin ya Kurdan ji bo Herêma Kurdistanê instrumenteke gelek mezin e, da ku bandorê li ser welatên Ewrûpayê bike. Di nav Kurdên Ewropî da bazirgan, esnaf, hunermend, siyasetvan û her wekî din di her astê da welatî hene ku dikarin jibo kêşeya Kurdî roleke erênî bilîzin. Divê Hukimeta Herêmê bi awayekî têkiliya xwe û wan zêde bike.

Du, xebatên pirr hêlî yên bi ciwanên Kurd re divê bên kirin, da ku him têkiliya wan û welat û nasnameya wan xurttir bibe. Û him jî ew bi xwe bikaribin bibin pirek di navbera Kurd û Ewropiyan de. Ciwanên Kurd ji axa xwe dûr dijîn loma jî Kurdistan bi pirranî weke xeyalekê ye ji bo wan. Gava têkiliyên wan zêdetir bibin, dê ev xeyal ber bî rastiyekê biçe.

Sê, karê lobiyê yê bi Ewropiyan ra. Lobiya siyasî ji xwe siyasetvan dimeşînîn. Ji bo ku milletên Ewropî me nas bikin, divê xebatên taybetî bi rojnamevan û NGO ra çêbibin.

Hûn weke Kurdek û akademîsyenek li derveyî Kurdistanê, rewşa zimanê Kurdî li her çar perçên Kurdistanê çawa dibinin, taybet jî li Kurdistana Bakur û gelo rewşa xerab û baş heta çi astê karîger e li ser rewşa Kurdên diasporayê?

Rola zimanek bi desthilatdariyê ve eleqeder e. Kî muktedîr be; kî hakim be, zimanê wî jî di rewacê de ye. Û kî jî mehkum be, wê zimanê wî jî bê qedr û qîmet be. Meseleya zimên ne tenê meseleya zimên e; ew meseleya desthilatê ye.

Helbet zimanê Kurdî li Bakur di bin metirsiyeke mezin de ye. Loma jî divê em di du hêlan de gelek bixebitin. Yek: Zimanê Kurdî bibe xwediyê statuyekê. Divê statuya yasayî ya zimanê Kurdî bibe daxwaza sereke û belkî jibo demekê daxwaza tekane û muşterek ya Kurdan.  Du, divê Kurd bi amûrên wek medya, tvyên jibo zarokan, kurs û hwd. meseleya ziman têxin mijara yekemîn ya hebûn û nebûnê. Lewra malbat bi tena serê xwe nikarin xwe ji ber pêlên asîmîlasyonê biparêzin. Di vir de divê em yekbûnekê di nav xwe de peyda bikin.

Gelo hikûmetên li Ewropayê û taybet  li Almanyayê, ji bo Kurdan û taybet Kurdên ku van salan koçberî wan welatan bûne çi xebatan birêve dibin û wan weke civakake cuda dibinin û nêzîk dibin an nêzîkatiya li hember hemû penaber û koçberan weke hev e?

Li seranserê cîhanê giraniya te li gorî statû, yekhêzî û dewlemendiya te ye. Dewleta Alman çima bi taybetî li ser Kurdan bisekine? Divê Kurd li ser axa xwedî bandor bin, wê demê ew ê li welatê din jî xwediyê qedr û qîmetekê bin. Na, ew jî wek koçberên din in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst