Derhêner, aktor, şanoger û damezrênerê Koma Şanoya El Xerîfê Newar Bulbul di dirameya Sûriyeyê de, rolên cuda lîstiye û bi rola gelek kesayetiyan jî rabûye.
Newar Bulbul wekî aktorekî karên bal kêş kirine û beşdarî Bab El-Hara, Duniya, Ewdêt Xewar û Ibtesêm Eyûha El Cênêralê bûye.
Ew jî bajarê Himsê yê Sûriyeyê ye û wî jî wekî bajarê xwe, ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, piştevaniya xwe “ji bo şoreşê” bi awayekî eşkere derbirî û beşdarî xwepêşandanan bû.
Ew hatiye girtin, gef li wî hatine xwarin û piştre ew koçberî Ewropayê bûye.
Newar Bulbul dibêje di Sûriyeya nû de hemû xelkê Sûriyeyê dê rûpeleke nû bi hev re vekin.
Derhêner, aktor, şanoger û damezrênerê Koma Şanoya El Xerîfê Newar Bulbul pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Nalîn Hesen: Mamoste Newar bi xêr bî li ser ekrana Rûdawê. Wekî şanogerekî û hunermendekî Sûriyeyî, rûxana rêjîmê ji bo te çi ye?
Newar Bulbul: Berî her tiştî, roja we bi xêr û spas ji bo mêvandariya we, silav ji bo temaşevanên Rûdawê, kenala dost û ciwan, silav ji bo hemû karmendên li paş kamerayê û her wiha temaşevanên ku me dişopînin. Niha tişta herî girîng, me rûpela ku 54 salan dirêjkirî tewand, heger ne zêdetir be, ji destpêka avakirina Partiya Baas ve sala 1963an. Me ev rûpel bêveger tewand. Êdî ev rûpela reş û tarî me tewand, qonaxa Partiya Baas, desthilatdar û malbata Esed û ev sîstema dîktatorî, heta dawiyê hatiye tewandin.
Me îro rûpeleke nû vekir, hemû xelkê Sûriyeyê, bi rastî înşalah me rûpeleke nû ya spî vekir, ev nakokiyên di navbera me de wekî Sûriyeyê diçin. Bila ji bîra me neçe ku Partiya Baas û malbata Esed sedemên sereke yên hemû nakokiyên li Sûriyeyê ne.
Piştî vê rûxana birezalet a vê rêjîmê, divê em wekî Sûriyeyê, bi Ereb û Kurdên xwe, bi hev re vê rûpelê bitewînin û em dest bi rûpeleke nû bikin. Ez bi hêvî me û ez dê ji bo wê kar jî bikim û ez dê berevaniyê jî bikim, heta ku em zincîreyekê amade bikin, lîstikvanên Kurd tê de hebin û bi zimanê Kurdî biaxivin. Ev soz e, lîstikvanên Kurd û Ereb ên Sûriyeyî, ji ber ku em hemû Sûriyeyî ne û Ermen ku bi Ermenî biaxivin. Ev dewlemendiya Sûriyeyê, divê em bi çavan bibînin û bibihîsin û em bişînin dewletên Ereban û dewletên cîhanê.
Nalîn Hesen: Mamoste Newar ez ji axaftina te fêm dikim ku tu plan dikî dramayeke Sûriyeyî bi çendîn ziman çê bikî? Tu dê hemû zimanan wkî Kurdî, Erebî, Ermenî di karekî dramayê de kom bikî?
Newar: Înşalah, ez bi hêvî me, ez dê ji bo vê yekê bi hemû karîna xwe hewl bidim. Ez dê ji bo vê yekê hewl bidim, ji bo sedemeke biçûk. Dibe ku temaşevan gelek nizanin, dema ku min di Peymangeha Bilind a Henerên Şanoyê de dixwend, sala 1998an, ji 1994an heta 1998an. Dema ku ez gihîştim Şamê, ji ber ku ez ji bajarê Himsê me, ez li taxekê rûniştim navê wê Zor Ava yan jî Wadî El-Meşarî, yên ku Şamê nas dikin dizanin ev tax li kû derê ye, ew taxa rebenên Kurd e, yên ku ji Hesekê û Qamişlo hene û ji hemû deverên Sûriyê hatine, ew li vê taxê bicih bûn.
Ez li cem wan rûniştim, li cem wan 4-5 salan niştecih bûm. Hezkirina li vê taxê heyî gelek mezin bû, min li cem wan xwar û vexwar û ez bi wan re ketim û derketim. Wekî kesekî ku ji Himsê hatibûm, li cem min bîrokeyek hebû derbarê pêkhateya Kurd, bi rastî min pêkhateya Lurdî li vê taxê nas kir, min pirsgirêkên wan û tirsên wan nas kirin.
Tê bîra min sala 1994 û 1995an, dibe ku tu wê demê hîn nehatibûyî duniyayê, tê bîra min di Newrozê de, di cejina Newrozê de, 21ê Adarê, tê bîra min dema ku rojekê ez diçûn peymangehê, min hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê dîtin, wê demê, bi dirêjahiya rêyê rêz bûne, yê ku wê taxê nas dikî, dizane ez çi dibêjim. Ji destpêkê heta dawiya taxê rêz bûbûn, wekî darikên kibrîtê, min got xêr e, gelo tawanek çêbûye? Hîn di mijiyê me de tune bû ku pêkan e xwepêşandanek hebe. Ez li servîsê siwar bûm, da ku biçim peymangehê, min ji wî xelkî pirsî, çi heye? Gotin îro cejina Newrozê ye, min di wê kêliyê de cejna Newrozê nas kir.
Min ji wan re got, çi cejn e? Çi dibe? Wan ji min re got, di vê cejnê de ditirsin ku Kurd vê cejnê pîroz bikin. Endamên polîsan ji bo çi ne, mijiyê min tevlî hev bû. Mantiq di mijarê de tune. Ji vê kêliyê ve, ji hevalên min ên Kurd ku gelekî bûn li Şamê, ji hunerên ciwan, Imran Yûnis, Ebdulkerîm Mecdel Beg, ez silaveke germ ji wan re dişînim, min naskir ku cejina Newrozê cejineke qedexe ye.
Nalîn Hesen: Di dema desthilata Esed de bi giştî Kurd ji mafên xwe yên neteweyî û çandî bê par bûn. Li Sûriyeya nû hêviyên te ji bo wan çi ne?
Newar Bulbul: Ji bo mafên wan ji wan re vegerin, ez dê berî hemûyan daxwaza mafên wan bikim. Divê em xwe netirsînin. Bi ketina Esed re, gelek ji van pirsgirêkan çûn. Gelek ji van mafan wan birine û divê ew mafên xwe bibin, ev tiştekî xwezayî ye, divê gotûbêjê tê de nekin. Komara Erebî ya Sûriyeyê bi dawî bû, ev mijara bi dawî bû. Hemû pêkhate di Komara Sûriyeyê de hene.
Nalîn Hesen: Tu piştevaniya navê Komara Sûriyeyê dikî ji bo dewleta nû.
Newar Bulbul: Çawa?
Nalîn Hesen: Tu piştevaniya navê Komara Sûriyeyê dikî, bêyî erebî di Sûriyaya nû de.
Newar: Bê guman, min ev yek ne niha gotiye, min ji mêj ve gotiye.
Nalîn Hesen: Belê.
Newar Bulbul: Em vegerin Sûriyaya berê, di salên 50yê de Komara Sûriyeyê bû.
Nalîn Hesen: Belê Mamoste Newar.
Newar Bulbul: Em vegerin Komara Sûriyeyê, rêjîma rûxiyayî wê gotina Erebî lê zêde kir, ew rêjîma netewperest, rêjîma Baas, bi kurtî ew rûpel hate tewandin. Îro em li paşerojê temaşe dikin. Em dê li paşerojê temaşe bikin, dest bi dest wekî Sûriye, bi hemû cure û pêkhateyên me. Ez îro Xirîstiyan im û Durzî me, JKurd im, Ermenî me, Çerkez im, Elewî me Sunî me tevî ku ez ji van gotinan dûr im.
Nalîn Hesen: Tu rola Kurdan di salên borî de çawa dibînî? Di şerê DAIŞê û parastina ewlehiya welatiyan de.
Newar Bulbul: Bi rastî, Kobanî, Kobanî di wê helwesta xwe ya bihêz ku di dîrokê de hate nivîsandin, ev ji bo dîrokê ye, ev yek di rûpelên dîrokê de hate nivîsandin. Ez bi xwe beşdarî Festîvala Kobaniyê bûm. Ez behsa festîvala sînemayê dikim ku li Almanyayê tê lidarxistin. Rûdawa kanala dost û ciwan weaşanê wê festîvalê kir. Ev tişt ketin dîrokê û bi xwe bûne dîrok heta hetayê.
Ez ji gotina heta hetayê hez nekim ji ber ku ev gotin xwînê û qurbaniyan tîne bîra me, ew qurbaniyên hatine dan ji bo jinavbirina vê rêxistina hovî, ev rêxistina xwînmij a nemirovane, ew jî wekî Partiya Baas bû, wekî Esed bû, ew her du wekî hev in bê guman. Ew çûn, me ew ji nav birin, hîn hinek alîgirên wan hene, em dikarin ti rolê nedin wan û wan biçûk bikin û em dest bi rûpeleke nû bikin, ji bo dema pêş. Ez dubare ji we re dibêjim, di zincîredramayekê de ku zimanê Erebî, zimanê Ermenî, zimanê Çerkezî û Kurdî, dibe ku pirsgirêk çareser bibin. Ez ji we re dibêjim, dibe ku bi zîncîredramayekê pirsgirêk çareser bibin.
Nalîn Hesen: Mamoste Newar çawa?
Newar Bulbul: Hevlên min ên Kurd ji min re digotin, qedexe ye ku em bi zimanê xwe biaxivin. Li gorî min ez wekî çalakvanekî û hevalên min ên Kurd vê yekê baş dizanin ku ez yek ji çalakvanên ku bi doza Kurd re me, ji destpêkê ve. Ez dîsa ji te re dibêjim, dema ku sala 1994an ez hatim Şamê, hûn çawa bi zimanekî din diaxivin, wate ev cih hatiye paşguhkirin da ku diyar nebe. Ji bilî Cizîrê, tu gihîştî Şamê û tevahiya başûrê Sûriyeyê, haya me ji vê dozê tune bû, ji ber ku Hafiz Esed û Patiya Baas ji me veşartibû.
Me ev doz nas kir, dema ku em hatin Şamê û me dît û me da û stand. Baş e, çima qedexe ye ku kesek bi zimanê xwe biaxive, ez nimûneyeke biçûk bidim te, dema ku ez nû li taxa Zorava rûniştim, Wadî El Meşarîi, destpêka ku ez rûniştim, xort dizanin, xelk dizane ku Newar Bulbul heye, yan jî ew xwendekar heye, piştre ji min re gotin ku ew li ser min wiha axivîn, ev Humsî ye, ereb e ne Kurd e.
Dema ku ez li otobusê siwar dibûm ji bo biçim peymangehê, ew bi Kurdî diaxivîn, piştre wan wegerand Erebî, roja yekê, roja dudiyê, roja sisiyê, li cem min wiha bû ku zimanekî biyanî heye ez jê tênagihêjim, piştre yekser bûye Erebî, piştre min ji wan pirsî, wan jî ez naskirim ku ez ne peyayê muxaberatan im, ew dîsa vegeriyan bi Kurdî li pêş min biaxivin, wate ev jî ji me ye, êdî min jî ji wan re digot herbijî, rojbaş, hûn çawa yî?
Dîsa zimanê Kurdî yê ciwan vegeriya otobusê. Piştre min ji wan pirsî, wan got em ditirsin bi zimanê xwe biaxivin, ev ne dewlet bû, Sûriye ne dewlet bû, ew baxçe bû, zindaneke mezin bû, qedexe bû ku Sûriyeyî li leşkeriyê nimêjê bike, rewş wiha bû. Pêwîst bû tu wekî ew dixwazin nimêj bikî, bi zimanê ku ew dixwazin tu biaxivî, bi Ermenî dihate axaftin lê zimanê Lurdî qedexe bû, ji ber ku Kurdan ev rêjîm tirsandibû. Çima? Ez nizanim.
Nalîn Hesen: Mamoste Newar, tu di nava Kurdan de jiyayî li Zorava li Şamê, tu fêrî zimanê Lurdî bûyî? Tevî ku biçekê.
Newar Bulbul: Ez bi hêvî me, ez bi hêvî me ku ez fêrî bibim, gelek hevalên min ên Kurd hene. Ez diçim Festîvala Kobaniyê, bi Kurdî diaxivin.
Nalîn Hesen: Erkê wan e ku te fêrî zimanê Kurdî bikin, ji ber ku tu hez dikî fêr bibî.
Newar Bulbul: Ez hinekî ji axaftinê fêm dikim lê ez nizanim biaxivim lê ez şerefmend dibim ku fêrî zimanê Kurdî bibim.
Nalîn Hesen: Tu ji xwarinên Lurdî hez dikî, te got ku te xwarinên Lurdî li Zorava xwarine.
Newar Bulbul: Min tenê xwarinên Lurdî dixwarin.
Nalîn Hesen: Tu bêhtir ji kîjan xwarinê hez dikî?
Newar Bulbul: Bîne bîra min çi xwarin hene, hevalên min li Almanyayê hene, Kurd in, hunermend in, min bi wan re xwariye, niha tiştek nayê bîra min, me gelek xwarin xwarine.
Nalîn Hesen: Noşî can be.
Newar Bulbul: Înşalah em dê werin Kurdistanê û Hewlêrê û Qamişloyê.
Nalîn Hesen: Her demê tu bi xêr werî.
Newar Bulbul: Em dê Newrozê pîroz bikin û em dê bi hev re agir dadin.
Nalîn Hesen: Înşalah, spas ji bo te mamoste Newar Bulbul, hunermend û şanoger, tu ji Parîsê mêvanê min bûyî.
Newar Bulbul: Ez soz didim şanoyên xwe li cem we pêşan bidim, di nêzîktirîn dem de.
Nalîn Hesen: Înşalah, em dê şanaz bin, spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse