Mihemed Şarman, nivîskarekî ciwanî(rb.1983) kurdên ji bakûrê Kurdistanê ye. Pirtûka wî ya yekem a çîrokan ji nav weşanên Avestayê bi navê ‘’Pirça Wenda’’ çap bûbû, rastî ecbindaneke baş hatibû. Di 2014 Berfanbarê de pirtûka wî ya duyem bi navê “Bermayiyên Demê” a çîrokan derket. Di çîrokên wî de rexneya rewşenbîr û ya civakê bi formên surreal, rastîqeniya efsûnî bi zimanekî îroniyî dertê pêş. Me xwest em bi çend pirsan ji Mihemed Şarman bikin li ser nivîskarî û berhemên wî galegelakî bikin ji bo xwînêrê Rudawê.
Piştî çar salan berhemeke we ye nû derket, ya rast demeke dirêj borî, gelo ev berheman di nava van çar salan de hat nivîsîn?
Belê di nava çar salên dawî de hatin nivîsîn. 13 çîrok û romaneke qediyayî li ber destê min hebû, me tercîha xwe li ser çîrokan kir, romanê jî di demeke nêz de derbikeve. Bi min demeke dirêj nîne, ya girîng qelîteya berhemê ye. Çiqas dereng hewqas zêde kemilandin. Lê di van demên lez û bez,liber bayê xerçkirina bênavber,daqurtandina nedawerî a her tiştî mirov çiqas xwe bigre bi min hewqas baş e.
Di ‘’Pirça Wenda’’ de çîrok bi awayekî di nav hevre derbas dibûn, lehengê hevpar hebûn , di vê berhemê de jî ev yek heye. Heta ji wan çend leheng di vê berhêmê de jî dertên pêşberî me. Minak ‘’Bîranê’’ ku berhama pêşîn de bîr dikola di virde digihêje encamekê.
Raste ez ji vê yekê pir hez dikim, jiyan jî hinkî wisane,te hew dît hevalek an mirovekî ku mirov bi salan neditîbe derekî de dertê pêşberî mirov. Wekî din gava çîrokê min diqedin ez hinkî xemgîn dibim, ez naxwazim ew di cihê xwe de bisekinin, çiqas di çarçoveya çîrokan de bimînin jî li hiş û birewariya min de cihê xwe ava dikin. Dixwin, vedixwin digerin,caran jî li benda min li benda serboriyekî dimînin, naşêm wan tenê bihêlim. Lewre edî me nasiya xwe daye hev,her yek ji wan heval û dostê minin. Minak Kardukê “Pirça Wenda”, Bîranê bengiyê bîrê belkî derekî din de jî derê pêş me, lewre ew hê jî mêvanê min in.
Di çîrokên we de metaforên netewî –alegoriya netewî- pir dertê pêş gelo bîr an Bîran li paşxana vê çîrokê liser çi dijî.
Bawerim bersiva vê pirse ne karê min e. Axir tespîta we raste helbet bersivek min jî heye. Lê peyva “Bîr” wek hûn jî dizanin di kurdî de tê du wateyan hem “çal” hem jî hafize. Lê mirov serboriya Bîran tenî ser kesayeteke kolektîf binirxîne jî nabe. Lewre tenêtî, bêkesiya wî jî dertê pêş,an giraniya bav-fallûs- liser pişta wî heye. Belkî em kurd divê ji gelek kesan an netewan bêtir bîra xwe bikolin.
Hem di vê çîroka “Bîran”hem di çîrokên din de minak di çîroka “Miriyê Roja Yekşemê ”, “Xwezî Yê Mirî Ez Nebûma” de bûyer bi awayekîrasteqîn dest pê dike,te hew dît vedigere ser tevneke efsûnî an tam beravajiyê vî. Hûn dixwazin çi bêjin ser vê yeke?
Ez ji dêvla bersivê de tiştekî din bêjim.
Ez zarok bûm xalê min ji gundekî nêzî me ku ji me pişt çiyan rêya heft salan dûr bi hespê xwe ketibû rê hatibû mala me. Ji ber derengî ketibû bavê min jî sedema vê yekê jê pirs kiribû. Baş tê bîra min xalê min bi awayekî pir ciddî wiha bersivandibû: “Rotê şevê(merê şevê) bû bela serê min xwe davête ser hespa min baş bû şûjinek(derziya mezin) li ba min hebû naşî tiştekî bi min bike. Min dijwarî xwe ji destê wî xilas kir. Piştî vê axaftina sosret her du rûniştibûn li cixare û çaya xwe vegeriyabûn. Helbet wê demê ne gengaz bû ez ji vê çîrokê bawer bikim ya rast nuha jî ne gengaz e axir. Bawerim ku berhemên me hinkî ji van tiştan jî alif an têşe bigrin yê hêjatir be. Jixwe ev ne tercîheke bo min tiştekî xwezayîye. Ez tehma wan çîrokan di gelek tiştan de nabînîm hê jî.
Ev yek di edebiyata latînan de jî heye jê re dibên rasteqîniya efsûnî ew pir bikartînin.
Belê rast e. Lê rewşa me çiqas bişibe hev jî, gelo mirov dikare sedî sed wiha penase bike nizanim, lê ez dikarim an ji vê tespîtê derfetekî ji xwe re lê bikim, gelo mafê me kê heye em ji pîra xwe an mezinê xwe re bêjin çiyayê qaf, dêwê heft serî, gurê manco, pîrasêr tûneye, bes me dixapîne. Xwezî ew jî li mirov vegerin di tevna qewirandineke kurdiyeke gewre de bêjin “ ez te bi qurbana sola Borges an guyê quna wî bikim, tu jî nivîskarî” Bi min ev neheqîyeke mezine û çiyayê qaf weke kuleya Eyfelê rast e heye. Lê mirov dikare van hinkî biguhezîne li ser têşeyeke modern da bibe berdevkê kesayata kurdan a kolektîf an tiştekî din bikarbîne. Lewre di çîrok û metelokên gelekî de rih û paşxaneya keseyata wan heye. Ku mirov ji vê zanîna teqez haydar be, ew dem pirsek li mirov dibe bar: Gelo ji bo berhemek ji edebiyata kurdî were hesibandin kurdîbûna wê besî me ye?” Nizam, ya baş belkî ne hewceye mirov bibe berdevkê tiştekî jî, lewre dawiya dawiyê de hin tişt tenê sedema xwe bi xwe re tinîn ev besî wane . Xweşin estetîk in hew.
Gelo li ser paşxaneya nivîskarî an çavkaniya nivîskariya xwe hûn dikarin çi bejin?
Mirov dikare gelek tiştî bêje. Paşxaneya keseyata kurdekî çi be yê çirokên min jî ewin. Kurdîstan, dewletên mêtinger,serokên nezan,megolaman,tengezariya derengmayînê, lêgerîn an daxwaza mirovan a aramiyê, êşa windabûna “aura”ya tiştan, tehm û estetîka axaftin û honakê, belê ev yek pir hêjaye hwd.
Em bi pirseke kilîşe bidomînîn hûn rewşa edebiyata kurdî çawa dibînîn?
Em bersiva vê pirsê ji rexnegirên kurd re bihêlin, kurt û kurmancî ez hêvîdarim, serbilind im û serfiraz im. Bi min yê bêtir baş be. Lê talûka dawiya gotînê(mirina çîroknûs), lez û beza demê, keyf û megolamaniya medyaya sosyal (facebook,tweetir hwd), bêsebrî û bêbinyadiya xwendevan û nivîskaran, ji bo hemî edebiyatan ji bo hemî mirovan berdaweme, yanî kurt û kurmancî ku qiyemet ranebe di serê me de, dakû pênûs derneyê betaliyê, emê têra xwe pêşbixin edebiyata xwe.
Ji bîlî çîrokan hûn gotar û ceribandinên cûr bi cûr dinivîsînin, di kovara Zaremayê de jî dişuxulin, evê bidomin?
Belê çawa! Ew nivîs jî bo min valahiyeke din dadigrin, ez hin tiştan ji bo xwe zelaltir dikim, bi awayekî paşxanaya xwe ya edebî dadigirim bi van nivîsan, lê ya baş ew e mirov dev navîje her babetê, lê him ji kêmasiyê hin jî çavbirçîtiyê mirov carna xwe nagre heyran. Ez ji yezdan dixwazim ku hefza me ji guftegoyên dûrûdirêj li ser her tiştî bike da em jî di warê xwe de bibin pîspor, nebin jî qenebe hin mijaran nehetikînin.
Wek dawî hûn dixwazin çi bêjin
Sipasiya we dikim. Dilxweşî, kêfxweşî, helbet azadiya , kurd û Kurdîstanê dixwazim, ji bo xwe jî, hebe an bibe xelateke nobelî (Bi ken).
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse